"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Aras Hiso

Aras Hiso, helbestvan û nivîskarekî kurd e, di sala 1996’an de li bajarê Kobanî ji dayîk bûye. Ew xwendina xwe ya seretayî, Navîn û Amadehî li kobanê dixwîne, lê ji ber şert û mercên şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwendina xwe berdewam nekiriye. Lê ew dest bi xwendina perwerdeya bi zimanê kurdî dike û pê re mijûlî xebata ziman û wêjeyê dibe. Ji sala 2012’an ve mamostetiya ziman û wêjeya kurdî li li Saziyan Zimanê Kurdî (SZK), Dibistan, Peymangeh û Akademiyê kiriye û niha jî di Zanîngeha Kobanê de mamostetiya wêjeya kurdî dike.

Ew gelek helbest, çîrok û gotar bi zimanê kurdî di gelek rojname û kovaran de nivîsandine û weşandine. Berhemeke hevbeş a kurteçîrokan bi çend hevalên xwe re ya bi navê (Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobanê) ji weşanên Şilêr û Aryen derxistiye. Çîroka vê berhemê vedigere wan bûyer û serpêhatiyên şerê Daişê ya sala 2014’an de ku bi ser gelê kobanê de hatî, naveroka çîrokan qala berxwedaniya şerê li hemberî dijmin, lehengî, penaberî, belengazî û derbederîyê, dike.

Her wiha wî û Zîlan Hemo amadekariya berhemeke hevbeş a bi navê (Rodî û Perwîn) kiriye. Ev berhem jî yên du evdîndarên cêwî (Rodî û Perwînê) ne ku di komkujiya 25’ê hezîranê de şehîd ketin.
Vê dawiyê jî bi nuxiriya berhemeke xwe ya helbestê bi navê (Ji Qehra Guliyên Te) ji nav weşanên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) derket. Ev berhema wî ku vedigere yekemîn hewildan û tecrubeya xwe ya destpêkê. Helbestên (Ji Qehra Guliyên Te) yên cihêreng in ku qala hevaltî, evîndarî, welat, bajar û Miştenûrê dike.

NIVÎSÊN BALKÊŞ