"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Veysi Ulgen

Veysi Ulgen, di 14ê Rezbera 1968an de li Pasûra ku navçeya Amedê ye ji dayîk bûye. Ji perwerdeya seretayî heta lîseyê li Pasûrê xwendiye. Di sala 1990î de ji Zanîngeha Dîcleyê, li Fakulteya Tibbê destûryar bûye. Li bajarê Amedê, li Meletiyê, li Çankiri û li Stenbolê di kargehên tendirustiyê de wekî bijîjk xebitiye.

Di salên 1996-1998an de serokê yekemîn ê SESê (Sendîkaya Kedkarên û Karên Civakî) ye. Niha endamê SES, DTO (Odeya Bijîjkên Amedê), İHD (Komeleya Mafên Mirovan) ye. Dilxwaz û aktîvîstê TİHV (Weqfa Mavên Mirovan a Tirkiyê) e. Di rojname û kovarên wekî; Ozgur Gundem, Guney, Tîroj û hwd. de nivîs, gotar û lêkolînên wî hatine weşandin.

BERHEM:

* Alo 112 (Çîrok – Tirkî), Weşanên Vîrtuel, 2002 – Stenbol
* Çığ Düş’tü (Roman – Tirkî), Weşanên M, 2003 – Stenbol
* Çığ Düş’tü (Roman – Tirkî), Weşanên El, 2004 – Stenbol
* Kırık Halka (Çîrok – Tirkî), Weşanên El, 2005 – Stenbol
* Umudun Adımları (Lêkolîn – Tirkî), Veşanên El, 2006 – Stenbol
* Vicdan (Roman – Tirkî), Weşanên El, 2010 – Stenbol
* Sokaklar (Çîrok – Tirkî), Weşanên İkinci Adam, 2012 – Stenbol
* Dîroka Sar Hêviyên Germ (Roman-Kurdî), Weşanên J&J, 2017 – Amed
* KESK Tarihi (Lêkolîn – Tirkî), Weşanên El, 2017 – Stenbol
* Umut Doğu’da Saklı (Lêkolîn – Tirkî), Weşanên El, 2018- Stenbol
* Diyarbakır Tabip Odası Tarihi (Lêkolîn-Tirkî), Weşanên J&J, 2018 – Amed
* Kevirên Şewitî | Hêviyên Bakur -I (Roman-Kurdî), Weşanên J&J, 2018 – Amed
* Taşlara Kazılı Yanık Aşklar (Helbest – Tirkî), Weşanên J&J, 2019 – Amed
* Razên Şîn | Hêviyên Bakur -II (Roman-Kurdî), Weşanên J&J, 2019 – Amed
* Berfa Sor | Hêviyên Bakur -III (Roman-Kurdî), Weşanên J&J, 2020 – Amed