"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Narîn Omer

Narîn Omer Seyfedîn li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistan ji dayîk bûye.

Şîrava evînî û dilsoziyê

Ji giyanê Perîxana dilsoz re
Ji nêrgizên jiyana min
Dastan, Sazîn, Şêrîn, Şanya û Aryam re
Ji heval û dostên canxweş re
Ji hemî hezkiriyên peyv û ramanên min re.


Qelem

Qelem geş bû bi pirtûkê
hizir xwendin çira rokê
Bi dastan û bi halbestan
dirêsin bo me dîrokê
Mejî hevbend e bo nestan
bixwînin razeyên rokê
Zemîn û xak sitêrkên geş
nehênên ax u nahokê
Heya kû em sirûşta can
tekez kin pêre çîrokê
Xwe bavêjin hemêza germ
bi mûzîka zimanokê
Bila neqşên hunerbazan
diyar kin jê re bîrokê
Jiyana geş tê parastin
hizir rahêşte pirtûkê.


Feleknas

Du dil şîn bûn ji gerdûnê
heyîn dabûn dilê jînê
Ji xaka şahiyê der bûn
vedeng in ew ji geşbînê
tivîrkên rastiya aram
feleknas in bi hişbînê
Yekem dil ew dilê min bû
duyem vedşêre gozmînê
Me ev herdu dilê jîndar
bi merdî dane Efrînê
Fedîkok maye pîrbînî
dema xortaniyê d’bînî
Siwarbazên me zeytûn bûn
perîka dil vedikşînê.


Yabo

Silavên geş dixemlînim
ji dara xwestekan tînim
Bi vên û vîn diparêzim
li ser sînga te radzînim
Tu yî avahiya malan
biçûk û jin evînşîn in
Civat û şevbiwêrk têr in
mirov û dost feraşîn in
Tu yî bavê me yê hêzdar
bi wê hêza te bengîn im
Bi şîrava giyanê naz
mirada dil bi cih tînim
Hezar caran dibêm yabo
rewal û zîpelawîn im
Dilovanê xwedî halan
bi halana te geşbîn im.


Vedîtin

Çiyayên berze hêzdar in
dîrokdirêj in dengîn in
Vedîtin pir girêftar in
wekî sîper dişopînin
Ne wek eşqa me navdar in
ne wek hestên me zengîn in
Li hêlîna nehêndaran
tilûr in em du bangîn in
Li guldana evîndaran
kulîlk in em çi rengîn in
Em in dengê evîndaran
ji şahînê re m’çengîn in.


Xewna Şêx

Ez im şêxê te Senanî
ew ê xewnê qeder danî
Keça Ermen bi dest bînim
berazan baş biçêrînim
Kumê oldariyê rakim
bi dengê zengilî bakim
Li ba Ermen bijîm herdem
vexwim mestê nema zemem
Bibim dîlê evîna dil
bijîm d’qesran de yan kavil
Mirîdîno nekin loman
nerêsin bendik û kovan
Xwezî xewnên herî dijwar
nebin para kesên jîndar
Ji ber kû wan dixapînin
xewa çavan vedimrînin
Keşa dêrê dibînêt aş
Mela zikran dixwînêt şaş
Xemên dînok dikin suhbet
civatên xweş dibin hizret
Mirovan dûr dikin yekser
heval û dost dibin rêber
Tenê ew dilrevîn û yar
semadarê dilê hestyar
Ji bo hizran dibî şahyar
ji ramanan re ew hevkar

Wiha bû ew evîna zor
gava hildam li jêr û jor
Dema ew za fena kanî
dilê bêhiş peyal danî
Wekî şêxê me Senanî
evîna dil bi min anî.


Welatê Eşqê

Kenê çavan kenê lêvan
nerînên dil dibin mêvan
Pevokên geş bi wan xweş tên
demarên wate bûn rêvan
Ne poşman im ji vê Eşqê
sipasdar im ji van lêvan
Hemî peyvên te xweş tamin
wekî hinguv wekî sêvan

Li ser ritma dilê mestyar
niyaz xweş bûn li gel lavan
Sirûşta reng bi demsalan
dibin bînahiya çavan
Di seyrana giyanê pak
didavêjim bi lez gavan
Em in rengê bihara dil
hunermend im tu helbestvan

Welato her dimînî xweş
tu rêzan î ez im rêwan
Siha daran hemî çaxan
li daristan li nav mêwan
Hemêz û sîng du paytext in
nikarim ez bijîm bê wan
Bimînî war ji bo kurdan
tu yî sîber tu yî sêwan.


Çemê Dicla

Tu her çaxan newavîn î
meqamên rengereng tînî
Silavên xweş ji kû hatin
bi çavên geş dimeyzînî
Silavên Dêrika Hemko
kulîlk in jê re rengîn î
Meya Indîwerê kef da
Peyalên zer dineqşînî
xeyalên dil semadar in
tu temtêl î tu raxwîn î
Buhar zû tê li canê min
erê çawa dinerxînî
Pira Bafid resen text î
bi bircan her tu dengîn î
Kevanên kevneşop rewş in
dibî rêzdar û navîn î
Ciwan û kal buharvan in
ji bo dîtna te xwezgînî
Ji Xeydayê vexwim avê
bi min xweş tête avînî
Eger çavên te bê coş bin
tu yê Xeyda bi xeydînî
Bijî Dicla çemê jînê
tu alav î tu nûjîn î
Kenê pêlên te dijwar hat
kela giryê min dertînî
Tu jî wek min evîndar î
bi awazên xwe zengîn î
Dibêjî min temenxort im
ez im Mem can tu yî Zîn î
Bi van peyvan dibim Basûr
diçin tev jan û xemgînî.


Sûnda Bêcan

Hezar sûndan didim her car
te bavêjim ji bîrokê
Hemî şopên te winda kim
ji mêjoyê ji dîrokê
Mixabin sûnd u peymanêm
dibin mîna gulîstokê
Bi dîdara te ya aram
li pêşber min mîna rokê
Ji kêfê çav dilîlînin
sirûda xweş ji pirtûkê
Tuyî peyva herî navdar
ji helbestê ji çîrokê
Tuyî ritma resen bingeh
ji mûzîka biharokê
Bihîstokên te xweş deng in
tuyî canê bihîstokê

Emêl û name şîrav in
li nav tayên hemaylokê
Nema sûndan dipeyvînim
em in daxin ji arokê
Bi mayîna te paydar im
dibînim rastiya lokê.


Leyla Qasim

Delala dil ser rûk hilda
gula jînê bi lez gulda
Daristanê çiqil der kir
dara azadiyê pel da
Derzîdanka kulîka dil
ayîna dil ji dil, dil da
Çavê rizgariyê bel bû
gava cana me çav kil da
Dema wê bilbila canxweş
peyama aştiyê hilda
Ez im Leyla keçka Qasim
ji dil min bersiva gel da
Avrêja hiş xunav werkir
kêşa serkeftinê hilda
Înana kurd bi coş gur bû
navbirka aştiyê kel da
Zerya kurdan bi şehnazî
payabûna xwe zengil da
Dozê deng da bi wê Alê
axa kurdan çi simbil da
Leyla Qasim lehinga pak
dîrokê bo te rûpel da.


Piçûkanî

Di ber mala te ez borîm
kela mêhla te xweş barî
Hişê min wax li hevdû ket
bi nalînî bi axdarî
Dilê min axivî bê deng
bi sed zarav û çend zarî
Li ber çavan hizir pir bûn
mijangên rû ne haydarî
Piçûkanî xwe nîşan da
li dîrokê be guhdarî
Pijîjkên hiş li hev anîn
şevîn û roj bi yekcarî
Çemê avboş silav xwendin
mirada dar e sîdarî
Evînî pêre serxweş bû
bila barke sitemkarî

Dema borî ji destan çû
nema êdî buharşar î
Jiyana xweş wisa firda
ne parastin ne guhdarî
Mixabin min xwe winda kir
tu jî wek min gunehbar î.


Xelata Kawa

Buhar tê pêre tê Avdar
semadar in kulîlk û dar
Gelê kurdan bi şêranî
dixemlînin dilê mestyar
Li benda wê mirad xweş tên
mirada em kirin navdar
Bi karê wî lehingê jîr
xetîrên agirî wek ar
Hesinkarê xwedî halan
bi halanî dikir hawar
Erê kurdno bi şehyanî
em ê çêkin welat û war
Ve roja nû helat û hat
bi Newrozê me kuşt zordar
Wiha kawa gelê bindest
ji xewna reş kirin hişyar

Hezar caran em ê bêjin
bijî Newroz mebesta zar
Erê kawa lehingê merd
dimînî karkerê şahyar.


Şeva Serserî

Şevek pir serserî gur bû
bi tolazî bi min şerda
Nexweş bûm ez ne saxlem bûm
tenê mabûm bi wan derda
Guhê rastê zumezum kir
mijangên çav ketin serda
Ji nişkanî ve rîng rîng hat
telîfonê zumên berda
Elo baş im tu her sax bî
bi vî hawî xeber der da
Ez im dilcan tu çawan î
te ez hîştim fena nerda
Nemînim ez tu ahkêş bî
bila bimrim wekî merda
Bi wî dengî keser revyan
giyanê min kirî firda
Ketim baxê evîndaran
gulan rengê sipîzer da
Siyamend û Xecê hatin
di gel şeyda bi comerda
Cegerxwîn bang dikir Kehlê
keça Xalê xweşî virda
Helîm canê tenûr dada
Emîn ê can xwe l’himber da
Elo şêxaniyê vîndar
li Fatim xweş silav berda
Memê Zînê bi ken borî
Sitî awir li tac werda
Feqê teyran bi nalînî
firandin teyrikên Erda
Hunermend Mehmedê Şêxo
diyar kir rastiya kurda
Mirada Memedê Axê
dilek vîndar û perwer da
Bi xêr tê Gulbihara xan
evîna dil bi lez gur da
Reûf Dildar Sirûd saz kir
ji bo Qazî huner berda
Eyaz û Erdewan hatin
xema Tehsîn hema firda
Perîxana xuha dilsoz
mebesta min bi hevber da
Telîfona te basûr bû
bi dengê dil re enber da.


Zimanê Kurdî

Zimanê kurdî
zelal û merd î
Bi zaravên xweş
vedana derd î

Hevalê rok î
zemîn û gok î
Resen temtêl î
Çira dîrok î
Hişî hem mest î
cinav û hest î
Ji bona kurdan
dilê helbest î

Gulav û bihn î
xunava jîn î

Kulîlkên rengîn
ji bo wan t’xwîn î

Sirûda rind î
li şar û gund î
Tu asîman î
hebûna erd î

kila mandayî
pira xwenda yî
Xwecih dîrok î
Fena findan î

Em in şagirt in
lehigên merd in
Tu caran doza
te em naberdin

Dimînî zindî
hebûna kurdî
Vejîna kurdan
dixwînin çendî.


Avzêma Aferîn

Hinav westaye vê gavê
ji tîrêjên xewa tavê
Ji çavdêrên qelaş û beş
gemaran berdidin avê
Divê ew bête parastin
ji taswasê ji aravê
Bi nûzayên sirûşta pak
fena nêrgiz bi lavlavê
Bi wê axaftina canbaz
piyamek geş xwe da navê
Eger kêfê bixwazî tu
li şûnza wê bi yek gavê
Li raser Aferîn xweştê
pesendkirna siha tavê
Bi avzêma dînê wê her
geş in guldar bi şîravê

Bi zeytûnan xemildar tê
diçînên jê re cînavê.

Jiyana Narîn Omer

NIVÎSÊN BALKÊŞ