"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şêxmûs Sefer

Di sala 1977 an li Mêrdînê hatiye dinê. 2002 an û vir de li Amedê dijî.Di rojnameya Azadiya Welat de nêzî sê sala rojnamegerî kir. Jiber xebatên xwe yên sendîqayê di sala 1999 an de ji Dersimê sirgunî Anadoluya Navîn Nevşehirê bû.

ÇOLISTANEKE BEDEWÎ

Tu kengî bigirî
Wê lehî li ba min rabe
Tu kengî bikene
Wê pirêzeyên min bişewitin ji germa
Tu kengî çavên xwe yî xezalî veke her sibe
Wê emrekî din ji serê min derbas bibe
Tu kengî min li çolistaneke
Bedewî
Bihêle
Qubbeya min enîya te ye ey yar!
Mijankên min jibo te limêj dikin
Bi her çav vekirina xwe.


PISÎKÊN ADARÊ

Ya delalê
Em li benda hezkirinên pisîkên meha adarê ne
Em zarokên poz biliçîk in
Û bi zendê xwe paqij dikin hemû rabirdûyên xwe

Em çi ne û ne çi ne lê!!!

Em ne Çîn in û ne jî Maçîn
Em ne Amed in
Ne jî wek Ehmed Huseynî
Huseyniyê Ehmed in

Em xezaleke jibîrbûyî ne di nav daristaneke heybetî de
Em zarokekî zeyalî ne
Ku heyvên xwe diforotin etara bo şekirên qulqulî

Em ewrên li hev siwar hatîne li berriya qijqijî
Em ne Serhedî ne
Ne jî Eyyubê Selaheddîn

Bi her lihev şabûnekî zarokî
Gujguja baranê ye ji bedena me
Bedena Amedê bi helkehelk e
Qudus û Mekke di bin lehiyê de dimîne bi şûrê Kurdekî
Em çi ne û ne çi ne lê!!!

Derziyekî lihêfan têra hemû birînên me dike
Li zozanekî konekî bêderî
Ji me re têra xwe dikare ji kêfan bigirî
Tenê gava tu derî vekî
Bi hêdî…


EVÎNEKE DENGBÊJÎ

Harmoniya bêkesiyê lê dixe
Ji têla xwe ya herî zirav dilê min
Tu dengbêj dengê xwe li bejna te napîve bi mezroya zengeloka xwe
Tu tişt li te nayê di vê şeva sêwî mayî de
Heyhat!!!
Dîwarên min siya xwe tevlî şeva bi te re çûyî dike
Tu avzema jiyanê li koka dara min nekî jî dibe
Ez qisasê mirina xwe me…


AGIRÊ BÊXWELÎ

Tu nehatî
Newroz jî nehat Îroj
Şewitî bêhna biharê
Dest pê nekir Adar
Qirşikekî agir lê neda
Lê tu bihata
Newroz dîlan bû
Bi dilan bû
Bihar nedibuhurî ru car
Her der agir her der adar
Tu bihata
Wê sê dengan bilîlanda erş û ezman
Wê agir me me biketa
Em ê bi êgir
Tu bihata
Wê dostê bavê min
Ji çiyayê Şengalê
Evîna Derwêşê Evdî birêkirina
Lê tu nehatî
Ezman baran
Agir xwelî
Evîn sêwî
Ma…


BENÎŞTEK

Difroşe keçikeke biçûk benîştên xwe
Tevî torbeyê xwe yê çiriyayî
Ez jî bi hesrên xwe lê vedigerînim
Heqê zaroktiya wê
Wê kî deyndar bimîne
Ji me her duyan
Li hember heyatê…


ÎHSAN FETEHIYAN

“Dengê pelên daran ên payizê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî”*
Bila bang te bikin
Bila dilê te ji dilê tenûra diya te dûr bixin û bi yek avê vemirînin
Bila xwişka te ya biçûk êvarî benda şekirên ku tê nema werîne bimîne
Bila yara te nema te hembêz bike û tu carî tiliyên te bi hineyê sor nebin
Bila çiyayên te bê xezal bimînin û çemên te hemû biçikin
Bila konê te lê ava kiribû bi icacokan bifire tevî zozanan
Bila sêdarkên te jî hebin wekî Şêx Saîdê kal û Qazî Muhammed
Bila ev dinya ne ya te jî be
Îşev şeva ewil e ku stêrk bêyî te diçirisin
Îşev şeva ewil e ku bajar beyî te dimire
Û
Kevokên bifirin neman li asîmanên ku tu lê dinerî.

*Ji nameya Îhsan Fetehiyan e ku berî bê darvekirin nivîsîbû.


PIŞTî XEZAL TERQİYAN

Ez ê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî te min hişt û çû jî…

Ez ê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî te ez kuştim û çû jî…

Ez ê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî av nema di çeman de…

Ez ê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî xezal terqiyan ji daristanên xwe

Ez ê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî çûk venegeriyan hêlînên xwe…

Ezê hej te bikim
Her gav hîn bêtir
Piştî av nema xezal terqiyan û çûk venegeriyan…


ÇIYAYÊ ŞENGALÊ Û SÛKA QAMIŞLOKÊ

Nayê bîra min berî mirina te
Bê min kengî xatir xwestibû ji te
Û em kengî bi hev dûre keniyabûn
Di nav galgalên xwe de bi zimanekî nazenîn
Bê te çawa qala rabûrdiya evîna xwe
Û mêvaniya Çiyayê Şengalê dikir

Weke xewnekê dîsa tu li hespê xwe siwar dihat
Berê xwe dida felekê
Û pişta xwe dida me
Dibe ku bi vegerê re te evîna Derwêşê Evdî bi xwe re baniya
Ji diya min re jî fîstanekî biriqandî
Ji sûka Qamişlokê li ser riya xwe
Berî ku mayîn biteqiyana bi xwenên me…


Rengorengo

Sedhezar sal in
Bazara min bêbazirgan
Xaka min bêdar
Zarokên min bêşekal in
Sedhezar sal in
Kosiyên welatê min
Xwe li ser hev dieciqînin
Xuya nabe çermên wan ên rengo rengo
Xera nabe rêç û rêzana miletê min
Xilt e
Axê li ser wechê xwe dibarîne.


Lo Dilo

Di rêwîtiyekê de
çi li dû xwe dihêle
û
çi bi xwe re dibe
Koçberê dilan
Ji xeynî girî…


Mirina Şîreketazî

“Ji bo Nebahat Altiok”

Wê jî tûrikê xwe li pişta xwe kir
Tenê şiîreke tazî bû hevalê wê
Paş re hate bîrê
Vegeriya
Rahişt mirinê û çû…


Mezelên Glrtîgehan

Em mirinan dikin mêvanên xwe
Her sibê û her êvar
Xwîna me çayeke bi dem e
Noş dibêjin
Ji hev re destbirakên Tîranan
Bi her kuştineke me
Noş!!!


Bîstan Hatin Berdan

Ji bo hemû şemamokên narîn û nazenîn ên vê axê

çû…
Bi xwe re bêhna hemû bîstanan bir
Wek minminîkekê hêdî hêdî
Li kêleka çemekî
Di bêhnvedana emrekî de

çû…
Di lêvên xwe de tahma sînga qîzekê vezilandibû
Di dilê xwe de firoyê diya xwe li parzûn xistibû

çû…
Bi hezkirina çiyayekî
Di tunebûna welatekî de çû!!!
Heyfa xewnekê
Bîstan hatin berdan êdî!!!


Che

Naxwazim razêm li ser vê êşê
Nîvê vê şevê
Mêvanin min henin
Bênan û bêav
çîmtazî
Zerik
Reşik
Sorik
Hemû zarokên vê dinyê
Welat bi welat li benda min in
Yek
Do
Sê…


Dêrsim

Li vir zimanê erdê jî heye
Ê ku jê fêm bike
Tu dar xwe dûr naxe
Ji şiliyê berfê û baranê
Qêrînek dara tûyê hat min wê rojê
Pelek dilşewat di bin lingan de
Tenê
Di xaniyekî de
Li gundek deh mal
Her yê xwe bernedida ji kayê
çemê li vê derê jî ne bi xatir in
Ji bo vegerek beravêjkî rojekê
Tenê mirov lal in
Kenê xwe jî sibehan
Bi nivînan radikin
Di wechên wan de
Kuştinên bav û kalan…


Revî Revî

Ne hezkirinek ku bidim te maye
Di hundirê min de
Ne jî bazdanek revî revî
Te bihêlim li dû xwe
De vegere rojên berê
Dilê min ê sêwî
Elbet wê hinin
Li te bibin xwedî.

Jiyana Şêxmûs Sefer

NIVÎSÊN BALKÊŞ