"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Receb Dildar

Di sala 1958’an de li bajarê Amedê hatiyê dinê. Xwendgehên seretayî û navendî li Amedê xwendiye.

AMEDYA

Dilopek ji hêsirên çavên te bû
Min bi serê rêyan xist,
Di deryaya diristanan de
Jar û pêxwas
Bi beza bayê re ketim pêşbaziyan,
Rastî frînekên naskirî dihatim
Rê li min dibirrîn
Dewran li min qelibî
Qamçiyên îxaneta reş şaqiyan
Li ser sînga min.

Dem û demsalan
Rehên xwe di bîrên bêbinî de veşartin
Rêwî tev gihîştin qonaxên xwe,
Ez hesreteke bi jan im
Li ser rêya te diperpitim,
Pêlên li hev diqelibîn
Bi sebra teyrê sîmir
Bi dû keviyên te ketine,
Dilekî birîndar
Di nav sînga xwe de
Defa hewarê dilorîne,
Ne karê salan e,
Wê vê çîrokê
Dîrok binivîsîne
Amedya…

Rastî miriyan dihatim
Kirasên spî kiribûn ala
Tev li sêdarên xwe dimeşiyan,
Axînên di dil de mayî
Dibûn topên bêdengiyê
Li ber bedenên te diteqiyan,
Lal bûbûn derwêş
Ji bo stranên dilşewat
Pêlik dikutan sînga ezman,
Lal bûbûn erbane
Bi cizbê diketin kevirên reş
Di malzarokan de pitik dihanîn îmanê,
Lal bûbûn dayikên porkur
Kezeb disincirandin
Li ber bayê bakur
Û
Li ber bircên bilind
Min xwêdana xwe
Bi gulebaranên qirêj paqij kir
Amedya…

Min bi rojê sond xwar
Li ser çiyayên bilind,
Min bi navê te sond xwar
Bi qewlê bav û kalan,
Ez ê çirayên xwe netefînim
Li kolanên stûxwar,
Bi kulîlkên dora kaniyan
Birînan derman dikim,
Lorîna dengê te ye
Min li ser pêya dihêle,
Şewqa bejna te ye
Min ciwan dihêle,
Bihar bangî min dikin
Kel dide xwîna min,
Bi bîhna te jîndar in
Çivîkên ruhê min,
Min tacekê çêkir
Ji beybûnên dilê xwe
Ez ê li ser porê te deynim
Amedya…

Stêrkên ji porê te diweşin
Rêçên kadizan amade dikin
Ji bo simên zêrîn,
Hespên şînboz dibezin
Li zeviyên tijehêvî,
Bi alên agir dimeşin
Lehengên gurçikpola,
Keskesor dibiriqin
Di şevên reş û tarî de,
Tîrêj bangî min dikin
Kel dide xwîna min,
Ronahiyeke ji rengê te me
Bi bayêbezê li dû te me,
Di şefeqa sor û şîn de
Di hilbûna roja evîn de
Ez ê rûyê bi xêlî
Bi tîrêjên pîroz
Tewaf bikim
Amedya…


Bayê Evînê

Bayê evînê derd û kul e bi ser min de payîz hanî
Pelê’m carek ji min weşand li ber lingê yarê danî
Evîn bixwe êş û jan e, herdu çavê’m kirye kanî
Dilê’m ji nav sînga’m derxist li ber lingê yarê danî

Bayê evînê baran hanî, bi ser min de xeman barand
Pêlên xeman ez gêj kirim, nav û dilê’m ji bin hejand
Evîn bixwe ji agir e, kete canê’m dil şewitand
Hişê’m ji nav serê’m derxist li ber lingê yarê danî.


BÊRÎ

Bihara rengîn e.
Xweza bi coş û evîn e.
Zozanên çiyayên bilind zindî ne.
Bayê Serhedê gul û kulîlkan hûrik hûrik dilivîne.
Bêhna nefel û indilko bi ser min de dişîne
Can hişyar dike bixwe dihesîne.
Tîrên janê di dil de dikutîne.

Gava tîr li dil dide
Tu têyî bîra min.

Dem niha adar e.
Xweza bilez nû dibe, şiyar e.
Quling ref bi ref difirin, qareqar e.
Zozan gazî min dikin, ku tu neçî ji emir xisar e.
Jiyan li hev digere tal dibe, zilindar e
Pêla hesretê dijwar e
Bi qêrîn û hewar e

Gava pêl li dil dide
Tu têyî bîra min.

Meha nîsanê xweş e
Baran dibare, cîhan coş û geş e
Karxezal dibare li dû maka xwe dimeşe
Dilber li cem rûniştîbe, roj ronahî, evîndar serxweş e
Yar dûr ketibe tarî zulûmat şeva reş e
Xem û kul dibarin, dil diêşe
Hêvî xebera herî xweş e

Gava hêvî li dil dide
Tu têyî bîra min.

Gulan hat xemilî zozan
Bi hev ketin refên werdek û qazan
Jin û mêr belav bûne li nav bax baxçe û rezan
Keç û xort li stargehên talde, bi kelecan hev didin ber gezan
Coşa evîn û hezkirinê dibin stran li ber sazan
Nikarim der bikim tûrikê sirr û razan
Hez dinuqite canê nezan

Gava hez li dil dide
Tu têyî bîra min.


Brûskên çavên te

Brûskên çavên te
Li min hatine xezebê

Xwîn bûye dijmin
Janê,
Janê dicivîne
Li bêrîkên dilê min.
Sebeb ne tu yî,
Brûskên çavên te
Li min hatine xezebê.

Tîrên har dibezin
Li şûvên dilê min.

Dem bûye dijmin
Her roj,
Her roj ji nû ve
Li ber bayê dikeve
Agirê nava min.
Sebeb ne tu yî,
Brûskên çavên te
Li min hatine xezebê.

Agirpij diteqin
Li kakilê dilê min.


ÇAWA

Bîhna welatê min ji navê te tê
Ez ê çawa kulîlkên wê bîhn nekim

Çirûskên çavê te pekîyane ser alaya min
Ez ê çawa bi wan rêya xwe ronî nekim

Kenên te azadîyê tîne bîra min
Ez ê çawa bi dû wê azadîyê nekevim

Dilê te Laliş û muhabeta min e
Ez ê çawa dile xwe tevlî dile te nekim.


EMRÊ ÇÛYÎ

Bihara xweş eşqa dil bû
Jîngeha min hemû gul bû
Serê yarê li ser mil bû
Emrê ciwan venagere

Sînga yarê kelegerm bû
Hêlîna can gelek nerm bû
Ne heya bû ne jî şerm bû
Emrê çûyî venagere

Siwar nabim hespa qemer
Çav tefiyan nabin rêber
Ji dîlberê nayê xeber
Dilê reben jênagere.


GULA DEMA BIHARÊ

Min got, gula pir delal
Got ez keça Kurda me
Min got cana şîrhelal
Got şepala şêra me

Min got nazik beybûn î
Ziman xweş û şîrîn î
Di nav dil de birîn î
Got evîna merda me

Min got canê, dilzarê
Gula dema biharê,
Got bêje min yarê
Ji bo Dildar dilda me.


Hêja birîna min germ e

Hêja birîna min germ e
Cixareyekê bipêçe,
Di nava dûmana wê de
Xeyalan bibezînim,
Ji bo vî canê jihevketî
Di quncikê dilê xwe de
Ava jiyanê bicivînim.

Çavxezala min jî ne li vir e ku
Bi çirîskên çavên wê
Birînan bikewînim.

Hêja birîna min germ e
Stranekê bibêje,
Di nava awazên wê de
Hesretan bihewînim,
Ji bo vî canê bê mirad
Di quncikê dilê xwe de
Aşê muhebetê bigerînim.

Gulîsora min jî ne li vir e ku
Bi serê biskên wê
Birînan bikewînim.


JI BÎR NAKIM

Ji bîr nakim
Kevirên dîwarên hilweşandî yên gund û bajaran
Bêhna dîroka min ji wan dihat.

Ji bîr nakim
Zarokên tî û birçî yên li ber sîya zinaran
Bêhna qewmê min ji wan dihat.

Ji bîr nakim
Keç û jinên Êzîdî yên ketibûn ber talanan
Bêhna dayika min ji wan dihat.

Ji bîr bikim jî navê xwe
Ji bîr bikim jî bavê xwe
Ez qet ji bîr nakim
Serên jêkirî yên xortên mêrxas û keçên wek şepalan
Bêhna rûmetê ji wan dihat.


MORÎKÊN ŞÎN

Du qereçiyên parsek bûn çavên min
Li ser rêyên bi siya bejna te xemilandî wenda bûn
Çirûskên ji moriyên stûyê te dipekin, ew in niha jiyan
Bi dilekî janbar kenên li ser levên sorgul berhev dikim
Dilop dilop bi jiyanê av didim,hêviyên xapînok
Bi hesret sorgulekê bêhn dikim

Bêrûmetê li ber deriyê te
Girtiyê nav defa sînga te me
Peyv wek çûkên bizdok ji ber lingên te difirin
Çirûskên morîkên şîn niha li ser baskên kevokan dipekin
Di şevên bêxew de bêçare kevokan basko dikim
Ne morîk lê axîn tên jimartin morîk morîk
Morîk nabin sebrik
Niha xwe bi tizbiya şîn dixapînim.


PORSORÊ

Ji nav dile te çemek diherike
Niha bi hênikahîya wî şa dibim
Çemê dile xwe bi ser yê min ve bişîne
Tu ew çem bî ez avjen im Porsorê.

Ji nav çavên te çirûsk dipekin
Bi ronahîya wan rêya xwe dibinim
Şewqa xwe bi ser tarîstana min ve bişîne
Tu ew ronak bî, ez ronakjen im Porsorê

Awazek ji bejna te bilind dibe
Ez bi wî dengî mest û serxweş im
Awaza xwe bi ser bejna min ve bişîne
Tu dilê wê awazê bî, ez diljen im Porsorê.


SORGUL

Tu ne xewn î ne xeyalî
Bi şev bi roj te nabînim
Tu kaniyek pir zelalî
Tî digerim te nabînim

Dilopeke li ser pelanî
Ji nav mehan tu Gulan î
Dem havîn be tu zozanî
Dil dikele te nabînim

Ne pirr nêzik ne jî dûr î
Ne pirr dirêj ne jî hûr î
Ji nav gulan guleke sor î
Bîhna te tê te nabînim.


Şair Hene

Şair hene Xwedayî ne, bi dû dil û eşqa Feqî ketine
Şair hene dinyevî ne, bi dû bertîl û pereyan ketine

Şair hene zîndanî ne, Şopên brînên celadan vedişêr in
Şair hene navmalî ne, li ser dikên mîran piling û şêr in.

Şair hene ew dilxweş in, bi keziyên yarê her tim serxweş in
Şair hene ew dilreş in, li dû dek û dolabên roma reş in.

Şair hene dil bi jan in, her tim peyv û gotina rast dibêjin..
Şair hene emirber in, bo du quruşan çar teqle davêjin

Şair hene ew Dildar in, ji derdê axa welat brîndar in
Şair hene ew guhdar in, piştê didin hêzên xurt, tûrikbar in.


Tu kulîlk î li zozana

Tu kulîlk î li zozana
Tu stêrk î li ezmana
Tu me nexe ser zimana
Were êdî şêrîn yarê

Tu kulîlka vê biharê
Çavên te şîn wekî bahrê
Li benda te me vê êvarê
Were êdî şêrîn yarê

Tu kulîlka dora çiya
Te honaye cot guliya
Nav û dilê min heliya
Were êdî şêrîn yarê

Tu kulîlk î tu nazik î
Bejna zirav li ba dikî
Dilê Dildar bêçar dikî
Were êdî şêrîn yarê.


Ji bo Tahir Elçi

Xançepek kuçeyeke pirrî kevn e
Xwîna mêrxasek gol bû sore reng e
Ava Dîjle kezeban hênik nake
Niza çima xelk û alem bê deng e.

Xançepek kuçeyek teng û dirêj e
Xwîna mêrxasek li erdê dirêje
Bajar xemgîn dilê min bi girîn e
Ez bêhal im , ka were tu bibêje

Xançepek kuçeyeke kevnedêr e
Xwîna mêrxasek diçe serberjêre
Ziman lal bûne dest û mil nagerin
Kuştina me ne sewab ne jî xêr e.


Xwezî

Xwezî
Ji bajarên qilêr dûr bûma,
Li serê qotekî bilind
Bi lorîna bayê sibê
Di nav kulafekî koçerî de
Li benda hilbûna rojê bûma.

Xwezî
Ji mejiyên qilêr dûr bûma,
Li nav daristanên keskesor
Li ser aveke zelal
Bi dengên teyr û tilûran
Li benda xewa şêrîn bûma.

Xwezî
Ji pereyên qilêr dûr bûma,
Li dora goleke şîn
Bi hevaltiya kuliyên berfê
Li dû Gulîsora xwe
Li meşa serê sibê bûma.


Tava Hîvê

Tava hîvê diçirise
ji bîbikên çavên te
Bêçare
Xwe diavêjim derya wan
Dixeriqim
Pê re diçim

Tava hîvê dibiriqe
Li ser porê hinekirî
Har dibin
Dirêj dibin dest û tilî
Diherikim
Pê re diçim

Tava hîvê gol bûye
Li ser lêvên xunavgirtî
Dilerizin
Xwe nagirin lêvên tî
Quruç dibim
Dixeniqim
Pê re diçim

Jiyana Receb Dildar

NIVÎSÊN BALKÊŞ