"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Ebdulkerîm Findî

Nivîskar û Rojnamevan Ebdulkerîm Findî

Navê wî yê sê qolî (Ebdulkerîm Findî Yehya) ye, di bîyavê nivêsîn û karî de pêtir bi navên (Ebdulkerîm Findî) û (Kerîm Findî) berniyase û berhemên xwe weşandine. Li sala 1946 an li gundê Qarqarava, devera Doskiyan li başûrê bajarê Duhokê ji dayik bûye. Li payza sala 1951an digel xêzana xwe li bajarê Duhokê Rudine, li wir xwendina xwe ya despêkê, navincî, amadeyî bi dawî tîne. Li salên (1959-1974)an endamê yekêtîya qutabiyen Kurdistanê bû, têde gehiştiye pila endamê mekteba sikirtarîyetê.

Li (09.06.1963) an gehiştiye nêv rêzên şoreşa îlûnê. Li sala (1965) an bûye endamê lijna navça Duhok ya Partî Dimokratî Kurdistan. Li (11.10.1970) an bûye endamê Yekêtiya Nivîskarên Kurd. Li sala (1974) an ji zanîngeha Musil, kolîja adabê, pişka zimanê Ingilîzî bi dawî aniye. Li amadeya birayetî li Duhokê wek mamosta hatIye damezrandin. Li sala 1984 an bûye rêveberê navincîa (Memê Alan) li Duhokê. Li sala 1986 an ji ber helwestên wî yên netewayetî bo amadeya Duhok ya êvaran tê veguhastin.

Piştî serhildana buhara sala 1991 an dibe rêveberê amadeya pîşesazî li Duhokê. Li 08.04.1993yan û di yekem kabîneya hikumeta herêma Kurdistanê de, wek rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê dest bi kar dibe. Li ser demê wî çendîn kovara û rojname ji layê vê rêveberiyê ve hatine weşandin, ji wan (Dicle, Karwan, Karwanî Ekadîmî, Asoyî Folklorî, Heng, Bariş, Panîpal, Wergêran, û gelekin din) her wisa bi sedan pirtûk hatine çapkirin.

Di çendîn demên cuda cuda de, bûye birîkarê wezareta rewşenbîrî ya hikuemta herêma Kurdistanê. Di dawIya salên nûtan de, zêdebarî berpirsyaretIya wî wek rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî, çendîn berpirsayetîyên din jî li wezareta rewşenbîrî ya hikuemta herêma Kurdistanê de wergirtîne, wek rêveberê giştî yê şûnwaran, rêveberê giştî yê werziş û lawan. Li sala 2002 an dibe rêveberê giştî yê ragehandinê li wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê de, di ser demê wî de (Herêm TV) ku take têlevizyona fermî ya hikumeta herêma kurdistanê bû pêşkeftinên baş bi xwe ve dîtin. Li sala 2004an û bi egerê rewşa saxlemiyê dibe rêveberê giştî li diwana wezareta rewşenbîrî ya hikumeta herêma kurdistanê. Dîsa hatiye hilbijartin wek sikirtêr di piraniyan desteyên rêveber yên yekêtiya nivîserên Kurdî / Duhok. Li salên (1984-1991) an hatiye hilbijartin wek endam di desteya rêveber a yekêtiya nivîskarên kurd li herêma Kurdistanê.

Li salên (1986-1991) an wek nûnerê tayê Kurdistanê hatîye hilbijartin di civata navîn ya yekêtiya turevan û nivîskarên Iraqê de. Pişikdarî di piranîya kungirên yekêtîya niviskarên kurd de kiriye, zêdebarî sê kongirên yeketîya niviskar û tûrevanên Iraqî, dîsan kongirê (15) an yê yekêtîya nivîskarên Ereb ku li adara sala 1986 an li bajarê Begda hatibû li darxistin. Pişikdarî di festîvala (Merbid) yên 6, 7, 8 an de kiriye. Endamê deteya nivêsîna kovara (Beyan)bû, ku ji alîyê dezgehê rewşenbîrî û weşana kurdî li bexda derdiket. Endamê desteya nivêsîna kovara (Nûserî Kurd) xola sisyan bû. Endamê desteya nivêsîna kovara (Peyiv) bû, ku ji aliyê Yekêtîya Nivîskarên Kurd / Duhok ve derdikeve. Wek Sikirtêrê Nivêsînê di kovara (Metîn) xola sisyan de kar kiriye, ji hijmar 1 ta 18an. Li sala 1997 an sernivîserê kovara (Karwan) bû, ku j aliyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihat weşandin.
Sikirtêrê Nivêsîna kovara (Karwanî Ekadîmî) bû, ku j alîyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihat weşandin. Sernivîserê kovara (Dicle) bû, her ji weşandina we ta rawestandina wê ji weşanê (42 hijmar) ku j aliyê wezareta rewşenbîrî ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi pitên latînî ve dihat weşandin, ev kovar yekem kovar bû bi pîtên latînî li herêma Kurdistanê te weşandin.

Li salên (1968-1969) an endamê desteya nivêsîn û rêveberiya kovara (Dengê Kurdistan) bû, ku ji aliyê Partî Demokratî Kurdistan ve di nêv Şoreşê de dihat weşandin. Yek ji damezrênerên Sendîka Rojnamenivîsên Kurdistanê bû. Yek ji damezrênerên Komela dotînî ya (Kurdî – Erebî) bû. Yek ji damezrênerên Komela dotînî ya (Kurdî – Felestînî) bû. Yek ji damezrênerên Mala Hunerî bû li Hevlêrê. Serokê civata Şana hunerî bû li Duhokê. Zêdebarî çendîn kar û berpirsyaretiyen din. Di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî de yên ku li Iraqê di hatin weşandin, berhemên xwe (Vekolînên Edebî, Rexneyî, Folklurî, babetên dîrokî li ser dîroka kurdan) weşandîne.  Zimanên Kurdî (Diyalêktên Kurmanciya jêrî û jorî), Erebî, Ingilizî baş dizanît, her wisa şarezayî di zimanê (Firensî) de jî heye.  Bi alfebêya Kurdî (Latînî, Erebî, Eklirkî – Sulavî) baş dizane.

Berhemên çapkirî:
– Dîwana Bekir begê Erizî, komkirin û tûjandin, 1982, bi zimanê Kurdî ye.
– Meyro, veguhastin ji pitên latînî bo pitên erebî, 1985, bi zimanê Kurdî ye.
– Gulçin, veguhastin ji pitên sulavî- eklirkî bo pitên erebî, 1988, bi zimanê Kurdî ye.
– Çend werzek ji şoreşa îlûnê li kurdistane Iraqê(فصول من ثورة ايلول في كوردستان العراق), danan, 1995, bi zimanê erebî ye.
– Rêberê parêzgeha Duhokê, (دليل محافظة دهوك), danan, 1995, bi zimanê erebî ye.
– Rêberê parêzgeha Duhokê, (Dohuk Governorate guide), danan, 1995, bi zimanê ingilîzî ye.
– Hozêt Kurdî li bakûrê wîlayeta musil, wergêran ji zimanê ingilîzî bo zimanê kurdî, 1996, bi zimanê Kurdî ye.
– Partî li serdemê mişextbûna Barzanî, danan, 1998, bi zimanê Kurdî ye.
– Amêdiye di çerxên cuda cuda da (العمادية في مختلف العصور), tûjandin, 1995, bi zimanê Erebî ye.
– Yobîla Zêrîna Peşmergeyî, Veguhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo pîtên latînî û dialêkta kurmanciya jorî, 1999, bi zimanê Kurdî ye.
– Barzanî xwe nade dest kesê, Veguhastin ji pîtên erebî û diyalêkta kurmanciya jêrî bo pîtên latînî û dialêkta kurmancîya jorî, 2001, bi zimanê Kurdî ye.
– Festîvala Xanî, 1996, bi zimanê Kurdî ye.
– Kelên Badînan û çendîn cihên wê yên şunwarî (قلاع بادينان و بعض المواقع الاثرية فيه), 2012, bi zimanê Erebî ye.
– Zimanê Kurdî li devera Badînan, wergêran, 2012, bi zimanê Kurdî ye.
– Kelên Badînan û çendîn cihên wê yên şunwarî (قلاع بادينان و بعض المواقع الاثرية فيه), 2013, çapa zedekrî, lenden, bi zimanê Erebî ye.

Berhemên berhev bo çapê:
– Insikilopîdia sîyasî li îraqê, ji çendîn bergan pêk tê, danan, bi zimanê erebî ye.
– Insikilopîdia sîyasî li kurdsiatnê – îraq, ji çendîn bergan pêk tê, danan, bi zimanê erebî ye.
– Rojanên şoreşa ilûnê, danan, bi zimanê erebî ye.
– Rojanên serhildanê, danan, bi zimanê kurdî ye.
– Peyiva min, danan, bi zimanê kurdî ye.
– Bahoz, veguhsatin, bi zimanê kurdî ye.
– Ji derîya Folklurî, komkirin û berhevkirin, bi zimanê kurdî ye.
– Dîroka Badînan, danan, bi zimanê erebî ye.
– Hoza Doskîyan, danan, bi zimanê erebî ye.
– Cîrokên civakîkomkirin û berhevkirin, bi zimanê erebî ye.
– Yekêtîya qutabîyen Kurdistanê, dîtin, bi zimanê erebî ye.
– Bîrhaetinên min, danan, bi zimanên kurdî û erebî ye.
– Buçûnên min, danan, bi zimanên Kurdî ye.
– Buçûnên min, danan, bi zimanên erebî ye.
-Zedebarî çendîn berhemên din.

NIVÎSÊN BALKÊŞ