"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mele Ubeydulla Celîlî

(Mela ˈUbeydê Mernê)

ˈUbeydulla Celîlî kurê Ebdulwehab li sala 1310 (hicirî qemerî- koçî)– 1278 (hicirî şemsî –koçî, tavî) beramberî (1889 zayînî), li gundê (dudika) (devera hekariya) çavê xwe li dinyaya rohin vekir. (Ser gotina mela Farûq, bapîrê wî mela Ubeydula çaxê ku şêx ˈUbeydula Şemzînî li Mekkê emirê xwedê kir (1883z) hate dunyayê û navê Ubeydula danîne ser wî). Babê wî (Mela Ebidalwehab) ku ˈalimek olî bû, seba koçber kirinêt neçarî, war û wetenî xwe cî de hêlabû u midehekê li gundê dudika dijiya.

Piştî midehekî kurt dubare ji dudika zivrî ser cihê xwe li navçeya Soma û Biradostan û mjûlî karê xwe yê berê, yanî pêş nivêjiyê wek îmam cumˈê mizgewtê bû. ˈUbeydulla gava ku bû heft salî, li bal babê xwe dersa ˈilm û zanista şerˈî xwand û paşî li xizmeta ˈalimên mezin da, ji wan Şêx Seˈîdê Norsî yanku (Bidîˈuzzeman) dewra xwandina xwe ya zanista şerˈî û olî domand, herwisa midehekê li Nehirîyê û Şemzîna jî dû xwandinê ketiye.

Mela ˈUbeydulla piştî kutakirina xwendina xwe çûnku mirovekî jîr û bi zêhin bû, nav u dengê wî bi zûyî belav bû û qedr û hurmeteke gelek di nav xelkê de, xasma di nav qebîle û ˈeşîrên navçiryê de peyda kir.

Ji rexekî dî ve serokêt ˈeşîran ku desthelatek zor li navçê hebûn pirsa xwe ya êlî u olî (dînî) bi şêwrkirin u mesileheta wî çareser dikirin.

Mamosta ˈUbeydulla li Soma û Biradostan da wek hakimê şerˈî dihate hesibandin û Sertîp Axayê Şikak li Piraniya karûbarên ˈeşîreyî û oliya navçê tev Mela ˈUbeyd ravêj dikir û ew bi navê wekîlê tam ixtiyarê xwe li kar û bar û pirsên dînî û eşîretî bo xelkê deverê nasandibû.
Ew alimê Rebbanî li wê dewrana hesas da di gel hebûna girftarî u dujwarî û kêmasiyan, şagirdên giranqedr li komelgeha ayîniya navçê da gehandin û perwede kirin. Yên weku mamosta Celal Ensarî û ˈalimê giranqer u parêzkar mela (Ebdurrehman Azmend) kesên ku li devera xwe da rêz û hurmetek tam hebûn.
Ubeydullah (Mela ˈUbeyd) ku aliyê silsile u nesebê xwe da ji tayîfa Biradostî, yêk ji tîreyên mezine êla Kirimanc e, dighîje mela Mistefa Muderis, yêk ji zanayên mezin ê deverê li zemanê Sefewiyan.

Serencam ew kesayetê navdar li sala 1336a koçîya tavî beranberî sala 1957 zayînî li gundê Bêrdûkê ser bi mihala Somayê emrê xwedê dike.

Dîwana wî ji aliyê Seyîd Celal Nizamî hatiye berhevkirin û çapkirin.

Çavkanî: Walî Bedelpur

NIVÎSÊN BALKÊŞ