"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Evîn Çîçek

Sevê Evîn Çîçek, wekî Evîn Çîçek tê naskirin, rojnemevan, lêkolînvan, helbestvan û parastvana mafê mirovan e. Sevê Evîn Çîçek di sala 1961’ê de li navçeya Kamîlavaya Sêwasê tê dinyayê.

ZÎNDÎ TEV DA VEDİGERİN RO/TAVÊ ÇİMA EZ NEKİM?

Cûi, Mesîhî, Mihemedî nîyazan dikin, çima ez nekim?
Her sibê vedigerim hêla ro welat, xastinan bangdikim
Ya hîva zerî tu Kurdan biparêzî, ez hevokan rêznekim
Seba netewa bîrîndar xêri xwaşîyê dixwazim, bîrnakim
Dagirker bê bavin, pexîl in, xûnrij in, ûz in, eşkere dikim
Parseki turekan, dizen emegan, ezê çutan paş guh bikim?
Dest dirêj, çav birçî, dipelişin ramanan, dûr va sêr dikim
Xûnxaran, dil keviran digirim ber çav, ezê hêsab bikim !
Rûyên ku zû va bi avên danîyan hatine şuştin zelal dikim
Nexwaşîya avmerwarîyê dişom, çavên ku zeliqîne vedikim
Zindîyan dihêjînim, vadivêrim, yên rizî bûyî jî dûr dikim
Zevîyan didim ber bê, genimi ce dawduşînim, radikim
Karê netewî lîstik nine, baş nabe, westandinê heznakim
Divarê herixî, mala helişî zû ava nabe, necarîyê jî dikim
Dixwazim şexsan, ramanan perpûn, lûlan, taman bikim
Seba çi ez xwa li netewa pîroz, li cani canikan dûr nakim?
Bi qîmeti, bi esli, bi heqq in, hezkerên rone, wan fam dikim
Netewa bi rumet, jinxwasin, mêrxasin, dil ketîme, hezdikim
Mîri sitiyên Kurdan, rewebirîyên netewî, çutan bîrbikim?
Mîrgehên me dugelên helişandî ne, ala rengin in, ba dikim


Lİ ROJWELAT ÇANDA DEMOKRASÎYE TUNNE, EZ ÇİBKİM?

Dema avrêlan, guhertin ron dibezîne, ez temaşevanekim
Ew baxan çikdikin, berhamên rezî peyda dibin, sêrdikim
Yêmîşên rindi gir li darên puçnebûyî digêşin, çavdêrekim
Pêwîste şaxên sist werin birrîn, hişkbûyan li wan durkim
Yên ku hêja ninin bi tamandinên fîlîzên cîyawaz girkim
Her dem sêvtirşikên welat bi yên rezî pêrpûnkerîkim
Li rojwelat çipilên dadmendîye nemane ku, ezê çibkim
Bo ku çandi raman zû biguherin, xwadîkirinan nûdikim
Bi rêz rîyên bazen ku çavdêrîya azadîyê dikin çavdikim
Toximên xasgenetik paşilên welat da ne, wan şîndikim
Bazên ku nobeya parastinê da ne bi kewan xwadîkim
Li xêrxazan, zanayan, canfedayan ava zelal kêmnakim
Dari beran, tuman, deştan li buxikên bi axu pakişdikim
Zindîyên zîyankarin, dirizînin, li ber çavan durnakim
Kesên ku darên ciwati netewê puçdikin, qet bîrnakim
Weku kêrguyan çavvekirî radikevim, guhdarîyê dikim
Seba baxterîyên xwirabker dermanên me pêydakim
Bi melemên netewî, dilan, cîgeri mêjîyan dermankim
Kullên gennî bûyî, bîrînên kur qelişî, nekelî zû xaşkim
Canê xuraş pê ketî, hêsîrê nexaşîya bindestîyê saxkim


EZ QÎZA ÇÎYAN İM, HEZKER A AZADÎYAN İM, LOMA PÊDİKEVİM

Min welatek anda kiriye, çibkim malê dunê, qet dunakevim
Ku bi zanabûn dagirkerîye şîrove nekim ezê nexaş bikevim
Her ro bi hêrsi tefirim, canê min dêşî, du rastiyan dikevim
Dilabêm, pildi pild a min e, her gora pêwîstîyan badikevim
Nikarim bibim gogercînek bifirim, bixwûnim, hêrs dikevim
Weku kewagozelan lift didim, radibim, bi rûpelan dikevim
Arteşek tiki tene me, li sirgunê caran li baski pîlan dikevim
Penaber a bi dozi armanc im, tobe nakim, ezê serbikevim
Darê bambuyê me, caran radibim, caran li herdê dikevim
Li welatfiroşan, netewfiroşan dur im, du zeman nakevim
Kuli derdan vediçînim, ezê bi salim a gêji dînan bikevim?
Kuni kundêlan bi hevokên jîr pîne dikim, loma ranekevim
Ez keça çîyanim, hezker a azadîyan im, lewra pêdikevim
Li nirxên xwa hezdikim, li xezeba windabûnê dur dikevim
Şoreşwanek netewa bi rûmet im, hişar im, çima bikevim?
Her şagirt im, bi vê fîlozofîyê ber lesar a pîşavîyê nakevim.


KURDİNO KOLETÎ PARA ME NİNE, EZ Lİ YA XWA DANAKEVİM

Westandin tunne, bi bawerî ser pîya me, nakevim
Bi zanabûn, bi êşa, jana netewa bîrîndar rêdikevim
Turikan, kîsîkan bi zanînan dadigirim, ser dikevim
Difikrim, dihejêm, li ber welati netewa xwa dikevim
Xastina azadîye ye, bi êşê, bi çîyani gazan dikevim
Welatê şoret xwa bê kes dîbîne, loma bi ta dikevim
Jîna xulami xadiman, welatê bindest, ez ranakevim
Diqarêm, dibêm, li bê faman, bê xeman jî sudukevim
Nebim xwadî dugel, bê canim, ezê ser avan bikevim
Cani canikên min ku neyên, her ro tenê bi rêdikevim
Barên gir pişt dikim, diqefilim, li junîyan da dikevim
Andakirin para me nine, ezê armanc da serbikevim
Ez bi pîvanên xwa me, qet ber bayê kesî nakevim
Bindestî layiqi me nîne, herê dêşim, ber me dikevim
Sêri netewên rizgar dikim, bi xastini armanc rêdikevim
Berbangê, ku ro derket bi hesretê digerim, dadikevim


KALİKÊ MİN DİBÊ

Ez zarîyê xirkirinê xelayê me
Tornên min li xerîbîyê girbûne
Zilma giran ew e çibkim xêrnexazan ra nemîne
Meri ki komi kifletê xa nabîne
Weku dara rutbûyî dîmîne
Mala xûnxaran, dagirkeran bişevite
Ocax reşbe, xani li ser wan bihelişe


EM KURDİSTAN İN….

Tu ku qatên ezman î ez çîki me
Tu ku hewr î ez bûka biharê me
Tu ku babirûsk î ez tîreja ro me
Tu ku hîva zer î ez tava suri me
Tu ku çîyay î ez kendê beroji me
Tu ku kunberf î ez ava biharê me
Tu ku hopik î ez çirtika netewî me
Tu ku kanîya çilçav î ez lesari me
Tu ku tumê beyar î ez zevî me
Tu ku gûjok î ez gulîşîlani me
Tu ku gul î ez dirika hêşini me
Tu ku zimag î ez daristani me.


SİRGÛNÎ

Kesê ku hemberi edeti toreyên hêsîrkirinê, zorê derkeve
Nikare li welatê pîroz bimîne, didin berxwa, ew dûr dikeve
Navê wê dibe marjînal, li gorî pîwanên gelemper dijraber e
Sirgûn li qonaxên xerîbîstanê tenê dîmîne, rengdêr li ser e
Pêşeng gîsînê li kevir e, xalîyê kevîyê va tandide, diqelişî ne
Ew rîçîka ku kokê, rîşîyan xwadî dike, bêçîyan zêde dêşî ne
Rîçala ku nav rêzan e, can feda ye, jêr va terre, ya herî jîrtir e
Penaberê ra tîrêjên rojê pêwîstin ku bikane bilîvîne, bikişîne
Cîyê nerm, loxmeyê germ bi rehetî nakevin dest, ew lêgere
Ya ku keştîya rehetîyê bişevitîne nikare paş da here, vegere
Karê sirgûnê bi zanîn bîryar dayîn e, serencperestî nagere
Dayîka bê tîn, bê sêwan, bi kilamên evînan hedurê dihêjî ne
Sirgûnîya ronakbîrî, ramyarî nabe para her zîndîkî, fermî ye
Barê dijraberîyê bi gûzanê navika marjînalîye bin da dibirre
Ew tur gora zanînan tê dagirtin, her merik nikare vî rabigire
Ku bi hezkirinan nehatîye xemilandin poz bigirî can lê digire
Kurmancê ku bi xwa bawer nine, weki çipilê tillik da difir e
Zimêlan gez dike, dicû, dişkê, perîşan dibe, ripi rut dîmî ne
Canê jarbûyî her telîsê hesretan e, çerm kuni kundêlî dibe
Nikare qezîyan, gotinan biherikîne, xwemalî bi omedîye


ZİMANÊ BÎYANÎ EZ

Min her xwa bin zordestîyê da dîdî, biserdaçûyîn, aciz bûm
Li dibistanê biray xwa va li quncikan dimam, ez bîyanî bûm
Bîyanîya ku ziman nizane, desti nênig bi hunne, ez cûda bûm
Dihat xwastin ku fîstanê reş xwakim, ez girtîya bê ziman bûm
Li bajêr ez li rengan durkirim, zimanê minê şîrin qedexe kirin
Min dixwast vegerim, lê şermok bûm, xwastin dennedikirin
Balîfa serê min bi histêrên hesretê şildibû, li gund şad bûm
Tirkî nedizanîya ku, zarikan halê min famnedikirin, şaşdibûm
Her ku zarikên Kurd dîn, weku berxa kozan nêziki wan bûm
Me bi destê hev digirt digerîyanê, bi tîna canê wan şadibûm
Zarikê li gund azad bibeze, li bajarên bîyanîyan her xemgîr e
Ew nav darbestan, sandixa kozkirî da xwezayî, şadî girnabe
Kotekî, zordestî, bîyanîtî meran dike darê bimêyl, tewandî ye
Şermoka ku xwastinê naynî ser lêvan loma her bi kelegîrî ye.


 

KURMANCO DE BİBÊ BES E
Hîva welatê me veketîyê, hîvek tîjî, suri zerî
Kurdo tu ku bêartêş bîy, nikay xwa biparêzî
Tenê miriyan top dikê, radikê, li janan dilerizî
Genci ralê bê mirad jî nav herda sar da dirizî
Delalê ber dile min, ez daymîş nabim, de rabe
Halê ruyê tey roi hîv hundirê zindîyan dibizdî ne
Cîger a min, ez bimrim dil dinale, dev jî vena be
Çavreşê min rabe, sêrke îro mîvanên me hene
Sibe ewê tev da vegerin, kes li kevîya me namîne
Ro nedîyê mino çima naha zimanê şîrîn venagere?
Delalê ber dilê min burî li ser bujangên reş rana be
Lao camêrê, cengevare weku te nêçîr a ber çavan e.
Netew a esîl, welatê pîroz bê evîn xelas nabe
Bi rastî can dide, weku darê bê av hişk dibe
Çavê ku ava reş neketîyê sêrdike parastvane
Evîn a zanabûn nirxên netewî ra girêdayî mayî ne


Hişbirê dur kin, gola xemê terk kin ku destên we pêgir im

Camêrino qey ez sitî me, xwadî çemi qesri gundi herd im?
Mîn a we xemdari li pişta min in, pir zede ne, zuva lêger im
Penaber a dest şikestî, li hêlînekê, li sîkê, taldekê diğer im
Armancên me tev da yek in, ne şaş im, ne jî şîroveker im
Xerîbino hun ber bayan ketî ne, emê piştgirîyê li hev bigir in
Welat pir dur e, rîçikên we avên jîyanê nabîn in, nakişîn in
Bîyanî avmêrên camêrên me li xerîbîyê nîvî da difetisîn in
Hestên ku tev li çemên zorê bûn e, li ber duvaran dîmîn in
Sêwî ne, dutmami pismaman, api amojinan qet nabîn in
Jîna çandi hunerên xeribîyê canan li bedenan dikişîn in
Gêrmîyên bêsorxaç in, nanên tisî nabin parî, bermayîn in
Nebin xwarinên runî ku raman rojên azadîyê ra jî bîmînin
Serkeftin bêzorî zevîyên zîldayîne xwa ra pêydadikin dîbîn in


Bibe lêkolînwan, çalekwan, nûwan, lêgerwan rast ke

Bi pênusa xwa binivsîne, bumine, tevna xwa xelas ke
Neyle kes çînîkan dayne, kelkîtên bîyanî bigire til ke
Pêşenga bêziravan, bêhêvîyan, tirsonekan alan ra ke
Bê omedan, çavtarîyan, hêsîrên edeti toran lez kom ke
Ku lerzandin a dil nebe, kes nikare yên raketî hişar ke
Rêvîtî, naskirin, famkirin, nûkirin seba keri lalan çîrok e
Yaku, yêku derdi kulan bîbîne, binivsîne şevan sibe dike


HEZKİRİN

Ew dile ku hezne ke, tev da mirîye, be rih, bê êş e
Xwûn zêde tîr dibe, loma nikay bihêrike, nameş e
Hezkirin nabe mîvan, ew nayşî, loma pir kêf xaş e
Bi suretan dil e, lê bi rastî çerm e, postê gamêş e
Gûnê miriyan avitîyê, sêrke, nalive can lê dikişe…..


 

ZÊDE MEFİKRE CANİ SERÎ HEV RA ZEF DÊŞE

Dîcle ava kendi çîyan e, herdem xuşi xuş e
Çemê Feratê bi bisporîya salan welat duş e
Ava Zê lezi bez narinan paçî dike, kêf xwaş e
Demê anda meke, neski ne, de rabe, bimeş e
Dagirker bi rexti ala hîvî çîk rast va dimeş e
Bi zeri zîvên ku rîşîyan va girêdane xişi xiş e
Barên tirsan dikişine, bi hêrs e, dev jî beş e
Lev ar temaşevan e, sêrker e, her çav rêş e
Paşîi pêşîyê da bikole ku gurê gewr nemeşe
Bin tav a xofanê da daduqulîne, parî xwaş e
Vexarina talanê li kesî nay, loma bi xuraş e
Qursax diperçif e, kezeb zerik e, zik bi êş e
Li xarina dizîyê tamê digire, loxme xwaş e
Yê ku bi malê me zik têrdike, xûna reş verişe
Pexîli xwafiroşi nezan nebin, bejn nagêş e
Bi pencikan bi me pêgirtîye paş da nameş e
Perran bifirrîne, nênîgan bikişîne ku nemeş e
Heta ku nîkil ney jêkirin, badandin ew nayş e
Bi nîyazan, nifiran, çibkim, textê wî naheliş e


SÊWAZ E, ERZİNCAN E, ÇEWLİK E, MUŞ e

Sed sal e loxmeyê deve me nexwaş e
Ezîz a delal a ber dile min çav reş e
Bi Kurdbûna xwa por sur a nav kêş e
Dewlimendî dil dilerizîne, serî dêş e
Ew kutnîyê me yê rêngîn e, serkêş e
Dagirker dema wê duxe serî xwaş e
Hur gir li xwarinê têr nabe, vediriş e
Nikare ku daxulîne, ser wî da dûeşe
Loxmeyên tirşi axu nahêrîn e, şaş e
Dest dirêj gora netewên din li paş e
Îro welat bê navber dilerize, diheliş e
Medya bihişt e, avîna Kurdan xwaş e
Ewê nexşa dagirkeran nîvî da biqeliş e
Suret a bi divari tixub, rastî meri dêş e
Hot xwa bi xûnê xadî dike, bila bikiş e
Her ro tevabûne, andakirine, bimeş e
Kes rizgarîye nake dîyarî, jur va hilkiş e
Meri nikare azad be, ku neqefile neyş e


PAŞNAVÊ KU NAVNETEWEYÎPAREZTİNE, Lİ BAR REVÎNE

Hun dizanin çima derîyên penaberîyê vebûne?
Ew netew bo çi gora xwa hevalbendan nabîne?
Cîranên me tev da dizên devlimendîya me ne!
Rû pexîli derewcîyan da kurd bê kozik mane
Du sed sal in ku Kurmanc sirguni ruti pêxasine
Nezan ser nave navnetevîyê rewşa me dişopîne
Xalîserê me, çira dêstta bo cîranê xwa dibezîne
Sebebi, xêrnexwazi xwa firoşên me ra nemine
Her ro bo netewa delal a ber dilan ziman dilorîne
Histêrên girtiyan li ezmanan da baranan dibarîne
Hawarên dengên hêsîrên Kurd bê bersiv dîmîne
Yê qer kişandî famdike, dîbîne, dil zêde xemgîne
Hezkirin, rêzi hûrmet, berpirsîyarî, çav diperitîne
Bêdengîi bê helvestîya oldaran min zêde diqarîne
Kurd mal wêran in, ew seba xelkê kincan dudurîne
Dasi tırpanê tûj dike, pîjîkên konên bîyanî dikutîne


ROİ HÎV, ÇEMİ DARİSTAN PÊBİHESÎ NE, ROJANE HÛKE

Agir zû va bi malê ketîye, benî nikarê wan reşke
Bîrîna ku kurmî bîye kes nikare bê derman xaşke
Meri bi ningekî dikare gav bavê, bîbîne rind sêr ke ?
Serî hişk, li ya xwa dakeve, rastîyên jîyanê qebul ke
Mêjoy nîvî sernakeve, civata bê jin nikare kar ke
Her du hêl pêwîstin, nîv cîger canê meran xadî di ke?
Dema ku jin ranebe, mêr dikare tene tiştekî bi ke?
Govend hev ra tên girtin, enjam kari serkeftine ke
Sebebên andakirina me zelal bibine, rind şîrove ke
Bi rastî hîmê civatê, ranên canê meran, jini mêre ke
Wazên dagirkeran meke mîvanê malê, dur va rê ke
Derîyên dibistana bindestîyê li her hêlê va rind ve ke
Girtigaha ku zaliman serîyan da daynane lez xwira ke
Nav perwerde ye, mal wêranîye bîbîne, rind ferq ke
Hurikên çipilên wan jî mey le, tev da, dur va, til ke
Berhemên zanîngahên wan bende bû ne, pakij ke


Benî; nizane ku tam a meriyên serbixwa, cindî bigire

Ezîzên ber dile min sêwîtîya we her min dêyşîne
Dagirker hoteke, li kuştinê ter nabe ku, dişevitîne
Bê westan dadixulînê, qursax bê navber dihêrîne
Bayê gelîyane, genci ralan, buki zavan dicemidîne
Aşê nahala ne, giran giran huri hur dike dizeliqîne
Dîroki, çandi, wejeya me vedixwe, dilopan nahêlîne
Çixa kendan e, zindîyan dide ber xwa, difetisîne
Yê bê xiret, bê hesîyet, bê fam, bê helwest dîmîne
Hezkirin ku bi dil nebe, zor desti ningan nalivîne
Nezani kêm aqil jî seba barên xelkê xwa diqefilîne
Tê bi kar hanîn, pêwîstî ku nema, ber dêrî dîmîne
Benî; qîmet a meriyên zana, serbixwa, cindî nabîne
Sêwî mayîn a we para serxwabûnê ye, berdêl dayîne
Meri bê cili cor, bê dêi bav bîmîne, bê welat nemîne


AZADAN MÎNAK DİGİRİM, BÊ HELVESTİ ÇALEKÎ NAMÎNİM

Li çîyayên xelkê, li xerîbîstanê tama bihiştê nabînim
Nav refên têyri turan da, yêlxîyên hespan da dîmînim
Sebebi encaman eşkere, bê berrû, bê tirs dinivsînim
Li bihiştên xerîbîstanê bi zanabûn deman diborînim
Ron xerc nakim, osan dibêm, bê berhem naborînim
Bi hezkirin im, tîbûnim, birçîbûnim, ser êşim, evînim
Naxwazim ku li netewa şoreti serxwayan dûr bîmînim
Ezê her nav govendê da bim, ro rizgarbûnê jî bîbînim
Ku gora deme karbikim, berdêl bidim, tamê jî distînim
Heta ku em li çanda dagirkerîye xelasbin ezê binivsînim
Dema ku merîye bê xîret, temaşeger, bê armanc dîbînim
Ew darê bê sî ne, mala bê derî ne, canê istêwrin, dîndibim
Hinên me jî xelkê ra sere şîr, xwa ra gûza kûr in, dişopînim
Yên ku kudin nikarin bibin berdevkên netewan, kûr nînim
Çavderim, rewşan bê berçavik şîrovedikim, vênaşêrînim
Ne kud im, ne keri lalim, ne kûr im, çima suretan nekişînim?
Çutan navên firoşker vêşêrim, destên dagirker nenivsînim?
Yên ku axuyan berdidin hîmên kanîyên Kurdan ez nebinim!?


NETEW GORA ÇANDÊN XWA XASTVANÊN AZADÎYÊ NE

Kezeb, ronedî, tu bê dayîkî, cîger mirad diqelişînim
Meri bê dêi bav dîmîne, lê bê welat demê naborînim
Cemedên tofanan ku borin, bi tîrêjan germ dibim
Ezperest çiravên, avzeyên me ne, wan dinivsînim
Berpirsên bindestîyê sebebên sêwîtîyê ne, dîbînim
Bo lêborîna xwaperestan çav li defteran nagerînim
Histirîyan dikim derzî, potikan dipîvêm, li hev tînim
Her xastinên netew a pîroz bi kîl a gewr dizeliqînim
Gulîyên herda sur mist didim, bi pêykeran bibîrtînim
Seba zavi zêçan wan li ber derîyên xanîyan datînim
Sorxim dibin pênus, serpêhatîyên salan dinivsînim
Netew gora çandên xwa tamgirên azadîyê ne, dişopînim


SÊWÎYA MİN, BÊ DAYÎKA MİN, Lİ ÇAVÊN TE DİXÛN İM

Welatê min pir şîrîne, çîya weku morî ne, dibînim
Ew rut in, bê koçer in, royan bi xazîyan diborînim
Hezkerek, weku dariberên qirkirî, bê gulî dîmînim
Salên bi hêsîrtîyê, bîrînên giran li hev dûrdixînim
Sebeban yêki yêk gûzan dikim, kurbûnan dîbînim
Em bi can pir cûda ne, çutan bê maf biborînim?
Zanîn ranagir e, dêyşim, bazekim difirim, dixûnim
Canê bi êş e, xezalên paîzê dawduşîne, dinivsînim
Kereng zeliqandin e, xastinê bi janê va dizeliqînim
Agirî sêri Cudî dike, histêran dibarîne, xemgîn im
Çengelîye, simbilê, sîpanê xemilandî bi bîr tênim
Pîlên ketî, porrên borik bi berfê bişom, bixemlînim
Lêger im, çavan li dîroka kesên serkeftî digerînim
Her netew gora nefsên xwa tevdide, bi bîr tenim
Sêwîya min, bê dayîka min, li çavên te dixûn im
Cîger a min, ezê berdêlan bidim, encaman bibinim
Ramanên nû seba me dixwazim, didim, distînim
Netew xewa kurda ye, lê em bê çare nînin, dîbînim
Hawar a te dîbîzim, te ra yêk histêran dibarînim
Çuçik a hêlînê da, ezê vê xezeba sar jî biborinim
Mêjî, pênus firoşên me seba xwa ne, xemgînim
Ew hewrên tarîi gewrin, loma şevla hîve nabînim.


NAV XERÎB E

Xwaş nine, hûnik nake sîya qewaxi bîyan
Îro welatê bihişte, seba min kon a sêwîyan
Ba ye, cîgeran diqerisîne, tev da cemidîyan
Kuli bîrînên bindestîyê jî kelebên li morîyan
Ew mircanên reşi sur ku li pejan, li husturîyan
Hişyar dibîne, bendê li hêsin e, li ser hustîyan
Îro janên dilan dibirqin li ser çînîkên caciman
Wan tevn daynane, bend li rengên bindestan
Welatê pîroz derde zirav ra dermanê li gîyan
Şevan dimalim, dişom, zelal dikim bi nînîkan
Berbangên qelişî pîne dibin bi derzîi şujinan
Kemasî teva nabin, loma mist didim hevokan
Her histêr neqşan çêdikin li ser rûyên balîfan
Hawaran nabîzîn ku, tu neçerixe hêla xerîban.

Jiyana Evîn Çîçek

NIVÎSÊN BALKÊŞ