"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Konê Reş

Nivîskar û Helbestvan   Konê Reş di sala 1953an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Binxetê û Kurdistana Bakûr de, bi navê Doda de hatiye ser rûyê dinyê. Navê wî yê rasteqîn Selman Osman Abdo ye. Lê ew di berhemên xwe de piranî navê Konê Reş bi kar tîne.

Çend wêne
-1-
Bahozê ji rewrewkê re got:
-Bi dûr bikeve, xwe bide alî,
Te xelk bizdandin bi dîtina wan
Pêlên derewîn.
Rewrewkê lê vegerand:
-Ta ku sîtemkarên wek te hebin,
Wê xapînokên wek min jî hebin
De ka emê her du xwe bidin alî..?!

-2-
Dara Hinarê gazî dara Zeytûnê kir:
-Wa dara Zeytûnê!
çima tu jî xwe wek min tazî û rût nakî?
Dara Zeytûnê lê vegerand:
-Heger te zanîba bê çendî tu kirêt û
megrûdî yî, te jî xwe tazî ne dikir…

-3-
Qenco ji neqenco pirsî:
-Pepûko! çi te daye pey qenciyê û
zarokên te têr nan naxwin!
De hela tu jî weke min bike,
Tê bibîne bê çawa rewşa te xweş dibe..
Qenco lê vegerand:
-Ji ber yên wekî min, yên wekî te hene
Zarokên te para zarokên min dixwin
Ezê wekî xwe bimînim tu wekî xwe bimîne
Ma ne Kurdan ji mêj ve gotiye:
“Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kirio bi xwe kiro!”

-4-
Yê bêşerm û fedî gazî birayê xwe
Yê bişerm û fedî kir:
-Çima tu wisa bi kul, xem û êş î?
Birayê wî lê vegerand:
– Eger bêvila te bişewitiya
Bêgûman tê jî wekî min bi kul û keser bûya..


Normalî û ne normalî

-1-
Normale ku di zivistanê de
Dara Hinarê û mêwa tiriyê di hewşa min de
Xwe tazî û rût bikin
Bêyî ku şerm û fedî û rêzgirtinê
Ji xuşka xwe dara Zeytûnê re bigirin
Normal e, qaz û quling
Bi hatina berf û baranê
Dilşad û geş bin,
Zerzûr û beraşe
Ji ber sira bayê berfê û
Tavên baranê
Di qulên xwe de qefilî û dîl bin.

-2-
Ne normal e
Ku di zivistanê de
Cilkên feqîr û xizanan şilo pilo bin
Tifikê wan ji bê agirî
Bê dû û temirî bin..
Dewlemend û maldar
Bi ziktilêrî
Li ser xalîçeyên Tebrîzî,
Li ber şofacên Frencî
Raketî bin…
Şerm, fedî û rêzgirtina wan
ji mirovatiyê re nîn be û
Hay û bayê wan ji guhertinên salê
Qet tunebe…
Normalî û nenormalî,
Erênî û neyênî,
Reş û spî,
Avakirin û wêranî
Her dem û gav raserî hev in
Xwendevano!
Bêje min tu bi kêre yî?
Xwe eşkere bike…


Çend Kurtepistên Haykoyî

-1-
Deşt;
Bi dûz û firehbûna xwe
Diyar e.
Çiya;
Bi kûp, zinar û bilindbûna xwe
Xuya ye.
Mirov;
Bi evîn, dilovanî û mirovantiya xwe
Mirov e!..

-2-
Ne girîng e;
Çendî ez ji we re,
Bibêjim û bibilînim..
Hûn ji min re;
Şor û gotinên
Şêrîn birijînin..
Ya girîng;
Berdewamiya
Çakiyê bimîne..

-3-
Çemekî birçî me
Di êmîşistaneke bêber de
Di buhirim.

-4-
Bila ez bi tena xwe
Di nav kul û xeman de
Vegizandîbim û
Kesî din
Bi min re
Ne beşdar be..


DARA BERIWÊ

Dara Beriwê!
Nizanim çilo ta niha
Tu berz û payebilind
Li ser çiyayên min
Rawestyaye..?
Çawa tu dihêlî
Çûk û çivîk
Li ser şaxik û
Di nav pelên te de
Stranan bibêjin û
Govendan bi gerînin..?
Ma ji xaka ku tu
Li ser şînhatiye
Şerm û fedî nakî..?
Xaka ku mirovên wê
Di nav kovan û birînan de
Mane pêçayî..!
Dara Beriwê..!
Duriste; Tu xwe bitewîne,
Rêzgirtin ji xelkên wê re
Pêwîste; Tu xwe xûz bike
Beşdarî bi welatiyên wê re..
Da ku çûk û çivîk jî,
Bi welatiyên vê xakê re
Sirûdên şîniyê bibêjin
Erê sirûdên şîniy.


DÎMENEKÎ SPEHÎ

Gulîstanê..!
Çime tu wisa
Dêmguherî û westyayî
Xuya ye ?!
Hilm û bîna, kul û xeman
Ji rûniştina te di fûre,
Her çar alya ye ?
Di awirên çavên te de
Pêrgî,êş û janên giran
Di bim..!
Dema tu serê xwe
Ber bi jêr nixûm dikî,
Kûr di ponijî bi mitalekî
Hingê;
Hizir û raman
Di serê min de
Di çin û tên
Li tayekî,
Mîna pêlên rewrewka derewîn
Li bayekî û
Êdî nema dibînim
Tiştekî,
Ji bil dîmenê spehîbûna te
Gulîstanê
Heger tu bawer bikî
An bawer nekî..


DEMA

Dema,
Tîrêjên kul û xeman
Dibin mêvanên min,
Min birîndar dikin
Êş û jan bi hev re
Li min dibin yek û
Hin bi hin,
Kêf û şahiya min
Tê guhertin û
Di çilmise..
Hingê;
Ji neçarî
Ez vê stranê ji xwe re
Di nehirînim:
(Ez bûme pîrê xemcivîn
Bê his û mest û jêr nivîn
Li dil vebûne sed birîn)


 

Zor-Zor e

Çaxê birûsk û beledî
Di ser koxika min re
Dilîzîn;
Tirs û wêrekbûna min
Tevlî hev dibe,
Dibim mîna
Rêwiyekî windayî..
Hingê;
Dem destê xwe datîne
Ser her tiştê min,
Hewil dide ku min,
Li ber dergehê zindan û
Ronahiyê biçîne,
Di navbera azadî û
Dîliyê de daliqîne
Û dawî min wek;
Guleyekê ji goga xwe
Bavêje…

Bîr nabe ku,
Ez bi reşewran
Dagirtîme..
Bi dengê Şalûl û Bilbilan
Kêfxweş û şadî me,
Tiyê strana:
(Bavê Seyro û Derwêşê Evdî) me
Zore-zor e karibe
Koxika ku min
Di dilê welatê xwe de
Avakiriye
Bi hêsanî
Bi herifînae û
Min di nav pêlên rewrewk û
Leylana derewîn de
Bi gindirîne,
Zor-zor e, zor-zor e.


Bendewarî

Gelo!
Hûn dizanin;
Çima şadî di rêde wenda dibe !
Navnîşanên ku ji mêj ve
Me di kolan û çardiryanan de
Danîne rastin,
Xetîr vêketîne
Derî û pencere
Vekirîne
Cil û bergên nû
Li me ne û
Baş box û beran
Hatine serjêkirin…?!
Mixabin!
Çavê me qerimî û
Şadî ne hat ?!
Ne me ew ji bîrkir û
Ne ew winda dibe û
Weha em di welatê xwe de
Di nav êş,jan û şîniyê
Bindest, dîl û sirgûnkirî
Bendewar û çavnêrê
Şadiyê ne…

Her ku deriyek vedibe,
Em dibêjin; belkî şadî
Têre derbas bibe !
Her ku mûmek
Vêdikeve
Em bi hêvî dibin ku
Li ber ronahiya wê
Şadiyê bibînin…
Lê mixabin !
Ta roja îro
Me ew şadî
Nadîtiye…
Û hêj 40 melyon mirov
Çavnêriya wê dikin,
Bi hêvîne ku
Bi zimanê bav û kalên xwe
Bi kenin û bi girîn,
Bê tirs çîroka (Memê Alan,
Siyabend û Xecê û Derwêşê Evdî)
Ji zarokên xwe re bibêjin û
Wek netewekî azad
Xwe di nav civata miletan de
Bibînin..Erê xwe bibînin.


Hêj min ew kes ne dîtiye

Di wê rûdanê de
Dema ku kebaniya min
Ji rex min koçkir
Kesî nikarîbû
Bihêle koç neke ..
Ji çend salan ve
Di bîra min deye
Kes nikare wê
Ji bîra min bibe
Tevî ku ez
Li kesekê digerim
Ku hinekî ji barê min hilgire û
Sivik bike
Lê mixabin
Hêj min ew kes
Nedîtiye
Hêj min ew kes
Nedîtiye.


Kes nabêje rehma Xwedê li te be

Zengîno, maldaro
Li canê xwe tenê geryawo !
Li ser xwîn û xwêdana
Xizim û belengazan jiyawo !
Ez jî weke te zanim
Çi cûreyên xwarinê xweşe
Çi cil û berg bi bejn û bala min dikevin..
Ajotina kîjan otomobîlê hêsane û
Rûniştina kîjan qesir û qûnaxê
Ji bedena min re rehetiye…
Lê gelo tu weke min zanî ku
Çend mal li Hilêliyê, Enteriyê û
Tey bê şîv radizên ?!
Çend nesax ji bêdermanî
Dimirin ?!
Her sal
Çend şagirt û qutabî
Dûrî dibistan û zanîngehan dibin ?!
Roj bi roj kerwanê bêkaran
Dirêj dibe ?!
Zengîno, maldaro, xwînvexwaro !
Rojekê wê ev kerwan
Te daqurtîne
Tê di nav lingên vî kerwanî de
Winda bibe û
Kes nabêje; rehma Xwedê li tebe.


Kes naxwaze bimire

Tu kes naxwaze ku
Bimire!
Tevî ku emê tev
Bimirin
Ezê jî, bimirim
Tu jî, tê bimirî
Ewê desthilat, zordar û maldar jî
Wê bimire
Emê tev bimirin
Emê tev herin wek ku
Em nebûn
Lê bi tenê !
Wê şop û şûna
Du celeban
Bimîne;
Yek: ewên ku tev temenê xwe
Di ber xweşî, geşî û pêşketina
Gelê xwe de xerckirine
Dudo: ewên ku xwîna gelê xwe
Ji bo xweşiya canê xwe
Mêtine.
Erê emê tev bimirin
Lê navê van herdu celeban
Namire, namire
Bi reş û sipî
Di dîroka gel de
Wê bê tomarkirin.


Şam şekire welat jê şêrîntire

Leşkero, şerkero !
Vegere welatê xwe
Va çerxa bîstan bi dawî hat
Li ser xaka bav û kalên min
Tu zêrevaniya min dikî ?!
Çi dikim, çi dixwim
Di bin çavnêrîna te de
Derbas dibim…
Çendî zilm û zor
Min ji destê te
Dîtine û dibînim…
Çendî car;
Te gund û şarên min
Wêran kirine
Welatiyên min;
Dîl û sirgûn kirine …
Te xaka welatê min
Beyar hiştiye
Dehil û deviyên min
Şewitandine û
Ziman; te ji devê zarokên min diziye
Vegere welatê xwe.

Şerkero, leşkero !
Êdî bese vegere welatê xwe
Rext û tivinga xwe
Bispêre zinarekî û
Di şikeftekê de, ji şikeftên
Çiyayên min raweste
Çavê dê û bavê te
Li riya hatina te qerimîn
Vegere welatê xwe.
Va dawiya çerxa bîstane
Heyamê demoqrasiyê û mafê mirovaye
Vegere welatê xwe ku
Welatiyên min jî
Li welatê xwe vegerin û
Gund û şarên xwe
Ava bikin
Bi zimanê xwe bi zarokên xwe re
Biaxifin û
Ji nû ve genim, nok û pembû
Di deşt û newalên xwe de
Biçînin…
Vegere welatê xwe û
Ji heval û hogirên xwe re bibêje:
Heger welatê me bi me şêrîne
Welatê xelkê jî bi wan şêrîne û
Kurd dibêjin:
Şam şekire, welat jê şêrîntir e.


CÛDÎ

Li Eyndîwerê
li ser peravê Ava mezin***
di bin siya darên tiwan de
Rîhan û Endeko;
hin bi hin zer dibûn …
pelê kulîlkên Nîsanê
diweşiyan…
Nalenala bajarê Cizîra Botan bû
di nav ava Dicle û
Seqlamê Meman****de …
Lê li ser çiyayên
bakur û bareş
berfê wek kurkekî
xwe bi ser çiyayê Cûdî ve
berda bû
ji dûr ve spî dikir
bi tenê spî dikir.


EZ Û QAZ Û QULING

Bi guhertinên xweristê re
bi hatina buharê re
Qaz û Quling
ji germiyana
berê xwe didin zozana
Îsal jî
dengê wan hate min
min bang li wan kir û got:
Pêlekê li hêviya min
rawestin
çend gotinên min
ji were hene ;
Ez jî wek we
bi kul, êş û jan im
Aştî, aramî û tenahî
ji min re jî nîne
ka min jî bi xwe re
bikin dost û heval.


ZIMAN

Ji min werê ;
bi tenê zerîyên welatê min
Xweşik in;
bejin zirav in
dêm girover in
meş qitikîne …
ta ku min
Xweşik û rindên
welatê xelkê
dîtin ku ew jî
Şox û şepal in
meş ordekîn in
poz çelengîn in
lê bi tenê
bi tiştekî xweşiktir
zerîyên welatê min
ji wan bi cuda bûn
heger hûn zanin
bê ew tişt çiye
heger hûn zanin ?


EZ Û JAPONÎYEKÊ

Li Şamê me hev dît
çend rojan em
bi hev re geriyan û
me dit…
Di nav re min;
kul êş û derdên
gelê xwe jêre got
wê jî;
Kêf Xweşî û Şahîyên
gelê xwe ji min re digot
û pêre dilê min disot …
Vegeriya Osaka
bi kêf û şahîyên xwe
daket
Vegeriyam Kurdistanê
bi kul, êş û birînên xwe
biliyam..


ZIMANÊ DÊ

Çendî ez bi zimanê
Erebî, Farisî û Turkî
guhdar û temaşeyî
Radyo û Televîzyonan
bibim
Çendî pitûk kovara û
rojnameyên bi van zimanan
bi xwînim û tevî buhayê
vê yekê li bal min
bê buhane !
Lê bi tenê ku ez
xeberekê nûçeyekê
bi zimanê dê û bavê xwe
li ser kaxezeke gemorî
û diryayî bibînim û
bi xwînim hingê buhayê
wê xeberê
zor li bal min mezine
zor mezine.


AXA WELATÊ MIN

Ger welatê xelkê ;
Bi av û kanî bin
bi dar û devî bin
bi xan û avanî bin
û welatê min ;
Bê av kanî çikî bin
bê dar devî çilmisî bin
bê xan mal herifî bin
Ez mistekê ji axa welatê xwe
nadim bi axa tu welatî


DU SEQET

Du seqetên bi lingekî
gihan hev
yekî Ewropî
zengîn û halxweş
yekî Kurd
xizan û bextreş
yê Ewropî got:
Lingê min
ji ber berfê
di hilkişandina ser çiyan de
hatiye jêkirin
yê Kurd got:
yê min
di bûyera peqandina mayîneke
jêr erd de
ji mayînên ku
di nav xaka welatê min de
hatine çandin
hatiye jêkirin
û yên weke min pir in


WELATO/ 2

Welato !
Afrandina bê azadî
ne tu afrandine
Azadiya bê welat
ne tu azadiye
gelo welat hene bê rok !
pêşeroj hene bê cih û war !

welato !
Tu afirandin û azadiya minî
hebûn û nebûna minî …

welato!
Qenc dizanim ku tu
ne Kurkekî li xwekirinê ye
ne jî hozeke pesnandinê ye
tu her tiştî ;
tu qedera minî
ez qedera te me
bi kûve bi revim
ezê li te rast bêm
tu bi kûve herî
tê li min rast bê
tu starên min nîn in
ji siha asmanê te pêve
tu demên minî xweş nîn in
ji buharên zozanaên te pêve
siha asmanê te
buharên zozanê te
yên min in
wek ku yên her Kurdekî
dilsoz û xemxurin…

Welato !
Hema carekê
rê bide min
ku ez bi navê te
bîr Û baweriyên xwe
bibêjim
tevî ku ez jî Kurdim
û her roj tîr têne min
ji ber Kurdîtiya min
rê bide min
ku ez bi navê te
destê xwe dirêjî
destê xelkê cîhanê bikim
û ji wan re bibêjim :
Kurdim Aştîxwazim
li Azadiyê digerim
armanca min ;
serbilind li ser xaka
bav û kalên xwe bijîm
zilm û zora min
li kesî ne bûye bi hêvîme;
zilm û zora xelkê jî
ji ser pişta min sivik bibe
û ne mîne …
Mafê kesî min ne xwariye
bi hêvîme mafê minî windayî jî
li min vegere …
ne neyarê kesî me
bi hêvîme ; kes jî
neyartîya min neke …

Welato !
Ji 200 salî ve
bi dehan şoreşên min
hatine perçiqandin …
bi sedan şar û gundên min
hatine wêran kirin…
bi hezaran welatiyên min
hatine kuştin …
sirgûnî û mişextî
maye ji para gelê min…
dawîya çerxê bîstane
dem hatiye guhertin
û tê guhertin …
heyamekî nê tê raxistin ;
heyamê demokratî aştî û tenahîyê
Ne ku wêranî li bal me nemaye …
ne ku em nema karin
ziman kultur dîrok û hebûna xwe
bi parêzin û jêre kar bikin …
û bela kes bawer neke
ku emê ji desthilanîn bikevin
û çawa
emê ji desthilanîn bikevin !
pêşberî wan kesên ku
xaka me kultura me û dîroka me
dizîne û hêjî didizin …
vêca welato ;
her û her ezê dozdarê
yekîtîyê bim
ew yekîtîya gelê Kurd
di bin siya wê de
navê te (KURDISTANÊ )
bilind bikin
çendî partî û rêxistinên gelê
min hebin û pir bin
nexeme nexeme
Di bîr û bawerîyan de
dûrî hevbin û têvelbin
nexeme nexeme
mirovên ku bi hev re
di malekê de dijîn
kar û xebatê ji navê
wê malê dikin
tev di bîr û bawerîyên xwe de
ne wek hevin…

Welato !
Ez binavê te
distirêm
bi navê te
bêhna xwe berdidim
bi navê te xewnan dibînim û
bi navê te
dinivisînim
ji ber ku tu ;
strana minî
tu kezeba minî
tu xewnên minî
û tu nivîsandina minî welato..


Zeriya Min!

Were Zeriya min were!
Bi kû ve direvî?!
Tê bi kû ve herî û
vî dilê reben bi xwe re
bibî..?!
Te nîvê bi evîn ji min dizîye,
nîvê hîledarî,
ji laşê min re hiştiye!!
Were, vî nîvê jî ji xwe re bibe..
Ne ev nîv dikare bi hilgirtina barê laş
rabe û ne laş dikare
bi heza vî nîvê hejar û belengaz
bijî..
Were, te ez di navbera jiyîn û heyînê de
hiştime..!
Tu û mirin li bal min bûne
wek hev..!
Hêza we herduyan
wek heve..
Her yek ji we;
min bi dûv xwe de dikişkişîne…
Ez jî, di vê navê de,
bêçare û şaşomaşo bûme,
Serî li min hatiye gerandin û
êdî nema Bakur ji Başûr
nas dikim..
Çiya û geliyan ji hev
derdixînim û
şev û rojê ji hev
ditefsilînim..
* * *
Were Zeriya min were!
Were û herdû nîvên dil
bi hev ve perçîm bike..
Ji nû agirê dil dade û
bi ardiwê evîna xwe
gur bike..
Were!
Netebitîbûn û bêhedaniya min
çareser bike..
Kêmasiyên min
şanî min bide..
Kilîta windayên min
bixe destê min..
Were, belkî tu aveke sar
bi ser agirê hinavê min de dakî û
vemirînî..!
Penaberiya ku ez têde dijîm, dûrbûn û cefaya ku
ez di nav de raketîme
nêzîk bike..
* * *
Were Zeriya min!
Were..
Were û min li welatê min
vegerîne!
Hêjî pîne li şûn pîne
têne dirûtin..
Di şûn daristanên şewitî de
derfet mezin e ku em ji nû ve
daran biçînin..
Tenûra temirî, careke din
dadin..
Xaka ku ji dehê salan ve beyare
careke din bajon û
tovekî nû di qata vê jînê de
werkin..
Raste Zeriya min!
Likumandina pey likumandinê
westandine..
Lê Zeriya min! Hem jî,
likumandin nîşana berdewamî û
hezkirina jiyanê ye.
De were Zeriya min!
Dem dilovaniyê nake û
vî dilê reben rehet bike.


 

Heyamo ji wan re bêje!

-1-
Çi havînek dirêj e
Tu dibêjî qey heyam
Xwe xuz kiriye û dem
Hûrikên xwe di nav tozê de
Didêre..
Waweylê!
Çilo sal pîr dibin û
Mîrneşîn pîr nabin?!
-2-
Herdû bestên li dor gundê min Doda
Gelek çerx û dewran dîtine ta ku
Derbasî dîrokê bûne..
Dîroka ku bi bêdengî zêrevaniya
Rêwiyan dike..
hin caran bi wan re dikene û hin caran digirî..
Lê qet diyalogê bi kesên rawestyayî re
li ser peravê demê nake..
-3-
Va ez ketime payîza temenê xwe de..
Rojan dispêrim hev û bêdeng,
xwe ji wan re xuz dikim..
Pêre-pêre sosretmayî dimînim û
ji xwe dipirsim: Va ez pîr dibim,
Gelo çima desthilat û berpirsyar pîr nabin?!
-4-
Derewan dikin û
Tu bi wan zanî
Pêre jî ev gotin tê hizra mirov:
(Xwe biparêze ji şerê kesên ku
te qencî bi wan kiriye)
An: (ku te qencî bi merdan re kir,
te ew ji xwe re kirîn û
te qencî bi nemerdan re kir
wê rojekê li ber te rabin û
berberiya te bikin)
-5-
Dibêjin:
Ji bo rastî bê gotin,
Dîrok xwe vedigerîne
Gelo! Ji bo vejandinê
Evîn jî xwe vedigerîne?
Heyamo! ji wan re bibêje!


 

Evîndarê zimanê dê û bavê xwe me

Hin bîr nabin ku
Ava kaniyê girik nabe û
Hêjî bi lewlewî dibêjin;
Pesin û şabaşîyê ji
Mîr, Beg û Axan re didî..?!
Tevî ku ez
Ne berpirsiyar, serbaz û
Şêwerdarê kesekî me…
Di nasnameya min de
Doda hatiye nivîsandin,
Ji Osmanê Evdo, Hecî Kevir û
Evdê Gedo
Fêrî ziman, deyax û berxwedanê bûme..
Ne akadîmî û profîsorim
Bi tenê ez kurdekî bi rûmet im;
Evîndarê zimanê dê û bavê xwe me.
Guhertinên demê
Li ber çavên min xweş belû û diyar in û
Rastiyeke.. nikarim çavên xwe ji
Vê rastiyê bigirim û
Protesto bikim..
Raste (Nû hatin kevin xelat in)
Lê mixabin!
Çîneke ji Mîr û Axayên sexte
Di nav me de şînhatine..
* * *
Ez guleyekim ji
Tuxmê azadîxwazan,
Ji tuxmê rûmetperweran…
Niştimanperwerekî
Dilsoz û wefadrim .
Bapîrên min;
Serê Şêx Abdulrehmanê Garisî****
Jênekirine ..
Di gel Osman Paşa*****
Dora keleha (Eroxê)******
Ne girtine..
Di dîwanxaneyên biyanîyan de
Ne stirane û ne reqisîne,
Di şeran de
Ne hatine tewandin û revyane û ..
Rojekê di mala xwe de
Bi aramî ne razane…
Li vê sosretmayê!!
Ma ez şabaşiyê ji
Mîr û Began re dikim?!
* * *
Spas ji Yezdan re
Ku ez Kurdperwerekî
Bi rûmet im,
Di deverên teng de
Min kiriye ne firotiye…
* * *
Bê gotin ,pozbilindiya malbatê
Ez gelekî êşandime;
Rojekê nebûne
Hevalê neheqîyê,
Ji welatiyên xwe
Dûr neketine û
Ne bûne destik
Di destê neyarên
Welat û welatiyên xwe de.
Û weha ez Kurdekî bi rûmet
Li (Doda) çêbûme û
Li ser bênderên wê mezinbûme …
* * *
Erê ez bi vê çîna
Axayên nû re
Nadim û nastînim û
Xweş hayê min ji guhertinên
Dinyê heye ,
Xweş, bi zimanê Kurdî
Zanim, bi bixwîn im û
Binivîsîn im û
Hin caran êş û janên xwe û gelê xwe
Bi serê pênûsê dertînim …
Erê .. Ez ne peyê kesekî me ,
Ne maldar û dewlemend im ,
Belê bi kesayetiya xwe
Mirovekî zengîn û
Pozbilind im …

Doda: Gundê ku Xwedê Helbestvan lê daye.- *
** – Osmanê Evdo: Bavê Helbestvan Konê Reş e
*** – Evdê Geddo û Hecî Kevir: Du hempayên gundê Doda bûn, hersiyan berberîya hev dikirin.
**** – Şêx Abdulrehmanê Garisî :Yek bû ji lehengên şoreşa Agirî.Di sala 1933
an de,xulamê wî Nicmo, bi bêbextî ew kujt, serê wî jêkir û ji Tirkan re bir.
***** – Osman Paşa : Paşayekî Tirkan bû. Di sala 1847 an de, şerê mîr Bedirxan kir û Yezdanşêr bû hevalê wî di hilweşandina mîrnîşiya Botan de..
****** – Eroxê an Hewrexê: Keleha Hewrexê ye a ku Mîr Bedirxan ê Azîzî (Botî) têde asê bibû ji ber Osman Paşa û artêşa tirkan…

Jiyana Konê Reş

NIVÎSÊN BALKÊŞ