"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şîlan Doskî

Şîlan Doskî di 10.11.1974an de li başûrê Kurdistanê, li bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Ji ber rewşa şerê li başûrê Kurdistanê piçûkaniya xwe li Duhokê nemaye û malbata wê ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve aware bûne.

Firîn

Hesreta dîtina çavên te
Wek dîmenekî evîndarî ye
Dema lê dinerim
Wek asoyekî windabûyî ye

Axînên dilê min
Di nav dilê min da mirin
Nagehên taxên dilê te
Xwezî ez jî
Wek qulingekî çeleng bama
Ji payîza dilê xwe
Berev bihara dilê te
firî bama….!


 

Heza Dilî

Biyanîyê herdem heval
Li ber çavan eşqe keval
Ji derdê te Dil ket çi hal
Karwanîya rêkeka val

Janên dilî lê bûn hewar
Çav li rê da bûn bendewar
Mendehoşê eşqeka har
Bi şev û roj bo te xemxwar

Kela dilî daweşînim
Bi qelemî dievînim
Di deftera bîryên xwe da
Heza dilî dinivînim.


 

Li min vegere!

Di tenêbûna min da
Tu yî Asoyê winda
Hiltê û ava dibî
Birînek kûr di dil da
Ne Meya Şevên tenha
Ne girya Dem û Meha
Birînan nakin tena
Ta kengî janên weha?

Dilê min, ne bêder e
Ji vînê ne veder e
Di Rêya Eşqa te de
Ji dûrî bi keder e
Vegere , vegerîne
Dilê te birî bîne
Ne dûre bo hatinê!
Rêya Jîn tevda vîn e ….


 

Diyariya Newrozê

Roja min a nî, min û vî warî
Adara rengîn, min û vî halî
Guldanka min bê gul û nêrgiz
Bêyî te ma xalî li cejna arî

Xewna min û te, agirê pîroz
Hilkeyn ez û te li cejna newroz
Li ser çiyayan bi yek dil û can
Seyran û şehyan, hozan û awaz

Bigrîn ez û te li dora agir
Govenda kurdî destê al ragir
Vedeyn tilîlî, hêjînin milî
Dûr keyn ji warî zilma dildagir

Roja min a nî, lê min bû tarî
Xewn û xeyal dil li min xwarî
Li warê xerîb herdem bîyanî
Çûna berev war bike diyarî.


 

Zivistan û dûrî

Bi wan awirên qerisî û sar
Kenê ser lêvan, xeman lêkir bar
Ramûsên eşqê bûne hilmên hez
Ji min dûr ketin wek xewnek bêwar
Himêza vala, tije vîndarî
Zivistan e lê bi mêvandarî
Bihara dilî nizanim kengî
Dê vegerî li min bi sozdarî?


 

Himêza hestan

Ji bo hevdîtina himêza tiliyên te
Pênûs di nav tiliyên min de Sema dike …
Stûnên kepira vînekê û Baniyekî
Ji bo germahiya evîniyê ava dikin …
Tîp, lîstoka hestên serbixwe dilîzin.
Bi hêsirên pênûsê
Li ser zozanê lênûskê
Ramana peyvan bi rêz dikin.
Hestên veşartî,
piyalek mey e…
Şerab û xemrevînk
Bîranîn li şevbêriyê mest dibin …


 

Kefenê evîniyê

Bêkesî û dûriyê
Demsal derbas kirin!
Ne Bihara Dilî bişkivî
Ne Havîna Eşqa te
Sariya Himêzê bi tihin kir..
Ne jî Payîzê
Pelgên westiyana Hizirên
diltengiyê werandin….
Ne jî Zivistana te
Kefenê Evîniyê li min pêçand….


 

Rojên Jînê

Hemî rojên jînê
weke rojên te Welat
bîranînên bi jan in!

Ji Tava evîna min
tîrêjên* hêsiran dibarin…

Kevana hevokên bi keser*
di Asmanê helbesta min de
li xaleka* dawî digere….


 

Kevalê Eşqê

Gulîfka Şevê
li ser Dêmên Heyvê
bi Awaza Zengulîkan
Çirîska Xweziyê
ji Dil dipeşîne…

Givêna Nalînan
Hestên derbider
Ji Xewa Evîniyê hişyar dikin.
Xeleka diltengiyan
Asmanê Evîniyê nixte dikin!

Û ez,
Kevalê Eşqa me
Bi awiran Cam dikim.


 

Hestên veder

Helbesteke kezîşor
Guliyên xwe yên gizvanok
li Sînorê Hestên veder aland…
Seviya Viyanê bi gotinên pejarî
Li ser Sînga Karwanê Jînê, dagirt…
Ev Şev jî weke her Şev
Karwaniya Bêkes im
Li Rêzeçiyayên Helbestên te berjor dibim…


Berfîn

Di Zivistana dûriyê de
Sînorê evîna me
bi Perîşkên bêriyan
perjan dikim..
Di bin periya Hestan de
Berfînek im
Di himêza bîrxewnên dûr û dirêj de
Çaveriya dîdara te me…


 

Rojbûyîn

Awaza Bilûra Rojbûyîna min…
Ahên Çilûçar Salên bi Kul û Kovan…
Janên bêkesiyê jê derdikevin…
Ji Mêj ve Cejna Rojbûyîna min,
Giyanê Şahiya xwe jidest daye…
Şîlanek!
Çavên Helbesta wê
di Himêza Temen de xilmaş bûne…


 

Derbirîn

Ji bo derbirîna vîna te
Du çavên girî
Du destên xalî
Vîna min Pênûs e
Di pirtûka vala ya dil da
Tenê û tenê
Parsek im
Parseka rêya helbestan…


Navgînî

Navgîna di navbera min û te de
Viyanek e…
Ji Firişteyên Asmanan ciwantir e…
Ji Dotmîrên Çîrokan giringtir e…
Ji hemû Çirayan geştir e…

Dema ken li ser lêvên te sil dibin
dema çav sema hêsiran digerîne
Dema şeva himêzê azirîn
Awir dilmayî dibin
hemî Rê li ber Çavên min alûle dibin…

Bêyî Viyana te
Kesereka azakirî,
bêkes im…
min neke sêwiya Evîna xwe…


 

Viyanek damayî

Bi Tiliyên Hestên xwe
Rûyê damayê Viyanê difirikînim…
Bi Meya Bêriyan
Girnij,
Rondikên Çavan bi ser da birin…
Di Himêza Şevê de
Te mêvanî
Çîroka Hiziran dikin…
Lê Çîrokeke bêguhdar!
Sibê!
Eger Çavên min Ristên hevdîtinê nehûnin…
Li Elinda Helbestên min temaşe bike,
Silavek,
Evînek..
Li hêviya bilêvkirinê ye…


ADAR

Gulek ji Bihara Serhildana Dêrsim
Sorava Lêvên Çemê Mizur
Kirasê bi Nîharê yekê Adar im.
Parzûnkek ji Birîna Bobelata Helebçe,
Enfal, Raperîn…
Asmanek temirî ji Stêrkan
Şemalka Bîranîna 12ê Adar im.
Xetîra agirê çar gurrî
Beraşê Cejna Hemêzê
Sersala Kurdî, 21ê Adar im.
Sêdara Xweragira Meydana Çar Çira
Darbesta Liberxwedana Komara Kurdistan
Dîroka Dilmayî ya 30ê Adar im.
Adar im, Adar ….


 

Were..

Dil ji Pelamara diltengiyê biparêze…
Pêhesîna hestên birîndar vejîne…
Li ser Sûra Evîna te
Masa Hevdîtina me vala ye…
Were..
Li Paytexta Dil
hêj Kulîlkên Şeng li ber çar Deriyan
Giyayên Beng li ser lêvên Burcan,
Çavan bêyî Meyê mest dikin..
Ez jî Şîlaneke Penaber im
li ber Gencîneya Kolanên te
bi hesreta destdana te dimeşim û kela Dilî daweşînim…


 

Bihêle

bihêle di Hêlîna Janên min de
Kevoka viyanê tu bî..
Di çar Werzên Jiyanê de
Rehên dara evîna min tu bî…
Bihêle di bin Berf û Baranê de
Asmanê sahiya min tu bî..
Bihêle Hestên tihniya min di Hemêza Şeva te de avî bibin…


 

Hêj

Şeva ku
Gemiya hestên min
di nava pêlên dilê deryayê de
rastî berava evîna te hatin.
Ji wê şevê ve heta evê şevê
çavên min hêj
mestên fanosa çavên te ne.
Helbesta min jî hêj
tihniya şeraba girnijîna
lêvên te ye…


Sindirîk

Verêsa Mirovatiyê!
Sêdareke Neyar
Hestên hilawîstî,
ji dojeh û biheşta
Evîna xwe,
min bêpar neke…
Dunya Sindirîkek e
di wê de
Vîn dibim,
Jîn dibim
û dimirim …


Pîvoka Kurdistanê

Rojbenda li dor Çerxa Evînê
Li Kaniya Janên min binere!
Warîneka Penaber im,
tu nikarî ji Himêza min zîz bibî..
Eger hat û Rojekê
Bi Çavên Pênûsa xwe
te ez bibîr anîm
bi Sorava Pîvoka Kurdistanê
Lêvên Helbesta xwe bixemilîne..


 

Nizanim

Li şûnpêta bêriyên te digeriyam..
Li pey bihna hemêzeke penaber
bê gav mam…
Guliyên janên helbesta xwe
nizanim careka dî
bi bihnokên kîjan viyanê vehînim?
Birîna damaya li ser lêvên xwe
bi kîjan hêviyê bigirnijînim..

Jiyana Şîlan Doskî

NIVÎSÊN BALKÊŞ