"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn di sala 1965an de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye.

Tîrêjên dilbijînê

Çirayeke zarotiyê;
bi hezkirin û evîna pûngê di perestgeha can de ye.
Li deştên jiyanê
ji derdê koça ramanan û perdeya spîdeyê
li wê hêlê min got:
Herdu dizan bi dizî dil ji hev dizîne.
Herdu canên ko di caman de parastî bûn
tîrêjên dilbijînê vexwendin.
Navên hevûdu li ser lêvên tî çandine.
Can cot û hevjîn in.
Du şitlên ciwan li baxê gulan zindî ne.
Hişmendan bi xwe re mest dikin.
Li navçeya evîndaran rûmeta oladarên evînê
payedariya firişte û perîzadeyan diparêzin.
Evînê wisa dara geşbîniya me
bi nihwirîna xweziyan avdayî ye..
Ji roja zayînê bi kulîlkên dildariyê xemilandî ye.
Em hatin û şax bi şax me şîn kir.
Em hatin,
me awir kirin kezî û bi razên evrazan ew hûnandin!
Kevoka te ji baxçeyê girnijînê nafire,
ma kengî hiş ji hizira te bêhêvî dibe?
Kengî çiyayê dilheziya min
ji berfa te tazî dibe?
Tiliyan li biskên hevokan dipêçim,
periyê nexişandina peyvan gûr dikim..
Çi bikim helbest têra çêra xezalên dilê te nake?


 

Kilçîvê dil

Di sawa adarê de
tilûrên bînahiya min ji mêranî dikevin..
Fîxana sîya nivîsandinê
kewara mejî li ber çavbijînê vedike!

Evîn evîna nerînê, bihnê û hesta gerok e…
Kilçîvê dil hez nake bi girî çavên te kil bike!

Naxwazim gotûbêja asman û zemînê
hêminiya şevê biderizîne.

Stêr bi burca xewnan ve hildiperikin.
Her yek bi hezarên pirsan nizane nav li birînê bike.

Nizane şûşeya dil bêken e!
Nizane sêva girnijînê,
ji ferhenga lêvan bigire…
Dema pertûkên şevê
digel hev dixwînin,
tevzînokên bêriyê cenga damaran dikin..
Çawa fala evînê du kewan li rêka hevdîtinê difirîne?
Çawa lehiyên buharê nêrgizên tinazan diperpitînin?
Naxwazim,
pêjna qurincokên bayî li ser rûyê te bibînim..
Naxwazim,
bayê jiyanê ji ewî bayî bihn bikim.


 

Dilkuj

Jana di vê janê de qerimî..
Dilê min di dehfikên tirazûyê de tevlihev bûye.
Ji birîna sorgulê dengê doza wî li walan kizirî ye.*
Li ber bayê serberdayî
Kevjalê aramiya evînê bendewarî bêhêz kir!
Evînê, bindest û birîndarê
salên bêroj neynikên pêkenok in, xweşiyê dixapînin!

Dilkuj, jiyankuj, gul nazik e, devok hingiv e
nebe jehra ber kokê..
Dar nestêle ye,
li ber hêza nêrbaziyê diperpite!
Gul kesk e
gora payîzê amade dike.
Gul sor e
li ber pelgên mebestê
silavên sibehîn ew kewnamaya dil e..
Gul zer e
roja ko li rojê digere!
Sernavê mizgîniyê
ji pizanê deryayê dide.
Destê min dirêj e,
digihê duriyên sînoran,
can pîşo dikim.
Rê dibirim û strî kînê li guhnedana min dikin!


Nivîsên evînê

Zêr

Bi buhayî min tu naskiriyî.
Zêrê cîhanê
nikare girnijîna te bazar bike.

Xew û şiyarî

Naxwazim rakevim
da zincîra hizira bi te neyê birîn!
Naxwazim şiyar bibim,
destê min ji mêvana xewnê nabe..

Dilê dîl

Di derya hezkirinê de
bi dehan masiyên hûr û girs di tora dil de dîl bûne.
Lê dilê reben
li ber evîna te ya gamasî
bûye hevrêyê pêximber Yûnis.


 

Destê Stemkar

1
Jîna bêhêvî
hetav li paş ewran girtiye
yarê, tê çi hêviyan li paja evîndariyê bibîne?

2
Dema buhar rêwî bû;
gul ji kovanan çilmisî.
Destê stemkar li ser sînga peyvê maye xincer!

3
Dil li girtîgehê dinale…
Bê dudilî tenê bi wan hêsirên azad
sîwana bendkirinê dimale!

4
Lavelav li derya xemgîniyê qerimî,
ji guhdana giliyan dîwar herifîn,
tovên aramiyê tî ne
baranê ji hilma dîlberê divên!

5
Feraşîna jînê
li şûnwaran ziwa kir…
Şaxa şîn ji dara hogiriyê cuda kir…
Tenê dil dizane
çima evîn li hember rabûkî maye!


 

Bêrîkirin

Nikarim yarê tenê li ber ba bihêlim..
Bayê bakur dijwar û poşek e…
Porê kej bi pêlên har tevlihev dike.
Naxwazim li ber tavên buharê vedayî bimîne.
Nahêlim gijlok nazikiya wê bipelîne!

Rewan li dora wê vegirim,
li ber bahozên bêbext bila jê re sîwan be.
Di nîveka bîbîkê de veşêrim
û çavparêzan mîna sûra Amedê jê re ava bikim.

Gulşahê,
Firyada hêsirên pênûsê
dîroka bêrîkirinê dişopîne.
Nalîneke dijwar nexşê doza dil bi daxê dikewîne!

‘’Were’’
strana her çaxê ye.
jibîr nabe keskesoreke peyivdar e,
her rengek maka awazeke bêrîkirinê ye.
Li ber çavê xalxaloka dil dûrbîn e,
Şîrava pêjna yarê
ji gulên cîhanê tev de
li ber daxwaza min datîne!


 

 

Bişirîna rastgo

Bi çirisîna bişirînên rastgo re
gotin çeleng û çalak dibe!
Dibêjin:
Em ê tev de çipikên xunavê
bidin hev û bikin çem
ji helbesta azadiyê re diyarî bikin!


 

 

Gola girî

Dilo,
çawa evê carê jî
birîna te derman bikim?
Şûrê li te ket, ne zulfeqarê Elî bû,*
belam birûska asmanê evînê li hêla çepê çi agir bû!
Dilo, demeke dirêj e
tu li paytexta hevirmêşî
bi taca nêrgizîn serbilind î.
Va ye can di kovanan de hêwirî,*
di xwînê de noq bû û ket gola girî.
Dilo, şerm neke,
eger tu ne siwarê buraqê bûyî,
wa ye asmanê heftan
ser û bin li dor te zîvirî!
Felekê,
bi rastî pênûs bivênevê
ji taloka pirsan tengirî..*
Girî di çavên peyvan de
şiyar ma, reben di livê de engirî!
Dilo, eger derdan tu nebêjî,
li ber sawa evînê tu ne ew çiya yî..
Dizanim hembêza germ li bal te buha ye.
Dara evîndariyê di bin me de nehejîne!


 

 

Movikên hevdîtinê

1

Di kêlîkên pêrgînê de
peykerê dilsoziyê
di pirsên çavên me de jipêya ye!

2

Erê gula li ser masa bê pirsiyar,
hêsirên germ di cihokên xwe de westiyane!

3

Dengvedan
di awirên xwezayê de
bi navê evîna me bang dike!


 

Pîrozê

Pîrozê,
temen bezok e, şahî firok e,
sersala hevokan di nav hetav û heyvê de
pirseke rûşuştî neynika şermê pê re şikest..

Pîrozê,
karwanên kuliyên hestên te
ber bi daristana evîna min ve tên..
Li giyanê kesk diçêrin
di rewşeke mêrxas de bê veşargeh
koça sîberê li can û dil sîwan dike..

Pîrozê,
sinbilên peyvbêja çavên te
li ber bayê zozanan
bi evînenke xwezayî diseridin..
Dest ji roja şiyar re hildide
jîntariya çavên min hînî jiyanê dike.

Pîrozê,
piştevana jîndariyê,
baraneke hûr li biyabanê dildariyê,
bi zanyarî te girtîgeha zimanê evînê vekir;
perda tariyê peritand
û behram* ji feleka xemsariyê derxist..


 

Gava firişte dikenin

Gava firişte dikenin,
lêvên şevê mêvanên evîndar diramîsin!
Dilên birîndar di qiraxên tariyê de jiyanê dinoşin.
Gava firişte dikenin, pira çavan hêzdar dibe.
Libên şahiyê li ser kinaran seyranê dikin,
keskesora awiran ji asoyê pirsê vedide.
Hêsirên şermîn di geliyê xweziyan de pêlan didin.
Firişteya pêdiviya evînê
sewdan di van zîviranokan de nema hêmin dibe.
Cenga tayê li dilê çiya rabû.
Dermanê bijartî ew ken e!
Bes e rê li dirêjiya şevê bibire.
Bila kevalê hogiriyê bi silava sibeha azadiyê şad bibe.
Firişteyê, rûyê te baxê ken e,
tiliyên evînê li asmanê roniya rû pepûle ne.
Dîdara her kêlîkekê
ramana di zeviya hiş de çandî,
stran û helbestên li ser laleşa bîreweriyê
bi xatirê bişirîna hêviyê nivîsandî.
Were li ber pencereya avdarê
bi şemala gotinên çavan
pertûka geşbîniyê di her hilmê de çap bike..


 

Ziman û helbest

1

Darek digirî,
dilek li ber siya wê diponije
û rojek li rûyê geş digere..

2

Şev ber bi zîzbûnê ve diçe,
stêrkek şiyar e,
pirsê ji çavên me dike:
Evîndarino,
hûn ê şahiya xwe digel min bikin?

3

Evînê,
ji mêj ve di tunelên te de windayî me.
Ta nuha ji helbesta bêrîkirinê re
min zimanek bidest nexistiye!

4

Heyv posta canê me ye.
Gava nerînên me barê wê giran dikin,
bi aramî di navbera çavên me de dilûse!


 

Girî

Şev nîn e tu dûrî dil bî.
Dil mest e,
bi rewanê te re dikeve diyaloka girî.
Girî dar e,
sal dizîvire,
payiz dest jê bernade..
Çipikên xunavê
bi pelên weşiyayî re keldûmana ewî giriyî ne.
Lîlava awiran,
mêvana dêman û avrêjina palgehan e..
Li pişt gelek dîwaran,
ahînên şevan bi te re dijîn..


 

Aho

Aho,
dêra dil e, zingezinga navê ahoyê
bi bihnê re kolanên rewan dadigire.

Aho,
xezaleke bejî;
di nav deviya helbestê de veşartî ye.
Pênûs bi salên xwe yên çûyî û yên dahatî,
di nêçîra pêjnê de jî matmayî ye.

Aho,
silaveke sibehînî ye,
peyva li ser lêvên guleke cûrî
û romana hiş a bêdawî ye!

Dinivîsînim, nivêjên her deman e.
Dixwînim, banga her zemanî ye.

Aho, gilî ye, yaxud hêvî ye..
Tîpa bejinzirav e
di pêwendiya siriştê de bingeha jînê, bi hêztirîn jin e.

Aho, girîna çavên ewr e,
li ser dêmên mejî
cihok kolane, lîlava evînê
bi evînî kaniya ramanê bi fermana wê diherike.


Rojbûna te

Cejn e; rojbûna rojeke pîroz e..
Roja gerdûnê stêrek vedaye!
Roj e, hilat û ava ye,
bişkivîna te jiyê jiyana pîroz e.

Jîn derî ye
tu kilîta zêrîn î.
Çira hizira çip ko bi nivîsandina wateyan lal dimîne.

Rojbûn e;
kunc e, bi kenê zîvînî cotpinpinîkên roniyê
ketin bin sîwana cejnê;
bi evîna periyê
rojbûn e,
bejn bilind e
şahiya te mala min e..

Rojbûn e.
kohê çiya ye
bi ba re liba dibe
xelîloka avê ye
di sînga rûpelê de serdem e.
Dîrok e, nexş e,
dem kêlîk bi kêlîk ‘’şivanştexalîk’’ e*
û hebûna te ji dil re bijîşk e..


 

Dengê pênûsê

Dîrokê bikene!
Îro pênûseke azad im..
Gelawêjeke spehî me,
di asmanê şahiyê de serkêşa kerî me.


 

Azadî

Min bi movikên azadiya çengên xwe ve kilît bike..
Bila li wê azadiyê ne azad bim.
Bila girtiyê ronahiya te bim.
Min bike tenteneyên roja wan lêvan.
Min bike dersîmê gerdena xwe.
Min bike yarê jiyanê,
Henga can di kewara zindana te de dilxweş e.


 

Nêrgiz

Nêrgiza dilê te,
ji her bahozê
di çavê min de parastî ye.
Di gemiya kêferata hestan de,
gul serketî ye..
Dibe ev rengê nexşeya evîna kewan bijartiye.
Were nêrgizê,
kirasê berfê,
dilê nazik bi guliyên şahiyê xemilandiye.


 

Bersivên şemala dil

1
Şeva ko min li heyva hêviya yarê gazî kir,
li bin zemîna tinazan
tovên hevokan bi stêrkên kenê wê re belî bûn!
2
Evîna te
bi moxila hezkirinê dorpêç e!
tê veşartin; nayê veşartin?
Evîna te
bihna nanekî pêjiyayî ji tenûra dil tê!
3
Çi qas çivîk dûr be
gulzar jê ne dûr e!
ji zivistana sar heya buhara temen
di bîbîka çavê te de hêlîna xwe ava kir!
4
Peravên aramiyê
li ber awazên sawîran,
pertûkên xwe vekirin..
Destnivîsa çîroka me
ji zayîna xwe ve
li muzexaneya evînê hûnandî û çapkirî bû!
5
Sînga dilovan, şana razên dilo ye..
Demsalên dirêj
li ser wan şaxan
bi dengê Feqê Teyran: “Ay dilberê” herdem dixwîne!

Jiyana Ezîz Xemcivîn

NIVÎSÊN BALKÊŞ