"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Gernas Roderîn

Di 1979’an de li navenda Mêrdînê hatiye dinê. Di sala 2002’yan de dest bi mamostetiya dibistana seretayî kiriye.

ÊŞEK LI BIYANISTANÊ

Rapêçana êşeke ji dûr
dilê min diqolincîne ji kûr
natebite êşa dilî
kerba dîlî
diperpite di berêvareke
ezman mişt qaqlîbaz
çîksayî…

Ji şibaka otêleke hêwî
der dibin
hestên mirarokî
dûr be ji kesan
dil zenûn e êdî
tu pifkî
wê bitemire
dest nedênê heyran!
tofangeh e dil niha
bêpar im ji keştiya rizgarker
ne Ûtnapîştîmê bisihûd im
ne jî Nûh!
gelo wê tu kevok
ji min re jî
mizgîna jiyanê ragihînin?!
nizanim…!

Axx!
nezanîna dawiya êşekê
çi giran e
li biyanîstanê!

Dilo!
binêre
bihese
tarî bû dinya
biliyan deng
bar kir hingûr
bê xatirxwestin
tebitî geremola bajêr
xewle ne êdî her der
li vê xopanê
mîna tikîtenêbûna min
a vê odê
na na
bibore êşa mino!
em xwebixwe man dîsa
ma ba(jaro)!
gelo
tu jî vê êşê dihestî?
Nebawer im!
naxwe dest ji te berdidim
bê deng
bê xatirxwestin…!


DILTEPÎNOKÊN ŞEMIRÎ

Dişemirin yek bi yek
Diltepînokên şermoke û xeşîm
Ji nûciwaniyeke derbxwur
Bê xatir
Bê pirs
Lê bi êş
Bi axîn
Mîna çûnên bêveger
Yên ji warê bav û kalan
Bi girî
Bi hawar!

Lavayên zîz bê çare dimînin
Qîjîn bêdeng
Bêminet dikin dilên guvaştî
Çavên bêfer
Zimanên şikestî
Xeyalên têkçûyî!

Paşê kirasên nû tên lixwekirin
Mîna kefenên jîndaran
Li xwe diedilînin
Li ber avahiyên muqeddes
Yên hemû ol û ins
Dixwazin miraz û hîs!

Her tişt di zaroktiya xwe de dimîne
Mîna bermayiyên nijdevanan
Sêwî
Emirqesifî
Û
Li ser kavilan kund dixwînin bê rawest
Di demên nalebarandî!

Kêferat!
Hêrsbûn!
Çiqas bê wate dimînin
Li hember lîstikên xapînok
Û
Wêrekî nabizdîne qesasên kirêtker!

Li welatekî wêrangeh
Dîmenên qurmiçî dibe para xortaniyê
Ger rabûbin jî hemû ciwan li dijî zordariyê
Dinalînin hîna bîranîn
Dinalînin
Û dil nema dikin tep û rep
Jixwe diltepînok jî şemirîn êdî
Ji nûciwaniyên kavilbûyî!


LI BAJARÊ MİN HİNGÛREK

Di hingûreke bajarê min
Yê kevnare de
Li ber wezîna bayeke mistdaner
Pêşwaziya bihnûniyên bihara rengîn dikim
Mîna ku ev ba
Bûbe hevrîşimê li ser tevna rûyê hezkiriyê rêsayî
Şahîk û nermîn
Mist dide rûyê min.

Li berpala kela vî bajarî
Çogeke xweşmêrane vedidim
Li ber bergeha berriya balûpal
Mîna pêlên deryayekê dixuye şênkahiya wê
Lê xapînok in ji mêvanên vî bajarî re
Ev pêlên ku carna dilxweşîner
Û carna jî dilsotîner in
Ji yên mîna min re.

Dilê min dişewite bi bajarê min
Bi berrîbûna wî
Mîna ku bi tenêbûna min dişewite.

Dûrbûna hezkiriya min dilê min diguvêşe
Ji neçarî xwe davêjim bextê bîranînan
Bajar jî bi semtika govaniya ponijîna min dike
Di cî de diweşin pelên dara min
Ya xweziyan.

Bi nehwirînên bêrîkirinê
Hawara xwe digihînim cixareyekê
Hewl didim raperîna hestên xwe bihedinînim
Çavên min heçku daxdayî bin
Bi zeraqiya rojê ve ma ne
Bê serî li xemrevînekê digerim
Rûyê dîlberê dibînim
Di asoyê de.

 

Li hemberî xemê
Hêvî serdest e êdî
Zîn dikim xweziyan
Li ‘ bozê rewan’
Çargavî dibezînim
Li berriya bajarê min.

Roj nixumî
Êvar e li hestên min yên xurîcî
Demankerê erd û ezmanê vî bajarî me îşev
De were dîlber em bibin pale
Di binê sîtavkên heyveronê
Li ser textekî havînî
Kêlî bi kêlî biezimînin hezê
Heta destê sibê
Binoşînin meyê
Biteqizînin xemê
Ji kaniya demê
Bi camêrkî
Bi canikî.


HEFT BIHARÊN ŞÎNÎGİRIYA MIN

Bihareke din jî vaye buhurî
di mişextîbûna te de
wek heft biharên ku buhurîbûn
di emrê min ê qesifî de
hey gidî biharno
hûn çiqas zû buhurîn
di nava heyama bêbext de
bêyî ku hûn li dû xwe binêrin

Ligel gazincên ku hê jî li min dikin
hûn hewl didin ku dîsa hez bikim
lê we diheyirînim
li hemberî dilsoziya xwe
ya bi hezkiriya terkevîn
heke hûn heft bihar bin
ez jî xwedî heftê jan im
heke tu bawer nekî
biçe ji baranên çilesrîn bipirse
ku di her biharê de
çawa li ser dilînên min
ên ku dibin barimteyên
girtîgeha te ya kujende
dibare
û çawa şev şil dibin
di şevînên bê te de
têrjan
bêdawî
jixwe ticar nekarîbûn bitefînin
peqilkên wan baranina
perenga dilê min

Ji hechecîkan bipirse
dema ku me bixêrhatina wan dikir
bi germî
bi dilovanî
di mehên gulanî

Bi koçkirinek nû
hêviyên xwe li ser baskan dikirin
û diçûn
her ku diçûn
hêviyên min jî bi xwe re bar dikirin
ber bi mişextiyên nediyar ve

Bipirse ji Çiyayê Tor Ebidîn
ku ji kerba çûyina te
min çawa dihedimandin
gopîtkên wê
mîna ferhadê têrkeser
hê jî terkîsela me
li van deran

Biborînin Ey Wargehên Pîroz!
we jî guhaviya civanên me
carna jî
tinazên xwe li maçên me yên naşît dikir
her tîqetîqa we bû
hawirdora Mizgefta Mezin
Dêra Çelkesan û
Mor Mîhael
hindikî nebûn
stargehên evîna me
Lê îro li van deran
kund dixwînin

Nizanim!
gelo tê bîra te
dema ku te
bi konetî ramûsanek
danî ser lêvên min
û reviyayî
ber bi zaboqên fetlonek
ên ku bûbûn
pira navbera dibistana te
û civanên me?

Te dî
berê te xwest çavên xwe bigrim
min jî yeka te nekir dudo
lê xapiyam
li hember êrîşa ku te zûzûka anî
ser xafiliya lêvan.

Ew ramûsan dê bûbûya
peymana evîna me
ku paşê bi fermana te
felişî.

Niha çavgirtoneka ku te rê min dabû
bibîrtînim
lê tenê dibe qinyatek demî û hew

Me çiqas soz dabûn hev
nayên jimartin
lê hemû bêmiraz man
di qolîtka dilê min
bi qufla zengarî
dadayî
hemandî

Ma ev çi bext bû
heylê porkurê
weylê nemayê?

Êdî
nayêm rayê
ne bi şevan
ne bi rojan
ne bi pendan
ne bi pirsan
ne bi daykûbav
ne bi xwişk û biran
her dinalim
di biharan de
ji ber te
ey bê bextê!

Li ezmanê bihara min
stêrkek xuricî demekê
min hewl da
ku wê bişopînim
û bigrim
lê çi heyf
wê pir lezand
ez jî dereng mam
û tikîtenê vegeriyam

Ji wê şeva biharê de
li ser xuricînê
şînê digrim
û her dinalim
di biharan de.


JANA MIN BÛ BÎST SALÎ

Bihara bîstemîn e îsal
Ku di ser te re diborin
Ey jana dilê min ê sawa
Helepçe!

Hingê mindalek neh salî bûm
Emrekî netêrkirî
Piyên tifalkî
Li pey gogê
Mist bi xarikan mişt
Bêrîk qulqulkî
Naşîtane
Bezok
Lê bi tirs
Bi pîvan
Li ber devê guran
Wek bi hezaran hevtemenên xwe
Bi mayin
Têldirk
Û
Nobedarên kujer
Em teriqîbûn!

Wê salê gelek mindal
Bi ‘bêhna sêvan’
Firiyabûn derine dûr
Û nema hatibûn!
Ên mayî jî
Di riyên dijwar re buhurîbûn
Bûbûn mêvanên aliyê me
Dê û bav
Li mindalên xwe digeriyan
Li kezebên xwe
Mindal jî li wan…

Gelo wê hevûdu bidîtana?
Belkî jî ji qewlê dayka min
Bûbûn ‘teyrikên cinnetê’
Ma ew nafirin û dîsa
Nayên zikakên xwe dayê?

Pênc hezar stêrkên asîmanê te
Ku hê jî ‘bêhna sêva’ jê tê
Xuricîn bê xatirxwestin!
Ev bîst sal e
Natebite jana dilê min
Ey Helepçe!
Û hê jî nizanim
Wê kengî bitebite.


SENFONIYA HECHECÎKAN

Her sipêde bi bayê sariya sibêhe re
Dest pê dike wîçewîçek li çar hawîr
Mîna newaya meqama saba li dar e
Dirihelin têlên dil vediqetin hest ji zîncîr
Derdikevin qefle bi qefle ji qulikên dîwaran
Bi hêviya ku têr bikin çêlikan
Geh ezman diqelêşin
Geh xwe berdidin ser xanî û baniyan
Dema ku roj diçe ber bi ava
Dihêwirin şênî li bin daran
Kelejan diqijilîne çi mezin çi sava
De vexun gelîno çaya qaçax û bîrayan
Reşeyê hingûrê bang dike li derdor
Wîçewîç bûye meqama rehawî êdî
Digobile bayê hênik weke qedîfeyê sor
Bafirok jî dikevin govendê bi şadî
Senfoniyek din diqede li bajêr seranser
Herkes dibe rêwiyê şevbihêrkek
Radixin keç û bûk ser textan bi dilê sewdaser
Nesîbê hinan bû babaxenûç yê hinan şamborek.


Kanûnkiz(ir)*

Şapateke pirr dijwar e “Kanûnkiz(ir)
ji mirovên belengaz,
rêwî û renckêşan re”dibêje dayika min.
Û ligel keservedaneke kûr
dilûbîne ‘malaminê’yan
li ber şibakeya ku ji bedla şevê ve tûşî bagerê dibe.
Hemû duayên ku dizanîbû
dawerivîn ji zarê wê yê şêrîn
Mîna libên tizbiya kehrebî
ku di nav tiliyên bavê min de
bi semtika markî dibûn.

Gelo kî dizane bê vê xopana Kanûnkiz(ir)ê
heta niha çendîn wêneyên belengaz
anîn ber çavên te yên şilokî
û kezeba te (kiz)irandin dayê?

Kî dikare êşên xemgîniya teî
ku ji hestên dêtiyê afirîne bipîve?
Naxêr dayê!
Tu kes jî nikare…

Çend hêstirên
ku lûbînên dayika min dipeyitînin
dinizilin ser hinarikên bavê minî
ku êdî nema di benga xwe de ye.

Hey gidî Kanûnkiz(ir)no!
ma heta kengî hûnê
dê û bavên me
li belengaz, rêwî,
û renckêşanên wan
bidin hizirîn
û giryandin
Heta kengî?
*Kanûnkiz: Destpêka sermayeke ji sermayên dijwar a zivistanê ye ku di meha rêbendanê de ye.


‘KONBAJAR’ÊN (NE YÊN) ME 
Ji bo zarok û dayikên ‘konbajar’ên li Tuzlaya Edeneyê

Ji xopanên ‘konbajar’ên (ne yên)me
Dîsa dîmenek dilsotîner
Siloriyan dipijiqîne ser çavan
Çav dibin mîna pizotan
Sîleyan li riwan dixe
Rû diçin erdê
Nan û av naçe xwarê
Reş dibe dinya gewrik
Li ber çavên me
Xemxuran

Mîna ku derxûm bûne yek bi yek
Kelekên li ser hewdika tifalkan
Pêxwas,tî û birçî
Waweylêêê…

Dayêcanino!
Ma hê jî
Hûn bi çi ve ne wisa?
Ev çi berxwedana bîrdariyî ye?

Ma hûn dizanin ku we
Bi seqandinê
Dil li me kir pola?
Û
Ala adaniyê daçikand
Çavên çavnebaran?

Ma ne hûn bûn ku
We cara yekem agrê tifkên
Şaristaniyên ku îro
Me belawela kirine
Dadabû?

Belê ezqurbanino
Hûn bûn bêşik
Hûn bûn…


LI BAJARÊ HEZKIRIYÊ ŞEVEK

Li havîngeheke welatê Medî me îşev ji şevan
Çiqas xweş e şevderiya li hevrazên Cûdiyê
Hîskirina wargeha Tofana Nûh ya li ser lûtkeyên te
Hê jî li ser piyan in bermayiyên wê serdema qedîm
Mîna te rewneqdar û serbilind in bi serboriyên bêhempa
Yên xwe û te
De guh bidêre ey keleha berxwedanê!
Dengê neviyên te yên şîrmij
Bi kilamên Kurmancî dixemilînin lîstikên xwe

Ji şaneşînekê dengê saza dawetekê
Dilê min zîz dike di bêdengiya şevê de
Li gel strana “De Xalo”bernexûnî balîfê dibim
Sura bayê zozanan dibe qinyat ji westa cestê min re
Di binhişîna min de evîna Mem û Zînê dilebite
Pûşper xewrevîn e ji jankêşan re
Xuya ye îşev jî xembar im kulêê!
Mêvana li bendê me jî va ye hat
Lê ne ji bo bixêrhatina min î vî bajarî bike
Ji ber ku ew êdî ne li vir bû
Çûbû sergomiyeke bêyom
Bê xatirxwestin!

Ji nîgaşên asoyeke xilmaşî
Noqî deryaya heskirineke bêhûde bûm kêlîkê
Xwezî min bidîta piştî ewqas sal
Li bajarê te î ku tu lê zarok bû
Xwezî hema şopek jî li dû te bimaya!
Lê ne bajar ew bajarê ku di rûyê wê de qemirî bû
Ne jî rûyê wê di vî bajarî de neqişî bû
Ew herdû jî bê dilê xwe ji hev cihê bûbûn!
De şevbaş bajarê ku cara ewilî
Û belkî jî ya dawî ku hatimê
Û ji te re jî şevbaş hezkiriya min î
Ku di hembêzeke nediyar de
Ji xwe ve çû ye.


LI XEWLEGEHÊN BAJARÊ MIN

Li paytexta parzemîna dîlbûyiyan
Xewlegehên ku di hembêza bajarokan de bînçikiyayî bûne
Bi hostehiya çêkerên kevnebajaran
Şeh dikim kelemkortiyên dîwaran
Bi ser de jî dinexşînim bi tabloyên
Ku ji şewatên şerrûdan mane
Di rewneqiya keskesoreke nûderketî de
Diteyise zerketava berbeyana dilketiyên vî bajarî
Di ekla cûreçêjên metbexên bijarte de dijîm
Qîz û keçmalan hevdû xwar in li ser nesîbekî fireh
Xort dilikumin li serê du-sê gavan
Li binê şaneşînan
Bila olana çakûçê heddadan
Şehdeyiyê bikin bi sê telaqên bêfitû
Dinya weke hilma mîhekê ye
Bihar sergovenda werzeyan dikişîne ev çend roj
Xweza ciwanmêr e ji mêvanên bi qedir re
Çogvedana cotkaran bê sûd e li ber ziyaretan
Baran nazdar e îsal
Ez û mayindeyên xewlegehên xwe dikesidin roj bi roj
Di nava sûravka jehrdadayî
Û dikesixim ji şaxên dara hewşa agirdadayî
Gefxwarinên min yê ji bo taloyan bê sûd in
Ji ber ku şewata min û tabloyan li qada bêbextan tê wênandin.


NAVÊ MİRİNEKÊ
1.
Gupiskê bêdengiya tarîstaneke abadînî me,
bi dilêrî xwe li dengên nebihistî û negotî digrim.
Ku rastî wan bêm ezê bi baldarî guh bidêrim.
Paşê bi xweşmêriyek bêhempa ezê wan bavêjim tûrkê xwe
yê ku ji dengên qedîm mişt e.
Her dengek ji gewriyeke ku bi salan îskiya ye
û hê jî diîske olan dide.
2.
Axx! ew tajanên ku di dilê xwediyê wan dengan de tim jan didin,
carnan jî dibin êşin ji şûnên qemçiya celladê xwînmij li ser piştên wan.
Firmêsk wek çemek gumreh ji jêdera dilên wan diherikin.
Bi buhartina dengên dilsotîner min gelek qonax buhartibû
lê kolîpoşman û dilşewitî vedigerim ji nêçîra dengên dilxweşîner!
Dinêrim ku dengê min jî di dawîya fersenga diwanzdemîn de olan dide.
Kurtedemekê hewldana gihîştina “Girgamêş” ya gîhayê nemiriyê dihesidim
lê çi heyf dereng li xwe diwerqilim ku kerr bûme!
Hêviya bihîstina dengên razdar,
ditexirînim heyamek nedîtî û nejiyayî!
3.
Çavên xwe mîna şevçiraxan li tiştên nedîtî zûr dikim,
ku bibînim zûzûka ezê wan vexwînim
ser textê qesra çavê xwe
û hewla mazûvaniyek bêhempa bidim ji wan re.
Lê pêrgî dîmenên karesatan têm!
Ji her wargehê kavilan berev dikim,
dibe mêtingeha hûtê hefserî qesra çavê min.
Dereng li xwe diwarqilim ku heyloo!
îja jî korr bûme!
Dengê min jî soxî
dibe yek ji mêvanê nûhatî yê tûrkê min,
kiloxê min dike ji êşan bifire ji serê min,
bêzar im ji her tiştî,
dikim xwe ji kendêl werkim!
Bîskekê mirinê disêwirînim…!
Navên mirinan dinuhirînim.
Bi destpelkê ji xwe re yekê hildibijêrim:
J I Y A N!…
4.
………………………………………!
Û mirin bi konetî warê min reş dike!


REHJENA JİYANÊN JÎNDARAN

Ji bo Kekêcan Burhan DOLÇEK re

De were ey babelîska heyamên tebitî!
Bide ber xwe wan paşmayiyên kevneperest,
Ewên ku dibûn dilbijok û “Beko”yên evînên me yên nazenîn.
De ka bibêje me çend heyamên xirboqî veçirandin bi aramkêşîya lehengane
Û çendîn caran em bûn hetwana birînên xedar!
Ji ber ku jêdera vîna me bi berdarıya kêferatan mişt bû.
Ji ber ku em zarokên dergûşa ku hemû şariştaniyên gewzîner
Di himbêza xwe de hejandibûne ne.
Ma ne em şîrmijê pêsîra dayika dayikan in?
Ma ne em tev wek zarokên dayikekê ne li ser vê xaka pîroz?
De rabe ey şûrkêşanê şerên şerpeze!
Şûrê xwe raçikîne evînkujên li ser xakên şûvperest,
Bidêrisîne wan debdebeyên xapînok û dembihurî ji ser vê xakê.
Da ku em êdî tovên nêrgiz û sosinan biçînin li ser,
Da ku Xecên Çeleng û Siyabendan em vejînin.
Lê vê carê ne ji bo Xecê pezkûvî bêne kuştin
Ne jî Siyabend ji kendalan bikevin.
De biqîre wan keserên dayikên me,
Hinekî bibe qinyata dilê wan.
Xwe bide ber bîhna wan,
Da ku rivîna hesretkêşîya salan hinekî vemrînî.
Hogiriya dergîstiyên ku hêjî bendewar in bike
Û pasvaniya zarokên ocax şewitî…
De binivîse vê dîroka malkambax ji nifşên serdemeke sermed,
Da ku Kawayên Medyayî jî bibişkivin ji rehekên kevnare,
Da ku nûnerên serdema “feodal” û “kapîtal”,
Ji kiryarên xwe yên bavkaniyê fedî bikin.
De hinekî jî newayên stranên me yên ku carna kul û
Carna jî hêviyên me yên beza ji tewlê radikirin binehwirîne.
Bi ber bayê rojhilatî keve û bikeve guhên newahezên ku azadîyê diwelidînin.
Asmînê ji bîr nekî ha!…
De tu her bijî rehjena jiyanên jîndaran,
de tu her bijî…


PARSEKÊ DİLÊ TE ME
1.
Min dil dikir te bibînim
Beriya ku herim vê dûrîyê
Dêm û guliyên te ramûsim
Di himbêza şevboriyê
2.
Ax welato li min megre
Riya yarê ji min dûre
Çi bikim ji derdê vê dûriyê
Tu wêran î û ew jî situxwar e

3.Wexta ku dinya hê bihar bû
Tu gula min bû di hewşa welat
Vaye pelên dara me weşiyan
Bihara me jî li me bû şewat
4.
Bûme hêsîrek tarîgeha şevê
Tenê li ber şewqa te ronî me
Dilbikul im çavê’m korbûn
Tenê parsekê dilê te me


PONİ(JÎN)EK Lİ SER YASEMÎNÊ

Keserkêşê dîtineke te bûm
li ber sêdarê,
bi ezabê nehatina te re sîng bi sîng dimam her kêlî,
heylê nemayê!…
Ax diaxiya
kevir diheliyan
ji semaxa bendemayina te.
Sîng diqelaştin roj bi roj,
dibû berate kezeba min
di nava nehperoşkên sîqalkan de,
mîna Prometûsê hemdem
tûşî karesatek ku bi destê te diafirî dibûm!
Lê ne tu ew xwedayê ku hatibû xezebê bû yî
ne jî ez lehengê revandina agirê azadîyê bûm.
Naxwe em yên sezakirî bûn lêê?!
Belkî ‘Sindoqa Pandora’ me vekiribû
asoxî jî hemû kirêtî ji me re derketibûn!…

Li ber mekeve Yasemînê!
Helbet dê rojekê tovên ku me çandibûn
Dê aj bidin li ser vê axê.
De fermo
ha ji te re qeflek beybûnên ji bexçê dilê min
yê ku ji tîna te beherîye,
ez ê jî bîskekê
derengmayina kulîlkvedana te biponijim.
Bila rondikbarana min î ku axa derdora te dinermijîne
bi çavnebarî temaşe bikin hin strîyên dexsok.

Va ye dîsa serencama keserên min
li ber dergeha dilê te şerpeze dibe.
Dilînên min di nava man û nemanê de
lava dikin ji dahatûya min û te re.
Roj bi hemû rewneqiya xwe ya li pişta çiyan
di mûfirka hilatinê de
bi bişirîn firîna çûkên ji lîsên germ dipê.
Min ji meh û salên ku bê te bihurîn dîrokek nivîsand,
dîrokek ku lehengên wê tim têkçûne li hember pêkutiyan,
lê bi sond emê ji nûv de binivisînin vê dîroka malkambax.

Ji siûda te re mizgînxêrkek dihêwire
ser kulîlkên te yên kovanbar,
bi comerdî turkê xwe li ber te vala dike:
“Ka tê çi hilbijêrî ji xwe û bengiyê xwe re?
Ji kerema xwe re têxe buxçikek rehelê û binxet bike,
da ku mirazê mirazxwazan pêk werin.”


PÊŞNIYARA ZEWACÊ

Dixwazim
Bûkaniyeke simspî
Li serwîbejnê bikim
Ji zozanê dilê xwe
Kulîlkan bidêrim
Da bikim taca keybanûyê
Dixwazim
Ji tîrêjên rojê bi îsîntir
Ji zeriya simbilan zertir
Kemberek zêrîn
Li takrihanê bialînim
Dixwazim
Ji kûrahiya oqyanûsên fetsîner
Morîmircanan
Ji kûreyên volqanên teqiyayî
Almastan
Li gerdengazê rêz bikim
Dixwazim
Li qesra evînê
Hetahetayê
Bextewariyê
Bi te re binoşim
Gelo tu çi dibêjî delalê?


HEZÎRANA HEZRINGÎ, TU Û DARA GÊLASÊ!

Di hezîraneke hezringî de tu çûbû
Hez û hizn hizhizandibû
Ew dara ku te çandibû
Ya gêlasê
Û ez
Yê di wî bexçeyî de asê
Hindik ma tîrê sorbûnê bihingivê
Tê jî bê heta wê demê
Belkî tîrmehê
Nav vî bexçeyî
Min derxî ji vê xemê
Û wî tîrî ji vî dilî…!


 

PEL FIRÎ

Xatir xwest pel ji darê
Pel firî
Dar ma xalî
Bindar xumrî xumrî
Digobile arzebayî
Xweza xayis
Şev avis
Ferfecîr ber davêje
Li keviya vî xopanî
Ez derbxurê li vî Sîpanî
Tu jî derdxura li biyanî..!

FINCANÊN FERFÛRÎ

Min du fincan hene ferfûrî
Tu bê, radixim ecem û mehfûrî
Navêm bo qehweyê şekir û qend
Heta ferfecîr em vexun hûrî bi hûrî

Nehatî, mam heta destê sibê
Bi dilekî tarûmarî, şikestî
Xeyidîm ji dinyayê, her tiştî
Jiserxweçûyî serî datînim tenê

Fincan man vala li dîwan
Xeyal û xweşî çûn ji waran
Ji wê şevê ve terkîdiyar im
Bûm evdal li çol û çiyan..!


SERWEYN

Li erdnîgareke jîndarên ji ber janên jakaw jan didin
dîsa tu derketî ser dika
ku perdeya wê tenê ji bo lîstikên trajîk vedibin

bi replîka xwe ya yekem re
nijdeyî seqara min ya berba dikî
jest û mîmîkên te
tirsê dibizdînin gidî!

buxr digire şûşeya dil
ji ber agir û xezeba
ji dev û çavên te dibarin
demildest li ser şûşeya derizî dinivîsim:
“Piştî Çûna Te”
”Êşa Dil”
”Evîndarê Têkçûyî”….
“Jêrenot:Lîstik wê hetahetayê li ser dikê bin,
herkes vexwendî ye.”

xwezî li min şiriqandin
şirqîniyên ewrên şerûd
sernişûvî erdê bûm
li der ve şirrîniyek
di dil de bilqîniyek
ditefin şewqên rewnaq
dibin marê kor hemû dekor
tên rizqên paşîvê şevrevînk
xwezî margestiyê ziyayekî bam
berateyê li ber direndeyekî bam
hêsîrê Hemedanê bam
lê bila tenê ne yê te bam!


PANTORÊ KOT KEZEB KOT
Ji bo hemû karkerên mexdûr

Mirin!
Xwe li me ragire hinekî tu bi xwedêkî!
Jixwe benê te di stûyan de şidandî
Li benda me ne gorên sar î kolandî
Em hemû rêwiyên riya te î bêveger in!

Patronino!
Têrnexwarino!
We,
me xapand bi gotinên birqonekî
We,
me derxist ji warên me î bihuştîn
We
me xist nava dojeha toz û xubarê
We,
me ….
Lê sal li me nedizîvirî
Em,
jar dibûn
Hûn qelew
Em,
nexweş dibûn
Hûn kêfxweş
Em,
kêm dibûn
hûn zêde…!

Sîlîkozîsê!
Hey malmîratê!
Te,
çi ji me û zarokên me xwest?
Te,
weşand pelên dara jînê!
Êdî,
Derman bê havil e
Bijîşk heyirî
Kezeb qulqulkî
Zarok bê xwedî…!

Kevirno!
Xayinino!
Pêlîstokên zaroktiya xêrnedî
Sersedema heriya destên tifal
Çavkaniya xarik û xanîkan
Lê,
niha
bi we gewr dibin pantorên kot
û we dil li me sot!


ŞEVA DEMANKIRÎ

Newayên straneke ku ji hesreta te
Min ji dilê xwe yê tengezar afirand
Dinuhurînim îşev
Di her newayekê de şaneyên hezkirina min
Ligel romansekê dansê dikin
Şane û hezkirin zêde dibin
Xwe daqûlî şetê şerbeta şekirlêvan dikim
Laş dibe êtûn
Bi livên tiliyên te yên dermanbar ditevizim
Mîna gamasiyekî noqî deryaya husnacanê te dibim
Diqetînim toran
Ditewînim metranan
Lê nafilitim ji tîrên kujer yên çavên reş
Li keviyên peravên te dixim mirarokî
Îşev ji me re demankirî ye heyveron
medcezîr li ser hesabê me
De yela
Tu kêr
Ez penêr!

Jiyana Gernas Roderîn