"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Kadir Çelik

Kadîr Çelîk di sala 1964’an de li gundê Omê, bi ser bajarê Konyayê ve hate dinê. Di malbateke girêdayî nirxên nasnameya Kurdî de mezin bû.

awirên zelûl

şev bi xewrevîna min şa dibe
û êş tîbûna xwe
bi xwîna xewnên min ên şêlû dişkêne
asoyên çavnebar
xwe ji xatirxwestineke
ji devê xencerê diniqute re
amade dikin
poşmaniyên min li xwe mikur tên
yek bi yek
di qefesa min de
dengvedana pêlên deryayeke del û dîn
û ez careke din
di lehiya xweziya dîtina awirên te yên zelûl de
dixeniqim.


Bêhna bihuşta sînga te

Ji dilê peyvê dimêjiyan
Vegotinên te
Çîrokên te rûyê şevan
Didan kenandin
Û te
Li ser çoka xwe
Em hînî xewa balgehên perinî
Dikirin
Paşê
Paşê destên te li ser rûyê me
Û em bi sermestiya bêhna bihuşta sînga te
Diketin xewê
Yadê can.


bi qasî dayikekê ji te hez kir

min bi qasî welatekî ji te hez kir
kenê te
rizgariya ji hemî êşan bû
min bi qasî birînekê ji te hez kir
jana birînê hawara gelê min bû
min bi qasî berbangê ji te hez kir
tîrêjên rojê pêşî awirên te radimûsin
di sehera her sibehê de
min bi qasî dayikekê ji te hez kir
şabûna te
her carê hembêzkirina dayika min bû.


Buhar li benda me ne

Di hêza xîmava helbestê de
Bixeniqîne
Bêzariya hêma û nîgaşan
Bi destên peyvê bigre
Û rake
Xewn yên me ne
Xeyal yên me ne
Û sibehên rû bi ken
Yên me ne
De bilezîne
Bîst bi bîst
Kêl bi kêl
Bidrû
Xirxalê berbangên
Bedew
Di hemêze de
Baxê nêrgizan
Buhar li benda me ne
Ji zivistanan wê de.


çavên yarê

ey heyva çardehşevî
hemî sondên min ji te re xwarî
ji bîr bike
helbestên min ji te re nivîsî
peyvên li ber ronahiya te rêzkirî
ji bîr bike
hemî pesnên min ji te re dayî
derew bûn
bedewî
çavên yarê ne
du deryayên
min xwe tê de
jibîrkirî.


Çil salî berî vê

Çil salî berî vê bû
Çil salên dûr û dirêj
Min maçên xwe
Li ser lêvên te jibîr dikirin
Destên xwe
Di destên te de
Peyvên xwe di çavên te de
Hiştin
Çil salî berî vê bû
Çil salên dûr û dirêj
Min nîvê xwe
Li ba te dihêla
Û berê xwe dida
Pencereyên şikestî
Dergehên jibîrbûyî
Bajarên bênav
Asîmanên xemgîn
Li tarawgeha
Ji hemî dûriyan
Dûrtir
Çil salî berî vê bû
Çil salên dûr û dirêj.


Çîrokên berpêsîr

Tiştekî meke
Vê êvarê
Hemî xemên xwe
Li keştiyekê bar bike
Û berew bendergeheke bê nav
Araste bike
Paşê
Sitranekê binewhirîne di ber xwe de
Da ku
Çîrokên berpêsîr
Yên di dilê te de
Ji sawa mirinê rizgar bibin
Yek bi yek.


Demsala xwînê

Şaxên daran xirxalên cihêreng li xwe kirin
pînpînik pelên gulan radimîsin
Avzêm lehiyên jiyanbexş diherikînin
Bi ser dilê deştan de
Xweşbûna bêhna rihanê
Pûng û zîrfûnê ye li her derê
Dem buhar e niha

Di dilê min de êşa Cîzirê
Birîna Sûrê
Jana Nisêbînê
Tu bi xêr hatî
Ey buhara rengîn
Tu bi xêr hatî
Ey demsala xwînê.


Gewriyeke Serhedî

Dixwazim
Di gewriyeke Serhedî de rakevim îşev
Di hemêza kilameke sedsalî de binalim
Û şîna hemî evînên neçûne serî
Bi tenê bigerînim.


goristanên nêrgizan

dayik di hembêzên xwe de
goristanên nêrgizan dilorînin
û li ser lêvên şabûna welatekî
bişirînek dimire
di şevê de bêdengî
di berbangê de lalbûnek heye
û çavên demê kor in
de bêje ey tirs
ey xemsarî
ey xafilî
ka kolana xwekuştina keskesoran
ka zeviyên gulgenimên serjêkirî
ka darbesta têkçûna bajarên biskjêkirî
de bêje
ka guleya dawîn.


Kilama di sînga şevê de

Kilamek dişewite di sînga êvarê de
“Ehmedê mala Mûsa çi xweşmêr e pehlewan e…”
Tizbiyeke kehreban
Qutiyeke titûnê
Û evîneke birîndar jî dişewite
Di nav kavilên Cîzîra Botan de
Bi qasî Bedirxanekî dersînor im
Û bi qasî Memê bê miraz im ez.


Koçberî

Balinde difirin
Bê dem
Çend pel diweşin
Ji şaxên darên
Ji buharan xatir xwestî
Bayekî hêrstûj
Deriyê
Xaniyekî wêran
Diqirçîne
Jinek
Çend gulan datîne ser tirbeke
Nûkolayî
Jiyan
Koçberiyeke berxê min
Karwanekî bê serûber e
Berew asoyên
Biyanî ve.


kulîlkên ji kenê zarokan

erê welatek di nav dax û dûmanê de bû
bajarek di nav keftûleftê de
kulîlkên ji kenê zarokan vedikir li kolanan dîsa jî
û dîsa jî siwarên evînê
hespên xwe dibezandin serberdayî
darên azadiyê aj didan
di kefa destên egîdan de
dem
dema şabûnê bû
dem
dema gulvedana bihara min û te bû
lê hêviyên me
di nav pencê zivistanên har de dima
her dem tu dizanî.


li benda te me

bêhna kevzê
qêrîna qaqlîbazan
ewrên lezgîn
û pêlên avê ku zinarên lal dalastin
bayekî hênik
kilameke zîz dikêşa ser lêvên perava behrê
keştiyek bi dûr diket ber bi asoyên çûyînê ve
destê jinekê dihejî li pey keştiyê
û bi lêvên zuha
di ber xwe de dipispisand
“ji bîr meke, ez her li vê derê me”.


Newhirîna awazên LAL

Kenê te li ku derê
Dizengilî
Ev der qublegêha min bû
Her cîhê ku bejna te lê dixuya
Perestgeha xwedawendên evîna min bû
Êvarekê tu çûyî
Li wî cih î
Çavên min man di pey gavên te
Heşên min yên tevizî man
Di lepê hemî pirsên bê bersîv de
Û
Bêhna xwedana te ya westî
Ku êşên birînê dihedandin
Awirên te
Yên di asoyên revê de daçikî
Xalxalokên ji buharê sêwî
Bajarekî xwekuj
Xewnên şêlû
Û nehwirîna awazên LAL ma
Di pey te.


Nisêbîn

çîrokên qaçaxiyê
zêmarên di pey çûyînên bê veger
û reşgirêdana dilekî ji çar parçeyan
didim aliyekî
çend ramûsanên hesretkêş
bi têlên sînorên serserî de
dadiliqînim
çendek ji te re ne
ey Qamişloka evînhez
çendek jî
ji bo te ne
Nisêbîna serhildêr.


Qala te dikin

Bêhna nêrgizan
Gemara bajêr dişo
Û kolan bi kolan
Qala te dikin
Guldankên ber penceran
Sazbendên şevbihurkan
Kilama te distirên van rojan
“xemilî zozan û bi me re keniya”
Dîsa dem buhar e
Û dizanim
Ev bajarê tagirtî
Xwe ji hatina te re
Amade dike
Careka din …


rûpeleke nû

de bila kuliyên berfê bes ramûsin
camên pencereyên te
mûmekê vêxe
çavên xwe bigire
hemî xweziyên xwe
bi bîra xwe bîne
û peyvên te li zimanê xwe qedexe kirî
ber bi asîmanekî ji rengê çavên te ve berde
hezkirin
hezkirin
hezkirin
evîn
evîn
evîn
de bizivirîne lênûska êşê
û dest bi rûpeleke nû bike.


tenê tu hebûyî

îşev min xew ji bîr dikir
êş ji bîr dikir
hemî wêneyên xatirxwestinê
ji bîr dikirin
goristanên ku axa xwe bi bêjinga xerîbiyê dibêjandî
ji bîr dikirin
tenê tu hebûyî îşev
mîna berbejnekê
bi stûyê şevê de hilawestî

Jiyana Kadir Çelik

NIVÎSÊN BALKÊŞ