"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mehmet Saît Arzû

Di sala 1981î de li gundê Xirbizilê ya Xa­na Axpar (Çinar)a Amedê ji dayik bû. Dibistan li gun­dê Xirbizilê û li navçeya Xana Axpar xwend. Di dû re li zanîngeha Cûmhûrîyetê beşa Civaknasiyê kuta kir.

ZIMAN Û WÊJE

Her bijî ji te re wêje ya Kurd
Te ji me re vê destanê vegot
Bi zimanekî pir xweş
Dilê me kirî geş
Her bijî zimanê hêja
Ji me re tim dîrokê bêja
Bila zar û nevîyên me her car
Ji dijmin re bivin pêtê ar
Dîroka xwe ji bîr ve nekin
Li hemberî dijmin çeka li xwe bikin
Di her demê de bibin yek
Ji xeynî xwe kesî nekin beg.


BÊYÎ TE

Îro dîk û mella berî ya te bang kirin,
Tu tune bû.
Roj hilat
Û cîhan bêyî te ronî bû.
Tîrêjên rojê çiqasî bilind dibin,
Ez bêtir bi tenê dimînim
Û hêsirên çavan bêdawî dibin.
Ditirsim vê sibehê li pêy te şibaka vebikim
Naxwazim bayê tu bêhna li pozê min bikeve
Dibe ku bêhna te jî bi xwe re bive û here…


BÊWEXT

Îro biharê pel weşand
E wê bêstar bimînin
Dar û ber
E wê tava havînê ya tûj
Bi dijwarî bi şewitîne
Şivên dara yê ku tazî mane.


YEK LAŞ DU PARÇE

Îro erd û ezman ji hevdû qelişîn
Mirovatî rûçikî heta bi hetayê
Ne ku laşêmin bû ji hevdû kiribûn parçe
Fedîya cîhanê bû li ser laşêmin hûr hûr kiribûn
Û li ser çend bajarên Kurdan belav kiribûn
Ji du bajaran laşê min anîn
Û li bajarên sisêya, li dilê Kurdîstanê
Min dirûtin û kirin yek parçe
Lê rûyê cîhanê çirandî ma
Nehat dirûtin
Û ew ê êdî tu carî nehata dirûtin..!


DAYIK

Tu dayik ne dayikê sebîyê xwe bi tenê ne
Ew dayikê hemû cîhanê ne
Ji ber ku hêsirên çavên wan gerdûnîne
Qermîçekên ser çavên wan dişibin hevdu
Ji ber ku êşên hemû mirovan dikişînin
Ka biner hela;
Dibinê sîya qermîçekên çavê wan de çi êş veşartîne
Ka biner bê çend hêvî û xwezîyên xwe taloq kirine
Gello bê çend êş,
Di rêya hêsirê çavên wan de kevz girtine
Ma ew ê çawa nebin dayika Ûxûr û Ceylanan
Ew ê çawa xwe li bedena Ekîna delal nepêçin
Qey ew ê zarokê dayika Taybet bi tenê bihêlin
Ma ew ê nebin dayikên şehîdên Roboskî û jêrzemînan
Ma dibe Rozerînê bêmezel,
Û Cemîle ya xwe di sarincê de bihêlin
Ka dibe pitika Mîray û kalê wê li rasta bihêlin
Ew ne dayikê mirovekî bi tenê ne
Ew dayikên mirovahîyê ne
Ew dayikên kul û êşê ne
Ew dayikên hevdû ne
Ew dayikên hemû cîhanê ne…


BIRA

Tu birakî wek serwetê
Çû xelasîya dewletê
Li ser çîyayê Mûnzûrê
Şal û şapik çi li te tê
Birê min tu nozdeh salî
Gotinên te wekî pêncî salî
Bav û dayika te dinalî
Tu çû ew ketin vî halî
Hewar li min bira bira
Tu çû oyna mizawira
Te xistin lepê xwînxwara
Kes nema heval ji min ra
Şev û bi roj benda te man
Dîsa nehat hewar eman
Me te qet ji bîr ve nekir
Cab ji mer hat ji hêla zozan.


BANG

Ez nizanim bê tu jin î an jî mêr î
Nizanim ka tu yê bi kîjan qêrînê dakevî
An jî bi kîjan êşên mirovî tê ji cîhê xwe derkeve
Ev çi bêhn firehî ye min fam nekir
Ma tu naêşe bivê êşa sed salî
Ma tu nabînî welêtê bûye çend parçe
Naaa na!
Qey qêrîna dayikan jî nayê te
Ew dayikên bi êşê xwe re bûne yek
Ew qêrînên lâl
Tu nabihîsî ciwanên wan;
Ê ku di temenê bûk û zavatîyê de kuştin ne bes
Lîstikê zarokên wan nîvco hiştin ne bes
Ne bes pitikên wan di hemla dayikê de xeniqandin
An jî nehiştin dayik biwelidin
Ev çi sebra zêde ye
Navçe, bajar, welat ji binde hilweşandin
Ma tu nabînî
Hêvî û xeyalên mirovatîyê ji binde qut kirin
Xweza û gerdûn mat mane,
Ji ber vê êşa sed salî ketine şîngerîyê
Ma tû li kû derê yî,
Ey nizanim çi?!


BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ

Tu çûyî
Ji bo Sûra qedîm
Tu çûyî
Ji te girantir êş nedîm
Tu çûyî
Ji bo parastina dîrokê
Tu çûyî
Xew neket çavên min şev û rojekê.


BÊHÊVÎTÎ

Çû dê û bav
Tevlî nasên gir û hûr
Hemû bi rêya xwe avêtin gav
Ji me re hiştin birînên kûr
Êdî nema tu hêvî û di çavan de av
Aramî ji me ketîye dûr.


REZ BERDAN

Tirî ji nav rez anî
Mehsere li hewşê danî
Şîre û dims, pelûr û qulpik
Pir xweş e li berojkê xanî.


KAWA YÊ HEMDEM

Ez im Kawayê hemdem
Hertim bi gelê xwe rem
Min rijand çavên dijmin
Êdî naxwim tu xem
Kawa ne yek kes e
Yê ku bi gelê xwe re be herkes e
De bivînin zilma dijmin
Serê xwe rakin êdî bes e
Haydê em tevdi bivin Kawa
Heyfa gelê xwe bigrin awa
Netirsin û hêza xwe bi yek kin
Bila cîhan bivîne jin û lawa
Em Med û Asûrî ne
Devê dijmin tev bi xwîn e
Çend dem û dewran jî here
Tola me li erdê namîne.


DENGÊ ELÎ

Dengek hat ji dûrî
Xwe gîhand birînê kûrî
Agirê dilê me hinekî bihûrî
Lê belê bi timî venemirî.


HÊVÎ

Çiqas tarîya şevê ba jî
Min rûyê te ji xwe re dikir tavehîv
Û tu çiqas kûjerê hestên min ba jî
Min di bexçeyên dilê xwe de,
Te ji nû ve diwelidand.


RÊWÎ

Di şevekî werê dirêj û serma
Te bizotê agir li dewsa xwe hişt
Û tu bi rêyên dûr çûyî
Bi temenekî biçûk
Û bi bîr û bi bawerîyek mezin
Rêya te, rêya we vekirî be
Temenê we dirêj be rêhevalno…


VALATÎ

Li hewayê daliqandî dimîne,
Kîteya dawîyê ya ji ziman dikeve
Û şev,
Bi bêdengîyek vala tê bin ax kirin.


ÇÛN

Ziman û lêvên lerzok
Bêdengîya şevê çirand
Û
Wateya çûnê
Xwe bi dilê dayikê re sotand.


ÎRO

Belê ew roja din
Ew roja nû
Ew roja ku hêvî û hêz namîne
Ew siba,
Îro ye
Îro ji roja berxikê dayika ye
Îro erd û ezman kerr û lâl e
Îro qêrînê mezin bêdeng in
Îro dilê xwişk û dayika,
Bi bizotê nemir dişewitin
Îro gotin ne ji zimanan,
Ji çavan dikevin…


EW ŞEV

Ew ê şeva reş û dirêj
Birînên pir kûr vekir
Di gelek dilan de
Û ji xwe pêv
Hemû roj jî bi reşayî ya xwe pêça
Wan jî bi xwe re kir dûr û dirêj
Şev û roj tevdi bibûn yek,
Lewra êşên hezarî bibûn bêdawî…


Jiyana Mehmet Saît Arzû

NIVÎSÊN BALKÊŞ