"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mele Mehmûdê Yûsifî

Mele Mehmûdê Yûsifî kurê Mela Mistefayê kurê Mela Reşîdê kurê Hecî Mistefayê Kurê Yasînê Kurê Şêx Yûsifê Kurê Şêxoyê Berwarî ye. Ew li sala 1329an mişextî û sala 1929an zayînî hatiye dinyayê.

REDDA ŞIRA CEGERXWÎNÎ

li min îro temaşa kin ezê rû bidme tewylê
me dil îro birîndare ji rengê Quds û Erbîlê
eger guh bidne min îro ezê rahijme te’lîlê
ezim pîrê muxan îro tu guhdêre li tefsîlê
çi kim îro bi Tewrat û bi Furqan û bi Incîlê

heçî îro xwe bavêjn hîlakê ew ji bo wa ma
rica guft û xebatê çû ne dunya ma ne ‘uqba ma
’emel rabû ji bil navî nema ew jî ji şerma ma
Ne Mûsa ma ne ‘îsa ma ne Zerdeşt û ne Taha ma
kufir nîne di vê wextê bi hukmê serf û tehwîlê

hudûs û neşeya zatî di gel ya ‘er di û ‘esmanî
eva bê şerh û bê haşî ji ba ‘eqlê xwe dê zanî
teselsul nîne dê çawa bibê bo çerx û insanî
nehin pêşî nehin paşî hudûs û hem qîdem kanî
ji ‘alem re nehin şahid bi tesrîf û bi tebdîlê

muezzir dê kevit ‘eqlî ezer wextê ku bit mewcûd
xîyalê zû bibit zahiq bi quuwa mudrika mew’ûd
texeyyur kifşe bo her kes eve qewlê te bû merdûd
kîye xaliq kîye raziq kîye me’bûd kîye meşhûd
dused Ruhulqudus bêtin ji şekkê nayê tebdîlê

tebî’et ger biba xaliq mirin ma bo çi bû seyda
we ya herdem diva dunya li yek rengî biba peyda
feqîrî têrî neqzin bo kelamê te di gel beyda
eger raziq heba kengî belengazî dibû peyda
tebî’et xaliqê rûhê mucessem nûrê qendîlê

‘ecîbê qey tu nabînî ji vê baran û vê bayê
ji ‘eqlê xwe biprse ey bira beyhûde ev nayê
çima neqdê dikê hetta di emrê dîn û ‘uqbayê
bese eî ‘almê nazan temaşa nakî dunîayê
bi vê gerrê bi vê dewrê bi vê teswîr û temsîlê

dibînim pir di vê rêka me bê sebr û meferdarî
ji bo ‘eynê ‘eqîdê hem bi neqd û pir zererkarî
di heqqê ‘alimê xeybê cesûr û hem xebersarî
heçî tiştê esl nîne çima pir jê xeberdarî
tu vî tiştî qe nas nakê bi tekrar û bi tehsîlê

‘edem anî ûcûdê ne’j heyûla ev yeqîn bûye
ji pişkên afîtabê paşî ev ‘erda me çêbûye
çima fikrê tu nakê kî di vê rêka te dîn bûye
hemî ‘alem ji yek nuqtê muheqqeq aferîn bûye
kîye kafir kîye muimin serabe hukmê tedlîlê

rîya ehlê Xudê pêşî cîhad û hecc û zemzem bû
di pêre em ketin derda cihê êşa me herdem bû
xebatê lê bikin ya ku me dîtî kuştin û xem bû
bizane ev demên borî heta îro cehennem bû
eger bighîn Merîxê ew bihşte mezhebê qîlê

dibînim tête tedbîrê mebanî der kelamê raz
ji tefsîla me tê zanîn muhimmatê me bê i’caz
ji ‘eynê remz û tehrîrê me zanî dê çi kit demsaz
wekî min gotine pîrê Cizîr û Hafvê şîraz
serîhê wan temaşa ke meke bawer bi tewîlê

ji cobarê xema va Yûsfî îro li xwe ser da
li alîkî dinêrî komela va fêris û merda
li alê dî dinêrî tevde ew mane di bin derda
Cegerxwîn bû ji ber derda me dîn û hem cîhan berda
nikarim ez yekê bigrim bi tercîh û bi tefzîlê

eger bişkul di nêv çola pezî bo me bidê zanîn
cihê linga di sêlakê ji mer pêşan bidê borîn
çima ev ‘erd û ev ezman çima ev sarî û germîn
bi pêşanî te nadin xalqî ey ‘almê bêdîn
bibêje ka heye tiştek werê cî bê bi şuxlî lê.


EM ÇÛNE MÛSIL

em çûne Mûsl bê derd û bê kul
ketim seyyarê teşbîhî bilbil
li ser me bû sih bê war û bê cih
bê gaz û ihih em tev şil û mil

nasîbû min yek bê ‘eyb û bê şek
gava min ew dî wî gote min hek
meûvî mêvanî ha tu çewanî
ez çûme banî wek hacî legleg

subehê zû em tev bûne hemdem
mela me bir ba ‘Ebdlla Sersem
go bîne xestê raçêti bestê
me bir êxstê bê derd û bê xem

nageh min dî gul min dil tev bû kul
bê qîr û gazî nalîne bilbil
der xestexanî ez çûme banî
çû kaxid anî duxtora bê mil

em çûne xurfê bê şer’ û ‘urfê
duxtora beden teşbîhî berfê
mezbete anî qelem ser danî
dil jî deranî bê şor û şerfê

gava hilwesta zû çûme desta
lê ku wendabû destê min besta
zanim diktore pê naz û tore
min ser da jore rabû rawesta

der xurfa navê ez çûm silavê
wê weqt û gavê dil xiste davê
ser sing û berî tênî ji merî
misk û ‘unberî as û gulavê

gava em meşîn min dil tev bû xwîn
hatin ‘erebê bi qîr û nalîn
rû çû ber ava dil ma der dava
min da silava diktora şêrîn

roja dî fecrê ez çûme devrê
ketim ‘erebê qîrîna şe’rê
hatim rawestam lê dûr û dewam
bi qîr û alam nakêşim sebrê

gava hateder min ten kêşa ber
singa me vekir Marîya sister
go ev evîne derman tu nine
min go bê kîne derman tu dilber

derdê me zanî ez birme banî
hetta se’et neh ez hiştim wanî
nûka min dî xweş va hat û rûgeş
hetta se’et şeş danîme banî

dilber wenda kir rengê biharê
lê ç’bikem gule esîrê xarê
der şehnşînê teşbîhî Zînê
xistim nivînê dîdara yare

der roja înê em zû meşînê
ez çûme xurfa wê sur şirînê
xanim min nedî ez mam bê xwedî
da ser kebedê tîrê evînê

(fî yewmî ssebtî beynel’ewamî
ma şufna şeyen mînelmramî
fî yewmî llehdî fuzna bîass’dî
‘izzîn we micdîn ‘îndeddewamî

yewmelîsneynî bîxerî meynî
tuftu mîraren beyne l’eyneynî
sistr Marîye bîisdqu nnîye
ewhebet lîye wste lxeddînî)

bi qîr û nalîn der hemî ‘erda
sistr Marîya dil xiste derda
nê ez Racîme bê war û cîme
xortê kurdîme min dunîa berda.


NAZKA KURDÎ

ey keça kurda û nazik dilbera rind û şirîn
ey xudana wa dev û lêvê ji rengê hingvîn

ey şepol û dilbera razayî pêşber vî gelî
ey delala ku te pir kirye di mêlakê birîn

ev sih û pêncin ji sala ez evîndarê te bûm
lê eva îro di dil de nû vejen bû ew evîn

hingî ew bûbû hezar û nehsed û penca û yek
va niho heşta û şeş nûka li min kul bû birîn

şerbeta lêv û deva min têr vexwarî jê gelek
bax û bîstanê te yê çîçek gulî em tê meşîn

çawe dê’j bîra me çê wextê hinarê tey şirîn
min bi va lêva dimêhtin ew şeraba sar û hîn

min niha nû tête bîrê piştî ku pîratîyê
kûnikê xwe ser me danî lew ji çava tê girîn

min wekî xemla te dî çavên melûl bûyîn di reş
her wekî bûka bi xurtî bidne şû qîrîn û şîn

ev melûlî min dida ber wî kenê rengê sibê
nû di dil bîrhatinê min rengê burkana kelîn

destê kotê ser te danî ey keça rind û ciwan
çend hebûn hîvî di dil de wî ji dil tevde birrîn

kanî ew bêhna te ya xweş kanî dêmê sorgulî
kanî ew nisrîn û nêrgiz tevde îro çilmsîn

kanî seyranê bihara ka demên tevde xweşî
kanî ew dahol zirne ka kemaça dilhejîn

kanî ew govend û dawet ka civatê tey tijî
tev ji nêv te rakirin îroke bayê pelweşîn

Yûsifî ma ger tu bigrî bo keça rind û ciwan
kê bibê şerme ji bo te qîr û nalîn û enîn.


KURDÊ BIRA MEYZÊ LI TARÎXA KEVIN

kurdê bira ey zane û hişyarê kurd
ey roleyê barzanî û adarê kurd

meyzê li tarîxa kevn da zanibin
ya ku di vî ‘erdî kirin kevnarê kurd

meyzê li mîdî û gotî û mîtanîya
meyzê li nehrî û xalidî û sobarê kurd

meyzê li kardox û li kehgirt û li wa
dewrê berê da nas bikê dijwarê kurd

ê rengê Eskender di vî ‘erdê me de
çawa şikestin şûnde hiştin warê kurd

guhdêre Ekzenfonê yewnanî dema
hezkir ku ew rêkê bixê aqarê kurd

da bo te bêjê ya ku wî dîtî ji wa
çawa li wa tarî dibûn rêbarê kurd

da bo te bêjn ferşik û dewsê kevin
ku Babl û Somer ketin bin barê kurd

da bo te bêjn leşkerê Aşorîya
çen ca şikestin pê kulng û darê kurd

kurdê bira meyzê li va çaxa niha
meyzê li renc û kuştin û azarê kurd

meyzê li zozan û li çend deşt û çiya
meyzê li kor û şeht û çend bêçarê kurd

da bo te bêjin ku di va çaxa çiqa
keftin çiya şîrîn û hem nazdarê kurd

da bo te bêjin ya ku wa dîtî ji ber
destê neyarê xwînmij û xeddarê kurd

da bo te bêjin ka bi destê dujmina
çendî xirabûne ji gund û şarê kurd

da bo te bêjin çend ketin çol û çiya
zar û jin û kal û keç û bêkarê kurd

ta ev cîhan bo wa hemû tev rahejî
hatin bi lez giştin hemû hawarê kurd

ta ku niha jî va ji pîlanê diza
rencê dixun Kerkûk û hem Sincarê kurd

rencê dibînin Xaneqîn û Mendelî
Hmrîn û Toz û Kufrî û Kelarê kurd

‘edrê me dê giştî bidin yan dê hema
bêxin di qelş û kurtik û rûbarê kurd

çendî dizanin ku di Kurdstanê va
rencê dikin her çar mila bêçarê kurd

zanin li Tirk û Sûrî û îranê ew
hewlê didin winda bikin asarê kurd

lê pa kurê wa jî dikarin raserî
‘erdê xwe da rahjne can bêzarê kurd

hingî emê destê xwe din destê gişa
ta ku bikin aza çiqa aqarê kurd

kurdê bira herdem ji ber pêşkeftina
vî milletî keftîne rê beşdarê kurd

îro ku em vî wextî tev bûne bira
mestir dibin nûka nê berpsyarê kurd

bêhtir divê bê tirs û hem bê paşketin
ser vê herin tev karker û cotarê kurd

ger em hemû yek bin ji bo azadîyê
dê sergirin çend gotin û kiryarê kurd

rêka xwe dê bigrin di nêv xelkê de nû
bê tirs û şermî xwendin û gotarê kurd

nûka emê ‘erdê gişî ronî bikin
pê zane û rojname û kovarê kurd

dê xweş bibin nûka di vê ‘edrê me de
gav û dem û roj û şev û êvarê kurd

roja bibit dora bizav û heyheyê
qet muhletê nadin kesî vê carê kurd

qey wa nedî ku şorişê tev şehkrin
zûka ji deşt û sînger û bajarê kurd

nê tevde dîtin ku neborî heftîyek
me’l kes kirin çawa ji nêv aqarê kurd

sed sed ne ku belkî’b hezara dîl kirin
dujmin di nêv aqar û gund û şarê kurd

kurdê bira çava vekin da zanibin
kîne neyar û kîne dost û yarê kurd

kîne divin kurda bixun bê mirwetî
kîne ewê roj û şeva xemxwarê kurd

dujmin bi sed rengî niha hewlê didin
şeqkin ji hev pûla ber û dîwarê kurd

ew dê yekî bigrin yekî berdin ji bo
yek yek ji ber hevdu belakin darê kurd

çaxê ji dest kurda diyar bê xurtîyek
hingî biha tînin ziman û zarê kurd

wê çaxê ew bê hemdî dê bakin bira
xweş kin li ber çavê xwe germ û sarê kurd

ê ku bi dostanî werê kurda ewê
bînê çiqa nerm û xweşin guftarê kurd

lê ê bi zordarî bivê kurda bixwê
dê wî bixun hirç û gur û keftarê kurd

gelyê me dê pirsin ji laşê dujmina
dê têr bixun çend gornebaş û marê kurd

şapa me dê wa tev bikê kom û bibê
ser wa de bên lat û kuç û dîwarê kurd

ê ku werin ser me bi dîl û koletî
dê bidne ser wa reşme û hefsarê kurd

îro di vê rêkê bir û bir danerê
ey Yûsifî tev zane û hişyarê kurd.


EM KIRN DU CÎ

nesaxê me ji nû marê mezin gest
rîya jîna xweşî wa ser me da best

gunehkara niha destê xwe da hev
welew zûve di gel hevduye wa dest

heta ku em di gel hevdu hevalin
çlo dê jîn gelê dunyayê serbest

te dî tevde gişa destê xwe kir yek
dema ku hindeka mafek ji wa xwest

ji ber vê em kirin îro du alî
hina cî qesre hin dî gor û darbest

hinek danîne burcê şehneşînî
hina cî kirne ser kendal û ser best

ji birsa hin li va çola dinalin
li şîratûnê hindek bûne sermest

li modêla siwarin hin şev û ro
hina ser rêveçûnê pê li wa şkest

ji destê kê eger dolar xuyabin
ji her alî te dî xelkê kirin qest

kulê me Yûsifî’l bîra nehştin
ne goranî ne heyranok û helbest.


HERDEM EVÎNDARÊ TE ME

dunya li min bû hat û bat
dujmin birin tev deşt û lat
ta em nebin yek ey welat
nabînin em rojê hilat
ger em nekin şol û xebat
nayê ji dest dujmin felat

herdem evîndarê teme
gorî ber û darê teme
ta ez hebim yarê teme
herdem di bin barê teme
tim kuştîyê warê teme
hetta ku saxm ey welat

ê rûmetek îro hebê
rênas û xemxwarê xwe bî
razî nebê tim kole bê
destê biyanî ser de bê
xwedyê cih û warê xwe bê
dê bo te kit şol û xebat

meyzê çiyayê ser heşîn
serçengê ‘ifrîta birîn
çend leşkerê dujmin meşîn
neşyane te ew tev revîn
lê pa di laşê te birîn
wa derkirin dil pê dipat

ez kuştîyê çavê teme
nêçîrkirê davê teme
kovanê beravê teme
dilgîrê solavê teme
tim sotîyê navê teme
lê pa delîva min nehat

lawê te desta bidne hev
wek ejdera bê tirs û rev
doza xwe bigrin roj û şev
dest û qelem îman û dev
dê ew hemû bînin ku ev
newroz vebû rabû sibat

ey Yûsifî mizgîn ji te’r
pêşmergeya girtin çeper
bestîne tev pişt û kemer
dujmin ji ‘erdî kirne der
fîdralî wa anî ji xwe’r
îro dijî serxo welat.


DIL LI DÛV YARA PÊŞÎ YE

îro me dî berqek veda
dil haletê perwane girt
dunya bi carek şu’le da
dil nuqteya îmane girt

‘alem hemû hatin tema-
şa kes nivstî tê nema
me’j keyf û govend û sema
ev êş û ev lerzane girt
dayim me dil êş û leze
herdem li pê dilber beze
me’j mal û emlak û reze
ev sûretê nîsane girt

sûret munezzeh bû ji lê
qulpandina soza me lê
zû min didî şu’la dilê
min yek qebes nûrane girt

nûra di dil bê ser tune
lewra dewam bê ger tune
yek nuqte jê bê zer tune
lew tim bi êş û jane girt

jana di dil dijwareye
qîr û hewar bê çareye
gul tim di şewk û xareye
bilbil ji lew efxane girt

bilbil seda hatî seher
min dil ji baxî hate der
bê muhlet û sebr û mefer
ew qameta reyhane girt

muhbet hemî xar û dure
dûrî herin tev agire
dil têde bê çeng û fire
ah û keser nîşane girt

nîşanê dilgîra evin
tim wa keser yara kevin
ew sotîyê dîna hevin
lew wa ji bil dîla negrt

ey Yûsifî va dilbera
dil girt û dan ber xencera
zulfên ji rengê ‘unbera
helqe li dor sîmane girt.


EY FELEK

ey felek nê vaye zûve dil te êxstî ‘ezab
ez nema karim bibêjim lew li min dil bû kebab

dil ji min seyrek dikir îro di nêv baxa de lew
wî di bîstana de dîtin rind û nazik bê hîsab

bê hîsab wî dil vepêçabû di bendê lew nedî
carekê min ev du salin ez gihamê bê hîcab

bê hîcab û serbilind herdem divim ku ser bidim
ber xîyala dilberê da bo me bê ‘ilmê ‘Ubab

ka li min heyhate êdî ez bibînim carekê
ew çira hilbit li ba min lew di dil bû inqîlab

wê xîyalê zû ji nişka ez ji ‘erdê rakirim
da li kurdstanê deynê rê me dê cada sewab

nazikê şêrîn qed û bala li min wndakirin
fikr û hiş herdu ji lew xistin di dil sêsed nişab

ev kelam û guft û ken tev tev xîyalê batilin
wek di kanûna diyarin raserî gola hîbab

vaye îro Yûsifî dil tev ji ‘işqê bûye xwîn
dê xebatê lê bikê ta ku werê heqq û sewab.


ÎLAHÎ EZ GUNEHKARIM

îlahî ez gunehkarim ji rê ez dûrketim yareb
ji ’emrê pêşî ta îro hero der xefletim yareb

’emir borî ji şêsta hêj me rû der xefleta kûre
guneh deryayê bê qamin li ber pêla ketim yareb

temambû deftera ‘umrî ji nû min ser ji xew rakir
şev û ro dil di bendê min di behra hîretim yareb

îlahî ez peşêmanim ji ber hubba te burîanim
hewara min tuwî îro çiqa ez dûr ketim yareb

te gotî rebbî (id’ûnî) ezim her mustecîb îro
ji pêta gotina Barî bi carek vêketim yareb

çi tiştê min kirî hetta niho ez jê peşêmanim
tuwî qesta ‘îbadê xwe welê bê taqetim yareb

tuwî melce tuwî mewa tuwî qîbla peşêmana
ezim ‘ebdê te yê ‘asî ji cî ez rêketim yareb

tu Xeffarî tu Rehmanî tu Settarî tuwî Barî
ezim bende û gunehkarim di halê herqetim yareb

bi gunhê xwe dikim iqrar me rû nû wergera yekcar
ji çend gunhê xwe min tobe di kunca xilwetim yareb

ricakarim bi rehma xwe di heşrê min bikê aza
heçî tiştê kirî min ez ji wa va paşketim yareb

dexîlê rehmetim îro tuwî qîbla dexîla her
mi dil êsîrê rehma te di qeyda hicretim yareb

ze’îf û jar û bê hêzim mi sebra cehnemê nîne
şev û ro tev diçin her ez bi şewq û mihnetim yareb

îlahî Yûsifî îro bi rehma xwe bikî aza
şev û roj û dem û sala bi hewl û ‘îbretim yareb.


BERÊ XWE BIDIN BUHIŞTA SITEMKARA

ey dizê xwîna feqîr û bê deva
wey sitemkarê we tev xoşî reva

dê heta kengî li ser sînga me bin
rû kirêt û dev genî revngê deva

ew buhişta ku me dîtî tevde çû
ketne nêv baran û berf û bandeva

qet nebê behsê ji goştê kes bikin
kore bin qet yek ji we nadê deva

pipsî û kola ne yê lêvê mene
ka me û sînalkuwê çi’b ser heva

hêk û gîmer çawe bin pê nahesin
fêkî tev bûne li me xewnê şeva

bêje beqlawe we dî vê rojîyê
ew ji nêv destê me rakir va teva

kes ne bê hindek belengazin ji wa
ev gunehkarî gişa anî peva

bêje xelkê Yûsifî çava vekin
ev buhişte ya ji me’r anî eva.


WELATÊ MIN EZ BI GORÎ TE ME

welatê min welatê bav û kala
welatê dak û xizm û mam û xala

welatê çend keç û xort û biçûka
welatê hogr û dost û hevala

tu dergoşa mina rind û delalî
tu dergoşî ji bo çendî delala

ezê gorî te kim can û biçûka
ezê gorî te kim çend milk û mala

cihê comerd û mêrxas û’ egîda
chê gerdenzer û şox û şepala

cihê xortê bi dest û baz û zendî
keçê şeng û sivik rengê xezala

ji te ez dûr kevim rokê ji bo te
ezê mînim di texmîn û mitala

di xewnê da tuwî bes dîtina min
çiku bes her tuwî’l hizr û xîyala

ji bîr nakim cihê zarokîya xwe
ji bîr nakim tu ca kort û newala

çîyakê tey bilind gelyê te yê kûr
ji bîr nakim tu ca kendal û pala

belê ç’b kim niha bê zend û bazin
kurên te bûne tev rengê qepala

li ber dîwar û kolanan dirûnin
li dewsa xanedan û milk û hala

li dewsa cacim û mehfûrê rengîn
diraxin bo xwe gûnîk û çiwala

li dewsa gûz û hirmîk û hejîra
dixun ev tivr û silk û pirç û pala

belê gazin ji kê hindek kurên te
kurin bo milk û dînar û rîyala

ewê dî ketne kolan û sikaka
digerhin rengê ‘evdal û tirala

hina bêr û merê wa ser milane
ji birsa hin dikêşn nalenala

nizanim kûve çim bêjm ji bo kê
’emr borî di nêv heyvan û sala

bese ey Yûsifî qey kes dikarê
di rê rastê bibê va gêj û lala.


JI BO ENWERÊ MAYÎ (RÊBER)

ey Enwerê Mayî tu bijî herdem û hala
pesnê te dibêjm di hemî sa’et û sala

dûrî ji te pir zêde li min kir keser û kul
ger zorî nebit ser te divim herdu xîyla

em bidne hev û din ku di camê de xuyabin
ew qews û qezeh herdu bi rû rengê hîlala

zanim ku te dil ayyne ez şewqê evînim
gava weku raxê ji me tavêjê mitala

pêtek ji buhişta wetenî dil kire wêran
go kengî bi destê xwe girin bêreq û ala

ger bêreq û ala we nebin hûn bi dilê xweş
yek rojê bijîn tevde bibînin ji mehala

min go bi dilê kul gelo dengek we bihîsî
go ho tu temaşa ke li va kurd û delala

xweşxwan û gulavêj biwerê tê re diçn ew
xwînê dirjînin di hemî kort û newala

reşşaşê bi destin xwe li ber dujminê xwînxwar
krne wekî sûrê di hemî rêk û mecala

bostek ji cihê wa nîye wa tê nemirandî
ew dujminê xwînrêj di hezar berbin û pala

kî îro bi şûnde xwe bihêlê ji riwê wî
ev dax û reşî naçî bi rojan û bi sala

ger em xwe li ser vê deverê tev de bihêlin
xelkê ji me bigrin huner û derbumîsala

nûka me li ber lingê welêt ser bire ‘erdê
min go me xeber nîne heta êste li bala

em tevde nezanin ji birînên xwe re digrîn
lewra me xeber nîne li ba dost û hevala

leşker ji nezanînê bi gurzê xwe yê pûla
em kirne derê tevde ji nêv xêvet û mala

derdê di dilê Yûsifî yî naçê eger ku
wî her binvînê li teref nêrgz û lala.


SUPAHÊ KURDISTANÊ

silavê me ji dilê çend da û bava
ji destê çend ciwan û bûk û zava

xwe bavêjn çiqa ‘erdê gelîne
çiqa havîngeh û mêrg û xunava

ji bo te ey supahê qehremanî
çiqa kurdin didin bo te silava

tu bûyî sûrekê pûla ji bo me
te em parastine mala te ava

kîye dujmin bi gurzê xwe şikandî
kîye tirsa xwe êxistî hinava

sinorê me kîye lê kirne agir
kîye herdu tilê xwe kirne çava

kîye ‘erdê welêt jê kirîye paqij
pîyê wî tim kirî xefkan û dava

kîye ê ku’b hezara jê dikuştî
kelaşê wî kirî çol û çirava

tuyî her ey supahê dil te pûla
tuyî ê wî dideynin ser du çava

emê herdem te deynin ser dilê xwe
emê gorî te kin mal û dirava

heta saxî ji bo me ey supaho
neyarê te dikin hîvî û lava

heçî bê ser welatê me bi xurtî
bi zordarî bi êrîş û bizava

kelaşê wî ewê mînê li çola
li ber dehba li ber baran û tava

gelê kurdî ji kes tirsê qe nakê
heta eî Yûsifî mindalê sava.


SERTÎREKE HASN DAYE HINAVA

sertîreke hasn ji weten daye hinava
dûkêleke tarî xwe dida lat û berava

haware çi pêlek mirina sore li dil ket
kûnê xwe li hawîr me veda dil kire dava

go piştî hevalê te gişa min tu hejandî
zû rabe gişa tevde li hev dane silava

karê xwe dikin tev xwe didin lat û zinara
doza xwe dixwazin di hemî sa’et û gava

saqê xwe dihldin çek û gurza dişdînin
dersokê xwe yê sor digirin dorê kulava

tenha tu li deştê bi fixan û bi hewarî
hêja te keser mane li ser mal û dirava

bê ser tu bijî mal û dirav hîç û belaşin
ser her demî hêjaye bi sed dayik û bava

esrarê hewarê ji xîyala me bilndin
ser palene em tev belê baran û xunava

her yek li serê lat û çiya şêr û pilngin
lê pa li serayê dikevin hîvî û lava

malê xwe bidin wa bi çekî rûmet û qedrin
çaxê ku nedin her eve mala we neava

ew mane geda şêx û bega pê kire ‘erdê
her çaxekî hindek tu binê yek bûye zava

defter ji murîda tijîbûn wa dinvîsin
sed ahê dilê kul me ji wa qeydî û nava

her yek bi xwe Lorense sîyasîne ‘ecêbin
ma kî ji me zanê weke wa hîle û rava

dunya bûye tev gurzekî hasin li derê wa
êşa ku ji her tiştî mezintir ewe ya va

lê dost û bira hin wekî mêra diqedênin
wa canê bi derdane li ber va sih û tava

pêşmergene dilpak û hemû rêber û kurdin
her wextê ewa qîre bi xweşxwan û bizava

wek Yûsifî yî her hinekê ser dine vê rê
çenda weku xûnê birjînin dil û çava.

Jiyana Mele Mehmûdê Yûsifî

NIVÎSÊN BALKÊŞ