"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Memê Miksî

Di sala 1988’an de li gundê Arincê ji dayîk bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, ya navîn li navçeya Miksê, di sala 2002’yan de diqedîne.

CELADÊ ME YÎ

Ji destê te em bûn helak
Dev bernadî ji xezebê
Reşbûn li me cerg û mêlak
Ji dev tên parçê kezebê
Hertimî tu ser ya xwe yî
Diyar e celadê me yî
Teşbîhê heliza beyî
Zuwa kirim te ezebê
Zuwa bûm reng li rû nema
Ji qehrê zûlf û perçema
Bide xatrê singê şema
Carek bike tu qebqebê
Dêmên gulxwîn ji min stand dil
Gulan lê çand in jan û kul
Kulan kir bêjîng û moxil
Bi tîrên te neb metqebê
Dîlgirtî me lê ne yê tor
Bes yê awirek du ta por
Mem bi saxî davêjî gor
Bizane hey bênesebê.


ŞOREŞA XOXAN

Yar li singa te du xox
Kişdidin xwe bi hêlan
Hem dileyzin şeng bi şox
Mislê reqqasên xêlan
Reqqasê gelek jîr in
Sertuj teşbîhê tîr in
Wa ji dûr ve diqîrin
Nagirin xwe li kêlan
Ji şoreşa li jorê
Pişkuk mane di zorê
Lib lib dişkên bi dorê
Yek heb çi ye nehêlan
Hê ezeb û tolaz in
Ji wan neke tu gazin
Zanim ew çi dixwazin
Lew li ser me rahêlan
Dilawerên xwe tu bîn
Meydana l’warê nivîn
Cengek danin em bê xwîn
Lê kelexuh bi pêlan
Balgih ji livayê nerm
Bikin yek hestî û çerm
Û bi hêlma tenên germ
Agir berdin mitêlan


NÎVKUŞTÎ MAME

Hey gula baxan
Bes dil xe daxan
Kew nagir birîn
Jê diçe zoxan
Bilbilek jar im
Ji can bêzar im
Şewtand te hêlîn
Çû ‘erşa dûxan
Felc û guruc im
Ma çi bû sûc im ?
Hişt im te bêkes
Nav xan û taxan
Çav nema nûr e
Rûh ji can dûr e
çendê têm xuya
Nava di saxan
Nîvkuştî ma me
Nema mi qam e
Bes hew dikarim
Ji ax û oxan
An nîvmiryê xwe
De bin piyê xwe
Xelas ke ji êş
Be gor bin axan
An jî dil veke
Miksî lê da ke
Ji şînrezê sing
Mest ke bi xoxan


MELE TERES

Evan rojê eyînan
Gelek bi hirs î mela
Bi van gef û nifînan
Ji Reb natirsî mela
Yên dibîne rewşa te
Cib û rih û şaşa te
Tên rûdinin hewşa te
Dibên tu xews î mela
Dilê te ne tahir e
Di wazan de zahir e
Wekê gov û axur e
Jengar û pas î mela
Dema rûdnî l’minberê
Vedikî tu rûpelê
Bi fermanên Enqerê
Gelekê nehs î mela
Ewê ol kirî maşe
Da dest te ev meaş e
L’te sûwar dibê waşe..!
Ji vê bê behs î mela
Xweda çi ferman daye
Vekirî eşkera ye
Veşartin boy pera ye
Dêzekê xas î mela
Bi pirtukek Latînî
Cem’etê dixapînî
Nîfaqê tu diçînî
Şubhê garis î mela
Dibên wazê û coş in
Li cem min pûç û boş in
Sedem pir tuj û toş in
Cûzan û das î mela
Gelek nîjadperest î
Te kêr gehande hestî
Ji dil dibêm ne b’qestî
Nizam çi cins î mela
Te dil dagirt ji kînê
Bê çek dirêjî xwînê
Tê biqeştî ji jînê
Û pê bihesî mela
Te girt alyê zaliman
Berda rêya aliman
Di dojê da gel Haman
Wê tu bireqsî mela.


SAQÎ NÛ KE TU BADEYÊ

Badekê dagire saqî
Ji şereba reng ku lêv e
Ca ez noşim wê bê ber çav
Li paxla yar du heb sêv e
Xwedyê sêvên nûhildayî
Dûr ketiye saqî ji min
Nehiştiye l’ser ti hidam
Jana wê xwe daye nêve
Jana wê şubhê du qenca
Xwe avêştne mêlakê min
Dikin biryan hero carek
Canê bêruh didin wê ve
Saqî nû ke tu badeyê
Naçe ji bîr seydayê dil
Êxsîr mam nav tora xema
Nizanim ey biçim kê ve
Dest min de ma hestek sêwî
Xêz nakim bo eşqê rista
Tev helbesta l’ser firqetê
Ey binvîsim ji nû pê ve.


DIL JI MIN MA

Sûcdar ez im ax vê carê
Dil ji min ma dil ji min
Hest şikest li dêmhinarê
Dil ji min ma dil ji min
Ew nazika herguldiçand
Dikir deste bo min dişand
Pir xedar bûm min ew êşand
Dil ji min ma dil ji min
Peyvê min wek bistên di sor
Sînê dan ar xist derbidor
Herikî j’çav lehiya şor
Dil ji min ma dil ji min
Sernoqî bûm derya hezin
Tev jan û êş dû dibezin
Loma dikim ji xwe gazin
Dil ji min ma dil ji min
Heft xwezî bi demên berê
Dûrketim ji bêhnemberê
Firaq bû kêr l’ser cegerê
Dil ji min ma dil ji min
Jana firaq zor e gelek
Çû nabîbinim hisnêmelek
Dîsa felek l’min da zelek
Dil ji min ma dil ji min
Bixalzendê j’dest min qeta
Zanim ez im xwedyê xeta
Efûw nake Mem xwe qet’a
Dil ji min ma dil ji min .


KERÊ MIN

Yê ji bo berjewendî
Tevdiger bi efendî
Lê hûr ke mil û zendî
Kerê min di telaqan
Yê zilm xweşê wî biçe
Enî jê nequrmiçe
Ew jî zûrî û kêç e
Kerê min di telaqan
Yê soz de cih neîne
Xwe kerr ke çav neqîne
Bigir bipelixîne
Kerê min di telaqan
Yê xwe çavbel dibîne
Hevalan dixapîne
Derewan li hev tîne
Kerê min di teleqan
Yê qîma xwe da birîn
Vekir li dilan birîn
Yekser di dev da birrîn
Kerê min di telaqan
Yê bi devê zaliman
Bike waz û çaliman
Bila lal be ew ziman
Kerê min di telaqan
Yê mirov aciz dike
Karê wî kîn û rik e
Çi ewk e û çi çik e
Kerê min di telaqan
Yê ji malê feqîran
Dixwe goşt û mehîran
Nahêje tûvlê sîran
Kerê min di telaqan
Yê tirrgir elbikvala
Naçite tu newala
Gorî rîxa sewala
Kerê min di telaqan
Yê ku cîran jê aciz
Bixwe nav gul û nêrgiz
Piştî xwar şekirên miz
Kerê min di telaqan
Yê hesûd û çavnebar
Her jê destdide zirar
Wiha bi naz û kubar
Kerê min di telaqan
Yê dikev ser tehîlê
Dike hesabê hîlê
Rûreştir e ji qîlê
Kerê min di telaqan
Yê ku heqqê keda min
Xwar çû êdî neda min
Ma jê dibe reda min?
Kerê min di telaqan
Bes ehmeqo tu westa
Hinek biçêr li besta
Heta dizê helbesta
Gazî kir bo telaqan.


NAXWEZIM ŞEFAET

Îşev xêrek tu bibexş
Yar ji gulxwîn bedenê
Bimêtin lê danim nexş
Ji kaban ta gerdenê
Lev al in şibhê maran
Bi gulaş û gevazik
Nakim ji bîr ti caran
Sohtina tenê nazik
Helîne tu li ber xwe
Parsû di gel hestiyan
Ji wê dojê nederxe
Her zêde ke destiyan
Xweş ar e serfiraz im
Qet naxwezim şefaet
Horî bi me ne lazim
Li ba teye selamet.


KEÇKOKÊ

Ho keçkokê keçkokê
Şîrînokê xweşkokê
Ma qey dê çibe carek
Li sîng vekî bişkokê
Şekirokan bidî dêv
Li ber vê roniya hêv
Dobe bibit wek lehî
Biherike ji du lêv
Bi herdu şemamokan
Dil şa kî wek zarokan
Dê bim bo te diakar
Hingî sax im ser çokan
Ka wer bike bi ya min
Kakil û kunciya min
Bizan ji bo hev em dan
Maka te û ciya min
Keçkokê vir da were
De b’xatrê pêxember e
Kula te li dil vekir
Bêhed qul û pencere.


NAZÊ

Nazik Naza Botan e
Bejin li ber duta ne
Bizirand reng li xortan
Qesem tev pax û ka ne
Tew Nazê Naza torî
Xweşkokê sîmahorî
Bo destûra yek ramûs
Can ber pê dikim gorî
Nazik Naza serhedî
Dil dixwaz lê be xwedî
Pir kûvî ye ev şepal
Li paxil nabe kedî
Naz Nazê Naza xerzî
Tu nayê ray ti terzî
Li pêş xwe ez kirim ta
Derbaz dibim ji derzî
Tennazika Behdînan
Tevneger ka wek dînan
Xweşî ew e li jînê
Bizan cenga kadînan


DILKÊ MELÛL

Îro didim dû ervaz
Ranagirin piyê min
Carek nebûm serefraz
Ta bûn hirî riyê min
Rî bûn qasê bihustek
Nedît me yar û dostek
Kî bû dost wegirt postek
Ji gurê Nîriyê min
Bûn gur hatin bi êrîş
Ev dil kirin sed terîş
Sohtin bi qence û şîş
Nehiştin pariyê min ?
Min maye dilkek melûl
Stukirek hîlal û xûl
Pêxwas û ûryan û lûl
Felek ka ma çi yê min ?
Ken nekir par tu caran
Kul pey hev kirne şaran
Lew tên tavyê adaran
Ji nava giriyê min.


CANGORÎ ME.

Tebat nayê yek sanî
Dil nejene her li wê
Dikim hebek vî canî
Ger biêşe ser li wê
Min rûh di qundirê da
Cangorî me di rê da
Çi xelat e Xwedê da
Lawînî yekser li wê
Şikirdarê Xuda me
Ev rûhorî ku da me
Ji dil ez şeng û şa me
Her xêr e ne şer li wê.


POŞMAN IM

Poşman im ji kirnên xwe
Va min gerden wa te kap
An jî de bin piyên xwe
Min xerq ke nêv çemê Zap
Mafdar î tu dizanim
Ji erdê heta erşan
Lew ez jê dilgiran im
Xwînhingûva di nêv şan
Bêdengiya te xanim
Min dadhêle Waweylê
Ber devê ejdehan im
Digezin agir pey lê
Kesek nîne bêqusûr
Binhêr benîademan
Min derêx ji bîrên kûr
Ji can hestyê sade man.


EY PERÎ

Va ji mêj ve ey perî
Qet nadî tu îlhamê
Çav li rê ye ew zerî
Li benda hest û namê
Nema tînî tu hestan
Ez mame jar û mestan
Hew dirêsim helbestan
Ka wer ez gorî qamê
Carna wusa tu tê nêz
Xwe davêjî li himbêz
Hêj min ristek nekir xêz
Bar dikî şehrê Şamê
Didî şikandin pênûs
wek parsekê xwas û rûs
Dihêlî stuhxwar û xûs
Li nava ‘êl û amê
Ka wer dîsa wek berî
Rûne li ba hemberî
Raber ke mey ji cerî
Bi wê piyal û camê
Meya hest ne heram e
Şirîn û xweş te’am e
Ji ya din ez cuda me
Lê li vê tînim kamê


WELATO

Ey welatê zêrînbinexş
Min tu nedît carek kêfxweş
Çima carek nabe sipî ?
Ew bextê wek sîtila reş
Ciwanên me ji can burîn
Des dan hev li çayê jorîn
Bi rûken çûn bi ber mirnê
Ca bilind kin ala sorîn
Yê hat kûştin yê çû zîndan
Hingî qutbûn dîsa zîldan
Ax, berên te hatin şûştin
Bi xwîna Xec, Siyabendan
Zarên bê bav man hûstuxwar
Pir bav jî mane bêduntar
Yê kêşayî zane tenê
Jana vî dilê birîndar
Ew dayikên gerden bi mor
Dirêjin va hêsrê di şor
Çi si’ûde nizam welat
Ji rondikan çav bûne kor
Hat serê te gelek senî
Welato dê kengî b’kenî ?
Kengî şînbin hişkebeyar ?
Gul, sosinan bibin xenî
Nema cih va kulan dakim
Parçekirî reşmêlak im
Dest naghêje çerxa felek
Bişkînim û jev belavkim ..


FIRÎŞTA QEŞENG

Dikim sed canan kim gorî
J’bedel yek”can”a cananê
Xelad da Xaliqê jorî
Bêmisl e ger hebe kanê ?
Bêmisl e ew li dil serwer
Seranser girtiye çeper
Nahêl daxil bit yek nefer
Rimbaza ceng û meydanê
Meydanê nahêle vala
Alûka rindik û bala
Sitûna menzel û mala
Digere şibhê perwanê
Digere li qesra dilî
Ebrûkemana dêmgulî
Kulek lê nake daxilî
Her dem lê cejna qurbanê


ÇÛ

Çû ew yarika singsedef
Xeman êrîş dan çar teref
Dilkê min xistin mencenîq
Avêtin agrê gur hedef
Çû ew yarika dêmpîvok
Dane çavê min du cihok
Co gihan hev bûne lehî
Li ber radibin dar ji kok
Çû yarika bejn tarihan
Hew diçim heca Zerbihan
Dîtin yek car din ba nesîb
Razî bûm mirma nagehan


NAXWEZIM ŞEFAET

Îşev xêrek tu bibexş
Yar ji gulxwîn bedenê
Bimêtin lê danim nexş
Ji kaban ta gerdenê
Lev al in şibhê maran
Bi gulaş û gevazik
Nakim ji bîr ti caran
Sohtina tenê nazik
Helîne tu li ber xwe
Parsû di gel hestiyan
Ji wê dojê nederxe
Her zêde ke destiyan
Xweşar e serfiraz im
Qet naxwezim şefaet
Horî bi me ne lazim
Li ba teye selamet


ÎŞEV CELADÊ XWE ME

Êdî nanvîsim helbest
Ya bişkînim qelem e
Tasa jehr min hilda dest
Bi mirinê qane me
Nema ev birîn kew tê
Îcar sebra dil hew tê
Dê felat bim bi mewtê
Ji ber ku bêçare me
Xwedyê işqa ez feda
Wê çi xwest û min neda
Hêj bêdeng e ey Xweda!
Şubhê pût û senem e
Bêdengiya vê gulê
Şil kir çavê bilbil lê
Hingî libê filfilê
Çand va li dil kelem e
Hezna wê mislê behra
Fetisandim ji qehra
Wek Mecnûnê di sehra
Belav û dîwane me
Bes min ji vê şerbetê
Ma b’noşim heta hetê?
Ka rakim qiyametê
Îşev celadê xwe me


EVÎNA XEMDAR

Ber bêhna min tijî gul in
Mixabin di dil de kul in
Kul sedema hêsrê şil in
Hêsir bo evîna xemdar
Ez xemdarê evînê me
Rêhevalê Şîrînê me
Çavkaniya girînê me
Hustuxwar im wekî hercar
Weke hercar guh li derî
Hêvya te ye ey gulperî
Dixwazim wê kêfa berî
Çi bikim dil nayê hedar …
Nayê hedar şev zîndan in
Kelêlet in, êş û jan in
Yên nedîtin ew çi zanin ?
Eşq çawa dil dike parpar …

Jiyana Memê Miksî

NIVÎSÊN BALKÊŞ