"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Seyîd Eliyê Findiqî

Seyîd Eliyê Findiqî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiyeya Dihê ya navçeya Sêrtê ye.

EY ŞAHÊ HILWE Û HEDDAD

Ev şahê Hilwe û Heddad rohniya çavê di min
Ez dizanim piştî te lezzet nema dˈumrê di min

Mi çi dît û çi nedît û di vî ˈumrê xwe yê kin
ˈEskerê derd û xema herdem hucûmat e li min

Mesterê derd û xema bo çûyina şeyxê ˈezîz
Ger çi min dîtin di dunyayê musîbat û hezin

Çunkî ez nabînim qet keskî cihê wî bigirê
Ku jˈbirayê me musulman ra bibit sebr û sekin

Çunkî  ˈumrê xwe telef kirbû ewî dʻrêya Xudê
Menzil û qonaxa vê rê wî dizanî ser û bin

Ez çiqa bêjim ji kêmahî dibêjim wesfê şah
Ề ku dîtî bêxered bawer dikit qewlê di min

Ger ku çavê me bibit spî wekî Yeˈqûb ji girîn
Hindik e hêjî ji qehra çûyina şahê mezin

Gel vîqasî em dikin hêvî w ricayê ji Xuda
Ku neçikhê kehniya zêrîn a Basret ew ji bin

Wek Firat û Dicle bit her dem biherkê şev û roj
Feyd û nûra zuryeta vî qutbê ew lˈkûdê hebin

Ey ˈElî xafil nebe ger tu wefadar î ji dil
Ev duˈa daîm mudam gav û saˈet wirdê te bin

Sedhezar rehmet bibarin jˈcanibê Rebbê Rehîm
Ey şahê Hilwe mi qurbana li ser ruhê te bin

Sêsed û heştê w sisê piştî hezarê hicretê
Şahê Bohtan Şeyx Brahîm Heqqî em sêwî kirin

Ew li Basret bû ji dayê, medfena wî Hilwe hat
Sed xwezî wa ku di nav wa ev ˈezîz bûyê defin


HEVALÊ RAST DIXWAZIN EM

Hevalê rast dixwazin em
Di îro ew heval kanî
Di her iqlîm û her cayî
Gerav bûye musulmanî

Ne muhbet ma ne suhbet ma
Ne gundîtî ne cîranî
Heta nav hin mela w şeyxa
Bûye herbek nerehmanî

Ji wan herkes dibînit xwe
Li ser heqyê bˈhisabê xwe
Ji sûê zen hevalê xwe
Dibînit hizba şeytanî

Bi wan bû sulh di nav xelqê
Bi wan bû weˈz û rêzanî
Wekî ew bˈxwe bikin bendê
Tu îşê cahila zanî

Em ê çi bˈkin bi kû va çin
Li me roj bûne wek şêva
Em ê peyda bikin lˈkûdê
Ji bo vî derdî dermanî

ˈElî navê wiha çêbê
Reben çibkê tu pê nabê
Dikit hêvî ji rehma Reb
Bixê nav wan da şîranî

Bira qencî bûye qehtî
Xirabî bûye erzanî
Kula herkes bûye ewqas
Jˈxwe ra peyda bikî nanî

Helal e yan heram e yê
Bikî pirsê gelek kêm in
Hema tirs tê nebit hes kî
Bila bit malê Geylanî

Li ser ˈerdê li bin ˈerdê
Ji min seh kin evê ferde
Eger îqbal hebit ew dê


DEMA ÎŞ TEMAM BU ZEWALA WÊ TÊ

Dema îş temam bû zewala wê tê
Wiha hatye dîtin li gor ˈadetê

Nebe şa bi îşek ku bû ew kemal
Çiku lˈcem kemalê ye dora zewal

Ku “ekmeltû” rêkir Xudayê Mecîd
Di nava sehaban bû şahî û ˈîd

Di nav wan tenê her Ebû Bekr girî
Dizanî ewî dîn çi hate serî

Wefat kir Hebîbê Xuda wê demê
Ebû Bekrî girya sebeb wê xemê

Selatê Xuda ser Hebîbê wî bê
Riza a Xuda ser Ebî Bekrî bê

We hem bê ser al û sehabê dî jî
Bi hinge semawat û erdan tijî

Bide xatirê wan ˈElî Findikî
Bi gelkî qebûl ke ji wî hindikî

Bibî cennetê wî bi fedl û kerem
Nede wî bˈcehennem tu êş û elem

Çi tişta tu kî her li meydan ew e
Hinek dî hene ku bibêjin ne we

Hezar hemd jʻte ra ku musilman im ez
Li kes nadim ez ne pehîn û ne gez

Feqîrek veşartî di qunca xwe me
Di îro siba lˈhêvya mirna xwe me


HEWAR E HEY HEWAR E HEY HEWAR E

Hewar e hey hewar e hey hewar e
Nezanê ehlê weqt em kirne sare

Ji destê wan nizanin em çewa kin
Xeber naçin guhê wa wek dîwar e

Nizanin ew nizanin ku nezan in
Kî karê wa jʻriya wan bînî xwar e

Dinêrî sofiyê şêst salî rihspî
Eger şîretkî lêkî ew neyar e

Dibînî bêhn bi bêhn îş tê xirabtir
Heçî sal e dibêjî xwezka par e

Bira nabê jˈbira ra dostê safî
Kure jˈbavê xwe ra wek guryê har e

Nezan bûne mezin zane kiçik bûn
Ji vî derdê he ra qet nîn e çare

Mirovê zane jê re nîn e lezzet
Nezanê bêeqil jê ra bihar e

Di zahir de hinek nerm wek hevîr in
Bi jehra xwe di batin eynî mar e

Eˈvê dˈbêjim ˈElî da tu nexapî
Ji çûnê ra bike jˈdil kar û bar e

Xuda bigre hira-wêra neberde
Netirse ceddê te xwey-zulfeqar e

ˈElî hîvî j ˈElî ke her dem û gav
Bes e jˈbo te li Duldul her siwar e


EY DILÊ MESKENÊ DERDA
( Li ser wefata Bedîûzzeman Seîdê Kurdî)

Ey dilê meskenê derda ma tu zanî ku çi bî
Ew Seˈîdê canfida jˈdinê me ra jˈkîsî me bî

Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dînê mubîn
Me çiqa purî û seh kir vê demê kes dî nebî

Çepera dîn girtibû pakî ji keskî nedikir
Heq dizanî heq digot û heq dikir herdem we bî

Ew dikana ku wî danî ew metaˈê difirot
Ew li Şam û Misr û Bexdayê nihû peyda nebî

Çû wefat kir çi musîbet sedhezar rehmet li ser
Jˈehlê vî dînê mubîn ra çi numûnek taze bî

Sê sed û heftê w nehê piştî hezarê hicretê
Dergehê baxê bihişta keremê lˈber wî vebî

Ew li Nûrsê hate dunya wî li Urfayê wefat kir
Ew Şehîr bû ew Bedî bû ez çi bêm serdeste bî

Ey Seˈîdê herdu dunya dîtina te bû keder
Em jʻXudayê xwe dixwazin lˈaxretê em lˈcem te bî

Ey ˈElî ger çi Seˈîd çû lê Rîsalê Nûr neçûn
Sed emanet min li te da tu ji wan mehrûm nebî


ME HAWAR E LI DERGAHÊ ÎLAHÎ

Me hawar e li dergahê Îlahî
Ku ew carek xelas kê me jˈmenahî

Bikit rizqê me ew yek tewbe safî
Bibê jˈbo me li herdu dunya kafî

Me nespêrê bi destê nefs û Îblîs
Me hêvî jê ji wa ra me nekê lîs

Ji xeflet me bikê bˈfedla xwe hişyar
Bi qanûna ku danî em bikin kar

Heta mirnê li ser tobê bimînin
Di qebrê xêr û her xweşyê bibînin

Bibin rûspî di wê roja hisabê
Xilas bin em bi yek carî jˈezabê

Ji wî ra qet tunîn e keskî maniˈ
Dema ku ew bidî ˈebdkî menafiˈ

Eya Rebbî ˈElî ˈebdek zelîl e
Gunehkar û feqîr û bêdelîl e

Tu aza ke ewî roja qiyamet
Bibe cennet bi rehma xwe bˈselamet

Digel abaˈ û hem ehbab û dostan
Bi cahê Mustefa serdarê dostan


XEMREVÎNEK MIN HEBÛ

Xemrevînek min hebû pur nazik û zîba xîsal
Ez ji wê dûr bûm bi telbîsa reqîbê dînbetal

Ez pijandim firqeta wê nazika şîrînkelam
Bêkes im nabit li min qet pursiyar û hem sual

Ez birîndar û xerîb im bêdewa û bêtebîb
Kuştiyê cewra reqîb im hêviya min Zulcelal

Her dema têtê xiyalim suhbet û bezma wîsal
Pur dinalim pur dikalim firqetê kir me hîlal

Wek ˈElî zanit kesî camek ji hicranê vexwar
Saˈetek devra fîraqê purtir e jˈsala wîsal

Ey gelo dîsa dibêtin ez bibînim dilberê
Da bi desta dim li ser weqtê fîraqê erzûhal

Herkesê mizgîniya weslê ji bo min bînitin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di şûna milk û mal


MIN ÇI DÎT Û ÇI NEDÎT

Minci dît û çi nedît û di vî ˈumrê xwe yê kin
Eskerê qehr û xema herdem hucûmat e li min

Ger belak winda bibit nêv ˈalemê lê bigerin
Bila bên cem vî feqîrî rastûrê ser va dibin

Çiku ez kelha bela me sedhezar hemd û sena
Ji Xudê ra ku quwet daye li nik min cih dibin

Em ketine weqtekî xêr û xweşî bûye xela
Lew xelasî bi selamet tê de zor e pur çetîn

Derheqa ehlê zemên gotiye Şeyxê Cezerî
“Xalibê ehlê zemanî ma Mela ademî yîn”

Emniyet nîn e li ser dostaniya ehlê zemên
Pur ˈecîb û pur xerîb e rêz û resma ew dikin

Îro dost in ew ji hev ra tu dibêjî canfida
Roja paşî tu dinêrî erzûhala lev didin

Tu dinêrî ew kesê muˈteber û nav û bi deng
Xatirê qevdek ji pûşê bêkemal hev dikujin

Têne nik şeyx û mela goya ku ew sulhê bikin
Halbukî kengî bi ya şeyx û melayê xwe dikin?

Tecribe gelkî me kirye her me dîtiye wiha
Lêbelê paşehiyê ra gelkî ew poşman dibin

Em musulman tev bira ne her wekî gotî Xuda
Heyf û yazox e jˈme ra ku em li hev rehmê nekin

Ey dubendî û girotiya ku em lê aşiq in
Heg ew e vê bend û kînê em bi şeytên ra bikin

Min bi xwe jˈdestê ewan dîtiye pur cewr û cefa
Mehkema kubra heye em dê li wê mehkeme bin

Ya mi dî nayê beyan ger ew bi sed cildê kitab
Her Xuda zanê çi qewmî em jî herdem xef dikin

Destegîrê min ne fedl û rehmeta Xaliq buwa
Bêşek û bêşubhe dê mehw û fena bûm ez ji bin

Ey ˈElî sebrê bike teskere nêzîk e merev
Sed emanet min li te bˈhostayî xwe jʻxelqê biçin.


GELÎ DOST Û HEVALÊ MIN

Gelî dost û hevalê min
Bikin purs û sualê min
De hûn bigrîn li halê min
Tenê mame di hicranê

Hebîb û nazîdara min
Tebîb û gulˈuzara min
Çewa bêtin hedara min
Nebê hazir li meydanê

Ji dûrbûna te zîbayê
Dinalim ez wekî nayê
Wekî Mecnûnê Leylayê
Dikim gazind ji dewranê

Reqîp eywah te ez kuştim
Ji mehbûbê te ez hiştim
Ji belgê rewneqî şiştim
Wekî dara zivistanê

De ka bes ke ji vê zulmê
Bike carek li min hilmê
Te ez kuştim bi vê kulmê
Nehiştî bême eywanê

Heta kengî bikî kînê
Ji dil rakî cuwê xwînê
Eger dilber me bîr bînê
Te minnet der beyabanê

ˈEceb derdê mezin firqet
Li dil da agir û hirqet
Eger ku lê bikit diqqet
Kesê dîtî tenê zanê

Nedî kes min di vê dewrê
Wekî xwe qet bi vê tewrê
Reqib ser wî bikit cewrê
Bibit carek bi talanê

Reqîb guhdarê min her dem
Li min zêde dikit sed xem
Nehişt cerha bikim merhem
Me ev hal e Xudê zanê

Nesîbsiz şubhê min nîn e
Ji hicrê min ceger xwîn e
Bi lutfa xwe tu bîr bîn e
Evî ˈebdê derîzanê

Di vê dewrê çi totak im
Di şêva da xewê nakim
Te nazdarê ji bîr nakim
Dixum sûndê bi Qurˈanê

Heçî hubba te dil mête
Li dil hicra te bû pêt e
Kî ye ew kes bila bête
Nekit feryad û fîxanê

Nizanim dê çi bêjim ez
Li vî halî ji mêj im ez
Ji dil hêstir dirêjim ez
Wekî tavyê di baranê

Xema ˈişqê gelek zor e
Dibêjim behrekî kûr e
Firaq û wesletê dûr e
Me ev reng dî ji dewranê

ˈElî bes ke ji nalînê
Tu nawestî ji kalînê
Sebir ke wek Memê Zînê
Ew e derman ji tibxanê


MEDED SEYDAYÊ ZENGANÎ

Meded Seydayê Zenganî
Birêj feyda wekî kanî
Li vî qelbê qewî canî
De belkî bêtê ser cadê

Çi rêzan û çi seyda ye
Çi niˈmetkî Xudê daye
Cizîra me bˈwî ava ye
Terîqet girt û bernadê

Cizîr mizgîn li te şa bî
Ji ehlullah cuda nabî
Di hifza Xaliqî da bî
Derê tengî lˈte Reb dadê

Bi qurbana te serdarî
Di emrê dîn da guhdarî
Li te pîroz bî sed carî
Libas û xemla irşadê

Di irşadê tu camêr î
Li meydanê wekî şêr î
Bi keskî tu xwe naspêrî
Kî bêjê çi tu guh nadê

Jˈdil e ya te neku jˈqestî
Ji Reb destûr te wê xestî
Ji lew hinde tu serbestî
Jˈderew kes tu girênadê

Tu xerxwaz î ji bo herkes
Ji lew herkes te tête des
Ji bo te her tenê ev bes
Xuda rê lˈber te danadê

Jˈfeqîra ra tu sekkan î
Jˈmirîda ra tu Loqman î
Kî ye bê cem te dermanî
Ku dermanê wî tu nadê

Belê bʻrast û durustî bê
Feqîr û perşikestî bê
Neku xwehr û bi sistî bê
Kesek jˈxwehra ra tu nadê

Feqet gul bê stirî nabê
Xezîne bê tilism nabê
Xweşî bê xem tu ca nabê
Xuda yek bê yekî nadê

ˈElî jˈve niˈmetê dûr e
Ji îqbala xwe ew kor e
Çi bêjim macera kûr e
Reben çi bˈkê Xude nadê

Eman ey Şahê Bîşêrê
Tu dergah î ji bo xêrê
ˈElî ketye binê gêrê
Dixazîtin jˈte imdadê

Dikim hêvî û sed zarî
Li dergahê te ya Barî
Tu xweybext kî evî jarî
Bi cahê Xewsê Bexdadê

Mera Bîşêr tu her şa bî
Tu her paytextê Seyda bî
Tu meydana mirîda bî
Xuda şerrî ji te badê


WEFA Û DOSITÎ ÇÛN BÛNE WINDA

Wefa û dositî çûn bûne winda
Nizanin em biçîne lˈkê derê da

Eger bêhnek ji cem camêrekî bê
Hezar maniˈ bi hev ra têne rê da

Xilaf û tev gerav e dostiya me
Ji lewra em ketin vê enqerê da

Temam ˈîşê me bûye qehr û rehtî
Derê zewqê li me Xaliq girêda

Çi yazox e ku dostî bˈdev tenê bê
Berê dev baskî xeyrê dil bˈşerê da

E nabêjim, e safî me ji dostan
Yek in em tev di vê leystik û birê da

Sebeb vî qasî em mane bi şûn da
Ev e qeyda wekû pê me girêda

Heçî vê qeydê neşînî di îro
Siba rûreş ewê bê mehşerê da

Eger te dˈvê tu binvîsî xetê rast
Tu binvîse xetê xwe dˈmesterê da

Ji rastiyê serastî tête şûnê
Ev e ˈadet Xudayê me jʻberê da

ˈElî jˈ tecrîbê gelkî bûye zane
Çiku ˈumrê wî bûrî dˈvê gerê da

Dikim hêvi li dergahê te ya Reb
Tu binvîsî ˈElî jˈrastên di rê da


Jiyana Seyîd Eliyê Findiqî

NIVÎSÊN BALKÊŞ