"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Xizan Șîlan

Li gundê Încovê ku girêdayî Cîhanbeyliya Konyayê ye ji dayik dibe. Dibistana destpêkê li Încovê xelas dike û pişt re bi malbata xwe re bar dike Konyayê û lîseyê li wir diqedîne.

HELBESTVAN

tîreke tûj
li ser dilê helbestvanên keserkêş
daçikiya ye
helbestvan
di agirê kelkela hesreta sewdayê de
dişewitin
li baxê hezkirinê
bêhna kulîlkên rengîn
li derdoran belav dikin
helbestvan
şervanên sînornenas in
çirûskên roja hemdem in
li nav tofanên har
govenda heqîqetê digerînin
mîna teyrên baz hêlîna xwe
li asta zinarên herî bilind ava dikin
helbestvan
li nav nazikiya hest û xeyalan
ji kezebê dinalin
bi hostatiya gotinên xweşik û zêrîn
tevna helbesta xwe
dihûnin
di navbera çar dîwarên zîndanê de
tova hêviyên pêşerojê
direşînin
helbestvan
herika kaniya peyvên zelal û spehî ne
ji tasa asîmanê şîn
rondikên peşkên baranê
vedixwin
bi baskên dilê şikestî
ber bi asoya zanînê ve
difirin
li nav pêlên mij û dûmanan
hunera xwe diafirînin
helbestvan
hevalcêwiyê ramanên fîlozofan in
bi aqil û mantiq û pêhesînên xwe
perdeyên reştarî
vediçirînin
li nav hişkebeyaran xezîneyên veşartî
derdixin holê
nêçîrvanê derûniya peyvên
xweşik in
memosteyên xemla melodiya
muzikvanan e
helbestvan
şûrê destê wekheviya jiyana
azad in
dengvedana kûrahiya bîra
ramanê ne
hevparê şîn û şadiya
xwendevanên xwe ne
li dijî neheqiya zaliman
çekên rizgariyê ne
leheng û pêşengê civata xwe ne
helbestvan
li koretariya şevên bêhnteng
dibin şewqa findên geş
dibin tîreja berbangên ronak
dibin pênûsa sirên nependî
dibin keskesora gewriya xemkêşan
dibin dermanê bîranînên di jana zirav de
diperpitin
û dibin melhema
birîna êşên giyana evîndaran


DILÊ XEYDOK

ez
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim
qêrîna dergûşê giyana xwe
bi şîrê pêsîra heyveroniyê
aşt dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîşan im
her şev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweşiya eşqê
dinoşim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êşa qefesa demsalan de
diperpitin
qeyîka qederê
rêya pisûla xwe şaş kir
birûskên reşewran
hestên min yên ji dil û can
tarûmar kirin
hesret bû strî
û di kezeba min re çû xwarê
her roj
salek ji salnameya jiyana bêbext
dişeqe
hechecikên asîmanê xewnan
ji hêlîna xwe fîrar kirin
kolanên bajarê kavilbûyî
di hawara xwe de
fetisîn
rekatên nimêja min sêwî man
kêlên goristanên bêxwedî
dengvedan
tava sibehên min
kirasê xeman li bejna xwe
pêça ye
ji awirên dilê guvaştî
jana rondikên kelkelî
diniqutin
gotin
li nav hevokên keserkêş
li hev geriyan
rik û nefret dibin agirpij
û di hinavên min de
diteqin
ey stêrka Gelawêj
bi tîna tîrêjên xwe
cemeda ser dilê min yê xeydok
bihelîne


 

HÊVIYA REBEN

hêviya reben
di bêdengiya jana awirên melûl de
çira min vêdixe
xweşbêhna çîçekên rengîn
li derdora erdên bejî
belav dike
bi dermanê henasa germ
birîna qolincên serdeman
mizdide
bi mifteya çirûskên rûmetê
dergeha zîndanên rûreş
vedike
li ser şopa zanayên xwedî bawerî
min dimeşîne
hîqehîqa şabûna kenê zarokan
di newalên bêrîkirinê de
diherikîne
ji nav pêlên bahozên har
tovên aramî û hezkirinê
berhev dike
qalpaxa çavên reşbelek
li ber pencera bendemaniyan
xilmaş dike
janêşa salên kambax
rawestgeha temenê perîşan
daristanên rengavêtî
guliyên dara hişkbûyî
bilûra Egîdê Cimo
di guhên şevê de dinalîne
sîtavka heyveroniyê
di gola xweşbîniya derûniya min de
dibiriqîne
hêviya reben
xwêdana eniya rojên bêhnteng
radimûse
paşila şevistanên kor
bi şewq û şemala bextewariyê
diçirisîne
konê sêwiyên malwêranbûyî
vedigire
birîna dilê dayik û bavên xemkêş
dikewîne
hêviya reben
li kolanên xerîbîstana derbeder
çirûska pêşiya min e
çêja sifreya helbestê
li ber şevperestan
radixîne
li qûntara çiyayên bilind
agirê vejîna lehengên şoreşê
geş dike
bi bayê serê sibehê
hespê çeleng çarkavkî
dibezîne
bi rîsê hesretê
tevna xeyalên mişextbûyî
dihûne
hêviya reben
bi qurtên hêsirên cemidî
dilê min şad dike


 

ȘEVÊN XEWLE

li şevên xewle
pêlên bayê hestan
radibin govendê
helbestên kulek
li ser movikên pişta kaxizan
direqisin
pênûs
xunava lêvên rûpela çîlspî
radimûse
giraniya barê mêjiyê westiyayî
sivik dibe
şewqa odeya finda vemirî
di hinavên min de
diçûrise
bejna keçikan
bi fîstanê bûkaniyê
dixemilin
li şevên xewle
sirên nependî
di hembêza xeyalên tevizî de
vedişêrim
kêlên goristanên bêxwedî
di nava min de
dinalin
keservedan
xwe li gewriya min
dipêçin
ji kasika çavên xerîbiyê
rondikên melûl
dibarin
dîwarê gumanên qurmiçî
hildiweşe
bafiroka hesretê
ber bi keskesora aso ve
difirînim
li şevên xewle
derûniya xewnên min
ên xeyidî dipeyîvin
ji eniya qederê
êşên kambax dipalin
arzûyên şilftazî
li navbera raborî û dahatû
dihejin
qumriyên şevedermayî
li ser dilê zîzbûyî hêlîna xwe
çê dikin
stranên Șeroyê Biro
li dîwana dengbêjan
deng vedidin
li bêdengiya xemgiran
bîranînên jibîrbûyî
vedigerînim
li şevên xewle
dibim evîndarê tenêtiya jiyana xwe
dibim rawestgeha ramanên feylezofan
dibim siwarê hespên serkeftinê
li xewrevîna nav nivînan
bi zarokê nava xwe re çavgirtonek
dileyîzim
çaxên bêhngenî
ji reştariyê re dihêlim
çirûskên berbangên zêrîn
diyarî evîna xwe dikim
tovên dilovaniyê li wijdanên kor
direşînim
û ez ê li şevên xewle
çemên zelal ya mizgîniya xêrê
li ser qefesa welatê qedîm
biherikînim


 

HESRET

ax ax Welatê xoşewîstan
ji bo te ez hesretê dikişînim
ji kevirên çiya û zinaran
te dipirsim
qêrîna gewriya te dibihîzim
bêyî te li xerîbîstanê
ez esaret im
ji bo hebûna te
em hemû wek serwet in
ax ax Welatê rondikên êşê
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
tu şîrîna li ser lêvên
evîndara yî
tu xemla keç û bûkên
bedew î
tu bêhna gulîstana bihuştê yî
min çawa xeletî kir ku ji te
dûr ketim
li ser sînga te ya germ rojekê
raneketim
dil û hinavên cîgera min
şewitîn
li nav axîn û gazinan dinalim
ax ax Welatê birînkûr
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
bi gavên westiyayî ber bi te ve
dimeşim
li bêxewiya şevistanên kor
te diponijim
li dor agirpêta eşqa te ya nûranî
semahê digerînim
ez
bi melûliya çavên bêrîkirinê
li te digerim
li te dinêrim
hûr hûr hêsirên bêdeng
dibarînim
stranên şînê li ser goristanên te
dilorînim
ax ax Welatê cangoriyan
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
ey hawar hawar
qehpikên demê
zencîr xistin lingên me
kelepçe xistin zendên me
stûyên me bi kindirê sêdarê ve
daliqandin
xwîna canê me mijandin
dayikan pore serê xwe
rûçikandin
ax ax Welatê reşgirêdayî
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
ey Welatê qedîm
Ecem, Rom û Erebên xayîn
li ser qefesa te direşînin mayîn
Xizan bibêje heval û dostan
Welat xilas bikin ji bin destan
govenda serkeftinê bigerînin
li baxên Kurdîstan
ax ax Welatê çar parçebûyî
ax ax Welatê bav û kalan
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î


 

XEYALÊN RÛT

min
li tenêtiya şevên bêdeng
kirasê xem û xeyalan li hestên xwe
pêçabû
ji xwe re dinyayek nipûnû
ava kiribû
dewsa şer û pevçûnan
ala aştî û dostaniyê
dihejand
dewsa kîn û nefreta mirovan
tovên evînî û hezkirinê
direşand
dewsa atom û bombeyên kujer
bêhna çîçekên gulîstanan li Cîhanê
belav dikir
li dergeha zîndanên rûreş azadî
dibexşand
dîwarê zagonên dewletan
hildiweşand
sînor ji holê radikirin
alên cuda ji jor datîna
û yek ala rûmetê di sîngê ekvatorê de
dadiçikand
bi dengê gurîna balafireke xopan
ji nişkave di kelecanê dilê xwe de
vediciniqim

****
dîsa ketibûm nav pêlên deryaya xeyalên
baskşikestî
bi awirên melûl li valahiya asîman
digeriyam
asîman
bi ewrên reştarî hatibûn
dagirtin
pêşî li şewqa stêrkan hatibû
girtin
çarşeveke reş xistibûn
ber çavên min
li eniya qedera min
reşgirêdabûn
li doraliyên min mij û dûman
direqisîn
bêhn li min diçikiya
û di henasa gewriya xwe de
dixeniqîm
xişexişa pelên daran
can li min dilerizand
çipçipa barana hûrik
dilê perpitî li şevên tenha
zîz kiribû
wîzîna bayê xerîb
perdeya guhên bêdengiya odeya min
diçirand
teqûreqa reşewran
sêla asîmanê qul kiribû
hêrsa birûskvedanê xew li min
diherimand
bi dengê gumeguma bombebarandina neyaran
ji nişkave di tirsa xeyalên westiyayî de
veciniqîm

****

dîsa ketibûm nav xeyalên
keserkêş
asîman sayî û wek ava çeman
zelal bû
stêrkên bêhejmar
di awirên min yên xemgîn de
dibiriqîn
bi tîrêjên xwe dinyaya reştarî
li min ronî dikir
hêza şabûn û şiyarbûnê hestên min
rapêçabûn
heyv bi bêçaretiya min
hesiyabû
û bi gavên xwe yên sivik
ber bi hawara min ve
dimeşiya
dixwast bi şewqa xwe ya nîvbiriqî
min ji canêş û derdê bêçare
rizgar bike
heyvê
li dij reşewrên xov şûrê xilasiyê
dihejand
telpên reşewran di hêrsa xwe de
teqiyabûn
bi dengvedana birûskek erjeng
ji nişkave di bêdengiya odeya xwe de
veciniqîm

****
li nav xeyalên hejar û xemkêş
bibûm kevoka aştiyê
li ser çiya û zinaran
li asîmana şîn
li gund û bajaran
li keskesora aso bi dilşadî
difirîm
li ser baskên min
heft nameyên hezkirin û dostaniyê
ji heft parzemînên Cîhanê re
dibir
bi kêfxweşî û serbestî li hêlîna xwe
vegeriyam
ji nişkave
bi destê mirovên hesûd gule li min
dibarîn
ji agirê guleya yekemîn
filitîm
bi guleya duyemîn ling li min
şemitîn
bi guleya sêyemîn kezeb û gurçik li min
şewitîn
bi guleya çaremîn can li min
lerizî
bi guleya pêncemîn di xwîna sor de
gevizîm


ji bo bîranîna Wedat Aydin

MIRINA BEXTEWAR

ez Wedat
min navê xwe ji axa Welatê kevnar
ji xwêdana eniya kedkaran
ji govend gerandina keç û bûkên serbixêlî
ji qêrin û hawara dayikên kezebşewitî
ji gulgenimên zeviya deşt û zozanan
ji bêhna çîçekên bax û bostanan
ji gund û bajarên kavilbûyî
ji çemên Dicle û Ferad ên bi şadî diherikin
ji dîroka gelê bindest û hejar
ji serhildana Șêx Seyîdê nemir
ji xwîna egîdên şervan û cangoriyan
ji gelê tiyê azadiyê û îsyankar
wergirtiye min navê xwe

****
ez Aydin
min paşnavê xwe
ji tîrêjên rojê
ji roniya berbangên dilşad
ji stêrkên asîmanê sayî
ji tava heyvê ya reştariya şevê vediçirîne
ji şewqa çira zanînê ya rastiyê nîşan dide
ji ramûsanên eşqa dilê evîndaran
ji çirûskên agirê newrozê
ji bêhnxweşikiya biharên rengîn
ji şîreta dayikên zarşêrîn
ji rîsê teşiya dapîra xwe ya baweriyê dirêse
û tevna qedera xwe dihûne
wergirtiye min paşnavê xwe
****
heval û hogirên min
werin em bi hev re û bi yek dengî biqêrin
li hember dijminê xwînxwar bibin şervan
ev meydana cengê ya mêrxas û şêran
hilîne tola bav û kalan
berdine van rovî û çeqelan
ava bikin cîh û warê kurdan
lewra em yekdilê qefesa axekê ne
bi eynî hîs, bawerî û hesretê
bi eynî eşq û sewdayê diperpite dilê me
werin em dest bidin hev
armanc û daxwazên xwe bikin tev

****
heval û hogirên min
ez ji nava germa dilê Diyarbekirê
ji diyarê çirûskên zana û ronakbîran
ji heft deriyên keleha dîrokê hatime
ez bextewar im bi rêya xwe
lewra bi navê welatê xwe yê şêrîn
bila di rêya Ala rizgarî û serxwebûnê de be

****
heval û hogirên min
ez bextewar im bi rêya xwe
ax û kêla goristana min bextewar in
kulîlkên gulîstanan bextewar in
çûkên şevedermayî bextewar in
xumexuma kaniyên bi coş bextewar in
peşkên barana demsalan bextewar in
xişexişa şaxên daristanan bextewar in
kuliyên berfa spî bextewar in
keskesora Kurdistanê bextewar e
heyv, stêrk û tîrêjên rojê bextewar in
awazên stranên dengbêjan bextewar in
çawa ku li ser axa pîroz
jiyaneke wekhevî û bextewar dixwazim
ji bo xelasbûna welatê bindest
çûneke bextewar jî dixwazim
heval û hogirên min


 

KOLANÊN TENG

destên min di berîka min de
bi hestên koçber
gavên westiyayî
ramanên tevlihev bûyî
xeyalên mişext bûyî
awirên sar û stûxwar
û bi serî yê gêj
ber bi hesreta xwe ve
dipekim
li nav kolanên teng
li zaroktiya gundê şewitî
bîranînên windabûyî
çavgirtoneka şevên asîmana sayî
li leyîstika kapê ên hevalên dilşad
qîtê zozanên rengîn
kilamên dengbêjên civatan
çîrokên dapîra xwe ya zarxweş
xweşsohbeta mêvanên qedirbilind
û li bêriya hezkiriyên xwe ên rûken
digerim
lambayên kolanên teng
di kortika çavên min de melûl melûl
dibiriqin
lavayên parsekên kincdirî
kulek û piştxûzên ken jibîrkirî
kor û lal ên dinya lê tarî bûyîn
xizan û perîşanên malwêran
di ber awirên min yên şil re
diherikin
xaniyên rûxandî û kavilbûyî
ji kezebê dinalin
barebara firoşerên seyar
perdeya guhên min diçirînin
qêrîn û gazincên dînan
li kolanên bêhnteng deng vedidin
rondikên janêşê ji çavên kelogirî
diniqutin
bêhn li min diçikê
dilê hejar
li nav endîşe û tirsa xopan
diperpitê
rengê gula arezûyên şêrîn
diçilmisê
di gewriya keserên xwe de
gêj dibim
pêlên bê serçavên min
mizdidê
serma payîzê
ketiye qolincên daxwazan
diqefilim û can li min dilerizê
li eniya qedera qurmiçî reşeşîn
tê girêdan
felekê ronahiya rojên xweş û geş
ji min dizîn
û xemkêşiya salên reştarî
di hinavên peritî de bi cîhkirin
min
bi çokên ji qidûm ketî
pişta xwe sparte dîwarê hesretê
û ketim xewa şevên bargiran


KEÇÊN MIN

Keça min
Ronahî
hûn
sirûda gelên bindest
sembola pêşengiya ronahî ye
têkoşîna jinxasên li ber pêsîrê min
rêhevalên berxwedana azadî ye
rayên dara hêviya pêşerojê
soza tolhildanê
doza serhildanê
sonda avakirina welatekî serbixwe
ez dayika şaristaniyê
welatê we Kurdistan im
keça min
Berîvan
hûn
eşqa ber dilê evîndaran
xemla keç û bûkên serbixêlî
destmala destê dayikên bermalî
stûna konê serbilindiyê
taca zêrîn ya serê sultanan
kulîlkên bax û bostanan
peşkên barana demsalan
lehengên dîrok û destanan
ez dayika şaristaniyê
welatê we Kurdistan im
hûn
şewqa heyva rûken
şadiya tîrêjên stêrkan
rengê keskesora asîmanê şîn
ferişteyên baxçeya bihuştê
hesreta jiyanek bi rûmet
sebira nefsbiçûkiya derwêşan
pêlên bayê berbangên serê sibehê
henasa canfîdayên axa pîroz
şûrê destê cangoriyên nemir
ez dayika şaristaniyê
welatê we Kurdistan im
Ronahî
Berîvan
li dor agirê şewata canê we
miriyên goristanan radibin
govendê
çirûskên agirpêta newrozan
geş dibe
dil û gurçikên tarîperestan
reş dibe
perdeya mij û dûmanê
vediçire
ala rizgariyê li ba dibe
rêya şanaziyê vedibe
li ber siya wêrekiya giyana we
nav li xwînxwaran
diqete
bi alava cendekên we bîr û bawerî
dimeyê
û bilbilên baxê gulan
di şadiya awazxwendina xwe de
mest dibin


ZÛ KAL BÛM

êşa dilbirîn ya sewdaya nependî
dikişînim
li axîn û nalîna nîvê şevan
xew nakeve çavên min
heke hûn bipirsin
û bêjin çima xerîbo
bêdengiya melûl ya awirên min
bersiv in
lewra
ziman lal e
çav kor in
guh ker in
gotinên min yên kulek
li hev geriyan
qeyîka ramanê
serûbin bû
hest cemidîn
demên har
tûrikê derd û hesretê
li pişta xûzbûyî 
siwar kiriye
sebir
di qurtek meya eşqa îlahî de
heliya
dinyaya virek li ser serê min
teng dibe
stûna konê hezkirinê
qelişî
bêhn li min diçike
beden dilerize
mêjî ditevize
ava jiyanê miçiqî
pelên dara hêviyê
berba bûn
ewr
di kelegirîna xwe de
rondikên xeman dibarînin
li nav nivîna bêxewiyê
di gewriya henasa xwe de
difetisim
rêhevala min
siya tenêtiya wêran e
temenekî perîşan
xwe li qedera min
pêçaye
helbest
di kelecana dilê xwe de
diperpite
çûka qefesa sîngê xemkêş
fîrar kir
kulîlkên baxê peyvan
çilmisîn
xwîna reş
 ji pênûsê
diniqute
dest û çok ji qudûm ketin
şewqa finda giyan
vemirî
xeyalên şev û rojên şad
xitimîn
di valahiyeke bêdawî de
li dor xwe dizivirim
û ez
li ber pêlên bayê felekê
zû kal bûm


 

XEWNEREŞK

min xewnek dît
bi xwedê re ketibûm
nav sohbetê
me qala kul û derdên xwe dikir
xwedê her kêliyê
keser dikişand
kûr kûr diponijî
li nav dûmanê titûna xwe
ji nişkave di guhên min de
kire pistepist
û got;
“ez poşman im ku ez bûme xwedê yê afirîner”
min got çima
û dibêje;
“mirovan barê dinyayê
barê axîretê
hemû xistine
stûyê min
yê belengaz
ji ber xirabî
minafiqî
kuştin
neheqî
çavbirçî
bêwijdanî
bêdilovanî
xêrnexwazî
cehalet û derewên qûlên xwe
bi şev û rojan
kezeba min
dişewitê
xew nakeve çavên min
kûr kûr dinalim
êşa Tawûsî Melek
dikişînim
perîşan im
neçar im
û dîsa got;
na na welle
ez poşman im….”
û ez jî
di nav nivînên xwe de
veciniqîm
û di kelecana tirsa dilê xwe de
hişyar bûm
laş
giyan
beden
li min dilerizî
xewna min bila li ser xêrê be


 

EY ÊȘNO

rojbaş êşno!
şevbaş êşno!
demxweş êşno!
merhaba êşno
gelo êşên we jî hene wek êşên min
we
kirasê jana zirav
li laşê demsalên giyan
rapêça
stûna pişta xûzbûyî
qelişand
hêvî û bîranîn
spartin dîwarê keservedanê
we
qurtequrta şereba eşqa Îlahî
li min herimand
rondikên çavên melûl
ziwa kirin
kulîlkên ken û girînê
çilmisandin
gotin û hevok li ser ziman
lal kirin
we
şewqa çira odeya bêdeng
vemirand
tîra bêbextiyê
di kezeba min re anî xwarê
arzûyên xweşik bi saxî kuştin
çemên dilê bi coş berevajkî
herikandin
we
zencîra tenêtiyeke kambax
li stûyê min aland
hest û xeyalên şîrîn
ji min dizîn
di axîn û nalînan de
gewrî li min fetisand
û toza serdeman li ser qedera min
daweşand
we
ez kirim şivanê kul û derdên bêderman
birînên bêxewiya şevereşên kor
bi min dan çêrandin
li jiyana xerîbîstanê
zendê bîr û baweriyê
kelepçe kirin
ey êşno!
hûn her dem mêvanê
koşka dilê Xizan in
ez ê
sifreya sebirê li ber we raxim
pariyên şîva êşan bicûn
û ava xeman daqurtînin
em ê bi hev re
hetanî serê sibê qala çîroka êşan bikin
ma ez ê rêhevaltî û dostaniya we
çawa ji bîr bikim
eyy êşno!


 

DILÊ SEFÎL

ez
li nîvê şevên bêhnteng
serê xwe datînim ser balîfa
bîranînan
di keservedena bêxewiyê de
kûr û dûr diponijim
mîna derwêşên gerok
berê xwe didim çolistanên
nediyar
li rêwîtiya kelem û striyan
pêrgî êşa salên kambax têm
tîra janeke bêderman
di kezeb û gurçikên min re
diçe xwarê
li ber wîzîna ba û bagerê
stûna pişta qederê
qelişî
li hewşa bav û kalên min
mişkên kor cirîd
diavêjin
kul û kederan
axîn û nalînan
di sînga felekê de konê xwe
vegirtin
per û baskên hêviyên geş
şikestin
li temenê perîşan
deriyê qismet û arzûyan
qet ji min re venebû
kefenê eşqa mirî
xwe li movikên stûyê reben
alandiye
çem û rûbarên bi coş
xemgîn û melûl
diherikin
memikên bêrîkirin û hezkirinê
ji şîr ve bûn
dengê qebqeba kewan
hate birîn
li bajarê xerîbiyê
tovên hesretê li baxê hinav
hate reşandin
birîneke xedar
li ser laşê mîrata tenêtiyê
qalik girt
stêrk
bi îskeîsk rondikên xeman
dibarînin
keskesora baranê
şara reş li eniya xwe
girêda
hestên şîrîn
li endîşeyên jiyana nîvco mayî
hatin guvaştin
di bêdengiya sebira xwe de
hatim kuştin
helbest
di qêrîna gewriya xwe de
xwîn vedirişe
dilê sefîl
li kelecana tirseke xof
diperpite
ez wek pelên dara rizî
berba dibim
xeyalên rojên şad
mişextî goristana bêxwedî bûn
pozê pênûsa serhildêr
xitimî
ronahiya finda giyan
li min reştarî bû
keştiya xewnên rût
li perava ramanên tevlihev
asê ma
ken û girîn
min ji bîr kirin
demsalan
xatir ji min xwestin
li bêçaretiya deman
dibim nêçîrvanê bilbilê
qefesa xwe
û ez
agirpêta cîgera peritî
bi kufekufa dûmanê cixara pêçayî
vedimirînim


 

BAYÊ BAWERIYÊ

di fanosa dil de
ramanên felsefeya min
dibiriqin
li bêhntegiya rojên mijgirtî
cewhera derûniya xwe
kifş dikim
li navbera giravên giyan
him kaptanê keştiyê me
him jî rêwî
pisûla ronahiyê berbanga min e
ez ê
li nav vê bagerê
koşk û serayan pêk bînim
li kolanên bajarê kavilbûyî
tevna dîwarê hêviyê
bihûnim
kulîlkên şadiya rengîn
li hişkebeyaran
bireşînim
ez ê
perdeya mêjiyên tozgirtî
daweşînim
kaniya serkeftinê
ji çiyayên qendîl
biherikînim
bi gavên lez û bez
ber bi rêya baweriyê ve
bipekim
li ber kuliyên berfê
govenda egîd û mêrxasan
bikişînim
mîna bazê li asta zinaran
hêlîna xwe di tenêtiyê de
ava bikim
ez ê
ji pêsîra kul û kederan
meya kêf û sefayê
binoşim
li şevbihêrka dengbêjan
stranên Şakîro bilorînim
birîna arzûyên jankêş
bi xunava lêvên dilberê
bikewînim
li ber bayê agirê Zerdeşt
semaha serxweşiya eşqê
bigerînim
ez ê
dergehên perestgeha xwe
ji herkesî re vekim
û
têkevim zikira pêxemberan
beytika qefesa sîngê xwe
ber bi valahiya aso ve
bifirînim
kelepçeya bindestiyê
ji zend û bendên xwe
bişeqînim
giriyên zarokan
qêrîn û hawara dayikan
di hembêza keskesora baranê de
aşt bikim
û ez ê
li ser textê jiyana bextewar
rûnim
azad û serbilind bijîm
ez ê bijîm


 

BÊYÎ TE

bêyî te li şevên stewrbûyî
xeyalên tunebûna te
dinoşim
di albûma jibîrbûyî de
xunava lêvên hingivî
dineqişînim
gerdena gewr bi zîv û zêran
dixemilînim
keziyên hevrişîmî
bêhna gulên rengîn
difûrînin
kaniyên awirên melûl
helbestê diherikînin
min
ji êşa salên kambax têr xwar
lê ji xema sewdaya te
têr nebûm
bêyî te çûkê dilê xemgîn
diperpite
aramiya şev û rojan
ji min dûr ket
di valahiya nava xwe de
li çirûska bedewiya te
digerim
serçok li min qerimîn
di hezkirin û bêrîkirina te de
heliyam
şewq û şemala rûkeniya te
mest kirim
ez bûm evîndarê çolistanan
bêyî te
rê li ber min winda ne
li ber bayê hesreta te
bûm qirş û qalên teriqî
li kavilê evînê
bi saxî te ez defn kirim
di tunebûna te de
xweşawaza têlên tembûra min
hatin birîn
stêrkên asîmanê sayî
di berbanga xwe de asê man
masiyên çeman ji tîna qewirîn
bîranînên ciwaniyê
por spî kirin
çirokan li eniya xwe
reş girêdan
movikên pişta min xwar bûn
keseran di qefesa min de
konê xwe vegirtin
were
germhembêza xwe
ji nalînên tenêtiya min re veke
bi hilma maçên xunavî
xilmaşiya xewa giran ji ser min
birevîne
bêyî perdeya şermok
dergûşa giyanê kelogirî
aşt bike
gulbarana biharî
li hinavên şewitî bibarîne
bi tiliyên narîn jana qolincên min
mist bide…


 

BÊDENGÎ

bêdengî
jankesereke bêhempa ye
lêdaneke kujer e
hêrsa demsalên têkçûyî ye
hêviyên li ber pêlan berbabûyî ne
**
bêdengî
birîna xençereke tûj e
qêrîna zarokên bêxwedî ne
raperîna hestên kor in
kutekuta tirsa dilê lerzok e
helbesta ji qudûm de ketî ye
**
bêdengî
jiyaneke li nav mij û dûmanê ye
xatirxwestina ji rengbiharê ye
rêwîtiya ber bi rêyeke bêveger e
li nav kolanên qelebalix tenêtî ye
**
bêdengî
wîçewîça beytikek sêwîmayî ye
rondikên keç û xortên çavbelek e
ziwabûna lêvên qeliştî ye
poşmaniya hatina dinyaya virek e
**
bêdengî
kaniya xeyalên miçiqî ye
agirpêta dilê evîndarên bêderman e
ronahiya çira odeyeke vemirî ye
awaza straneke kezebperitî ye
**

bêdengî
lorîna bilûra şivanekî evîndar e
axîn û nalîna welatekî bindest e
payîna mirineke bêwext e
dengvedena goristaneke bênav e
**
bêdengî
şadiyên bi rîsê xeman hatî hûnandin e
serî rakirina dijberiya hîlebaza ye
êşkenceya zîndanên reştarî ye
xweşbîniya di xwe de fetisî ye
**
bêdengî
hesreta rûkeneke bedew e
qedera bi kirasê xerîbiyê hatî pêçan e
westîbûna şev û rojên bêhnteng e
por spîkirina temenê ciwan e
**
bêdengî
darbesta cendekê bêkefen e
îskeîska stêrkek xeyîdî ye
bedena li havîngehan cemidî ye
bersiva xaçepirseke nependî ye
**
bêdengî
silava dostên ne ji dil e
feryad û fîxana bilbile lal e
hezkirin û bêrîkirina dîl hatî girtin e
stûxwariya dara serkeftinê ye
**
bêdengî
bêbextiya xiyaneta navxweyî ye
bêçaretiya hawara dayîkek Şengalê ye
şeqama li rûyê zimandirêja ye
kamilbûna mirovên têgihîştî ye


 

NEYNIKA QEDERÊ

ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim
tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava şewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
paç dikim
stûna jiyanê bi mij û dûmanê
qelişî
peleke keserkêş
ji salnameya temen şeqiya
tenêtiya min
cêwiyê êşa eşqa dilê bîrîndar e
pênûsa helbestê xwîn vedirişe
hemû bajar ketiye xewê
ez bi bêxewiyê
movikên pişta nîvê şevê
mizdidim
ewrên barana bi keder im
ramana okyanûsek har im
di mêjiyê min de derya
diçeliqe
mizawir li dor guhên min
fîtefît in
aramî û bextewarî
mişextî warên nediyar bûn
xerîbiyê
ez li ber dîwaran dîl girtim
hesretê kefenekî reşbelek
li bedena min pêça
tevna sebirê bi stranên bêrîkirinê
dihûnim
bi pêpelokên valahiya nava xwe
ber bi tava sibehê ve
hildikişim


 

TOVÊN HÊVIYÊ

min
sira hêrsa tofanekê di henasa xwe de
veşartî ye
bi salan janên hov
min di qefesa xwe de kedî kirin
toza çaxên xeyalşikestî
daweşand
erdên bejî
bi tovên hêviyê çandin
hevîrê hezkirinê bi kefa destên nasirî
stirihandin
dîwarê zîndanên reştarî
hilweşandin
min sifreya qenciyê li rûyê erdê
raxist
xirabî ji nava min firî
rûmet û hurmet
rastî û duristî
pêşkêşî mirovahiyê kir
bax û bostanên rengavêtî
bi çîçekên dilovaniyê
xemilandin
perdeya demên bêoxir
veçirand
li ber neynika giyan
porê stêrkên xemgîn şeh kirin
min bafirokên şadiyê li ser çiyayên qendîlê
hilfirandin
li şevereşên xewle pişta xwe spart
çirûskên zanistiyê
di xumxuma çemên bi coş de
bi tililiyan govenda serkeftinê gerand
xweşikiya kenê zarokên bêkes
min di dilê xwe de
herikand.

Jiyana Xizan Şîlan

NIVÎSÊN BALKÊŞ