"Enter"a basıp içeriğe geçin

Di Pêşketina Ziman de Girîngiya Wergerê – Lokman Polat

„Heger hûn Kurd dixwazin bikevin nav miletên – neteweyên- şaristanî/medenî klasîkên edebiyata cîhanê – dinyayê -wergerînin.“ Ebdullah Cevdet

Yê ku ziman û wêjeya/edebiyata nivîskî dewlemend dike yek jê jî werger e. Ji bo pêşketina edebiyatê û dewlemendiya zimên werger roleke girîng dilîze. Gelek zimanên ku qels bûn ji xêra wergerê re dewlemend bûn, pêş ketin. Li Tirkiyê piştê damezrandina komarê buroyên wergerê yên fermî hatin damezrandin, bi navê “Tercume Burosu – Sazgeha Wergerê” vekirin û dest bi wergerê kirin, edebiyata cîhanê ya klasîk hemû wergerandin zimanê Tirkî. Hêj jî ji alî dewleta Tirk ve her sal bi sedan pirtûkên klasîk û yên modern têne wergerandin. Tirkan ji xêra wergerê re zimanê xwe pêşte birin, dewlemend kirin.

Kurd jî divê girîngiyê bidin ser wergerê. Ji hemû zimanan bêtir pêwîstiya zimanê Kurdî bi wergerê heye. Ji bo ku gelek kêm berhemên biyaniyan têne wergerandin sebebê xwe heye. Helbet gelek sedem hene, lê ya bingehîn bê dewletbûna Kurdan e. (Mebest bakurê Kurdistanê ye.) Heger dewleteke Kurdan hebana dê sazgehên wan yên wergerê jî hebana û dê her sal bi sedan pirtûk bihatana wergerandin.

Li Swêdê di yek salek de -di sala 1997ê de – 963 pirtûk hatine wergerandin. Di hêla wergerê de yê herî qels Kurd in. Di saleke de sê, çar pirtûk ancax têne wergerandin. Pirtûkên xwerû bi Kurdî herî pir li Swêdê têne weşandin, lê dema mirov li pirtûkên wergerê dinire gelek kêm in. Di yek salek de – di sala 1998an de – tenê çar pirtûk hatine wergerandin. Di dema çûyî de weşanxaneya Welat -ev weşanxane li Swêdê bû- çend pirtûkên klasîk wergerandin Kurdî, lê paşê ev weşanxane jî hate girtin. Bi navê “Nûdem Werger” kovareke xwerû wergerê derket, lê ew jî hetanî niha tenê 1 hejmar hate weşandinê. Niha weşanxaneya Nûdem û ya Helwest giranî dane ser pirtûkên wergerê û pirtûkên wergerê diweşînin. (Min van rêzên jorîn di sala 1998-an de nivîsîbû. Rewşa wergerê hêj jî berbipêş ve neçûye. Salê pirhindik pirtûkên li kurdî têne wergerandin, têne weşandin. Divê wergêrên kurd û weşanxaneyên kurdan giranî bidine ser wergerandin û weşandina pirtûkan û herweha hersal gelek pirtûk bi kurdî wergerînin û biweşînin.)

Werger divê li gorî qaîde, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be.

Werger çiye? Werger nivîsek ji zimanekê veguhêztina zimanekê din e. Yanê veguhertina nivîs û axaftinê re werger tê gotin.

Werger hêsan nîn e, gelek zehmet e. Di wergerê de gelek zehmetî derdikevin pêşberê mirov. Di saziya hevokan de zehmetî heye, divê maneya hevokê nehê guhertin, lê nabe ku mirov peyv bi peyv wergerîne. Werger divê li gorî qaîde, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be. Di maneya peyvan/kelîmeyan de mirov hinek zehmetî dikşîne. Hinek peyv/kelîme hene ku di zimanê din de maneya xwe ya rast e rast bide tune. Divê mirov jê re peyveke/kelîmeyeke bibîne ku maneya wê hevokê xirab neke.

Xweşî û başiya wergerê û herweha pêdiviya wergerê gelek heye. Werger zanîna mirov zêde dike, zimanê mirov dewlemend dike. Hinek peyv/kelîme hene ku qet di bîra mirov de nîne, wexta mirov bi karê wergerê re mijul dibe mirov li ser wan kelîmeyên jibîrkirî difikire û ew peyvên jibîrkirî bi bîr tîne, yan jî ku mirov nizanibe li ferhengê dinêre û wê peyvê ji nû ve fêr dibe.

Li Swêdê bi hezaran pirtûk bi zimanê Swêdî hatine wergerandin. Lê, bi Kurdî pir hindik pirtûk hatine wergerandin. Helbet kêmbûn û zêdebûna wergerandina pirtûkan bi qelsî an dewlemendiya zimanê Swêdî û Kurdî ve girêdayî nîn e. Sedem ji neîmkanbûna rewşa Kurdan tê, sedem ji aloziya rewşa aborî ya Kurdan tê. Ez mamosteke ku di dibîstanên Stockholmê de dersa Kurdî dide dinasim, wî ji Swêdî du pirtûk wergerandiye Kurdî, lê îmkanên wî yên aborî dest nade ku herdu pirtûkan çap bike. Helbet kêmbûna wergervanên Kurd jî ji bo kêmwergerandina berheman sedemeke din e. Di nav Kurdan de wergervanên profesyonel tune ne. Wergervanên heyî, hemû jî amator in. Ew di dema xwe ya vala de bi karê wergervaniyê mijul dibin. Û ji bo wergervaniya xwe yek kronek jî qezenç nakin. Yanê ji bo wergerê ji tu ciheke heq nastînin. Bi gotina vekirî pirtûkan belaş werdigerînin.

Di kovarên kurdî de jî divê nivîsên wergerê bêne weşandin. Lewre ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê Kurdî rola kovarên Kurdî gelek girîng e. Xebatkarên kovarên Kurdî bi dil û can xizmet dikin. Ev rastiyeke ku; ji bo dewlemendiya naveroka kovaran werger pêwîst in. Kovarên Kurdî ji bo ku kêm nivîsên wergerê diweşînin, ew jî ji bêîmkaniya wan tê. Heger hinek mirov nivîs wergerînin Kurdî û ji kovaran re bişînin, kovarên Kurdî dê bi dilxweşî wan nivîsên wergerê biweşînin. Dema min kovara Helwestê diweşandin nivîsên wergerê ku dihatin, min hemuya diweşandin.

Pirtûkên wergerê yên ku di nav weşanên Helwestê de derketine ev in :
1 – Romeo û Juliet – Shakespeare, 2 – Bazirganê Venîsiya – Shakespeare, 3 – Peyamber – Xelîl Cibran, 4 – Baxçeyê Peyamber – Xelîl Cibran, 5 – Baskên Şkestî – Xelîl Cibran, 6 – Çîrokên Kurmancî – Aleksander Jaba, 7 – Çîroka Evînê – Samed Behrengî, 8 – Edik û Bedik – Samed Behrengî, 9 – Çîrokên Lawikê Keçel – Îsmaîl Karabiyik, 10 – Ji Nav Edebiyata Swêdê.

Hinek pirtûkên Çexov, Tolstoy, Dostoyevskî, Shakespeare, T.S.Elîot, Pîrandelo û yd, li kurdî hatine wergerandin û ji bo çapê amade ne. Lêbelê ji hîla aborî ve îmkan tunin ku ez wan biweşînim. Kîjan weşanxane bixwaze ez dikarim tekstên wergerê ji wan re bişînim.

Divê Berhemên Nivîskarên Kokkurd bêne wergerandin

Wek tê zanîn gelek nivîskarên ku bi eslê xwe Kurd in, bi zimanê neteweyên serdest berhem diafirînin. Piraniya wan nivîskarên kokkurd bi Tirkî û hinek jê jî bi Farisî û Erebî berhemên edebî nivîsîne û dinivîsin. Ev nivîskarên kokkurd û di serî de jî Yaşar Kemal û Selîm Berekat bi berhemên xwe zimanê Tirkî, Farisî û Erebî dewlemend kirine.

Dema mirov li berhemên wan nivîskarên kokkurd dinêre; her çiqas zimên Kurdî nebe jî, naveroka berheman û temaya wan li ser Kurd û Kurdistanê ye. Bûyerên ku di van berhemên edebî de derbas dibin bûyerên ku di Kurdistanê de, di nav gelê kurd de çêbûne têt zimên. Gava ku mirov berhemên van nivîskarên Kokkurd dixwîne dibîne ku girêdayiya van nivîskaran bi Kurdistanê ve qihîm e. Serçaviya berhemên wan Kurdistan e. Hîmên naveroka bûyerên berhemên wan civaka Kurd e. Honandina berhemên xwe li gor bûyerên civaka Kurd dihonînin. Lehengên berhemên wan Kurd in. Kurdên baş in, Kurdên mêrxas in, şoreşger in, welatparêz in.

Romanên ku ji alî nivîskarên kokkurd ve hatine nivîsîn romanên gelek baş in û xweş in. Min hinek ji wan romanan bi dilxweşî xwend. Xweziya ew roman bihatana wergerandin û bi zimanê Kurdî bihatana weşandinê. Her çiqas di serî de ew roman bi Tirkî hatine nivîsîn jî, dikarin bên wergerandin û bi Kurdî jî bêne weşandinê. Dr. Nacî Kutlay weha kir; di serî de romana wî “Zevîyên Soro” bi tirkî hatibû nivîsîn, wî paşê romana xwe wergerand Kurdî û weşand. Helbet nivîskarên kokkurd yên din wek Nacî Kutlay baş bi Kurdî nizanin û nikarin berhemên xwe wergerînin Kurdî yan jî bi Kurdî binivîsin. Lê divê kurdên wergêrvan van berhemên edebî wergerînin Kurdî.

Îlon 2020
Stockholm/Swêd

NIVÎSÊN BALKÊŞ