"Enter"a basıp içeriğe geçin

Trajediya Kurd – Mervan Serhildan

Hinek trajedî hene, wekî têwerbûna bîreke bêbinî ne, yan jî ketina çaleke bextreşiyê ne, belkî jî wekî xwekujiyeke bêhiş û bêmejî ne, lê di her rewş û rewiştê de ev cure trajedî, trajediyên takekesî ne; wekî belayekê li nigên mirov digerin, li pişt xwe têkçûn û şikestineke şexsî dihêlin. Hinek trajedî hene, wekî bablîsokekê ne; rûdidin, li paş xwe şopekê dihêlin, xisareke demkî ya bisînor didin dînamîkeke civakê, bandoreke rûxîner li herêm û hawirekê dikin, yan jî xwezaya welatekî dilewitînin, dû re derbas dibin. Hinek trajedî hene, wekî karesateke êş, jan û nexweşiyan in; ji nişka ve rûdidin, berbelav dibin û di jiyana civakî de, yan jî di xwezaya teyr û tebayan de rûxînên dijwar vedijin.

Hinek trajedî jî hene ku bisînor nîn in, herêmî nîn in, takekesî nîn in, çarenûsa gel û welatekî diyar dikin; eşkere bi rê ve diçin, li pêş çavan dihingivin, çirk bi çirk, kêlî bi kêlî, roj bi roj û pêl bi pêl radibin, piştî her pêngavekê bi rol û risteke xedartir disepin; gelekî, neteweyekê û welatekî di navbera ‘man û neman’ê de diasirînin ku rê li ber qirbûnê vedikin; ango ev cure trajedî ji sînorê deqkirî derbas dibin, êdî bi navkirina têgiha berê ku wekî “trajedî” dihat vegotin, wateya xwe ya hejanker nadin. Divê ji ev cure serpêhatinên giştî yên gelî, neteweyî û niştimanî re “gosirmet” bên gotin; gosirmetên ku hatin serê Med, gosirmetên ku bi qirbûn û rijikbûna ebedî civak, siruşt û xwezayê dihedimînin, herwiha gel, ol û neteweyan di neqeb û newalên karesatan de û di ber qêrîn û hewarên girseyî re di gola înfazên dijmirovî de dixeniqînin.

Gosirmet bêdengî ye, bêbertekî ye, bêxîretî ye, fêmkorî ye. Gosirmet, di qadên civakî, çandî û siyasî de tevgerîna bi feraseta serwerên xwe, serdestên xwe, dagirkerên xwe ye. Gosirmet fêmnekirina feraseta serok û tevgera gelê xwe ye. Gosirmet, li ser dika man û nemanê lîska bi qor û qalibên zimanê xwe ye. Gosirmet, bêbergirîkirin, neparastin û tenêhiştina Elîşêr û Zerîfeyan e ku paralelên wekî Rayber û zeynelan serê wan jêdikin û diyarî dagirkeran dikin. Gosirmet, li dijî hewldanên kontra yên nav legala kurd, bêxîretî ye; li dijî elemanên nav siyaseta legal ku bi kiryarên xwe hewl didin feraseta serokatiyê bişewibînin helwest û bertekên lawaz û bêrêgez in. Gosirmet, fêmnekirina pergala dagirkeriyê ye, lênegerina rê û rêbazên serfiraziyê ye.

Dema gosirmetên tewr bi tewr li hev dicivin, dizên, ji hev zêde dibin, gosirmet û karesatên xerabtir bi ser rûyê erdê dikevin, waweylê; dengvedana qîrîn û hewaran li bin guhên ewr û ezmanan dikevin, şikestina ku bi serê Med û mediyan de hatiye ji nû ve rû didin û bi rista baranên agir û pêtan bi ser kurd û kurdistaniyan de dibarin. Ezbenî, em serê hev neêşînin; em, belasebeb peyvê dirêj nekin; em ji hev re û ji dîroka xwe re rasterê bibêjin: Kurd li ser devê hezaza qirbûnê ne, bêguman bi îradeya xwe û bi dildarî nehatine li ser devê kêr û gûzanên qirker û hovkarên Rojhilata Navîn rûneniştine. Lê heqîqeta ku êdî kor û gêj jî dibînin ev e; heqîqeta ku edî ker û lal jî dibihîzin ev e; heqîqeta ku pitik û zarokên hawirê jî têdigihîjin ev e: Kurd li ser devê hezaza qirbûnê ne! Ez dihizirim ku wê gelek kes bipirsin û bibêjin, “Êê, ma tu dixwazî çi bibêjî, çê û xerabên vê rastiyê çi ne, kî ne û tu çima venabêjî?”

Em hewl didin ku trajediya kurd kifş bikin, da ku hemî kurd û alem bibînin; em diqîrin, şînan digerînin, reşên kurd dirêjî destê siyasetmedarên li ser dika legalê dikin, bo ku bigihînin navend û navdarên mirovahiyê. Lê qîrînên me di qirika me de dimînin, reşên me di destên me de diqermiçin, dengê hewarên me li me vedigerin; gidiyano ma ji van wêneyan xerabtir gosirmet hene ku qirbûna me li bêjinga dagirkeran dixin? Dostino rabin, hogirno rabin, kurdino rabin; kefenekî mezbût li min kin, lewra tu dibê qey xelaya hizrî û ramanî li me rabûye, tu dibê qey bêhişî û bêvîzyonî di reh û rîçalên me de digere, heywax li min ku nizanim sedemên vê mat û metaliya min çi ne! Li cîhana ku YDA, Brîtanya, Fransa, Elmanya, Rûsya û Çîn hêzên herî xurt û dewletên kurewî bin; kurdên ku wekî mîrasa mirovahiyê tên nasîn, hincet çi dibe bila bibe, ger hîn jî azadî, wekhevî û serxwebûna neteweyî bi dest nexistibin, bila xwelî û ariya heft parzemînan li serê xwe kin!

Kurd derzgirên Rojhilata Navîn in, tê zanîn ku ji dîroka kevnar û heta îro di navbera ol, gel, bawerî û qewmên hawirê de rola pireyê wergirtine; ji cihû, asûrî, suryanî, ermenî û civakên din re “li ser ol û dînên xwe bin, lê mirovên qenc in!” gotine, tovên hevrejiyanê di binyada xwe de çandine. Lê îro çendî gosirmet bi serê kurdan de hatine ku ne ji dîroka nêz a cihûyan, ne ji serpêhatinên ermeniyan û ne jî ji karesata fermanên li êzidiyan rabûne ku rengekî mozayîka kurd û Kurdistanê ne, fêrek an jî dersek û yan jî îbretek wergirtine. Stratejiya bê derzgir, vediguhere; dibe sosret û tofan bi tofan li kurdan dibare. Legala ku ji heqîqeta cîhanê bêrî û bêpar mabe, siyaseta ku bîr û bala dîrokê wenda kiribe; di navbera hêwan û dîwanên dagirkerên Kurdistanê de diherife, mîsyona xwe ji bîr dike, refleksên dagirkerên xwe werdigire, herwiha bi ber çerx û dezgehên serweriyê ve diteqile.

Tu hişyar dikî, li xwe ho venade; tu rexne dikî, dibêje “Ma tu nizanî ku pêvajo çiqasî hesas e, ma tu nizanî ku siyaseta kurd di rûyê te de zirarê dibîne?” Tu dev ji rexne û hestyariyê berdidî, legalîte di bin destwerdana paralelan de dihedime. Ango tu ji wiyalî de dinêrî, îradeya kurd û ruhê kurdewar ji dest dihere, ev rastî bêyî şik û guman gosirmet e. Tu ji viyalî de dinêrî, bêdengî û bêbertekî, riyeke bêstrî li ber paralelan vedike ku ew jî xerabtir gosirmet e. Qedera kurd e, gosirmet li gosirmetan siwar dibe; kurmê qirbûnê di gewde de digere. Trajedî natebite, ranaweste; heta neqeba gosirmetê dibeze. Kurd li ser devê hezaza qirbûnê ne… Dostino rabin, hogirno rabin, kurdino rabin; kefenekî mezbût li min kin, lewra tu dibê qey xelaya hizrî û ramanî li me rabûye, tu dibê qey bêhişî û bêvîzyonî di reh û rîçalên me de digere, heywax li min ku nizanim sedemên vê mat û metaliya min çi ne!

05.10.2020
Mervan Serhildan

NIVÎSÊN BALKÊŞ