"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Newaf Mîro

Di sala 1968’an de li gundê Girêsirtê ku girêdayî navçeya Wêranşarê ya bi ser Rihayê ye hatiye dinyayê.

Hezn

Ma tu heyî tu..
min dîmenê te, bi pitikên çavên xwe
li kûraya hişê xwe de qeyd kir
û ez qet ji bîr nakim
rengê te ji gul, sosin û beybûna bedewtir e
çendkû ew ji te diafirin
bedewa bedewan
Ma tu heyî tu
min ew bêhna te bi rêya henasa xwe
di qoziya herî asê, ya mejî yê xwe de bi cih kir
û qet nayê jibîrkirin
bêhna te ji gul û binefşan
û ji barana payizê û bi bayê re,
ji bêhna ax, tav û avê xweştir e
çendkû tu ew dîmen bixwe yî
li her deverê ez li te digerim
delala delalan

Ma tu heyî tu
min ew reşgirêdana te û pêçeka rêsayî
qet ji bîr nekir
û ew evînkuj
rengkuj
dengkuj
bêhnkuj
asokuj
û dîlankujên li ser sînga te
û ji bîr nabin, nabin neynika Mezopotamya

Ma tu heyî tu
te ez melankolî û sewsî kirime
hêsirên çavên te
dil û kezeb tev kul kirin
û ez her şepşepokiyê te bi xwe me
hezn bûye warê hevşabûna me
em bi hêsirê çavan kela dilê xwe vedimirînin
û hêsirên me, me bi hev digihînin
Lê tu heyî tu
min ji te û rengên te pir hez kir
lê ma kengê ezê, kenê li ser dev û rûyê te bibînim?
tu Kurdistan û laliş a minî
dergûşa giyanî minî
ji xwe bê te ez hebim jî, dîsa ez tune me..


ÇIYAYÎ

Ji bo bîranîna nemir Xelîl Dagli (Halil Uysal).

Ji xuşîna avê
Ji rengê berfîna
Meşa kûfiyan û dengê kew û qulingan
Ji dîdara şervana hez dikir Çiyayî

Ji pitika herî nazik a dil
Ji hucreya bedew ya hiş û aqil
Bi çavên dildara, hûr û kûr dişopand
Ger mirin jî tê de hebe,
lê dîsa jî, jê hez dikir Çiyayî

Di çiya re dibeziya
Bi jiyanê re dileziya
Bi agir re difûriya
Bi mirinê dikeniya
Ji siruştê ziman
Ji mirinê jiyan diafirand Çiyayî
Wî ji çiya hez dikir
Tirêjên rojê wî mest dikir
Ew awaza jiyanê
Hest û helbesta viyanê
Ziman û hûnera çiya
Hezkirin bixwe bû Çiyayî

Li Qendîl Bêrîtan
Li Şengal Xerîbo
Li Sîpan Siyabend
Li Ararat Seyidxanê kher bû
Li hember Romê
Dîmenkêş û bi dîmender bû Çiyayî

Ma Tu dizanî Çiyayî
Min dixwest bigirîm û bi hêsirên çavan
Kela dilê xwe vemirînim
Lê naaa, em nagrîn
Ji neyar re rik û inat
Tu namirî,
Tê hebî, di nava hiş û dilê me de bî
Ma Tu dizanî em çiqas ji te hez dikin?
Weke Te ji Çiyayê Kurdistanê hez dikir Çiyayî…


YARA LI DEST NEYAR

Ji te dûr nabim
Lê nikarim nêzîkî te bibim
Ji dûr ve li te dinêrim
Ji dûrve ji te hezdikim,
lê newêrim hezkirina xwe
ji te re eşkere bikim

ji dûr ve te dibînim
û sebra dil bi te tînim
dîtin û hezkirina te
wek xewna şîrine
dixwazim bimirim, lê dawiya
vê xewnê qet neyînim
xewna bê dawî
evîna bê dawî
hezkirina min ji te re bêdawî ye
hezkirina te di dil de
ax e, av e, ba û pêtên agir e
wek Newroz û gul e
hezkirina qedexe û guneh e
û li min qedexe kirine
lê nikarin
ji dil derxînin..
û qet û qet dernakeve

Ji dûr ve te dişopînim
te wek can û giyanê xwe dibînim
bi te, ez heme
heta ez hebim
ev dil ji bo te hêlîn û nivîne
baxçeyê gul û nesrîn e.
Li biharan Newroz
li havînan germav, seyrangeh û roje
evîna te
bixwe jîn e
yara li dest neyar
dûrî te nabim
lê nikarim, nêzîkî te bibim
ji dûrve ji te hez dikim
hezkirin
hezkirina te, kirine tewan û qedexe..
Ger me bikujin
û bi agirê daran me bişewitînin
lê nikarin
hezkirina te ji dil derxînin
yara li dest neyar
bê guneh û stûxwar
dilopek hêsirên te
min weke pela cixarê dikine tar û marr…


EW ÇI BÛ

Ew çi bû?
Keçik bû
an melek bû
çavreşa por xelek bû
bejin zirav û çeleng bû
ew rast bû
yan jî xewin bû
nizanim nizanim

Ew çi bû?
keçik bû
an pêrî bû
min bi çavên serê xwe dîbû
lêvsora gêlazî bû
por wek libên tirî bû
ew ji kîjan bajarî bû
nizanim, nizanim
Ew çi bû ?
Keçik bû
an horî bû
bêhn ji gula dizî bû
bi bayê re bezî bû
wek heyva çardeh şevî bû
ji kijan welatî bû..
nizanim nizanim

Ew çi bû
ew kî bû
keçik bû,
an batinî bû
behişt bû
yan jî dir bû
nizanim, nizanim…

Ne horî
ne melek bû
ne kew bû, ne kulîlk bû
bi bedewiyê gelek bû
ji siruştê hinek bû…
Ew çi bû
ew kî bû?
keçik bû
wek melek bû
ne xewn bû
ne derew bû
ji ku bû?
keça kê bû?
nizanim… nizanim…


EW ÇAVÊN TE

Çavên te derya bê binî
Û ez zarokê beriya

Çavên te rêya dûr
Û ez bê nasname û pas

Çavên te Çiyayê Agirî
Û ez xeşîm û tirsok

Çavên te qutê jiyan
Û li min qedexe û guneh

Çavên te tîrêja rojê
Û her û her ez bi te heme.


HEZKIRINA TE

Hezkirina te
Qet kevin nabe
Namire
Naşewite
Ji alewên agir,
Evîna te diafire
Û di nav agir de
Govend digere
Qor bi qor
Wek agirê babagurgur
Geh le Newroz
Li birc û zindana Amed
Li Kadîfekale
Li Sêwaz û Helebçe
Gur dibe gurr
Dibe felsefa evîn û jiyanê
Û dîsa ji tirafa xwe diafire
Qet û qet namire
Mîr û siltan tev mirin
Evîn şewata ji agir be jî
Ronahî ye
Roje û heyv e
Her li cîhanê sir e
Tu dizanî
Kî bimire
Lê roj û evîn qet namire
Evîna te
Wek av, ba, ax, û agir e
Ji xwe tu dizanî
Gava dem bê
Gava dem hat
Leheng dizanin
Ji agir dîlanê bigirin
Hezkirina te ale emanet e
Her kes heta kare hildigire
Wê her hebe evîna ji agir
Di şewite û dibe pola
Lê qet natewe
Û qet namire …


DERWÊŞÊ AŞTIYÊ

Li çiya agir
Li deştan qesas û sîxur
Li bajaran rebenî u muhacir
Hêlîna kevokê dişewitînin
Kevok neçar e û difire
Qul be qul
Gurênboz daketine bajar
Dikine nêçîra hejar
Gur general e
Gur polêse
Gur îmam e û li meclîse
Pergal ya gurêboz e
Aştî ji mirovan re doz e
Ezrahîl û gurênboz bûne bira
Dikin nêçîra mafperweran
Lê bi kuştinê roj nabe tarî
Wê her hebin
Baba derwêşên vî warî
Hem bav e
Hem baba derwêş e
Hem hekîm e
Hem jî dermanê kul û êşê
Êşa Ehmedê Xanî
Û Mem û Zîn
Li dîwana mîr û wezîra dibêje
Felek çavê te birije
Hin dibêjin Baz e
Hin jî Orhan e
Li Ehmedê Xanî
Û Mem û Zîn bûye, mêvan e
Îro jî mêvanê Bêrîvan e…


PAYÎZ

Dema
Çivîkan hiştin hêlîn û war
Pel sor û zerbûn li dar
Û yeko yeko dihatin xwar
Ew payîz e
Dawî dibe, havîn û bihar

Dema
Jijû dibin pel û kaşande
Ji xwe re çêkir star
Şivanan berê kerî
Didane mal
Zarokan li xwe dikirin cil û qerpal
Ew payîz e
Destpêka şevên dirêj û sar

Dema
Etaran digerandin
Sêv û porteqal
Û çend berû
Diman li bin siya dar
Kal û pîr ji ber siyê diçûn
Û berbirojk ji xwe re dikirin cih û star
Ew payiz e
Sal jî dibe pîr û kal..


WERE

Di bêdengiya şevê de
Ji nava stêrkan
Bi pêwir be
Hindek germahî
Hindek evînî
Û hindek ronahî
Bîne û were
Bila ew şewqa te
Min weke zarokekî bicoşîne
De were
Bibe hevparê
Şeraba sor û agirê findê
Vaye li serpêkê li benda te ne
Lêvên min zûwa
Û çavên min biçîne
Jiyan bê te weke destarê aş xirîne
De were û vê çerxê rawestîne
Û strana ne hatiye gotin
Binuhirîne…
Li van kolanên vala
Ez û tu
Bêhn û çêja te
Çav li çav
Dest li dest
Bi jenandina dil
Dansa evînê bigerîne
Evîn jiyan e
De were
Were bila em li jiyanê poşman nebin
Were
Vaye ez hê jî li benda te me…


ÇAR DIL

Çar leheng
Çar kevok ji dojehê firîn
Û di dil de hêwirîn
Di tariyê de agir..
Agir ji canê mirovan digurî
Dema jiyan dibe kelemçe,
û welat dibe zindan
gava azadî û jiyan dimîne
li nav lêvên sîtemkar
çar stêrk
çar niftikê şixatê
li Ameda çar derî
li welatê çar parçe
û dema mirov dibin dîlê pariyek nan
leheng bi agirê can
rêya azadiyê didin nîşan
çar nemir
çar sirûd
çar helbest
çar egîdê bê çek
bi laşê xwe
kela zilmê hilweşandin
li cîhanek reş û tarî
li çar alî hawar û neçarî
dê li ewled hew dikir star û alîkarî
bav bi neyar re dikir hevkarî
fîkandin bûbû tewanbarî…

Çar leheng
Çar pêten agir
Çar sirûd
Çar stêrkin
Namirin, wê her hebin li cîhan..
wek Kurdistan..


ZAROKÊN HÊVÎ Û EVÎNÊ

Evîn hene,
neçar û ne serbixwe ne
li dest neyar û nezana
hejar û reben e

Evîn hene
wek Amed
bi sûr û bedenê
ji kevirên reş
hin jê dibin dilgeş
hin jî, dilxweş
hin jê jî bi bextreş
ji jana evîna te digerin serxweş, serxweş

Evîn heye
di dil de ye
lê ji dil mezintir û pir gewre ye
lewra dil hew dikare wê hilgire
carna evîn di dil de
û carna jî dil bi evînê dimire
lê ew evîn qet namire
dibe kevoka aştiyê û difire
derwêşê aştiyê qet namire
qet namire..


LI ..…

Hesret
Û kedera te
Dîlê girtî li zindan
Penaberê bê wetan
Helbesta helbestvan
Strana Merziye û Eyşe Şan
Hesreta te dikuje
Jîn dide
Û ajdide
Birînên te pir in
Her weha axînên te
Tu li Amed Apê Mûsa yî
Li Şengal Xerîbo
Li Dersim Seyîd Riza yî
Li Mehabad Pêşewa yî
Li Helepçe dayikî
Li Amûdê zarokên sînema şewatê yî
Li Qamîşlo Cegerxwîn î
Li Amerîka Barzanî
Li Bexda Leyla Qasimî
Li Berlîn Şerefkendî
Li Vîena Qasimlo yî
Li Parîs Ehmed û û Yilmaz î
Li Roma qerîn û hawara Kurda yî
Tu birîna giyan
Tu dermanê li dest ciwanan
Bê te..
Ez dişewitim
Dihelim
Lê namirim
Hêviya min..


DEMA EZ TE DIBÎNIM

Dema ez te dibînim
Dema ez dibihîzim
Dema ez dihîsim
Dema ez dinivîsim
Dema ez bêhna te dikim
Dilê min melûl
Giyanê min wêran û hejar e
Mejî radiweste û hest dipeyvin
Min ji te re got evîn û hezkirin
Lê ez baş dizanim
Tu ji hezkirinê jî mezintir î
Av jiyan e
Ba qûte
Agir bav e
Ax dayik e
Roj ronahî û pîr e
Heyv hêvî ye
Lê tu..
Tu ji bo min ji hemiyan grîngtir î
Tu hêz î û enerjiya jiyana min î
Tu pira navêna cîhan û min î
Bê ez tune me
Ew dîmen û hinarokên te
Dil ji min dibin
Û di kelhaya dilde
Ala azadiyê diçikilînin
Û canê min weke dîl dimîne
Ma tu dizanî?
Tu çendîn şîrîn î
Ez heşaşê wê peyva şîrîn im…


DEM TÊ

Dem tê
Can û jiyan sar e
Gul û dar
Reng davêjin û pelên xwe diweşînin

Dem tê
Tembûr bê têl
Helbest bê wate
Hezkirin û dil
Sar û vala dimîne

Dem tê
Dayik bê lorîk
Yan jî lorîk, bê dayik dimîne

Dem tê
Cellad dibêje; mirinê ji xwe re bi ecibîne!
Kolan û bajar dibin gola xwînê

Dem tê
Mirov dibêje; temenê zêde
bila ji te re bimîne
û pirtûkên pîroz
li bin ling û pêyan dimîne
Dem tê
Roj bê tîrêj
Çiya bê dar
Zozan bê bêrîvan û pez û kahr
Sofî bê bergeh
Derwêş bê dergeh
Rêwî li nîvê rê
Û bê navnîşan dimîne

Dem tê
Hezkirin tê kuştin
Cîhan bê evîn dimîne
Dem tê
Fermandar dimire
Leşker bê ferman dimîne

Dem tê
Evîndar tê kuştin
Evîn dibe axx

Lê namire.


BILA TEN BIPEYIVE

Can
De raweste
Bila ten bipeyive
Mejiyê min têr e
Têêr ji peyvên jiberkirî
Û ez westiyam

Vaye jiyan
Qeydên giyanê biqetîne û bi coş e
Bila bi awazê re, dil bijen e
Û ew bisk û porê te
Li min bike baweşîn e
Laş û keviya dil bixurîne
Xwêdana laş û zer memikên te
Derman û henasa jîn e
Canê deng rawestîn e
Û bila ten bi peyiv e
Na ez naxwazim peyvên dubare
Û te biêşînim
Vaye ha,
Dengê awazê
Me ji dans û dîlanê re vedixwîn e
Dansa jiyanê
De xwe weke dîn û hara bi hejîne
Bi rês e
Bi hûn e
Bi xwe re
Çerxa evînê bigerîne
Bila şaîr helbestên evînê bi nivisîne
Bila evîna me
Bi ax, av, ba û agir be
Û her bimîne…

Can de were em jiyanê bijîn
Û bila mirin ji mirinxwazan re bimîne..

Jiyana Newaf Mîro

NIVÎSÊN BALKÊŞ