"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Cîhan Hesen

Helbestvan û Nivîskara kurd Cîhan Hesen di sala 1997″an li bajarê Kobanî ji dayîk bûye .

Navê te

Navê te qefdek beybûn e,
di nav guliyên min de
Gurzek gemin e
di nav kefên destên min de
Dilopek av e li ser agirê henaseyên min
Navê te pênc tîp in
Yek
Hêviyeke asê mayî di bayekî xerbî de
Ramûsaneke veşartî di xewneke şevînî de
Zengilekî deng bilind e, di dilê min de
Zinginiyeke hêdî ye,di bin nalê şevê de
Û
Banga êşa rêzika kevokên koçber
dengê navê te ye.
Navê te
Maçeke demdirêj e
li ser herdu çavên min
Ricifîna pêçiyên min ên qefilî ye
Navê te
Di perestgehan de
Çikeçika tifgan ye
Û
Qurtek ava zelal e
ji bîra gundê me
Bi navê te roj ji kûrahiya şevê hiltê.


 

Min ji xwe Re bibe

xwe li ser axîna vî bajarî de berde
Were
Min bibe
min bibe
min ji min
ji janê derbixîne
dixwazim xwe ji laşê vê jiyanê tazî bikim
Dixwazim giyanê xwe bêçerim bikim
dixwazim bi bask bibim
û xwe ji vê jiyanê bidizim
dixwazim bi Kadizên şevê re bilind bibim
de were min bibe
bibe ew bajarê ku
ji bilî heyvê kes reşahiyê jiyanê nizane
tenê heyv hevalê êşê ye li wir
min bibe bila ez ji xwe ya êşdar
rizgar bibim
min bibe
min rihet bike
min azad bike li wî bajarî
ku ji te hat
min serxweş bike
bila tiştek xwe qirka min negerîne
bila ez jî xwe tu tiştî netevizînim
bila tenê ew bajar hebe
ez hebim
Û tu hebî
de were
eger ez ji xwe û ji êşê dernektim
beriya ku ez di xwe bi nesaxiyên vê jiyanê bifetisim
li wî bajarî min bikuje
erê min bikuje
Pêkane bê te ez sed carî li vî bajarî werim kuştin
dixwazim di kuştinê de jî bihna wê biharê ji keziyên min bê …
Bila ax jî ji min û ji êşa vê jiyanê biqehere
Were min bibe û min biramûsanên lêvên xwe bikuje…


 

Dema ku

Dema ku lêvên te fedî dikin û ji vegotinê direvin
Awirên çavên te , wê gotinê dikin helbest
Û vedibêjin……
pêre hêdî hêdî
êrîşî hinavê dil dikin…
Aliyekî
tu bi çavên xwe min derbasî sîronên zincîrkirî dikî
Aliyekî jî
lêvên te bihna rîhana zozanan belav dikin
Û bi bayê azadiyê re
sosreta dîtina te şîn dibe
Lê berî ku di sînorên wan çavan de binçav bibim
xemxwariya rûbara keskeşîna welatê xwe
di heyama te de
bi tavbarana zivistanê re dirijînim
lê hîna
lêvên te di vê qelebalixê de
ji tirsa gotina
“ez ji te hez dikim”
dicirifin
û pê re jî hestên di dil de mayî
Li ser lêvên te diqerisin
Ewqas tirs jî
evînkuştin e
Ha


 

Gotinên te

Gotinên te di şopên
rêyeke dirêj de dilukumin
Ne êşê dibêjin
ne jî evînê
her gotinek kefenê jibîrkirinê
li ser dilê xapînok radixe
û xeyalên ku
di xewnên bêwext de
hatibûn jiyîn
heram dike
gotinên sexte derbasî
vî dilî neke
bila
ez fêrî qaçaxiyê nebim
êdî dil bi sînor dikim.
tu jî di rêya xwe de
bilukume…


 

Bêdengiya te

Di şikefta dilê te de xurmîniya dengê jiyanê hîs dikim
Li ser bişkurîna lêvên te nexşeya evînê xêz dikim
Di nav bîbikên çavên te de hildiperikim ser kaniya evîna te
Têra xwe ji ximava
eşqa te vedixwim
Û bêdestûr
dikevim kûrahiya deryaya
awirên çavên te
Min nexeme ku ez bifetisim
An jî ez biêşim
Bes kuro!
ewqas bêdengî
li hember hestên min
Ma ne gunehkarî ye looo?
Êdî naxwazim
di dilê te de tenê bibim xeyal
An leylan
Êdî ez ji gazincên dûrbûna te bêhiş bûme
Bila tu jî îcar
ji van giliyan re bibî bersiv
tenê vê car
Tenê vê car
Bes e bêdengiya te
Bes e min di gotinên nîvcomayî de asê dihêlî
Bes e bêdengiya te


 

Ku Bêriya Te Dikim

Ku bêriya te dikim
dibim axeke tî
dibim goreke bêxwedî
Ku bêriya te dikim
dibim mareke jehrkirî
Û
Jehra xwe bi xwe vedidim
Ku bêriya te diki
dibim bajarekî vala
Ku bêriya te dikim
Bi xwe û bêrîkirina te re şer dikim
Û
Dikim ku
damara bêrîkirinê
ji canê xwe qut qutî bikim.


 

Ez im

Ew heyva ku li ser pişta destên te diçûrise
ez im
Ew kenê ku xwe ji lêvên te fêrî ramûsanan dike
ez im
Ew dengê ku di dilê te de bênavber dikuzire
ez im
Ew siya ku li ber bejna te tewandîye dîsa
ez im
Û
ew jiyana ku xwe li gorî evîna te amede dike
ez im
Ez im
Biqasî ku ev temen bibêje
Bêje ez im


 

Belkî

Dema ku awirên te xwe davêjin sepeta
hevdîtineke bêwext
Cîhan dilşad dibe
Dil bênavber
Rîtma kemanceyeke evîndar dijene
hemû xewn
rewa dibin
û
di wê kêliyê de dem tîr dibe
tenê
li şanoya awran hêvî vedibin
bi kenên awrên te re
Heyv xwe vedişêre
komestêrk koç dikin
şev jî ji xwe şerm dike
Li wir ez
di naveroka helbesteke şevînî de
dibim bêrîvana wergerandina
awrên te
Û
li peyvên
layîqî pêjna evîna te digerim
her malikekê
bi nêhrandina wan çavên te dirêsim.
û di bin gurdûmana
wê helbestê de
derbirîna êşên dilkujekê
bi te re dikewînim
lê her ku destên xwe ji evîna te vediqetînim
û pişta xwe didim wan awrên te yên
ku
min bi zindî radestî darbesta evîndariyê dikin
Dîsa ez di te de dilikumim
Û li te vedigerim
Di qeraxê dilê te de
wek penaberekê nîştecih dibim
û di wê kêliyê de
çav ji derdorê kor dibin
guh dengê kesî nabihîse
tenê lêdanên dilê te
ku di huzura min de tê jenandin
bi nazikî dihejmêrim
û dev jî bersiva kesî nade
ew jî lal dibe
bes wergerandina hestên te
bi awazeke zîz vedibêje
Sîmfoniya kenê dilşadîya hebûna te ya di wê kêliyê de
ji nişkan ve deng dide
ez jî hêdîkan kenê xwe tevlî girnijîna
Lêvên te dikim
ez û xwe di dilgermiya te de winda dibim
belkî evîna pêpirkî ,xeyalî
û efsûnî ji ferhenga min û te derkeve
Belkî em temenê jiyana xwe ya
Mayî weke vê kêliyê bijîn
Belkî


 

Li vî welatî

Firoşkar xewnan difiroşin
Kîlo bi kîlo li kuçeyan bang dikin
Lê welatî belingaz in
Tenê guhdar dikin

Li vî welatî

Zarok lîstoka mirinê dilîzin
Bi werîsê temenê xwe digirin
Da ku ji lîstokê neyên avêtin
Û mirinê bi neynokên xwe gez dikin

Li vî welatî

Çiya bi axê re şer dike
Ax jî goran di navika xwe de dikole û
Dikole da ku çiya bi kerbekê ji binî ve hilweşîne

Li vî welatî

Sibehan dayîk li ber deriyê malê girî
vedixwin
Xwînê di nav porê xwe de zuha dikin
Êşê bi diranên xwe dikurisînin
Bi şev jî lihêfa axê li ser zarokên xwe radixin
Wan ji roviyên deştî diparêzin

 

Li vî welatî

Bav bavitiyê ji cengê re dike
Û azadiyê bi destên xwe xwedî dike
Lê tim ditirse ku di nîvê cengê de ji nav destên wî bi xafilî birive
Ku wî û cengê li pey sêwî bihêle

Li vî welatî
Bazirganên hêviyan pir in
Lê hêviyên pêkhatî nîn in

Li vî welatî

Balinde kêm in
hemî baskubûne
Lê bejna tawisan pir xuya dike

Li vî welatî

Keziyên hespî yên keçikên nûgihayî
Di oxira şoreşekê de tên qutkirin

Li vî welatî

di şahiyek şoreşê de malbata min ez
bi kirasekî kurmancî li pey xwe hiştim
Û çûn
Min jî li şûna wan ew kiras yanzeh caran çirand
Û di yanzdeh goran de veşart
Û her roj yanzdeh caran serdana wan dikim.

………………………………………..

Welatekî ku

Ala wî rengên çavên te be
Awazên sirûda wî kenê te be
Azadîya wî aramiya hembêza te be
Welatiya wî ez bim
Û evîna wî jî tu bi xwe bî
Ji te dixwazim dildaro

Heger tu werî
Ez ê rengê evîna te
Li hemî wênesazan belav bikim
Ji bo ku tabloyeleke tijî hezkirin
Bi rengê eşqa te çêbikin
Û pê pêşwaziya te bikim

Ez ew çivîka ku
li ser milê te yê çepê
bi xew ve çûyî me
Û ew roja ku
li aliyê te yê çepê hil tê me
Ez ew xûnava ku li tu cihî bi cih nabê
Ji bilî bijangên çavên te
Ew strana ku tevgerên lêvên te ezber kirî me
Ez tu ya hetahetayî me.

Jiyana Cîhan Hesen

NIVÎSÊN BALKÊŞ