"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ciwan Serhedyan

Ciwan Serhedyan di 26’ê  Tîrmeha 1991’î de li gundê bi navê Pîromer yê girêdayî navçeya Panosa Agirî ye ji dayik dibe.

EZ EVDAL IM

Belê dibe ku ez Evdal bim
Lê kes nizane ez ji bo çi digerim
Hêviyên min, bîranînên min ,dilê min kes nizane çiye.
Belê ez evdalim,
Kevinin kincên li ser min
Solên min kevin bûne hingî ez digerim.
Ez evdalim,
Ez jî weka her mirovî di wexta xwe da hatine dinê,
Lê wextê min tune.
Ezê jî weka beytekî bême gotin û xelas bibim,
Lê wê çîroka min her bimîne.
Belê ez evdalim, her derê min di nava birînande maye,
Hingî ez li ser kevir û kuçan meşiyame.
Hatime lêdan, hatime defdan li gundê di xeyalên xwe de.
Hatime qewirandin ji bajarê evîna xwe.
Ez evdalim,
Roj her derê germ dike ez diqerisim
Her derê baran dibare, lehî di ser min ra derbas dibe.
Ez evdalim, dewlemend ji min hez nakin,
lewra ji min ditirsin,
Serê wan bi kevirên minên xeyalî dişkên.
Ew nizanin lîstika Xezalê-delalê, lê min her roj dileyîst di zaroktiya xwe da.
Ez evdalim


 

ÊVAREKÎ

Êvarekî ziman qut dibin ji stranan,
Evîndar evînê najîn,
Çira tevde vedimirin,
Helbest nayên xwendin wê êvara.
Êvarekî welatparêzek dimire
Guh nabihîsin, çav nabînin
Stêrkek dişimite wê êvara
Êvarekî, heyv ji şevê dixeyîde, baran ji ewran,
Çîrok nayên gotin wê êvara.
Êvarekî çav dixeyîdin ji hezkirinê, kevok ji firînê, wêne nayên çêkirin wê êvara.
Êvarekî, perde têne kişandin li ser edeban,
Bîra namûsê kûrtir dibe ji xîreta mêrxasekî,
Serî li ezmanan dikevin wê êvara.
Êvarekî dilên sar disincirin ,weka bombeyeke atomî ji teqînêra amade
Wê erd û ezman bihejîne ku biteqe.
Ewrekî tozê rengê dîmenê diguhere wê êvara.


 

XEZAL

Min û Xezalê me hevdû windakir,
li zozanên payîz wextî
Li çiyayên serhedê, belekiyên berfê.
Bûka baranê li me werhat,
Li hinda gola Wanê
Li pêşîn Sîpanê Xelatê.
Ez ji wan dîmenan hîm bûm
Vê evînê, vê gotinê.
Wê dîsa bihar bê
Ev çiya û zozan wê tevde şîn bibin,
Lê ez û çiya emê dîsa bêy te bin,
Li ber dîmenên girava ax Tamara
Ezê dîsa te bifikirim Xezala min.
Wê havîn li ser me da bê
Pelên dara wê hiş bibin
Laşê minê li ber germahiya şit a tavê wê zuha bibe
Lê dîsa jî ruhê minê li benda te ciwan bimîne xezalê.
Payîzê ezê dîsa bi zozanan re stûxwar bimînin
Heta dawiya zivistanê.


 

DILSOZIYA DOST BESÎ MIN’E

Rê heye rêwî têda
Qesr heye qeşmer têda
Konek hebe serêm têda
Dilsoziya dost bes’î min e

Giyan diçe laş dimîne
Şûr diçe birîn dimîne
Teyr diçe hêlîn dimîne
Dilsoziya dost besî min e

Hewar nakim li êvarê
Kulîlk nedan dar hinarê
Gazin nakim ji biharê
Dilsoziya dost bes’î min e

Ku rihstîn bê rih distîne
Leheng diçe nav dimîne
Kal an ciwan ew nabîne
Dilsoziya dost bes’î min e

Tu siltanek xwedî textî
Xwedî tiving xwedî rextî
Tu ji Bav û bira ra bêy bextî
Dilsoziya dost bes’î min e …


 

DENGÊ ME

Waye dengê me bela bû , li erd û ezman
Serê xwe rake ey kurdo, xêr nayê ji dizan
Bê tirs û wêrek be , bigre govend û dîlan
Bila bi me ser bilind bin , cûdî û sîpan

Destê xwe li singê xwe xe, bes bike hewar
Bêje ez heme û li vir’im, bila bibihîzin dewar
Ka bibin yek xwîşk û bira li hemberî neyar
Da ku em bişkînin heval vî şerê xedar

Da ku em bişkînin heval vî şerê xedar
Divê em yek bin bi hevra , bi vîn û hêzdar
Belê zivistan dijware , lê dawya wê bihar
Ne zûye, derenge Îro, berî bibe êvar

Ê ku firot dost û bira, ciwan û Cîran
Bila xwelî li serê wî be , li herdû cîhan
Gava hatin birçî û tî, me ew kirin nêvan
Niha li nav ax’a kurda , xwe dikin mazûvan

Çar aliyê me tirk û ereb , aliyekî faris
Yek parseke ,yên din dizê zeytûn û garis ,
Gulle barandin kobanê wek libên garis
Ev dilê kurd’a da nebû, tu car xof û tirs !

Ey dijminê bav û kala , ma tu ji kera hatî?
Ne ji wekheviyê fêhm dikî tu ne jî biratî
Jibîr neke tu ne ji virî, ji çol’ên rojhilatî
xwediyê kurdistanê em in ,tu jî derve hatî …


 

RÊHAVALÊ GULIYÊN TE

Min helbestek nivîsand
Ji bo ku çavên te yên belek re
rêhevaltiyê bike
Gulî yên te bihûne,
dema ku tu Ji Min dûr bî
Min helbestek nivîsand
Ji bo ku zimanê te re rêhevaltiyê bike
Gerdena te ya gewre-bozî maçî bike
Dema ku ez ji te dûr bim ..

Ala Roj li navê
Serfiraz kin ala roj navê
Wa xatir xwastin ji dê û bavê
Keç û xort lehengên kurdîstan
Ji bo azadî û serxwebûnê

Wê bi gul bineqşînin bilinde kurdîstan
Wê bi gul bineqşînin pîroze niştiman

Wa rabûn serî hildan
Li her çar alyan berxwedan
Wa didin soz û peyman
Lêdixin, azad dikin, rizgar diki

Wê bi gul bineqşînin bilinde kurdîstan
wê bi gul bineqşînin pîroze niştiman

Ey keç û xortên kurd ên qehreman
Bi we nikarî hêzên cîhan
Hûn amadene bi dil û bi can
Ji bo rizgarya, axa ariyan

Wê bi gul bineqşînin bilinde kurdîstan
Wê bi gul bineqşînin pîroze niştiman

Wa dijmin dizî, çand û ziman jime
Em welat bernadin pekrewan hene
Roja lêdanê hat ber deryê me
Kurd bi jin û mêr wa serhildane

Wê bi gul bineqişînin bilinde kurdîstan
Wê bi gul bineqişînin pîroze niştiman

Wa bilind bû ezmana, ala kûrdîstan
Li cîhanê belabû, şoreşa merdan
Bûye qada azadiyê, serhed û botan
Wê li erdê nemîne,xwîna pekrewan …


 

DAYÊ

Ew kenê te yê ji girînê û ji hêsiran kevz girtî,
li cîhek î aliyê bakûr li derande asê mayî,

guliyên te dicemidin li havînê
Tu ji tavê têr nebûyî diyare
Ew kîsikên di binya çavên te yên belek da bende min çend kul,
çend êş û keder têde bicîh bûne,di pişta te da kêreke kal
giyanê te diêşê ,
tu ji ciwantiyê têr nebûyî diyare
Niha ez hîmî xwendina wan janên te bûm ,
ji awirên te hîm bûm dayê
Hîm bûm ku, dilopek e hêsir a di nava bijangên teda diherike,
ji teqîna kederên di kûrahiya dilê teye
Lê lê dayê,
Çend kaniyên çavê te miçiqîn li warê min,
û çend êşên te niqutîn nava dilê min
Lê çend keder zêde bûn li barê min
Ev êşa bê derman e, te xwe kuştiye lê lê
Hembêza te diricife, tu ji hezkirinê têr nebûyî diyare .
Biyanî baş dayê, beyanî baş
min ji tera îro kulîlk kom nekirin bibore
Lê ku serê sibehê te xwe ji ber êşan avête derva,
dengê balindeyê ku tu ewilî bibihîzî silava min e ji tera
Bayê sibehê ku guliyên te yên spî şeh dike rêhevalê min e dayê…


EZ AX’IM AV’IM AGIR’IM

Ez kulîlkeke derbiharê me, reng didime kurdistanê.
Ez keç û xortên kurdim , diparêzim ez efrînê
Ez lehengê gelê xwe me, min dil daye mirinê.
Bila werin gur û keftar, wê her serê xwe bixwin
Wê werin, wê bibînin, lê wê tu car bi rihetî nemînin li ser axa kurdistanê.
Ez Kawa yê hesinkar im, Rustemê zal im, Egîd im.
Ez Qazî Mihemmedim, Ebdûrhman Qasimlo me, Şêx Seîd ê kalim.
Ez Sema Yucel im. Jineke kurd im.
Ez ax’im av’im Welat im.
Ez çand’im ziman’im Kurdistan’im.
Ez mêrxas lawê mêrxas im
Ez Arîn Mîrxan im, Şerwan im.
Min çawa Kobanê neda , ez Efrînê jî nadim
Ew axa min e , ez tu car dest jê bernadin.
Ez Berîtanim lehenga Kurd’im
Ez Îhsan Nûrî me, serhildan im
Ez îro yek bikevim, sibehê ezê hezar raperim
Ez kêranê şaristanê me dîrok’in, ez çand’im
Min ji min nepirsin, min ji dijminê min ê hezar salan bipirsin,
Min ji çiya bipirsin
Sed û bîst hezar leşkerên eşûr,
ên ku ji çiyayên kurdistanê nikaribûn derkevin bipirsin.
Min ji çiyayê Agirî bipirsin,
Ez destan’im destana Reşo yê Silo me
Zîlan’im, Dêrsim’im ez , Roboskî me
Di nava bi hezaran komkujî û êrişan derketime,
dîsa li ser piya me.
Ez li berriya mezopotamiyayê çand’im, li Kobanê destan im.
Ez li qada man û nemanê Şerwan’im
Mitin be min ya herî bi êş kişandiye
Jan br, ez ya herî giran jiyame
Êdî ez ji gewriya dijmin re şûr im
Êdî ez ji gelê xwe re mertalim
Ez ji Efrînê re mertalim mertal.


 

AZAD HÊSÎRE

Em li şêmîka şerrekî bi xûn hev şad dibûn
Zarokên me yên ku ji wê hevşad búnê çê bûn
Li kuçe ya Cenga giran da çivîkên bêy baskin,
Wî şerî bi hemû têgehên wî va,
Heta binê giyanê xwe dijîn.
Carna dayîka me li ber çavê me
Li ser kolana hêlîna me dikeve xewa bêy dawî ,
Hema li kuçeya navenda bajarekî
Lê ne bask ,nejî lingên me ên ku em pê bigihêjin dayîka xwe tunene ,
Rojekî penaberin em !
Laşême li peravê behreke xerîb dixe
Rojekî koçberê demsaleke winda ne
Digerin nagerin demsala xwe nabînin em
Dîsa li ser gewriya me xilxilî ne , qîlên guran
Dîsa li ser gewriya me civiyane şûrên şerr perestan ,
Erê
Gelo hibra pênûsa ferîştehê guneh nîvîs
Têra nivîsandina êşa kurd a dike ?
Na, Nexêr!
Hîn di pêçekê da ez xeyîdîm ji bêhna sêvan,
Serbirrî ketime ser ax a helbçê
Nizanim ,
Di bavê ewil da Sêv kirinê nîşaneya gunehan,
Lê hîn jî ez ji bêhna Sêvan hez dikim ,
tenê dil jê şikestîme .
Di diwazdeh saliya xwe da xeyîdîm ji sêzdeh Gullehan ,
Gullehên hesin
Gullehên sar û kujer
Ku min bi dest bixista minê ew gulleh gilover bikirana
Minê ew ji xwe ra bikirana xar û pê bileyîsta…
Min dixwast ez mezin bibim ,
Mezin bibim bi xwişk û bira ra
Lê gava ku şûr ji qavê xwe dikişe dimire biratî,
Ne xwişk dimîne ne jî bira
Erê
Navê min kirin azad , ji tunebûnê
Lê Ku azadiya azad tunebe
Tu bi çi çavî lê binhêrî,
Tu bi çi zimanî jî bibêjî ,
Azad hêsîre
Xerîbê bajarê xwe ye azad ,
Bêy çîroke li gundê xwe
Niha jî weka koroya bê zimana
Me hemûyan xwe bi yek dengî kerr kiriye
Erê
Min êşên xwe li keştiyeke bayê siwarkir û keştî bi rê kir
Min lawisên xwe yeko yeko pey rêz kir
Keştî li ser zerya ya bêy dawî qulibî
Lê dawiya lawisên min nehat
Lawis êşan diwelidînin , êş jî lawisan !
Weka ku tarî ronahiyê diwelidîne , ronahî jî tariyê !
Lê heta gava ku dengê lingên aşitiyê , Naqose yên şer kerr neke ,
Ronahî biser nakevê
Û zanibin ku heta wê gavê wê Tarî rûyê rihetiyê nebîne , Erê!


 

EZ ŞARISTAN BIXWE ME

Min ji fetlokên rêya hevrişîmê bipirsin,
ewê ji we re qala barên ku li ser singê min ra kişyane bikin,
ez mezopotamya me.

Min ji bereketa heyvikê bipirsin ,
Dê ji we re, xwîdana ku min rijandiye,
tovên ku min bi hezaran sal reşandiye vebêje,
Ez lawê axê û keça rojê me.

Li pêşên çiyayên bilind, li sertarê , cûdî ,
gilîdax û eznawir an, min ji teyrê Eyloyên mezin bipirsin ,
ew zane ku ez bêy bask çiqas bilind firyame.
Ez biroyê heskê têlî me, Îhsan nûrî me şêrên gilî daxê me..

Li kêleka çemê dicle ,
li qontara cizîra botan, guhdar bikin ,
hûnê dengê lawisên ku bi hezaran salin
li çiyayên cizîrê olan didin bibihîzin
Ez jankêşê wan lawisa me…

Qibqiba kewê gozel guhdar bikin, ewê ji wera qala hêlîna min bike,
ez çar demsalan xwedî stargeh im di hembêza warê xwe de,

Min ji gîsnê zengarî bipirsin ,
ewê ji wera vebêje ku min, çi zevî li ser deşt û beriyên kurdistabê cot kirine,
wê ji wera vebêje ku min li ser navê şaristanê çi hilperandine,
Ez şaristan bixwe me, ez kurdîstanim.


 

BI GUNEHÊN XWE WERE

Nebêje ewrên reş li ser serê me kom bûne ,
li bayekî hênik dinhêre .
Wê lêxe û ji hev belav bike ,
gava ku rast lê bizîvire .
Bila be dilê xwe xem neke ,
dibe hêvî gava ku baran çilpik çilpik dibare .
De Bila barana îşev li ser xwîdana hevşadbûna me bibare
Nehizire wê porkurên cîran me bibînin bi me bikenin,
Nefikire keç û xortên ku mirazê xwe şad nebûne,
wê gazinan û loma ji me bikin
Nebêje dê ferîştehên bi pênûs , ji mera gunehan binivîsînin.
Ev li hev rasthatina evînê ye
Kovaneke şêrîn li ser dilê mirov dibişirîne ,
De Were ,
em astengiya naz nekin bi hevre
Were em qedexeyan biqelçiqînin bi hevşadbûna xwe,
Bila stêrka sipêdê di nav porê te da biqulibe îşev
Gerdena xwe ji ramûsanên min ra bike hêlîn îşev
Bila serê min li ser singa te birize
Em îşev zîna evînê berdin , bila di deşta şehwetê da bibeze
Em îşev hetta binî xerqî gunehan bibin,
bila dojeh bi agit û pîzot di ser meda were.
Lê bila îşev bi xaziya dilên me be
Bila li ser simbêla heft mêra, li ser keziyên heft qîzan sond be ji te ra
Ezê ji hber barê vî guneha xwe ne biavêjme mizgeft ne jî dêr a
Bila deynê stûyê min be , her gunehê ku ez bikim bi tera …


 

ARMANC BOTAN

Dibên li serdema zîv, winda bûye zêrrekî tenê û esîl ,
xwe parastiye ji kenê xinzîr !
Dibên şopa lingên wî kûûr û dirêjin,
Li ser çiyayên şingalê li gor temenê xwe yê kinik, dirêêj meşiyaye,
Diyare ji çiyan û yek jî ji tavê hezdike
Gundê ku lê mezin bûye çîroka wî lê tune, lawê ax’ê ye dibên ,
lawê rojê ye
Haylo ji serhedê li ser axa botanê ra debas bûye
û çiya b-çiya meşiyaye û hatiye şingalê ,
Ji serhedê ye dibên, û ji botanê pir hez dike ,
weka navê xwe armanc botan’e
Xwe ji azadiya çend zarokên çav morîk ra qewk kiriye,
Û xwe goriyê azadiya niştimanekî kiriye
Dibên bi zîna hespê bayê û brûskê va girê daye rîhê hezaran keftar
Wan dişîne agirê dojehê
Dibên ber bi rojê va ketiye rêwîtiyeke dirêj,
şopa xwe li ser dîrokê hîştiye û çûye
Beyta wî beyta şehîdane dibên, ey şehîdê can ,
ey pekrewanê ciwan
Beyta wî beyta şehîde, ey armanc ê can, ey pekrewanê ciwan…


 

HEWARA DIL

Ey dil hewar
Ey birîndaro, şewitiyo dil hewar
Ey bilbilê li deyştê da dike qêrîn û hewar
Qey Tu mayî bêy gul û bêy war ?

Tu mayî bê yar dikî qare qar
Ez ji heftê û heft keziyan mame bê par
Yara min ji min dûre heftê û heft war
Ey bilbilê bi hewar , gelo kula teye dijwar an birîna min e xedar

Yara min Hingive, şeraba eşqê ye, min gulpek jê venexwar
Ji min ra rohnî ya rojê ye heyvê ye yar
Di nava civat û suhbetan min sonda keziyên wê dixwar
Niha di qoncala evînê da mame stû xwar ey hewar..


 

MIN GUNEHEK XWEST

Ez birîndarê tîra awirên te me
Ne bi rê ya ziman
Ne bi rê ya çavan û nejî bi rê ya dil,
Bi tu hawî nikarim hest û birîna xwe ji te re bêjim.
Hema wisa ji dûr, hema wisa kûr ji te hez dikim.
Kêfxweşiyeke gihaştina wê negengez bû ji te hez kirin,
Lê, Min hez kir, wisa ji dûranî hezkir
Bi te ra, Noqî xeyaleke ne gengez bû hişê min,
wisa ji dûr, wisa kûr.

Min gunehek ji xwedê xwest.
Ez û tu guneh bû, lê min xwest.
Min mirazê xwe li ser qaxizekî xeyalî nivîsand
Û dirêjî ronahiya xwedê kir,
dû ra min ew qaxiza mirazê xwe avête ava şîn a çemê dîcleyê,
Da ku mirazê min û te bike, çi xêr çi guneh
Kêliya ewila ku tu bi min re keniyayî,
min ruhê xwe li ser navê te tomar kir.
Ji wê kêliyê pêve hişê min dest ji hizirîna te berneda.
Çavên min dest ji te xeyal kirinê bernadin.
Dilê min desr ji lêdana ji bo te bernade .


ÇÛ

Çû,
Rûyê xwe yê bi kovan ji min vegerand û çû,
Niha ji min ra man çengek bîranînên nestewyayî.
Ji min ra ma jana jiyana bêy wate,
Barê pişteke ji êşê xûz…
Mam li ber dîwarekî kevirî kevnar,
bi awirên ku ji rizînêra rû bi rû ne
Bi hêviyên westiyayî, min hema wisa li pey nihêrî.
bêy ku bibêjim neçe!
Yar neçe.
Agir li dil nexe û neçe.
Ruh li kovanê nefetisîne neçe
Kezeba min dax neke neçe.
Min negot hebûna te av tunebûna te agire, neçe…
Min negot neçe û ew çû.
Bêy ku xatir bixwaze.
Bêy ku bibêje ez te dikujim.
Bêy ku bibêje ez diçim,
Pişta xwe li min zîvirî ber bi rêya nehatinê, ber bi rêya nedîtinê çû.
Derî li ser hêviyên dilê min dadan rû kovanê, mifte li min winda kir û çû.
Ne derfet da ku ez bi şev heyvê bi roj tavê bibînim.
Ne jî derfet da min ku ez bijîm evîna bi wê.
Kerxa xeyalên kor li ruhê min ra vereşiya û çû
Niha hewceyê peyveke ku hezê û hesretê vebêje me,
her peyv bêriya wê bi bîr tîne.
Bêriya wê parî parî ruh ji bedena min dertîne…
Niha li peravê deryaya heza wê kelekeke hejhejok, jar û nîvruhî me.
Xwezî noqî wê behrê bûma, lê na behr çû ez bêy hêvî mam.
Jan diherike ji hebûna min.
Bi kul dikulim, ji tunebûna wê.
Bi Nalîn dinalim…
Min agirekî har daqurtandibû gava ku min ew dît,
Niha ez avêtime nav agirê dojehê,
Ez tenê hîştim û çû .
Tenêtî tunebûna wê ye.
Tunebûna wê êşe, jane û bêhntengî ye min difetisîne…
Carna ew bêhntengiya ku mirov difetisîne, di heman demê de jî derman ewe, lê derman haj ji birînê tune ku dil aş bike.
Niha ez di wê tengezariyê de me.
lê tu hêjn û his ji dermanê ku janê dide hişê min, nayê.
Hejna xwe, bêhna xwe, hemû hebûna xwe ji min bir û çû .
Ji min çû, ji nava dilê min çû.
Ji ruhê min qetiya û çû.


 

RÛROJA MIN

Û, bihar hat rûrojê
Rojeke nû ronî dibe, li min dûr
Baraneke hûr dibare, ji ewrên awirên tenêtiyê
Dilop dilop dibe kovan di nava dilê min de.
Hêviyên nû hil tên li dernê jiyanê
Li hin deran jî reş dibin ew hêviyên bêy xwedî
Lê ez hîn jî bêhn tengiya xwe
ji şibakeyeke piçûk re digihînime bê dawîtiya derve.
Li derve, Li ber şibakê pelên dêliyê bişkivîne, dibînim.
Cotek qumrî hêlîna xwe çê dikin
di nav pelan de, bêy xem û kederin
Wana ji xwe ra warek dîtine,
dengê wan jî mişt hêvî ne weka awirên wan
Lê dilê min, weka ku li qefesa xwe hilnayê diavêje
Dilê min weka balindeyeke ku li warê xwe digere,
ne îro diyare ne jî sibe,
Gava ku li hêviyekî digerin Çavê min ên zengarî,
li kuçeyeke kor vedibin.
Dûre,
Rûyê te yê ku ruhê te vedibeyîne, dibe hêlrêkera umrê min.
Bi bişirîneke piçûk ji xwe re dibêjim
Porê warê min kej e
Porê Rûroja min keje…
Li hewşê kulîlkên darhinaran bişkivîne,
Zanim te jê hez dikir,
Gava ku te lê dinihêrî bîbilên çavên te şil dikeniyan.
Ka ez çi bêjim rûroja min
Hemû têgehên kovanê li dora min civiyane,
xem xurê kovana ji te me ez.
Di nava gilûriyê da min tenê dihêlin
Riste yên kovanê qala te dikin rûrojê,
stranên ku te digotin dipispisîne guhê min
Baran di nava dilê min gur dikin.
Bûka baranê, xemla xwe di çavên te de winda kiriye şêrînê,
ji ber wê ye bedewiya çavên te
Biskek por li ser rûyê te direqise, li ber cavê min, rûrojê .
me bi hezaran zîxur rakirin ji ser rêya xwe,
ka wê hêza me têra kîjanan bike, ne hêz maye ne qudûm.
Eva ku em dijîn çi ye gelo?
Zêmara cotek xoşewistên destên wan ji hev qetiyayî,
An kaviliyeke weka naqoseyên şerr ên gule lêketî
Çavên şile ji hêviyan kor.
An bilqeyên hêrsa xwedê.
Ka bêje rûrojê, ya ku em dijîn çi ye gelo?
Carna bêhna cetriya çiya difûre ji şevek nîvê şevê,
Ez dibêm qey tu hatî,
lê na, ne ji cetriyê ye
Ka tiştekî ku te neyne bîra min heye li vê jiyanê?
An jî tiştekî ku te ji bîra min bibe.
Niha di qedehe ke şerabê de li ser lêvên te vepesiriya ruhê min,
Dilop dilop daweribiya li nava hebûna te,
Dê jiyan çiqas xweş bûya rûrojê!
Ew bijangên te yên qasî ku umrê min bipêçin dirêj,
çawa ku her kêliyê li ber çavên te xwe dihejînin
Wisa her kêliyê li ber çavê min direqisin,
Weka berfa çiyayên ku rê-pê lê tune hêdî hêdî min dihelînin rûrojê
Di bin siya dara xemê da,
nikarim serê xwe rakim kêliyekî li ezmanê rûyê te binihêrim.
Xem tuyî,
bêriya te di kûrahiya bîra min de xem e, rûroja min.

Jiyana Ciwan Serhedyan

NIVÎSÊN BALKÊŞ