"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Denîz Şan

Di sala 1980’yî de li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Pirtûka wî ya ewil “Jînbişirînê” ye.

Tu Çi Wext li Min Hay Bûyî?
Çi Wext Tu çûyî?

TU

Ku tu dihatî, jîn dibişirî.
Êş, bi ber bayê kenê te ve diçû.
Nalîn, bi aramiya ku ji sewta te diherikî lal dibûn.
Reşbîniyên, di derbarê jiyanê de;
di nav ecacokên peyvên te de êdî, biriqînên pelikên cilûbergên çengiyekê bûn.
Mistdayîna te, pixêriyek bû;
Ji, dil-zivistanên bi bê-evîniyê qerrisî re.
Bi jiyîna te hînî xemlê bû; vî emrê şilfîtazî.
Bi rêpêxistina te, bû xwedî baxên serpêhatiyên delalî;
vî dilê dîrok qelaçî.


ÇI WEXT

Tu çi wext bi dengê min hesiya…?
Çi wext, dîtinên te bi awirên min teyisîn?


LI MIN HAY BÛYÎ?

Piştî kîjan bablîsoka nalînan; toza kulên min, dilê te pişkinand?
Di kîjan silûkê de, xweda tehma berzîtiya xwe li ser zimanê te reşand?
Piştî kîjan newhirandina hembêza te ya dayikîn, ez bûm zarok?


 

ÇI WEXT

Tu çi wext ketî xewa bin konê lêzokiyan?
Piştî kîjan seyda bafikan, tu hilkişiya çiyayê şikan?
Piştî kîjan poşmaniyê, kundan çav berra hêviyên te
yên ku ayendeya me dixemiland da?

Piştî kîjan çîroka xapînok û veqetandok te mohra Beko Ewan li qirrika kewan xist.
Bi kîjan nêrînê, mirinê pala xwe da biriqîna çavên te
yên ku bi erêniyên di derbarê min de miştbûyî?
Piştî kîjan avjeniya me ya şadiyan, gemara gumanan dest xist qirrika zelaliya behra evînê?
Bi kîjan vexwarina tehma bihuştîn, kaniya kêfên me çikiya?
Piştî kîjan avdana sêwirîna kulîlkên bin lihêfê, bîra xeyalên me hilweşiya?


TU ÇÛYÎ?

Tu çûyî… di cemsera bakur de aliqî man, nêrînên min.
Ji bilî zivistanê tu demsalan pêga xwe bi giyanê min nexistin.
Dest bi kedîkirina qîrrîn û orînan kir kezeba min.
Kerritandinê, dest avêt namûsa diranên min,
ji qîçeqîça hawara wan, xew li xewnên min herrimîn.
ji ber tehlxeniqîna wechê jînê, çivîkên hêviyên min perpitîn.
Kenekî dêlikîn, konekî mayînde vegirt li ser dengê min.
Fisek- fisek bi rûyê min ve zeliqî dînîtî.


JI

Li ber nanê tenûrê ji penêrî
Li ber sohbeta dostê hêja ji şerabê
Li ber çavên te ji xwarina hişê xwe hez dikim.


XWEZÎ

Xwezî ez
berxekî spîboz û serhinnekirî bûma
li neqeba pergala hezkirina te ya razber mexelhatî bûma
û piştî bişirînên te, min kayîna xwe anîbûya.


MIN

Min bitirsîne
min bi hezkirineke tund
ji evînê bitirsîne
Min biqewirîne
min bi evîneke dojehîn
ji bihuştê biqewirîne


KEVANEK

Hew kevanekekê veke di “belkî”ya dilî de.
Min têxê û bigire.
Ne xem e;
Ez ê wek lêvên te bihesibînim wê kevanekê.
Ez ê bikim capûn û li hêviyên xwe bipêçim;
“belkî”ya wî dilê ewr-berfîn.
Ez ê bihêlim
bila dilê min bimûmikîne îhtîmala ku
rojekê kevanek bikişîne balê
çawa çavên xezalan distewîne tîna nêrînê,
û
çawa şemamokan dikemilîne germahiya kulmê
bila wiha bê mûmîkirin
hemû hez
bi hibra bendîmayinê.


 

NEXEYIDE

Nexeyide ezbenî
Nexeyide hindik ma
Ez ê dev ji lênêrîna te berdim
Çavên min şûşeyekê ji xweşikayiya te dagire
Û bavêje mexzena bîrê
Ez ê dev ji lênêrîna te berdim.


 

KUJERÊ JIBÎRKIRINA TE

Tu carinan hebek tirî, yê mezrone yî;
Di wêne û kevalên payîzê de.
Û carinan jî kesayetiyeke nîgaşî yî:
di nûsafa min a derûnî de.

Her ku rûyê te tê bîra min;
Hêsirên xwe vedigerînim,
Diajom kewarên çavên xwe,
yên ku dûr ketine ji xewnên evînî.
Û wan ditepisînim.

Li rondikên belengaz û nefî, xwedî derdikeve kujerek.
Bêrîkirina te, dibe erdhejeke bêîman,
li hestên min ên bejî.
Û behîtek diteqe: Tsûnamî.
Diperçivîne, kewarên çavên min
Diherikîne, sûlavên har û coşdar

Hemû bajarên derewîn paqij dike ji jiyanê
Tsûnamî: Şîmaqa dilsoziyê.
Tsûnamî: Gemara xiniziyê
Tsûnamî: Tûka kujerê jibîrkirina te

Bi pêy re ez lê hay dibim ku
di nava xeyalên min ên erotîk re derbas dibin lêvên te.
Şikeftên binhişê min, tijjjî bêhna binçengê te…
Tiliyên min, tevnan datînin ji porrê te.
Ji dengê te tûran dirêsin; guhên min.
Li van quntaran, li bin van tehtan, li cihên ku
me hevdu digevizand, te dide hevdan:
Kujerê jibîrkirina te.
Bi destên min ên ku
-bi bêrîkirina firkandina kîvroşkên li ser sînga te-
bûne deşta bîrov û belalûkan; rûyê te, dide hevdan.

Destên min bi henekên te dadigrin tûrê kujerê jibîrkirina te.
Dilebikin bihîstinên min, bi dengvedana kenên te.
Dest bi qesabiyê dike kujerê jibîrkirina te
Bi kêra xwe ya kalanî, qundetiyê diguro ji mejî.
Mejî, dibe hevkarê kujerî.
Û bi werîsê ku ji ramandina te rêstiye,
Dest û lingên min girêdide.
Ez dibim mak.
Kurk dikevim;
li ser, serboriyên di hêlîna evîna me de.

Bi pêy re ez lê hay dibim ku
Melkemotê hebûna min e jibîrkirina te,
dax bûne, kefên destên min;
bi tehma pelandin û mistdana çîpên te.
Lê hay dibim ku
Di kûzê stewriya bahên min de ji ber in,
navnîşanên hemû zewq û şadiyên te.
Di navîgasyona lêvên min de tomarkirî ne,
derzxêzên erdnîgariya te.


 

JI-HEV-ACIZ-BÛN

Werza evînê
Qul kir çermê nêrînê
Ku guman lûsiya birînê

Bawerzîna bêriyê
Çirrand kitana şadiyê
Qelişand şerbikê mêraniyê
Ku şikê çav şikand li baweriyê

Ji kûzê dawa bexîliyê
Niqutî bêhna çavnexeliyê
Gwîn xeniqî bi sîqala faîntiyê
Ku dil çilmisîn piştî “ji-hev-aciz-bûnê”


 

DEMÊN PELIXÎ

Bişirînên te yên tijî vexwendinên ramûsanan,
bizotên sorîkur di bin çermê dêmên min de digindirînin.
Ku wan demên pelixî bi ser wan de neyên
dê hemêza hezkirinên te mişt sorgul bikin.


 

KEWÊ

Ez li pişta bê me kewê!
Li te digerim; perîk bi perîk, tozan bi tozan, ecacok bi ecacok.

Bila haya te jê hebe kewê!
Wexta ku baskên min birûçikin, teqez ez ê xwe li konekî qereçiyan bigirim.

Ez di freqansa xwedê de me kewê!
Sewta te dişopînim; gelî bi gelî, quntar bi quntar, cihok bi cihok

Bila haya te jê hebe!
Heger ku tu bî; ya ku li pişt qefesê distrê:
Ji feq û kemînên seydvên, nikarin min biparêzin; tu tertên axê.


DE WERE JÎNBIŞIRÎNÊ

Bêxwediya demjimêrê,
li ser saeta çûyîna te sekinî.

Têdhata salnamê,
di roja çûyîna te de aliqî.

Min digot qey
Wê bajar, bêyî te bihuşt be.
Her der tijî horî.
Ez ê temaşe bikim bi aramî.

Lê çavên min ên parsek, digerin kulek kulek.
Bi ser wan de tê reş perdeyek.

Bi awirên celaddîn, nêrînan dixeniqîne;
di rûyên qîzan de: pîrebokek

Min digo qey
Wê geriyan, bêyî te pirr xweş be
Lê henekên xwe bi min dikin qafe,
min diqewirînin mase.

Peyarêyên hînî te, diqelişin hendef hendef.
Ji tolaziyan re, dibin feq.

Gav dibin eletexmîn, meşînê ji bîr dikin ling,
Likumîn, terezek bi req req.

Min digo qey, wê kêf kêfa min be.
Lep azad bin ji pêgirtina te.

Lê di kefên tiryakiyên destên te de,
daweta gêrikan e.
Ew xwirên bêîman,
tê de dikişînin, govendan.

Valahiya tunebûna te, gorrek bêdawî,
Tê werdibe, xapînoktî.

Tewş tewş diteriqin axaftin
Kurmî dibe, gotina “ez ji te hez dikim”

Terk dibişkuvin ji lêvan
Koç dikin tehm, ji zimanan.
Kuçe beyar dimînin ji kenên te,
De were, jînbişirînê!
Diqurmiçin, zerdexene.

Wechê eynikan tehl,
Jîn “bêvil daliqiye” bêyî te

De were, jînbişirînê!
Ez nexweşim bêyî te.

Diqefilim li berojkan,
dixeyide tav, ji tunebûna te.

Birîn bêpar dimînin ji ramûsanên te
Bijîşk li dermanan diheyirin.
Di tenûra hesretê de diperitin reçete.

Hêsir baraneke weşen
Çav gêzikvanên rê,
betilandin newêre qet ber bi wan de bê.

De were “morîka xewê”
Şev min venahewîne bêyî te.
Ne min bi tenê, Qoserê jî fam kir:
Derew e her tişt, bêyî te.


TOGÊ

Kezeba min misîn misîn av rijandibû li pey te.
Çûna te vê carê, qulikên çermê min perçivandibûn.
Têra avrijandina li pey te nekiribû kaniyên çavên min.
Ji bincilên min pê ve kes hay nebûbû li ava ku min ji bo zûhatina te rijandibû.

Tu nivînan min venehewandibû tevî vê lehiya mişt bêhna evîna me.
Qewirandina serşokê, hevsara min xistibû destê tenêbûnê.
Kurtêlên hêviyê têra êvarekê bi tenê jî nekiribû.

Min xwe dirêj kiribû li ser keser û kovanên xwe.
Kifş û rût razabûm.
Ev çi doşekeke têr pîj û kelem bû.
Ez piştrast bûm ji ber lihêfbûna jan û keserên xwe.
Lê mixabin wan nikaribû dilê min bistranda ji sarbûnê.
Çavên mejiyê min kor bûbûn ji xeyalkirina te.
Tebatê ji zû de xwe kuştibû.
Jixwe tu kes tunebû ku bi kêmanî hêviyeke tenik jî bûya di min werbikira.

Tenêbûn bê “hêvî” bi xew re nediçû, togê!
Helbest parî parî di qirrika min de kufikî bûbû.
Tenêtiyê awaz jî fetisandibûn.
Venegere togê, tu êdî bê jî min naterikînin nêrînên vikîvala.
Pisîkan ji zû de bay bay kiriye ji hiş û aqilê min re.
Venegere togê!
Hişberdan çêtir e ji çûyînên te.
Venegere!


 

PÊLÎSTOK

Min digo qey hew ez helbestan didizim ji awirên te
Hew ez janan dihinguvînim di kakûnya te de
Gulên jînê dixemilînim bi sorxwîniya lêvên te
Çiyayên mirinê dihedimînim bi bişirînên te
Min digo qey hew ez bêhna bihuştê diguvêşim ji porrê te
Hew ez xwekuştinan dimeyînim bi fikara çûna te
Hew ez kujertiyê difesilînim li xwe
Di wan kêlîkên ku ez şikbar dibim ku dilek tewiyabe berbe te
Min digo qey hew ez çîrokan didim ser hev ji sohbetên te
Hew ez bêjeyên rût û tazî mîna keybanûyan dibihîsim di gotinên te de
Min digo qey ez dinyaya te me heyvê
Lê hey wax tu payîzok bû
Payîzokeke xapînok û bê wijdan


 

XATIRXWESTIN

Xatir jê bixwaze
Xatir ji gulpa dawîn ya ji cixareya wê
Xatir bixwaze ji henekên bin lihêfê,
Ji nermahiya newal û kaşên wê.
Xatir
Ji bêhna pişt guhî
û navbera sîng û beran.
Nebî nebî
Tu silava ewil di bîra xwe de neynî.
Xatir jê bixwaze
Xatir ji pevşabûna bêhna cixarê û avcehê
ya ku di hilma wê de.
Berî xatirxwestina ji şopên nîkotînê yên li ser lêvên wê
Xatir bixwaze ji hilma wê.
Qet neyne bîra xwe tehmsariya jînê ya berî wê
Xatir bixwaze ji hibra şadiyê.
Berî ku biteqize lênûska evînê.
Illim xatir bixwaze
Qet guh nede jiyanê
Dibişire nabişire ew dizane
Xatir bixwaze
An na tê ne çêje jana xatirxwestinê.


LÊVÊN TE

Kêlîka ku lêvên min ji lêvên te vediqetiyan
min digo qey ev hezar sal e ez bi rojiya maçîkirina lêvên te me
Û fitarî hê jî hezar sal dûrî min e.

Ku lêvên min ji aramiya lêvên te vediqetiyan bi tonan jan bar dibûn li wan
Ji janê mengeneyek hildiberiya, bi kartîka reşbîniyan hêviyên min dixerritandin.

Ku lêvên min ji tîna lêvên te vediqetiyan qerisînê çirvîtik davête li ser wan.
Bêhntengiyê dest dixist qirrika oqsîjenê, mîgrena min dida çarnigan.


BIHUŞTA DILÎ

Çawa çav li te ketim
Gome li serê min ket
Bûm hîv, li dora te; dinyayê!
Bûm bilbil li ser te; gulê!
Devjihev mam keçê
Bûm qeşmerê kolanên wê bejnê
Poz, bû birçiyê kuçeyan
Ji bo bêhna te, derket geştê
Çav seydvanekî winda,
Ji bo nêrînên te, xwe li nêçirê berda.

Deng û bihîstin diricifîn, ji sewta te
Lorîn xwe dispêrin hemêza te
Stêrk dibiriqin li ser rûyê te
Gul û çîçek, mêvanên bêhna te
Çiya û newal, parsekên awirên te
Welleh! Bêguman tu bihuşt î.

Xwedê zane,
ez şîre me, tu kewde
Ramûsan; bennî û bastêq
Hembêz; kesme û dims
Weyla! Hingiv diniqute ji lêvan
Porrê te gurzên kulîlkan.
Eşkere û beyan, ez ji evînê re bûm xulam.


 

TOBE!

Di ezmûna çavên te de,
pirsên ji bihuştê,
Di dîmenên bextewariyê de,
rengên ji bişirîna te,
Di xewa sewta te de,
xewnên ji helbestê,
Di bersivdanka tunebûna te de,
bersivên ji dojehê:
Bi ajovaniya bêriyê;
Li ser kezeba min
gêrê dikin wek dozerê.
Ji ber kakûniya te;
polî poşman in kurmikên fesad,
stûxwar in teyrikên pozbilind
û kûzekûza şagirtên azad…
Tobe!
Tu îja jî were;
gerîllayên peyvê giş bi qurbana te.


 

ŞÛNA TE

Pêxîra zimantûjiyê
Bê serî xwe li mazûbantiya dirriyan diqewimîne

Bêriya te
Derba kuştinê li gûzeka qurrebûnê dixe

Nema diezibînin tu xeyal
Xwexapandinên di derbarê te de

Ne hinarok rê didin rondikan
Ne jî çav wan vedihewînin

Heta bi hêstiran jî xuya ye
Şûna te


 

DAWA TE

Piştî hişyarbûneke biserêş
Ji xeweke bêxewn
Paqijiya bimeqyaj û boyaxan
Min diazirîne li gemara dawa te.


KAKÛNÎ

Ez kakûniya te dikim
bajar kakûniya te…
Em dikin bi hevdu ve biteqin
Ji ber bêriya te


 

EZ

Ez car caran ji gewriya xwe ditirsim
ditirsim ku dengê min li êşên min mikurr bê
û min bike êsîrê te keçê…


DENGÊ BÊ KETIYE

Ma qey hûn kerr bibûn?
Gerek we bibihîsta gellî şikeftan!
Xurexur û hewtîna dilên tûleyan.
Ma qey hûn kor bibûn?
Divê we bidîta gellî zinaran!
Xwîna çavên birçiyên laşan

Gerek we biparasta!
yên ku ji Kawa’yî de xwe li we girtibûn.
Hûn ê bêyî wan
êdî çi xweliyê li serê xwe bikin
gellî quntaran…
ji bilî sî û çar kevokan
Li “Roboskê” hûn nabînin êdî tu çûkan

Dengê bê ketiye
Naye bihîstin avêtina tu dilan
Rengên keskesorê reviyane
Naye dîtin awirên tu çavan
Niqut niqut baran
Dixapîne bihîstinên axê
Ji kulîlkên sînoran
Vedişêrin xemgîniyê

Berî guh bibihîsin wan derewan,
“Bêhemdî “ difetise mirovahî, bi rondikan
Hêrs dibe dîlan, har dibe govend
Ji xeynî qîrrîn û janê, nema dijîn tu deng

Û mehşereke bêîman
Li hev diqewimin hemû giyan
Stûxwar dimîne guliyên daran
ji bilî sî û çar kevokan
Li “Roboskê” hûn nabînin êdî tu çûkan.


 

SEYDA!?

Ger sujde
ne ji xweliya Sînemayê be
Ger dua
ne ji bêdengiya Helepçeyê be
Ger destmêj
ne bi hêsrên dayikên nemiran be
Ger silavek ne li Çarçira yek ne li Pîran be
Ger qamet bêyî Qileban be
Ger qible ji azadiyê bê par be
Û nêt ne Kurdistaneke serbilin be
Gelo nimêj dê ji bo Xwedê be?


 

XWELÎSER

Ew ne şervanek bû, şerr bi xwe bû
Bi nêta ku bibe behr
Xwe li çeman radikişand
Xwelî li serê avên gennî
Ji tiralî li hemberî gemarê lep hilnetanîn


 

RASTÎ

Ey “RASTΔ! tu qehpika kîjan gefê yî?
Ya dojehê yan ya bihuştê..
Tu qewadê kîjan derewê yî?
Yê dadê yan yê demokrasiyê…
Ku tu dev ji qehpiktiyê û qewadiyê berde,
tê bibe lûtkeya azadiyê.


DEREW

Hingulîska dojehê ye
Derew
Di tiliya bihuştê de

Tovê kurmîbûnê ye
Derew
Di rihîma qîzaniya mejî de

Dengê keweke nazenîn e
Derew
Di taldeya feqa tiraliyê de

Bertîla xapandina mêraniyê ye
Derew
Di destên camêriya tirsê de

Li te bimbarek be. Ey mirov!
Derew
Keda şeytên a herî pîroz e.


 

KEVKANÎK

I.
Hinek ziman ji bixuşkan re
Hinek ji keviran re
Hinek ji giran re
Hinek ji sikuran re
Lê hinek hene ji çiyayên agirpij re dibin kevkanîk.
II.
Hinek dil ji behran re
Hinek ji golan re
Hinek ji çeman re
Hinek ji delavan re dibin parzûnk.
Lê hinek hene lehî û tsûnamiyan dadiwerivînin.
III.
Hinek çav xweliyê
Hinek dûxanê
Hinek çirûskan
Hinek bizotan
Lê tew hinek hene hilobanî û şewatan dihewînin.
IV.
Hinek mejî ji peyvokan re
Hinek ji fesadiyan re
Hinek ji kesan re
Hinek ji bûyeran re
Lê hinek hene ji mirovahî û şaristaniyan re mazûban in.


 

KESER

Çiqasî biçûçik dixin
Mirovî
Ev keserên ku diwelidin ji xerabiyê

Tirs û jartî difûre
Ji wan
Diçikînin bêhna pinpinîkan
-kî xwe dikuje bila xwe bikuje-
Lê xwekuştina pipinîkan pirr min diêşîne

Yên ku hûn dengên wan dibihîzin
Keserên biçûçik in
Keserên mezin;
Li gewriya bêdengiyê
Xwe diavêjin bextê rojiya peyvê
Û qet û qet napirsin
Li wextê fitariyê


 

BAV Û EWLAD

BAV –I

Jiyan bîreke kûr û tarî
Bav dewla avê

Dil masiyekî sêwî
Bav evîna avjeniyê

Mejî zarokekî şût û tazî
Bav xemla zanistiyê

XIZNA SEBRÊ-II

Qutiya tûtinê, xizna sebrê
Bavê min kul û keserên xwe dixistinê.
Lê ji min re kulîlk bû;
Ji wêneyê “wêrekiya li hemberî jiyanê”
Pêçana tûtinê, qulteyna mêraniyê
Bejna zirav di nav tiliyan,
Bêhn dikir, ji tenayiya xwe re dikir heval
Dişewitand, ji cegera xwe re dikir jehr
Pif dikir, ji şevên beravêtî re dikir ramûsan

XOF-III

Yekemîn naskirina tirsa mirinê:
Ramîna “tunebûna” bavî.
“tunebûna” bavî;
Çehlên kûr vedida li ber lingan
Dilikumîn hêsir li niqrîskan
Digindirîn li ser hinarokan
Ne delaliyê malan
Ne jî dermaleyê hêviyan
Ji heqê vê xofa nedihatin tucaran

ÊŞA HINGIVÎN-IV

Tu, êşa hingivîn e;
Di ronîka çavê ayendeyê de.

Êşa hingivîn:
Betlaneya xezeba jiyanê
Siwarê hespê hêviyên dilî.

Êşa hingivîn:
Qewlê emrê xezala min.

Her hêsireke te dibe qermîçokek,
li bin çavan.
Heger tu nexweş be, zindan e gerdûn.
Tu kêfxweş be, azad e hebûn.

Mirinê ji min dûr dike, serkeftinên te,
Bi saxî min dixe gorrê, têkçûnên te

Keça min! Lawê min!
Ji gellekan re mamoste û zanyar im
Lê mijar tu be;
Dest û ling, li hev digerin,
Dibim zarokekî nezan.

Heger ji min bihata:
Min ê helbest bibaranda, li ser rûyê te,
Kilamên dengbêjan bimeşandina,
li ser dengên te.
Min ê bi kaniyên zemzemê bişûştina destên te.
Keskesor bineqişanda li ser dîtinên te.

Keça min! Lawê min!
Bextewarî û şadiyên xwe dermale bike
Ji ber ku ew yê min in jî.

Dilê xwe xemgîn, serê xwe berjêr neke
Ji ber ku ew yê min in jî.


 

ŞEV

Navrana êvar û berbangê
Reşnixumîna tenêtiyê
Malzaroka afirîneriya hunerê
Betlana hembêza jînê
Warê daweta nivînên yarê
Yên veşartî tê de tazî
Yên eşkere nixumandî
Dawî û destpêk şa dibin tê de
Pirrehiyek ji wan diwelide
Xewleya qîrrîna şeqan
Hêlîna bêdengiyan
Bêndera têgehan
Ji serma bêqalik re mazûban: Şev.


Jiyana Denîz Şan

NIVÎSÊN BALKÊŞ