"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mehmûd Badilî

Helbestvan Mehmûd Badilî di sala 1973’yê de li gundewarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Nav diaxive

Bi serbilindî,
li pêşiya min dimeşe.
Pakîze…
li pey min dimeşe
gunehkarê navê xweme,
ey navê ne navê min
tu ne ji çermê minî,
ne ji toza rêya minî,
û ne ez ji xwîna roka teme,
Çawa
li pêşiya min dimeşe,
li pey min tu sîya minî?!.
Navê
ku giyanê min
bi bayê sîya xwe ve
bidarvekiriye,
ku min kiriye gunehkar
ew maye tobedar.

Navê ku
di bin sîbera mijankê min de
gulên sor difiroşe.
Navê
ku bi navê min vedide
Navê
ku navê min dikuje
û bi mîldanê xwelîyê
çavê rastîyê dikêşe.
Navê
ku navê min dipelçiqîne
min dike axpêlk
û bê şerm,
ser gewdê navê pîroz
nexşeyên birînan agir dike.
Navê
ku xewnên min gunekî dike
û bi stewrî,
hêvîyên dengvedanê didoşe.


Kilîta riziyayî

Li derî didim
derî venabe,
Sitêr digernijin
pêlên ba
gur dibin,
Di dînbûna xwe de
ez û sura bayê sibehê
hev himêz dikin.
Li ber derî . . .
sipîde pûç dibe
li ser kevîya
lêvên şevê,
û her li derî didim
derî venabe ….!
Li derîyê derûnê didim
dîs venabe,
Ziman
pêçayî bi xwelîyê
Tirs
jibîrkirinê kedî dike
Bêhestî
xewnan dilorîne,
çîvçîva çûkên azaran
payîzê li dêmê sirûştê
dadiweşîne,
Asîman
di lewendîya xwe de
vedigevize . .?!
Li ber derî,
li dora xwe digerim,
Leylan
şopa rêberîya min dialêse
de werin …
bi min re li derî bidin
çima derî venabe . .!

Li derî didim
derî dikene
çima derî venabe ..
Kilît di destê min de
dirize .. ?!
dibeze laşê min
di sîbera tarîyê de
dikizkize …
Xemgînî
ji qelşên derî dipejile
xwe dide hev
li ber lingên min dicive
bi terkê dîwarê pêwîstîyê ve
dadiliqe.
Derî bi xwe
li derîyê xwe dide!!
ez û derî
di hev de diherifin,
ligel vê jî
dîs derî
venabe,
Derî
dilewlije,
diheje,
dinermije,
Derî
min di bîra xwe de nîne ..?!!


 

Di Şopa bêhna te de
(Ji giyanên avî re)

 

Û ne bi carekê,
çavên te
bi wê pencereya cam kerimî ve ketin.
Ne bi carekê jî
li ber derîyê dil
te toza kezîyên xwe
bi ser ew giyanê westiyayî de
daweşandî.

Tenê carekê..
tu li pêlên deryayeke bêhûde siwarbûyî
perîyên sawêran
dabûn şopa bêhna te
û di şopa te de
perav û perav wenda dibûn.

Tenê carekê qûm
di destê min de vêket
her çiqasî min da xwe
ku mista xwe lê bigirim
wek her balindeyekî
wek her keskesorê
wek baranê bixwe
potên te yên sor
bi dîndoqên çav ve
dadiwerivîn.



heyvanê her tiştî ye

Jiyan rê ye
û rê heyvanê her tiştî ye
gelo tu li ser çi rêkê yî..
û jiyan,
li ser çi çaterêkê li hêvîya te ye..?.
De ji xwe re
rêyekê bigire
ligorî taya çemê xwe
û xewna xwe pêxwas berde
çiqasî zevî tarî bin
çirûskek ronahî
dê ji deverekê bide der.

Êşa sitiriyan pirr xedare
û rê jî wisa ne
ku mirov nizanibe
çawa di xwe re bibûre..?!.
De bibûre..
û herdem lêbûrînê
ji yên li hawîr xwe bixwaze
mane hemî tişt rê ne
hemî xelk jî rê ne
û rê..
hundirê min û te ye
de bi kûrahî, di xwe de winda bibe
daku rê bi lingê te venede
û ji bin siya te neşemite
mane rê weku evînê ye
rê weku mirinê ye
rê û êvîn
jiyaneke dîtir in
rê û evîn
mirineke dîtir in.


 

Dilê min

Te dilê min
bi lewnta maçên xwe dipêça
û bi tîna awirên xwe
te hercarê wî ji hevîrê bêzariyê
dikişand.
De ka bêje min dilberê
çima tu dûrî min çûyî..?
Mane dilê min hîna
bi wan herdu gulên te
xaç kiriye.


 

Dema zarok bûm

Dema zarok bûm
min destê xwe
dirêjî heyvê dikir.
Min xweşikbûna wê
di kezeba kevirên qefê de
wêne dikir
û ta nuha jî
bi çavên xwe yên evîndar lê dinerim
bi roniya wê
basikên xalxalokên te
av didim.


 

Helbestek

Berî xewê
helbestekê ji tarîyê re
dixwînim.
Tarîping radipelike alîyên xwe
û li ser keva birînên min
xwedawendên siya xwe ji nû ve perwerde dike.
Di tarîyê de
helbestekê ji giyanê şemalê
ji sibehê re dirêsim.
Ronahî di hundirê peyvê de hildiperike
Nexşeyan ji ava dengê min çê dike
û di rengê gulan de dimeyîne.


 

Baran

Dema baran dibare
tiştek wek xwe namîne
xaç tagirtina min diquricîne
û dilê min
bi meya keskesorê
dinermije.

Dema baran dibare
tiştek wek xwe namîne
gol û derya
morîkan ji çilapekên wê
çê dikin
û bi gerdenên masîyan ve
vedikin.

Dema baran dibare
asîman keskesorê
ji çavên yara min didize
û pê çavên sitêran
kil dike.

Dema baran dibare
pezkofî li pişta bayê siwar dibe
û bi çiyê ve radipelike.

Dema baran dibare
roka di guhê gayî de
şiyar dibe

Dema baran dibare
ez bi xwe
ji guhê ga bar dikim
xaçên li gerdenên dîwaran
diyarî tozê dikim
rokê di destê xwe de
hildigrim
xwe davêjim kûrahiya deryayê
bi masîyan re avjeniyê dikim
gamasîyên li wir
li ser şêraniya peyvê kedî dikim.
Wisa em tev
bi tîrêjên rokê re
sema dikin.


 

Rawêjkirin

Sîberek ji wan
li ser avê paldayî ye
ya dîtir ba xwe pê dipêçe
li odeyek ji xwe reviyayî
li tinişta çemekî sar
du kursî
xemgîniyekê dilorînin
giyanê yekê av e
û ya dîtir
giyanê wê ar e.
Di tîna wê lorandinê de
helbest li ser kêla xwe
gulekê rawêj dike.


 

Şoreş

Tilî
bi ruwê bayê ve
rapelikîn.
Xwelîya qeşayê
ji gewrîya bajêr
hilweşiya.
Di baweşkên xewnê de
maç bi nav bûn.


 

Min vêxîne

Min bi agirê tilîyên xwe
vêxîne berf û mij
Min vêxîne azadî
di rûçikê kavkulîlkên laşê xwe de
Min vêxîne kuştî
di pûnga kenê demê de
Min vêxîne mirov
di hûçikên hezkirina xwe de
De min vêxîne stiranek nediyar
di giyanê xwe yê dagîrkirî de
Mane dilê min dixure
kêlîka ku bi dîtina dîdara te naşewitim.


 

Şîrkuştî

Wisa,
çavên xwe bernede
du çavên min
taku
awirên min
şîrkuştî nebin.


 

Qurmiçandin

Wisa,
dengê xwe li min bilind neke
dilê min di mista te de
diqurmiçe.


 

Bermîl

Çavên me gunehin
bes e zarokan têde bikujin
bes e kujtaran têde lidarxin.

Ew bermîl
ne bermîlên gaza reş in
Ew bermîl
bermîlên mirina reş in
Ew bermîlên tije kuştin in
Ew bermîlên ku ji paxila asîman
bi ser me de dibarin,
li ku dikevin
bi me de diteqin
Pêsîrek li wir di pey re
di hinavê moranê de şîn tê
Destek li wir di pey re
di valahiyê de li ba dibe
Cendekek li wir di pey re
çavên xwe li qetek kefen digerîne
û kujtarek li wir di pey re
li hêvîya mistek ax dimîne.


 

Kujtara Qilaban
(Roboskî)

Cendekê min î berfînî
bi tûtina çaxê rapêçayî ye
Li kêleka elendê
bi tilîyên bayê vêdikevim
Xemgînî û hejariya xwe
bi kulîlkên sînoran re dirêsim
Dilê min gorek mezin e
kujtar û qirkirin
axa min î sor têrnakin
De bigirî dilo bigirî
û axa giyanê aso
bi tûtina termê min
vêxîne.


 

Tilîya kul

Nuha..
çiksayî ye asîmanê te
nema ewr li asoyên te
difirin.
nema kevok paskên xwe
bi xunava heyva te
dişon.
Te barana xwe
li çi deverê ji bîr kiriye…
û di çi dilî de
te mija xwe nuxamtiye.

Anuha..
ez û çend kalemêr
li ber taweşîya serma destê te
siya dîwaran dirêsin
li zuhabûna xwezîyê
dibanînin
û keçikên te
di zîqezîqa toza te de
weke şilfiya nanî
li peyareyên te yên bêxwedî
peyvên tazî dialêsin.

Ma tu hîna ji şewatê
şiyar nebûyî..?
va kitana pîrka min
li serê wê sor dibe..!.

Dibe ku tu bipirsî
çima hechecîk
nema li ser têlên çekên me
xwe datînin.
Ma ne pîrejinên te jî
nema wek berê
çîrokan ji razên avê
dirêsin
û dilê xortan
ji sîngên wan bar kirine
hema ez û ne yekî dîtir
nema zimanê min
digere ku
bêjim xanima xwe
hîna ji te hez dikim.
Duh,
berî taya vê helbestê bihinekî
zemîn dibin lingê min de
digirîya
hêsir û azar
bi bejîbûna laşê bayê ve
hildikşiya.

Ji xwe min nizanîbû
guzlikên te jî hene
tevku min dizanîbû
ez û tu wek hev
li tiştan nanerin
lê min digot qey
em wek hev ji her tiştî hez dikin.
Loma di vê êvara çekur de
dîsa tu li bîra min hat
dibe ku sedem êşa tilîya min be
herdem gulên sor yên çelmisî
êşa vê tilîyê diarihînin.
tilîya min bi kul e
de carekê tenê
bi ser vê tilîya kul de
bimîze.


Zemînê…

(ji Wanê re, ji giyanên di erdhejê de çûn û ji yên man re )

Ji sêwîyên xwe re bêje
çi di dilê te de digerî..?
min te di germa mista xwe de vedişart
dema ku pûk û pêlên qeşayê
lêvên xwe di xwîna min de
tûj dikirin
Av bi av
min te di navbera ewr û bayê de hildigirt
tu li hawîrdorî xwe
ez li hawîr te
me xwe di hev de digerand
ji herîya rewanê xwe
min dîwar ji mana te re
bilind kirin
û pirça hebûna xwe
min ji destê te re dikizirand
de ji sêwîyên xwe re bêje
îro çi di dilê te de digerî..?
wisa tu bi rûyekî req
bi siya min de diteqî
wisa di hinavê evîna min de dipişkî
wisa tu qeşaviya dîwarên xwe
bi ser kezeba min de hildiweşînî.
De baş li hawîr min û xwe bigerî
û bê saw ji bin lingê min bişemitî
bê saw li hêsirê min binerî
bilerizî
biderizî
û bi xwelîya xwe kulîlkên çavê min
kil bikî
dibe ku valahiya te ji êşa min dadiwerive
dibe ku carekê
alî li agirê min mikur bên
û axa sor li koka xwe vegerî
de binere zemînê binere
li paş û pêş binere
ew ava di zikê te de
ji arezûya min e
de li jor û jêr binere
ew bayê li bexçê sînga te dixe
ji henaseyên min e
de gelekî xwe nehejîne
xwe bi alîyên zorê re nehênijîne
berê berdîwar im
û xemgîniya min kûr e
de birînên min yên baxdane bihêle
û destê min berde
min û Wanê di sîravka me de bihêle û here
divê ku dîwarek ji sêwîtiya min re peyda bibe
taku wêneyên zarok û dayikên Wanê
û nexşeya êşa xwe
li ser binexşînim.


Zengiloka helbestê

Di navbera min û te de
niqilîskên ew piraya ku te
stirana destê xwe li ser radixist
û hîna dengê te li ber guhê bayê
bi bayê re dilîze
pûtan ji azadiyê re
di kavilên ewran de dadiçikîne.
Min xwe da ber pêlên dengê te
min jî,
dilê xwe ji xewnê re berda
bi niqilîskên te re
li ser wî pirayî
li ber çavên çem
zengiloka helbesta min hilkirin
û bi avê re
berdan.

Di navbera min û te de
gavek mirin bû
pistepistek bû
stiranek xwezayî bû.
Te bi çavên serê xwe yên ku
bi ser avê ve ketibûn dît bê çawa xwîna min bi min ve dikişiya.
Destê te
bi xewna dengê min ve ranebû
wê gavê
tenê min maçek ji te dixwest
û kolana ku ji termê min re bûbû kefen
li hêvîya helbesta dilê te bû.
Di navbera min û te de
Gavek mirin bû
Gavek azadî bû
Gavek stiran bû.
Li bin wî pirayî
di tarîya çem de
zengiloka helbesta min hilkirin
û dengê te bi avê re berdan.


 

Ezê ji laşê xwe bar bikim

Ezê
awirên xwe darvekim
ger carekê
bê hezkirin li te binerin.

Ezê
lingên xwe bigurêm
ger rojekê rêya evîna te
şaş bikin.

Ezê ..
ji laşê xwe bar bikim
ger hertim
maç û mey
bi ser te de nebarim.

Tenê ji te re, tenê ji evîna te re
her kêlîk newayên dilê xwe
li ser çoga demê dirêsim.


 

Qîza xwedê

Dîsa tu bi bayê re bi rêketî
rê jî li pey te.
Di lîrandina panîyên te de
şopa siya te
bi cotên çavên xwe di-ajom
bi êşa xwe re koçber dibim
Li devê rêyan
destê xwe ji kulîlk û stiriyan re dirêsim
Li hêvîya te, hebûna xwe
di deryaya çaxê de noq dikim.
Hey Qîza xwedê
ma tu alîyên xwe
bi çi hevrêşimî dax dikî
Ma ew çi tilî xar in
çirîskên laşê te qapan dikin
Ma ew çi şerbaz in
giyanê te bazar dikin
Ma ew çi rê şax in
xunava tilîyên te li xwe par dikin
Ma ez çi evîndarekî ar im
ewrên ji te dikevin
bi maçên xwe berbat dikim..!


 

Doxîna helbestê

Hey wax li min helbestê
ma ta çend asîmanan
doxîna te siste
û bi qasî çend deryayan
dilê te kûre
kî radibe
kî rûdinê
serîkî bi qoçê peyvên xwe
li nav rihinên te dixe..!

Jiyana Mehmûd Badilî

NIVÎSÊN BALKÊŞ