"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ramazan Kavak

Di sala 1985’an de li gundê Dêrdîlê ku girêdayî Kercewsê ye hatiye dinê.

Kêliyên bênamûs

serdema toxmavên mirî bû
ji kuçeyên şareza,bêhnên xerifokî belav dibûn
pîrozahî dibarî ji gotinên qûnek
û weliyên ewreng bi vedengên rijî şeht dibûn

tu nizanê
bê di kemîna paleyên tirsê de çend keskesor fetisîn
çend bihar bi kulîlkên xwînê xeritîn
xeyal pûç dibûn,
xewnexof dibarîn ji dardarokên xemilî
bi tena serê xwe diman hêvî
û jiyan pîç dibûn…
tu nizane
di gola dilopên girî de çend temen xeniqîn
bi agirê qelûnên exteyar çend bûkanî şewitîn
û çend xewnên pazdehîn bêwext çilmisîn

kêliyên bênamûs bûn
bi gelgelên birçî haş dibûn bajarên girêbayî,
rastiyên lêpok diherikîn ji şevê
û qeşmerên bêar ji demê…


 

 

Rexne

Însan kî ye?
Ew pirsa tortore
Ji zayîneke rêsandî ewil
Raselitî tirsê bû
Tirs bi hêrs bû,
Pirs bêpirs…

Niha zeman,
bi kêfareteke gelicî xitimiye
riziyane bêje
pirs jî betilîn
însan bexîl e
û bexiltî selexaneya hesta ye…

dîsa ne bêhêvî me
illeh wê hinek bibin çirûsk ji rêbarên berze re
bo reştarî jî biçire wê gellek çira xwe feda bikin
lêbelê,
bêhn bi haveynê dinê ketiye
ji zû de tefaye agirê jiyanê
û bazirganê mirinê bi ser ketine…


 

 

Bikene

di mexzena kenê te de,
avsûmên xwedayî veşartîne,
bikene,
tenê bikene…

demên ji kenên te dûr,
bêwate,vikuvala û windayîne
bo tîna dilê min bişke
bikene,
tenê bikene…

li ser tenêtiya minî beyar,
kenê xwe bireşîne
encax wisa pirpizêk şîn bidin,
di zivistana temenê min de
bikene,
tenê bikene…


 

Çiya

Bilind in,
Ji qeraxên tirsê heya sertarên wêrekiyê
Pîroz in,
Ji dilên zincîrkirî heya dergehên xwedayî
Li mesîlên xwe bi hezaran piling hewandine
bi hezaran zarok,bi şîrên xwe mezin kirine
Pêsîrên xwe vekirine ji penaberên rojê re
li lûtkeyên xwe kozikên têkneçûnê afirandine
Û herdem bûyine stargeh ji pêxember,derwêş û evîndaran re
Ji bîr mekin!
wextê ku,
pêlên tirsnak li keviyên jiyana we xistin
bêhna mirinê ji deştên we hatin
xwîn ji newalên we herikîn
û dojeh hilwesiyane ser gûnd û bajarên we
Dibe hûn dil bikevin çiyayên xwe
Ew çiyayên ku,
ji bo xemilandina biharên rengîn
Hezar zivistanên reş derbas kirine
bablîsokên ziwa,bi bahozên har kedî kirine
ew çiyayên ku
di bin çakuçê zilmê de hêvî belav kirine
û di bin kemîna mirinê de jiyan derman kirine.


Kûjer

Heke rojekê tiştekî bikujim
Ewê bêdengî be
Wisa ne bidizî,ne bi xafil
Di qadeke girseyî de
yan jî di kolaneke tevbiger de
Rûbirû,ne bi bêbextî
Bi egîdî,ne bi namerdi
Dizanim ne yek e,
ne didone,
pir gelek in
Ez ê biçim yên herî hêzdar
Û bi girêka gewriya wî girim
û bijdînim û bîjdinim û bijdînim!
Heta ku bi awaz awaza gotinên lewaz
bêdengî bifetise!
Nasekinim ezê li qelabalixê bizîvirim
Û heya dengê xwe yê dawî biqîrim
Ez kûjerê bêdengiyê me
Hûn jî şirîkên min!


 

Pîlewer

Ez pîlewerê çavên te me
bexçika min birh û mijgulên te ne
ji goveka rûyên te meyê didoşim
lêvên min dergûşa lêvên te ne
ne dîn im,ne har im,ne jî bêwar im
tenê,evdalê kenê te me…


 

Rêwîtî

Bêhna çûyînê
Ji demên mayî tê
Pêlavên min bi xemgîniya rê ve dizeliqin
her gav dibe êşeke ji xwê
û tê reşandin li ser birînên min

Ezê çawa biqevizim,
Ji ser çiya û deştên xwe,
xak û çemên xwe,
bax û bexçên xwe
bîrewer û kulên xwe…
niha goleke xwînê me,
ji cokên çavên xwe
bi ser aşên janê de diherikim
û xeyalên zaroktiyê dihêrim…
axx li min evdalî,
niha fêm dikim niha
di wan demjimêrên xûrînî de,
rêwîtî,mirin e…

Ez dizanim
bi wê çûyîna xafil
wê gul û gulşilan
ji temenê xwe yî nazdar bixeyîdin
wê pûşê hêlînên xwe biveçirînin
tivîlkên warê min…

Berî wê xatir xwestina xenîqoyî
Li bin siya darberûkê bila hev hembêz bikin çiyayên min
Bang bikin Ararat û Cudî,
bila li hev werin
Dilê min ji keştiya Nebî Nuh pîroztir e
Û li ser navserên herduyan dideynim…

Ji kulilkên hinaran re bibêjin,
bila hişk nebin piştî min
bila tî neminin,
kulîlkên ku,mîna bêriyên min bêhn didin
wextê ku,
di nav berfa zozanên welatê min de,
berfîn şiyar bûn,
li ser şaxên wan navê min binivîsin
û hingî zanîbin
ne tenê bihar tê…
pêlavên minî ku mîna kulmek xwelî,
nebûna min bi xwe re birin
wê di bin barê agirê hebûna min de
rê û rêçikên xerîbiyê bişewitînin…


 

Rihana maran

Rihana mara,
Netirse,ji gûherîna demsalan
di nava her zivistanekê de biharek veşartiye

Jiyan,di navbera bayê ziryan û samî de,
mîna bafirokeke ben qetayî dilerize
lê dîsa bi şahiya xwe mirinê dibehicine
Şahbanûya çîyê
bixûrên dêran,dihesidine bêhna te
sibat xemgîne bi nebûna te
gulan coş û peroş e bi hebûna te
roj bi bîbikên kulîlkên te mest dibe
xak bi koka şaxên te haş dibe
û av bi tîna kezeba te geş dibe
erê delala min,
bila tovên te
bi dengê tûtevîna şiyar bibin her sibeh.

Ferîşteya dilê min

Fêhm dikim
bi qeşemên hesûdî û teyrokên dilsar
dieşe dilê te
lê ji hal nekeve
riwek bi te şad dibin
pesar bi te xweş dibin
û ajal bi te şerxweş dibin
Loma nexerite û neçilmise
Wê bê te bêrîvanên şevê,
çawa ji tîrêjên rojê hêviyan bidoşin…

xwedawenda xwezayê,
ku çîrok tineba,
wê dayîkan çi bigota ji pitikên di pêçekê de
wê hêlanoka li çi hisandiba?
wê dergûşa çi kiriba?
Rihana min ,
min bixe ber singa xwe
û ji min re bi tehmeke cehterî
çîroka xwe bilorîne
bihêle ji xwe ve biçim
û veguherime xewneroşkên zaroktiyê

 

Fedî neke dizanim
Nalenala te ji êşa evînê tê
li ser bêndera dilê te gellek şahî,
bi bêjingên xemxwar seridîne
gellek katên te şikestine
her demsaleke ku hingiftiye şaxên te
birînên kûr li şûn xwe hiştine
lê dîsa herdem bi xoşewîstî vedibin kulîlkên te…

Rihana mara,
şahiya dara,
li min bihise,
û bibihîze
qewîtîke dilzîz li te dikim
waye payîz tê
wê bipeltikin şaxên te bi bahor û bawerzînan
pişt re bi hebûna te wê bixemilin şiverê
hingê,bêje pezkoviyan
dema ku pelên te esirandin
bila bi ava wê çiyayên min avbidin
û bi bêhna wê çar aliyên welatê min
bi azwerî hembêz bikin…


 

Kewo

Kewo çiqas tu dişibî gelê min
dilêr î,mêrxas î,şervan î
Lê nezanî
Çar aliyên te davik vedane
Kewgêrî hostad in û bitifaq in
Lê tu ji ku zanî?

Kewo çiqas tu dişibî gelê min
Li şiqekî te çiya,li şiqekên din rikeh
êsîrî dîsa qebqeba te ye
singa te fireh e,nikulên te sor
ji bo ribatî herdem şer dikî
lê ne bi kewgêran re bi qewmên xwe re.


Çerxa felekê

Pepûkê,
Kirasê te,ji pizanê mirinê dirutî
bêsiûdê
ku bextê te vekirîbana
ne hedê tu kesî bû
li ser pelên qedera te
bi pênûsa xwînê
fermana hovîtiyê binivîsîn
lê dîsa bawerke
ji min û te bêhtir dizanin
ku li ser her bihostek xaka te,
çîrokên gernas veşartîne
lê çerxa felekê ye
ji zordestan re rast dizîvire
mixabin ji min û te re bi bekoyî…


 

Êşa genim

Ji destara kevnar re bibêjin,
berî ku genim bihêre,
bila zanibe,
li çiyayê Kurtiyan
baqek simbilê xwedawendan
ji aliyê neviyên Enkî ve hatine dizîn
û ji hingê heta niha,
tov jandar e
zevî neçar e
û ji kerbê xaka xwe
genim birîndar e…


 

Birînên nemir

Bi hurmegurm çû
Li şûn dewsên xwekuj,
û valahîke xalî ma
Hemû dêriyên dil şikestin
Ronî jî temirî
û tevnepîr girtin bîrewer
lê dîsa nayê ji bîr kirin
ew kenê pêşî
û hevşabûna dawî
tenê dem qemûşk digire
birîn nemir man…


 

TENÊTÎ

Tariya şevê,
Ronîheyv
Bîrewerên tolaz,
Qedeheke tijî,
Û li ber çemê dîjleyê
Min tenêtiya xwe berda
Çû…
Çû mîna kelekekê
Her tişt bi nîvî ma
Li binê dara biyê
Qedeh giriyan û ez giriyam…


 

ROJÊN MİRÎ

Darizandina kûjerên rojên mirî
Neçar mayiye zeman,
Bêdengî digirî
Windabûna tizbiyeke bikul û xem
Gava di hewşa seynikeke westayî de,
Volta têne avêtin
Ken nexweş dikeve,
Roj dimirin…

Demên sekini,
Zarokên extiyar,
Birçiyên jiyanê,
Evînên qedexe,
Û agir bi asîman ketiye
penaberê bagereke bêkes,
Xweliyên rojê
Tahriyeke bixof,
Stêrkên mirî
Û kêliyên serhildêr
Yek bi yek lingên xwe,
Li kursiyê sêdarê dixin…


 

ŞIVERÊK

Di şiverêka çavên te de
Rêwiyê dilê te me
Keskesor,
Bi rengên wan
serxweş dibe

Di şiverêka çavên te de
Heyranê kenê te me
Hest,
Bi wateya wan
Sermest dibe

Di şiverêka çavên te de
Penaberê warê te me
Jiyan,
Bi hebûna wan
Azad dibe…


 

BAVÊ MİN

Sîlûetekî xeyal meyal
Berîkên wî,
Hêlîna hêvîyê zarokatiya min bûn
Hebûna wî,
Sedema kenê min
Ciwan bû,
Niha merhaba dabû salên sihî
Kesayeta wî,
Bi camêrî hatibû strandin
Bêhneke dostanî,
Ji rihê wî difurî
Hevalê lîstikên min
Qehremanê çîrokên min
Bavê min,

Lê derziya jehrê,
Li kezeba demê ketibû
Tariya salên notî,
Mîna melkemotekî,
Li bajarê kurdîstanê digeriya
Her roj ocaxek ditemirand
Û jiyanek dişewitand

Hevdehê nîsanê bû
Kujerên çavsor,
Ji asîman dibarîn,
Xwîn dibarî,
Mîna lehiyekê,
Girî dibarî
Û qîrên bi kolanê batmanê diket
Dilerizîn kuçe,bi wê xezebê
Canekî din,
Bêbext dikete erdê
Canekî,ji canê min
Gotin di qirika qasid de êsîr diman
Her gotin dibû janeke bêdawî
Dibû hêstireke birîndar
Di jiyana dayîka min de
Hêstirên ku di nava wan de
Zarokiya min xeniqî

Ber êvareke biharî
Herkes hat,
Lê ew nehat
Peyvek weşiya ji hebana dilê min
Axxx,bavê min…

Jiyana Ramazan Kavak

NIVÎSÊN BALKÊŞ