"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Soran Amed – (İlyas Kaya)

Di sala 1987’an de li bajarê Amedê li gundê Axmeşatê ji dayik bûye. Dibistana destpêkê li gund qedandiye.

KIŞ

Li hember derdê ji vê dinyayê dihatin
Wek fîlekî bûm
Lê wê yarê tenê bi fîlekî
Ez şah û mat kirim.


EFÛ NAKIM

Ez qet bawer nakim ku bikaribim rezîliya dilê xwe efû bikim
Ji ber ku
Ji bo yeke bêesl, nezan
Erzan
Min her li dû xwe kişand Gerand
Êşand
Û ez
Perîşan.


TU

Dema ku te dibînim
Dilê min dike kutekut
Nizanim çima

Dema ku tu min dibînî
Çavên xwe direvînî
Ka bêje çima?


 

CIWANÎ

Destbirakê min îro gopal da destê min:
Lo xorto!
Guh bide min…
Hê tu ciwan î
Nezan î
Jê bawer neke
Wê li te jî bade ciwanî


RÊWÎ

Ez rêwî me
Ber bi mirinê ve dimeşim
Û ji niha de
Pelên dara jiyana min dikin biweşin


DEK Û ŞEYTAN

Qur’an ji bo dekên xwe dikin mertal
Devnimêj in dil bi şeytên re heval
Bi aqil zana û jîr in bê îman
Di xapa de hê li dû wan tê şeytan
Kurdên reben êdî bes e hişyar bin
Bi vî halî hûn ê her tim bê war bin.


 

WELAT

Welatê me gulek rengin e pismam
Xwedî hebe gelek zengîn e dotmam
Divê avdî ji bo bixwî jê fêkî
Darên mişmiş û sêv û hem behîvan
Bidin xwendin çi keç bî çi jî kur bî
Digel xwendin dengê me bila gur bî
Gelên bindest tev bi xwendin pêş ve çûn
Nebî nebî îro jî wek duh kor bî.


 

EZ Û TU

Gula biharan tu yî
Sorgul û reyhan tu yî
Ji dil re derman tu yî
Ceger kir biryan tu yî

Ê dilşewitî ez im
L’zindanê girtî ez im
Dilbikul nalîn ez im
Fîxan û gazin ez im

Cejn û Newrozam tu yî
Şewq daye cîhan tu yî
Kuştim bi çavan tu yî
Bêdîn û îman tu yî

Bêruh û bêcan ez im
Neçar perîşan ez im
Dane ber topan ez im
Heleb û Koban ez im

Xweşik û narîn tu yî
Gul jê dibarin tu yî
Lêv ji şekirîn tu yî
Dua û amîn tu yî

Li çolan pêxwas ez im
Aşiq û gernas ez im
Matem û hem yas ez im
Dilbirîn İlyas ez im.


Lêvên min weke axa
Sehrayê tî ne
Terikî ne
Li benda te ne
Melhema lêvan were!


YA KÊ YÎ TU?

Rû ji heyvê
Şêrînpeyvê
Xweş hevala kê yî tu?
Çav ji tîrê
Xistim ji rê
Dilzinara kê yî tu?


BIHEWÎNE

Ez bê war im
Bihewîn mi d’çavên xwe de
Bes ne di çav,
Bihewîn mi d’dilê xwe de
Ew jî ne bes,
Bihewîne min di xwe de.


DAXWAZEK

Şevçirax in çavên te
Şevên min ronî dikin
Dîlberê çi dibû tu
Şevhevala min bûya?


ÇAVÊN HAR

Lêvên wê,
Weke hinguvîn
Çavên wê,
Wey li min dayê !!!


VALA

Karim bêjim
Vala dijîn
Ew kesên ku
Bê hez dijîn
Vik û vala.


HOV

Yên bi xwîna belengazan
Hebûna xwe didomînin
Sûnd dixwim bi sed ayetan
Ew kes hov in, ne mirov in.


DINYA

Dilo divê li min bikî guhdar e
Bizan bo te dinya ne rastheval e
Yên digotin dinya bo me xweşmal e
Îro çûn mala tevan binê çal e
Ne Uryan ma ne Batî ne Herîrî
Ne Feqî ma ne Xanî ne Cizîrî
Ne Koyî ma ne Tîrêj ne Hesarî
Ne Durre ma ne Bêkes ma ne Arî.


NAÇE JI BÎRA MIN

Di zarokatiya min de b’hezaran
Dîmen hene ji bîr nabin ti caran
Naçin ji bîra min hin bêhtir xedar
Hîn jî ku tîne bîrê nayê hedar
Cemse û leşker hebûn bi çek û rext
Kurdnin hebûn çiqas bêesl û bêbext
Serleşkerek bêîman bû Cemîlo
Li kî bida diya wî digo wey lo
Bi dîkên sibê re davêtin ser gund
Her leşkerek radipelikî wek kund
Ser xaniyan mitt dibûn nelserxêrê
Hîn ev dîmen cergê didin ber kêrê
Havîn bû ez zarok bûm tê bîra min
Ser bên em radizan gel dapîra min
Di destê her leşkerekî de çekek
Diteqandin bi esman de bi wêrek
Em tev gundî dibirin bênderên jor
Jin û mêr û zarok û pîr qor bi qor
Îşkence dikirin li bav û kalan
Ax! me temaşe dikir li wan halan
Bimrim ti tişt nedihat ji destên me
Hûr û mûr dibûn ciger û hestên me
Ew di nav îşkenceyan de diqîrîn
Em hêj zarok bûn ditirsîn digirîn
Tê bîra min nema diçe ji bîrê
Her dîmenek derbek ji derba tîrê
Rondika herî mezin di çavê min
Ku tê bîra min qêrîna bavê min.


JIN

Ne min qelem girtiye
Ne zanim xwendin çi ye
Lê bavê min Quranxwîn e,
Quranxwîn e û şevnimêjan dike
Ku ne bi dilê wî bin di ser ayetan re çit dike
Ji ber vê ye her diqîrim
Di bin bandora feodaltiyêde bêvîn im
Jiyan im lê jiyan ji xwîn im Diqeherim li halê xwe
Ku îro ez bûme karkerê bav û birayên xwe
Sed car diqeherim li halê xwe
Ku bê mal û milk derdikevim ji mala bavê xwe
Ez im li gundên Kurdistanê jineke ji rêzê.


NAVŞÎRÎN

Bizan ku min nav xweş e bi dengê te
Çi dibû carek bihîsta j’devê te


 

JI FETLÊ MAR E BISK

Bej û avî têne seyr robar e bisk
Payebilind û perwa serdar e bisk
Bestî hinav û cergê dildar e bisk
Çi ne rimbazê Teter salar e bisk
(Tahir Dînarî)

Pir bi cewr e yan Dehaq yan Cengiz e
Leşkerê Romê ye an ew dildiz e
Karê wê mijtina xwîna qirmiz e
Çengalake dildirr e xwînxwar e bisk
(Qasimê Xelîlî)

Dil talib e l’baxê Irem be mêvan
Ji dest saqî bade noş ke ji lêvan
Dûv re gez ke ji dara sing du sêvan
Lê nahêle l’kohê jor xeddar e bisk
(Memê Miksî)

Zecr û hicran me jê dîtin bêjimar
Ne dil û ne insaf hebû wê ti car
Lê em şa ne, bi mirina b’tîra yar
Çarmix û hem kemend û sêdar e bisk
(Arif Selçuk)

Ev demek burî li emrê min tenê
Gestime ez wê jana lêv û çenê
Nêçîr kirim aska deşta Xetenê
Feraşîn û zozanê Gebar e bisk
(Tahir Dînarî)

Bade da dil kafirê çil rojekî
Bûm murîd û mestê gulberojekî
Kirme cezbê w mam fena dilsojekî
Dil dilerzînê ji kehrebar e bisk
(Qasimê Xelîlî)

Pêşkêş dikim tev kulîlkên erxewan
Nazmihan e ew cînarê ebruwan
Sipî kir wê ev cînîkê pir cuwan
Dilqeswet e ji rehmê bêpar e bisk
(Memê Miksî)

Biskê miskî l’ser dilî bûn wek bela
Ser girêdan dil li wan bû mubtela
Ka werin sêra feqîro hûn hela
Îro dil pêtal e û têr ar e bisk
(Qasimê Xelîlî)

Li ser seran zêrîn taca key Qubat
Bivênevê kes ji ber nabe felat
Serkêşa derdê min, ez ji ber ribat
Ez neşîm qevzek herim hevsar e bisk
(Tahir Dînarî)

Pakrewan e, yê ku tîra biskan kuşt
Xweş in ku ji zilfan werin tîr û xişt
Me hinavek heye ji cefayê mişt
Arif ji dest hêjar û bêzar e bisk
(Arif Selçuk)

Ser li min hejandin gulyên dilruba
Xistne kendîlê dilêm biskê liba
Dil xilas nabê ji zulm îro siba
Her sibih halêm ev e w xwînsar e bisk
(Qasimê Xelîlî)

Ketim cengê tîr dibûrin ji newqe
Hebû yek can rêya wê de kir tewqe
Ji qurbana Nebî Xelîl çi ferq e?
Tênabîne korekê bê’ar e bisk
(Memê Miksî)

Min gedayî digrê qozya duçilaq
Wek Sedamê kuştin dikir li Iraq
Ji dêla ez, ew min davê bi telaq
Jêr û nimz e xwehr ji fetlê mar e bisk
(Tahir Dînarî)

Jêdûrketin ezab e pir kelijîm
Şeva tarî ta sibihê ponijîm
Nema êdî ez dikarim wer bijîm
Piştê îro min tenê tek çare bisk
(Soran Amed)

Mizgîn le we hat îmanê xemrevîn
Di dest min de belav bû ew rengşevîn
Sekran kir ser bi va bêhnê ‘emberîn
J’îro pê de l’ser dil hukumdar e bisk
(Memê Miksî)

Jiyana Soran Amed – (İlyas Kaya)

NIVÎSÊN BALKÊŞ