"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Qanî – (Mihemed Kabulî)

Mihemed Kabulî an Mamoste Qanî (z. 1898, Merîwan – m. 1965) helbestvanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bû.

DOSTÎ BE UMÊD

Dostî be umêd, ‘rojî duwane
Ewîş nek be di’l , be ser zimane

Eger bo tema’e dostî ekey
Newe’la meyke ! Ab’rûy xot ebey

Sa’lêkyan min û aşinayêkim
Le aşna çaktir, wek birayêkim

Bo nefˈî şexsî buyn be aşina
Piştî yekman girt , her wekû bira

Min unêd be ew, ew umêd be min
Dostman kwêr ekird, çi jyayî dujmin

Axirî hîwaman le yek des nekewt
Bûyn be zîdî yek , wek agir û newt

Min newîm le dar , ew newî le berd
Herdû xeca’let, herdûkman ‘reng zerd

Her kes aqi’l be, qet weha naka
Bo dostî wa, ab’rûy xoy naba.


TERKÎ ‘ROˈH Û SER

Ta ˈheyatim bê le di’lma, şerte mîˈhrit der nekem
Roj perestim ta bimênim, sucde bo exter nekem

Şert û ehde meylî germit qet le lam sardo nebê
Ta, serim nedrûne caw û ziyaretî meˈhşer nekem

Wişke sofî ‘rîş bi’rawe, waeîzî ser mînberim
Çon le daxî xeyrî ebrot terkî her mînber nekem?

Ger wekû Mecnûn le kêwî Necdeda xo dagirim
Şemşeme kiwêrem ke’r û bo şemsekey xawer nekem

Ger le lêwî leelî a’lit qetreyêkim des kewê
‘Rû’reşim ger terkî awî zemzem û kewser nekem

Nûkî mujganî le xencer tîjtire bo qet’lî min
Çon be carê tif le şî’r û xenceru neşter nekem

Erzî yarim kird, ke boç perçem le ser ‘ruxsarite
Pêy witim bezme ! Le ser çî ud le ser micmer nekem

Her şewê dulber be nazo ‘rû bikate menzi’lim
‘Rebî la’l bim ger le ‘rêya terkî ‘roˈh û ser nekem

Yar be îstîˈhzazewe fermûy Qania mawî şukur
Lafî mîˈhrî to diroye, min ebê bawe’r nekem.


NEKEM ÇÎ BIKEM

Ke bom des neda rendî desa teqwa nekem çî bikem
Esî’rîi zulfî tatatim, ke waweyla nekem çî bikem?

Le kuncî somey zuhdim, hezaran şêx şagirde
Le şêx bedtir hemû serfî qedî tersa nekem çîi bikem

E’lên Mecnûnî zû şeyda be ba’ly sewlî Leyla bû
Minî şeyda fîday ba’lat, eger leyla nekem çî bikem?

Ne Meˈhwîm take meˈhwo bim, ne Na’lîm ta bina’lênim
Be şorî şê’irî şî’rînim, felek şeyda nekem çî bikem?

Le ewsafî Selaˈheddîn qe’lem mandû buwe emca
Eger wesfî xerafatî ku’rî Kisra nekem çî bikem?

Xeya’lim waye bî’rî di’l, le ûdî sînema dexem
Le bo em hoze cêmawe, dengê berpa nekem çî bikem?

Le goşey baxî Kurdistan hezar Qani’ be bilbil bû
Le batî baxewan em’ro, ke xom ‘rîswa nekem çî bikem.


DAXÎ DI’L

Nema tirsî zemanî zû, îtir daxî di’l e’rjenim
Be hêzî meerîfet em’ro supahî cehil e’rfênim
Be serbestî ewî derdî di’lim bû, zahî’r enwenim
Lemewla xaneqa na’rom, be mewla tobe eşkênim
ˈheqî em Kurde bêçare, le çawdabestî estênim

Di’lim zor xoşe em’roke, exwenim bê xem û bê hem
Le kuçe û şar û baza’ra, le ser her çîmen her çem
De şerte milqewî bê xêr, ebê binçîneket derxem
Hemû fê’l û qumar bazît, ebê yekser beyanî kem
Eger sed defe maçî key qu’rî jêr kewş û dawênim

Zemanêkî ‘rawane, enoşim şerbetî ta’lî
Derûnim pi’r le eşar u, le tirsa defterim xa’lî
Şukur êstake kûkû me, be çeşnî kotirî ma’lî
Keway pestî û nezanînim dirî û yek defe damma’lî
Be lafawî xeya’latim, nemamî î’lim e’rwenim

Xem û derdî zemanî zû, weha çake ke ber ba dem
Le sayey î’lmewe şanêk, le şanî şêxî ulya dem
Be ser çû dewrî meˈhkûmî le bo ˈhu’rî teqala dem
Le pî’rî kon û paşkewtey wekû xom, lazime ladem
Ku’ranî pêgeyiştûy mektebim em’roke edwenim

De ya şêx sed esef bo to, nema şewqî di’lî xoşit
Meˈha’le taze ‘ramim key be mekr û hî’leyî boşit
Bifame qu’r be ser, çawit he’lêne wa, le kwê hoşit?
Eger to ehlî dînî! Xwênî alem bo ekey noşit?
Were seyrî di’lî min ke, ke çende pak û xawênim

Xeya’lim waye ta ew ‘roje emrim ˈhu’r û serbest bim
Be ‘roˈh dujmin be exlaqî ‘rezî’l û piyawî nakes bim
Desim bib’rin le ser nûsîn, le ser ˈheq xoşe bêdes bim
Le ser em parçe şê’irane, eger gî’rawî meˈhbes bim
Demêke ˈhazirî dar û şelax û ezyet û ciwênim

Le ‘rojêko le dayik bûm, be pakî bûm û xu’lqawim
Be’lam çî bikem? Be zincî’rî esaret bend û xinkawim
Weten siwênim be kiwêstanit, le rûy dinya heta mawim
Wekû masî be serbestî, xewasî gêj û bin awim
Le binkî beˈhrî fîkra gewherî entîke derdênim

Le her la şorî mecnûne, bizane ˈhusnî leylaye
Ke çon her kes be umêdî wissa’lî yarê ‘rîswaye
Di’lî min bo tureqî Kurdisane şêt û şydaye
Be destê çep’le lêdem daxekem deng û teqey naye
Gelê kes wa ezanin, xew ebînim yan e’rawênim

Serim germe û be bagî berz e’lêm, ey mî’lletî hoşyar
Temaşa ken le ewzaeî Zemane û çerxî çep kirdar
Me’lê bawkim weha jiyawe, minîş her wa ekem ‘reftar
Filîmî sînema çerxe ego’rê ‘rojê sêsed jar
De çî bikem kes be giwêm naka, ke axa nim û miskênim.


BADENOŞÎ

Ke dulber bade noşî ka, ebê min xizmetî mêw kem
Be şew awdêrî baxat u, be ‘roj defeî çi’l û çêw kem

Ewende yas û bêzarim, le çerx û ehlî em çerxe
Ebê teqlîdî Mecnûn u, xeya’lî jînî ser kêw kem

Ç ‘rojêke xwa em’ro? Ke hawarî birîndarîm
Newêrim bangî bo he’ldem, be bo’lebo’lî jêr lêw kem

Moqeder ba’lî tund bestim, derî kirdim le naw yaran
Meger emcar be naçarî, ‘refêqî cinî û dêw kem

Ke baxî arezûm em’ro nebê zahîd le meˈhşerda
Îtir boç arezûy baxî henar û qeysî û sêw kem

Xeya’lim wabû, goçanî nesêˈhet he’lgirim bo ‘ran
Wekû Mûsa le deştî eqdesa, şiwanane her eîw kem

Şuêbêkim nedî şertî şiwanîm bo be cê bênê
Îtir bo xizmetî ‘ranî, be bê sûd û be bê xêw kem?

Çi xoşe Qanieî em’ro, le deştî weˈhteda wek to
Be hîway cejnî serbestî, le xwenî cerig parşêw kem.


ŞÊREZAY KURD IM

Hemû kes şarezay min bê, ke şêr û şarezay Kurd im
Be dayim giwe berawazî, delî’l û ‘renumay Kurd im

Xwa neyka eger derdê zuhurî kird le Kurdistan
Wekû qoçi xelî’lu’la, be qurban û fîday Kurd im

Fîdayî min le bo Kurdan, xusûsî qet nebînrawe
Biçûkî begler û şêx û mela û şah û geday Kurd im

Ecel destî min û dawênî to ‘ryakewe zû bê
Be xom û ‘roˈhimo hazir, le bo defˈî be’lay Kurd im

Çi baxê pi’r le gu’l, hergîz nebînrawe be bê bulbul
Minî sewdazedeş wek bilbilî şax û çiyay Kurd im

Le xizmet ba becêmabim, be teyrê her ebim me’elûm
Kewabû, hudhudî şehrî Slêmanî sebay Kurd im

Le sûta çi bêbakim, ke çon paş mirdinim Qani’
Le çawî ehlî danişda, wek ‘roˈh tûtiyay Kurd im.


BÎ’RÎ GENCÎ

Diwênê, be emel malikî emlakî qecer bûm
Xawen de hezar çawiş û erkan û nefer bûm

Seˈhrayî û şestî’r û cebel top û şineyder
Gişt meˈhkemî ‘e’rade, le ser bezmî sefer bûm

Gahê le di’la, ‘rû le teref Belx û Buxara
Geh mayilî walatî hemû Turk û Teter bûm

Qe’lxanî serî serkeşî em xe’lke şika yek
Mensû rî xwa, xawenî şimşêrî sefer bûm

Gahê le ‘rewiş se’lteneta, xadimî Quran
Gahê be diro, waˈîzî gurgîne le ber bûm

Geh ‘rend u, gehê mest u, gehê natiqî hoşyar
Geh bilbilî şeyda, le heyahû y çemer bûm

Alem wekû (gor)î ke le nêw mêrg û çemen bê
Behram sîfet, ˈhazirî çen tî’r û teber bûm

Fî’r’een ke le lay se’ltenetim beçke şiwane
Mû sa sîfet u, ‘rû le teref narî şecer bûm

Wextê kerê ze’ranî, emin daç’lekîmo
Her (Qani’)ekey qurbeserî, pi’r le zerer bûm.


LEGE’L DULBER

Ey dulberî afaq ne tenya min û bibil
Şeydakerî dewran, çi çi hoşyar û çi xa’l

Sewda zede û şêt û perêşanî fî’raqîn
Em alemî îmkane, çi mecnû n û çi aqi’l

Çawit ke le her leˈhze dû sed nergisî pes kird
Wêranî eka mu’lkî xî’red, babî tewekkul

Ey menzerî enwarî ˈheqîqet be nezaket
Şagirde le ser birot, murşîdî Babil

Pêkrawe be ser tî’rî birot, cergî hunermend
Bêçareye î’la be Teter, pêçî selasil

Destî tereb û qelbî te’r û keleyî pi’r şewq
Her sê be fîday xa’lî leb û perçem û sunbul

Sef sef ke dewestin sefî uşaq
Ger, ‘rû nekene taqî birot micrim û bati’l

Xiwenî di’lî aşiq ke ‘rija dawênî girtî
Tesî’rî ewe Qaniˈî wa kirduwe be bulbul.


GERD Û XO’L

Dexî’le saqiya heste, be çustî bêre gerd û xul
Demê ba ça le dem da bê, demê qawe demêkîş mul

Le kelem tem eka dûdî henasey sed wekû Ferhad
Le di’lma şo’riş engêze, binaxey hakimî Babul

Le bî’rim dê eya waˈîz (ne”im) bû y ‘rojî îstîfham
Minim qal û bela wêrd u, keçî to pêm e’lêy bati’l

Min û to pêko westa bûyn le şaristanî erwaˈha
Le pêş çawim wekû diwênê bê waye meseley qabil

Le piştî bawe Ademda tekanim da le bo sebqet
Muqedder ba’lî tund bestim witî: qif eyû l’acil

Binoşe camî key Kurde, be yadî textekey cemşîd
Le Eyûbîş be aga be hetakû pêt ne’lên xafi’l

Min yar û di’l û sebr û nişat û Qaniˈî bedbext
Hemû ziddîn be yek wek şêx û bexşiş, alim û cahil.


BEXTÎ AWARE

Ey le bextî aşiqî awareket ‘rijd û çirûk
Ey ke zîddin îş û karit, sergiran û şêwe sûk

Ger be naz bête ser barî kerem, bo aşiqan
Sed ke’ret bêca ekat, şêx ‘rû ekate ser silûk

Kuştekanit ger şîkayet ken, le des cewr û cefat
Mor eken boyan qebaˈhet, qazî û muftî û milûk

Min be dewr û piştî yara (ayet elkursî)m exwênd
Ew be ˈîşwe pêy witim, laço, heta key nû kenûk?

Şêx eger boy şêt nebê, me’elû me bê wîjdanîye
Çon be dayim şox û şenge, ber mîsalî taze bûk

Tan û poy bendî di’l û cergî be carê he’lçirîm
Wextê ‘remzî çawî xiste hat û ço her wek mekuk

Qani’a ‘rendî be cê bê’le, le bo gencî weten
To, le îşqit çî be keley pûçe’l û giwey pi’r le tûk?!


ENDÊŞE

Bê sûde îş be xeyrez xeya’lî ˈhuzûrî taq
Bê kare, kar le karî xeya’latî pi’r mezaq

ˈHakim ke qazîye, be qezayetî ser ezel
Bê sûde seˈî, le tesxî’rî xurasan û Eraq

Neqdî emel eger be sedaqet dexe’l nebê
Mustexnîye le [miˈhek] ya, le zaxî pir simaq

Mîzanî ˈhukim, ke be miqamat û tecrebe
Dexlî cyaye beser le şem û sem’e ya mezaq

Hêndê beşer ke qabile, eydatê text û tac
Hêndê be nanî wişkewe ekêşê be’lay şaq

Barî kerim edat be Suleyman serwerî
Eyû b îmteˈhan ekat, be tekalîfî layetaq

Cogey xeya’le dête der le binawanî kuncî di’l
Silsî heye be mi’lkî meqalatewe mezaq

Bêsan û baxe ezîzim xeya’latî şaˈî’ran
Bê xofî neqs û birdinî xe’lik be kesra cût û taq

Eywan serayî xase, derûnî di’lî edîb
‘Rûte le tekalîfî şimşekêş ya sîwaq

Qani’ kifayetî ˈha’lî etoye be salimî
Bexşîwye pet xwa, beyanat û qelbî saq.


MEY NOŞÎ

Le mey noşîm eger men’em biken me’emurekanî şer’e
Şikatî xom ebem bo lay ˈhekîmî ha’l zanî şer’e

Be’rojû bûm birom dî wamezanî mange bom derkewt
Ebînm şo’rişî mange, le naw dêwanekanî şer’e

Eger zahî’r tenefû r ka’ le seyrî ‘rûmetîi a’lit
Ebê tûşî cezay xoy bê, be emrî amêranî şer’e

Xeyatey zu’lfî dû ta kird, ke ye’enî la le cadey dîn
Le nefîyo birdî bo îspat, hemû fermanekanî şer’e

Le şewqî sefˈhekey ku’lmî, ‘reşî egrîcekey taytay
Xeya’lim hate ser wesfî hemû neq’l û beyanî şer’e

Ela ey afetî di’l em’ro boçî bê mirewet bûy?
Meger bîmit es’len niye, le emrî ˈhakimanî şer’e

Le bo teˈhsînî mesnû ”i xwa wek çawî to nabê
Le naw dû sed ktêbxane û ktêb û defteranî şer’e

Le baxî fîkrî milet, taze nêjra darakey umêd
Etirsim ‘rîşekêşî ken, bira bêkarekanî şer’e

Efewtênê ˈhuqûqî ême bo nefˈî xusûsî xoy
Diroy zil zil eka boman, be zimanî sahîbanî şer’e

Be mestî Qani”i hat u, be mestane be çoka hat
Le ser derdî di’lî îcra eka emr û beyanî şer’e.


NAMEYÊK

Cenaba! Nameket hat û geyşte des minî bê kes
Minit dana be Kurdêkî hejar û bê kes û bê des

Eger çî to enûsî [aşewanî] fexre lam qurban
Ke çon eş’arî pi’r mana u, kelamî gewherînm hes

Eto saman û parey zor û koşkî berz û ‘renga û ‘reng
Minîş bê qewm û bê eşret, qesîdey agirînm hes

Eto xincêr û şmşêr û ‘rim û nêzet le meydane
Minîş he’lbestî pi’r mana u, pendî merhemînm hes

Hemû samanî dnya pêşkeşî to bê wecax kwêrî
Minîş şa beytî awdar u, hezaran aferînm hes

Ke to mrdî be yekcarî ebîte miştê xak û xo’l
Minîş diway mirdinim înca, bizane dewrî jînim hes

Eto nazit be şestî’r û çek û dînar û baxate
Minîş nazim be Kurdane u, be Kurd bi’rway metînim hes.


BANGÎ AGADARÎ

De Kurde! Gyanekem bezm û sefa bes
Sefay pi’r zehmetî barî cefa bes

Be dînim bit perestî are, bo dîn
Desa persînî awî [Kanî Ba] bes

Bizane çon eçîte ‘rizî hawma’l
Be bê qazanc! Îtr ˈhaw û ˈhewa bes

Biray Kurdm! Ke xot naw na [minewer]!
Bizane buxzî şerˈî [Mustefa] bes

Meken hergîz xeya’lî jêr desî xe’lk
Desa koşiş le her karî fena bes

De daway ˈheqî xot ke û hîç metirse
Le di’l dujmin îtr şerm û ˈheya bes

Tecemu’e baˈîsî teşkî’le bo to !!
Lege’l hawma’leket, ˈherb û wexa bes

Eger hat ecnebî lutfit lege’l kat
Be pare etki’rê, eq’lî heba bes

Eger Qani’ etoş merdî le meydan
Bese, hecwî hemû qewm û bira bes.


EME BER LE ŞE’RÎ YEKEM WITRAWE

Aciz mebe hergîz le çerxî çepî abnûs
Giştî be destî ferde meqamat û çarenûs

Barî ke meylî hes, be xirap bûnî memleket
Espabî zahirîye [ordûy Turk û Rûs]

Aya le ha’l û hukmî Suleyman şarezay?
Yaxud le wez’eyat u, le e’emalî feyleqûs

Gişt mest û matî xakin û bê des le her xîtab
Ne pare kar ekat u, ne zimanî çaplûs

Key merhemî ce’rahetî Zorabe Turkistan
Rostem çi sû dî dî, le şca’atî Gîw û tûs?

Naheq nîsar eka di’l û rohî esî’rî îşq
Najî be bîmî xe’lik, sefayî kenar û bûs

Ya şe’erî Qaniî çi teneum be -Qaniî-
Çon bê ‘rewace le lay biraderanî lûs û pûs.


TEMEN Û AREZÛ

Umrekem barîk û kurte, arezûm pan û dirêj
Fîkrekem fîkrî edîbe u, sûretîşm gêj û wêj

Awî lafawî xeya’lim, hênde saf û roşine
Awyarî xoy eka, bê ferqe lay hewraz û lêj

Bê temaşa le Kurda, da epoşê şê`e’rî min
Pijder û goran û soran, cafetî û şî’rwan û gêj

Ger le nuktey xamekem dîqet bikey , îqrar ekey
Ser be ser yaqûtî sûre u, şew çiraxî şule ‘rêj

Şexis wextî alime, alim be her eşya bibê
Bê sewad wa tê ega, zanîn hemû des niwej û niwej

Qani’a munkî’r eger fîkrî kulî amade ka
Bêne der têxî zimanî, her wekû şimşêrî tîj.


DESTÎ ÇERX

Cana gile meke, es’la le çerxi bed mecaz
Çen aqilanî zemanî, hênaye gî’r û gaz

Qanûnî çerx û resmî zemane weha bû
Cahî’l be kam û şad u, edîban be ah û raz

Mesned be desti heqe, hemû îşê her bewe
Bîka be şêtî kêwî weyan jî’rî wek ayaz

Ferhadî nabekam enêrête bestûn
Xesrew le m’lk û ma’l, epoşê keway naz

Çen a’l û gorî kird, be silêman û ehrîmen
Terwîc eda be şemu, be perwane soz û saz

Qabil niye hergîz be huner nanê des kewê
Naka le deştî cehil fitaway çilî pyaz

Qani’ metaî ma’lî ke hemû Şê’ir û nuktetye
Mer qur bipêwê kake, le birêtî demax û naz.


TÊHE’LKÊŞ LEGEL ŞÊ’IREKANÎ ˈHAFIZÎ ŞÎ’RAZÎ

Kakî çaçî be yadî çawî nîgar
(yêk do saxer şerabê nab biyar)

Çawî wek ‘roj u, ebrwanî hî’lal
(der myanê meh aftab biyar)

Şo’rişî di’l le kel?Lema cem bwe
(nexmeye berbet û robab biyar)

Awê bêne ke di’l bisûtênê
(ye’enî în ateş ço ab biyar)

Çunke gu’l daxmey le bulbul da
(badeyê nab çon golab biyar)

Şo’rişî wişkî zahîdî laben
(qul qul şîşeyê şerab biyar)

Xêr û şe’r her çi hes, be des ferde
(ger xeta hest û ger sewab biyar)

Min ke hat şêt û serkeş û ‘rendim
(ta bê kolî şûmê xerab biyar)

Mijdeyî wes’lî yar be Qani’ den
(ger gonah hest û ger sewab biyar).


XATÛ ŞEYTAN LE XEWA

Emşew ke bextim hate ser, şî’rîn cema’lê wek qemer
Fincanî mem, qed neyşeker, pirsî le wezˈî min xeber

Hat zû be zû kirdî selam, ba’la nemamî xoş kelam
Witim, eleykum û selam, ey dulberî şî’rîn siyer

ˈhorît weya cin û perî? Serwî weya neyşekerî
Hênde ezanim dilberî ! Ba’la be çeşnî lî’lupe’r

To, sosenî ya deste gu’l? Ya darî mêxek û simi’l?
‘Rêget xe’let kird? Ya be di’l, hatîte lay dêwane ser

Çakî çilonî giyanekem? Şewqî di’lî buryanekem
Baxî gu’l û ‘reˈhanekem, çon bû ke hatîte semer?

Fermûy: xerîbî di’l be xem, bê ma’l û mi’lk û bê direm
Ger bême ser barî kerem, bê ferqe xak weya guher

He’lsam, le bo îkramî ew, bo afetî în’amî ew
Minîş kirdim selaî ew, ‘riwanîm le pêy ta tewqî ser

Di’lim be tirs û şermewe, derûn be ahî germewe
Çawim le tewqî sermewe, pêm na le îşî pi’r xeter

Ke desti xiste ser milî, gûşîm dû la ‘ranî şilî
Gestim dû çawî pi’r kilî, wext bû ke ‘rohim bête der

Be nazewe lêm hate deng, meke û laço lêm kewte ceng
‘Riwanîm ke ew go’ra le ‘reng, wek padişahî tacîwer

Fermûy: de la, ey bê ˈheya, ne şêxî şêx bî ya mela
Ne zahidî, ne eşqiya, ne şaˈî’rêkî pi’r huner

Ne ‘rendî, ne qelenderî, ne Farsî, ne Berberî
Kurdêkî pi’r derdî serî, bê qîmetî wek tûrî te’r

Kone feqêy ma’lange’rî, lar û dirêj û bê fe’rî
Key hawdemî sew’lî te’rî? Hoşit le kiwêye bê xeber?

Witim: xanim le ‘rey xiwa, ‘reˈhmê bifermû bo geda
To padişa min bê newa, besye îtir naz û keder

Zanî ke min şêtî ewim, danîşt le ser cêgey şewim
ˈheramî kird xurd û xewim, min şem û ew çeşnî fener

Damkend şewa’lî gu’lze’rî, derkewt sirînî me’rme’rî
Zahî’r bû xezney pi’r du’rî, hey hey! Çi gencê kewte der?

Hestaye pê ˈheytey zelam, lew meqsedey kirdî selam
Têke’l be yektir bûn temam, wek xencer û kalanî ze’r

Ew kiwêre marey seg deme, hênde le xoy xatir ceme
Etwit be morî meˈhkeme, boy nûsrawe bê şo’r û şe’r

Wek gurzî destî lendehûr, tawê le der, tawê le jûr
Di’rî perdey gu’lbaxî sûr, kirdî be şîwen û çemer

Katê ke hestam lem xewe, ‘riwanîm ke hêşta her şewe
Kirdim le boy şîn û kewe, qu’rim pêwa ta tewqî ser ..

Qani’ to tenya û pi’r xemî, bê eşret û bê hawdemî
Sed ka ziyad bê her kemî, kota ke basî bê semer.


NE’LEY PAŞKEWTÛY

To ne’ley paşkewtûy , ey Kurdekey nakamyab
Qet be sûkî tê mefikrê , ma’l wêraney di’l xirab

Takû min bûm, Rostemim bû, ‘rojî ˈhemle û keşmekeş
Serkizî gurzî giranî bûn, hezar Efrasyab

Ew meqam û nezme min bûm , kê le şenî he’l esa ?
Her le Nuˈh o des be des , ta hate dewrey înqî’lab

Maceray Kawem beyan kem , berdî ‘req etiwêtewe
Çî be ser xakî ecem hêna , le şor û îztî’rab

Ya Kerîm xanim çilon bû ! Min ne’lêm to xot bi’lê !!
Çon le xakî Farsekana , kewte ser qehir û îtab

(Yezdîcurd)im , yezdî Kurdane , ebê çon win bibê
Kê hetawî bo eşarêto le jêr perdey nîqab ?

Qani’a basê le ˈha’lî Gîw û Goderzim bike ..
Ta le daxa di’l be carê nebwete lûley kebab.


RÎŞÎ PAN

Bê qeza bê, mame sofî .. Ta bê ‘rîşî pan eka
?Qul? Be filˈhalî bwe, çî îddî’ay wîjdan eka ?

Xe’lkî geyiye celbî ‘roˈh u, ew xerîkî şaneye
ˈhez le tezbêhî gi’lîn u, xi’rnûk û qezwan eka

Wa dirawsê keşfî mang û ‘roj eken, êmeş şukur
Kake derwêş wa xerîke , keşfî do’ley nan eka

Mamosakanman e’lên zor sunnete swarî be ker
Her kesê swarî be ford ka, xoy şerîk şeytan eka

Ew be teyarey nefase tey eka ‘rêgey wi’lat
Em be swarî ker xeya’lî Suriye û Lubnan eka

Ka’re segbabekan key sinete telsiz eken
ˈhemd û lî’la Kurdî ême qu’line û teyman eka

Qani’a bê sûde, ya şêx dujminî pêş kewtine
Hoş û bî’r û yekyetî , derdî wi’lat derman eka.


TÊ HE’LKÊŞ BO PÊKENÎN

Seyrî mence’l ken çilon pi’rye le çêşt
Xak ber ser kon xemê eyyam ra

Sed tifim lêken le ser yaprax û goşt
Ma nemîxahîm neng û nam ra

Diwênê dergay metbexim lê daxira
Xak ber ser nefsê bedforcam ra

Agirî loqenteçî bû, aferîn
Suxt în efsordeganê xam ra

Xeyrî ˈhe’lwa tamî dem şî’rîn eka
Kes nemîbînem zê xas o ˈam ra

Diwênê yek gîpem le gîpexane dî
Kez dêlem yekbarê bord aram ra

Çon fîday bacî Mecêy çêştker nebê
Her kê dîd an ser û sîm endam ra

Qani’a , ba, îste bê nanî be’lam
ˈAqêbet rûzî biyabî kam ra.

Jiyana Qanî – (Mihemed Kabulî)

NIVÎSÊN BALKÊŞ