"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şêx Rizayê Talebanî

Şêx Rizayê Talebanî (z. 1835 Kerkûk − m. 1909 Bexda) helbestvanê kurd e. Şêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar aniye.

Şêx Elî Talebanî

Bêgane hemû sahêbî cah û ceberrût in
Bêçare biray Şêx Elîy muflîs û rût in

Ey Şêx Elî çak e wisûqit be bira bê
Bawerr meke bem xellqe ke wek tûle le dût in

Qewmê ke le ‘ehdî piderit helqe begoş bûn
Tehqîqî bizane be Xuda cumle ‘edût in

Rehmyan nîye derbarey to xizm û eqarîb
Muşfîqtir e bêgane le mane ke emût in

Nadan û qurrimsax û nezanin ke emane
Gahê le sema gah le seyrî melekût in

Em tekyenişînane çi derwêş û çi sofî
Herçende be dill muştexîlî zîkr û qunût in

Wek hacî mabeynî Sefa û Merwe be te‘cîl
Bo luqme emanîş be mesel Yunis û hût in

Cum‘ane birrawe be Xua muflîs e lamî‘
Ne pûlî hemamî heye ne pareyî tûtin.


Kelleşêrî kirmaşanî

Kelleşêrê be Reza lazim e kirmaşanî
Zîrek û çabuk û demgerm û dirr û şerranî

Kelleşêrê ke qepî girt le bina giwêy kelleşêr
Pirr be dem bîpiçrrê wek segî hewramanî

Kelleşêrê ke eger şêrî nerrî bête mesaf
Ray rifênê be şeqê mîslî kerî tallanî

Bo hewalley dubrî ew kese xom eyzanim
Dû gunî pêwe hebê wek dû cerrey leylanî

Be dirêjî weku mewlan begekey mîrî beyat
Be cesamet weku kiwêxa zilekey bîbanî

Cînsî xoy cûte mirîşkê berî hemley bigrê
Neku siwêy bêtewe bêçare le ber bêganî

Ey Neqîbzade binêre kelleşêrêkî weha
Bo Rezakey segekey qapiyekey Geylanî.


Suhbetî Şêx Elî

Şêx ke ham suhbetî şamar û nedîmî Heme bê
Şêx ke dostî miçerêjawî û Ehmedî ceme bê

Şêx le ber celbî dillî Ayşe kurranîy jinekey
Şîr bikêşêt û le rûy walîde deste û qeme bê

Şêx ke qudsyetî pîranî terîqet le kinî
Hemû efsane û efsûn hemû gallte û geme bê

Şêx ke gewwadî weku xadimî succade le lay
Seyîdî hurr le sulaley Elî û Fatîme bê

Şêx ke qesrî heremî geyîye meqamî ‘ela
Ser billind kat û billê Şêx eme qesrî eme bê

Şêx ewa goy hunerî birdewe keşkek sellewat
Şêx ewa cêy piderî girtewe destî beme bê.


Wîlayetî Bexda

Ger billêm Bexda le cennet xoştir e hêşta kem e
Çunke suknay Xews û Kerxî û Îmamî ‘Ezem e

Ey birader şarî Bexda bê hesadet bê heme
Zor emîn be lem hîsabe pêt billêm kurt e û kem e

Bo wîlayet hîç willatê herweku Bexda nîye
Hakimî ‘edl û ‘edalet zor emîn û bêxem e


Hecûy Sineyî

Superî ehlî Sine bo şerrî bêgane jin e
Xobexo şerr deken û esleheyan her betine

Riqî hellsa sineyî dê le suleymanî eda
Aferîn ehlî Sine em riqetan her le kine

Ehlî ême ke çûwe şarî Sine, hukm e egê
Be dû şahî û qerepûlê jinî kamyan mezine.


Kake Caf kurrî Kerîm Axa

Şîrîn weku Xusrew piserî Hurmiz Caf e
Çaw mamiz e, lêw qirmiz e, îman siz e, caf e

Çawî reşî fettanî weku şebrewî ‘eyyar
Dîn û dill û îmanî dizîwim dize cafe

Burhan e le ser qudreyî heq ayetî husnî
Bo de‘weyî îspatî Xuda mu‘cîze caf e

Aşûbî cîhan fîtneyî afaq e nîgahî
Yek nefs e cîhanê le desî ‘acize cafe

Bo keşmekeş û ‘erebede mujganî siyahî
Wek leşkirî Teymur û supay Cengiz e Cafe

Tenya ne Reza boy bûwete bendeyî
Fermanî le ser şah û geda nafîz e hafe.


Hecûy Şêx Xefurî mamî

Mamekem qehbejin e dewlletî Şeddadî heye
Tal‘î rahber û bextî Xuda dadî heye

Yek dû dêy dawetê Sulltan îg‘amî ge‘am
Her yekêkî be qeder xezneyê îradî heye

Çi firoş û çi ziruf û çi zîya‘ û çi ‘eqar
Le hemû cinse meta‘ê sed û heştadî heye

Em hemû genc û xezêney heye hêştaku teres
Ne heway cud û ne meylî kerem û dadî heye

Resmî aba’î kîramî bûwe asarî sexa
Ne le aba’î heya û ne le ecdadî heye

Ger ser û rîşî piyawane ye bawerr meke pêy
Batînî cûleke ye zahîrî zuhadî heye

Xoy be her sûret umêdî keremim pêye welê
Riqî zorim le Reşîdî kurrî gewwadî heye

Rengî ker, dengî beqer, hey’etî dell, xûy çeqell
Çawî kiwêr, mexzenî kêr, meq‘edî pirr badî heye

Zîkr û ewradî le ser kêr û zeker munhesîr e
Seyrî ew hîze qurrimsaxe çe ewradî heye

Tif le kuz dakî le kin xoy kurrî hênawete der
Gû be rîşî bawkî le kin xoy emîş ewladî heye

Eme gişt bawkî ke sermeşqî le bo dadawe
Serbexo salîkî rehrew nîye ustadî heye

Le giruhî herem kareker û dayik û xuşk
Fatim û ‘Asim û aman û perîzadî heye

Şew û roj çeplle be kuz lê deden û helldeperrin
Ferciyan tab û tebî kûreyî heddadî heye

Bêheyan cumle xisusen jine sozaniyekey
Rewiştî dêlle seg û qehbeyî Bexdadî heye

Min le Kerkûkewe dênête kin em qehbejine
Legellim xesm e felek niyetî bêdadî heye

Kûnî û hîzî ye manendî Reşîd, teb‘î Reza
Hênd le ber cewrî felek xatirî naşadî heye.


Weznit le çiyay Qafewe

Weznit le çiyay Qafewe lem qafîye nawe
Ya şî‘rî xezel xezel e be rîsey petî xaw e

Şabîstey neqdêkî berawirdî ‘erûz e
Lam wabê ke belay to we neqdim natewaw e

Ewzanî şî‘r heryeke merbût e be behrêk
Lem şazde bihûrey be ‘erûz nawî nirawe

Be dillêkî firawan were hasill ke qena‘et
Lay ehlî edeb rexne weku xemzey çaw e

Ey Huznî qebull ke le Reza keşfî heqîqet
Toş wek minî her talîbî efwîn le Xudawe.


Hecûy mayne kiwêt

Mayne kiwêt caran ke detgut rewtî rewtî ahû we
Êste hestanî le ser axurr be yahuyahu we

Qet le yek qasnax kemî co nademê hêşta lerr e
Sallî diwanze mang siwarî nabim û her mandû we

‘Umqî çallî meq‘edî bêşik mesafey qesr ebê
Dirzî derwazey kuzî loçloç be serî yek da çûwe

Ger be awzengî perasûy em ser û ew ser helldirrim
Hênde nabizwê bizanim mawe ya xud mirduwe

Xawenî pêşûşî nazanê ke te’rîx û seney
Çend e emma min le pîranî qedîmim bîstuwe

Wextê Nadir Şa hicumî kirde ser îqlîmî Rom
Taz e giwa ye ew le kuz dakî xirûcî kirduwe.


Seru û ney

Seru û ney Çîn ke legell qametî to bêne neberd
Şekerî xwarduwe ney seru serî dawe le berd

Ger delîlî weku nuqtey dehenit nebiwaye
Minîş înkarim ekird wek hukema cewherî ferd

Lêy deparrêmewe ey ruhî rewanim tu Xua
Çî ye dermanî dillim pêm dellê: Laço dill e derd.


Le basî bab û bapîrî ta degate xoy

Xuda wextê hezka bendeyêkî xoy bika xoşnûd
Le rêgey dûrewe boy dê be pêy xoy şahîdî meqsûd

Le Hîndistanewe şeş mang e rê ta xakî Kurdistan
Xuda Şêx Ehmedî hîndî rewan kird bo Mela Mehmûd

Mela Mehmûdî Zengine ye‘nî qutbî daîrey îrşad
Le dewrî merqedî her dengî yahû dêt ya me‘bûd

Le paş ew Erşedî ewladî Şêx Ehmed le cêy danîşt
Bî ‘eynî wek Suleyman cênişînî hezretî Dawûd

Bellê babî weha ellbet debê firzendî wa bênê
Îlahî sedhezar rehmet le qebrî walîd û mewlûd

Be rehmet çûn ewan ba bêynewe ser basî Ewrehman
Fîdat bim ey netîcey dûdemanî Ehmed û Mehmûd

Netîcem meqsede tallî muqeddîm şertî tehsîl in
Ewaney bo îcad kird Xuda ta em bibê mewcûd

Emêstaş Şêx Elî neclî kebîrî sahîb îrşad e
Emîş wek bawk û bapîrî le zumrey ewliya me‘dûd

Rezaş lew nesle ye bîbexşe ya rebî ke qet nabê
Gullî bêxar û behrî bê buxar û agirî bêdûd.


Serguziştey xoy û hecûy Şêx Xefur

Ew roje ke toram û le Kerkûk seferim kird
Manendî ‘eqarîb le eqarîb hezerim kird

Gerdûn sinekî kirdim û hênamye Koye
Mîwanî le kin Mame Xefurî lecerim kird

Xwastim ke birrom bo seferî Rom be seyahet
Neyhêşt û dûsed ehlî ‘emamey le serim kird

Danîşê neçê min kiçî xom mare dekem lêy
Ew talîbî dinya ye ewa mu‘teberim kird

Çirûsa le berim cubbe û fisa le serim fês
Ne fêsî le ser nam û ne cubbey le berim kird

Şeş mange bem qisane gilî damewe lay xoy
Nemzanî milim bişkê tîya çûm zererim kird

Wellahî dekem derheqî ew bellku ziyatir
Ew kare ke derbarey Reşîdî piserim kird

Karim terr ebê emwit eger lutfî bibê mam
Ey layiqî rîşî be Xuda karî terrim kird

Bo muctehîdan gerçî cewazî nîye teqlîd
Min muctehîdim hatim û teqlîdî kerim kird

Ey gûy Xile bem lutfe ke ew kirdî legell min
Lem merhemet û lutfe ewa min guzerim kird

Herçende witim wextê ke dîm nexwetî qelbî
Ya reb legell Şêx Elî bo çî şerrim kird

Her deçmewe lay gerçî billê hatewe dîsan
Ew xwêrrîye bêkare ke min lêre derim kird

Herçende Reza ba‘îsî bednamî ye ‘ewdet
Lem sûkî û bednamîye serfî nezerim kird.


Derdî hebîb

Demkujê hukm e dezanim be Xuda derdî hebîb
Were sa beşqî Xua des le yexem berde gebîb

Were destêk bixeme gerdinî bilûrînit
Ta weku sifre le daxa bidirrê wirgî reqîb

Tali‘im nehs e etirsim ke be azarî fîraq
Bimirim û rojê nebê dewlletî wesllim be nesîb

Çawî fettanî to ew sahîre cadûgere ye
Ke be yek ‘îşwe eda ‘abîdî sed salle ferîb

Ta le to dûr e dillî xemzede ey rahetî can
Meşrîq û mexrîb e mabeynî legell sebir û şekîb

Bê firaz nabê neşîb em qise tehqîq e welê
Min le rêy eşqî to nemdî be Xuda xeyrî neşîb

Xeyrî zullfe le ser sefhey rût sabît e ya
Gînet û gîbe ke memzûc e legell zînet û zîb

Şêx degorrêtewe ger çawî be zullfit bikewê
Xerqe û sebhe be zunnar û çelîpa û selîb

Taqetî taq bûwe bêçar e le jêr barî fîraq
Bike rehmê be Reza, çak e terrehum be xerîb

Şêx Se‘îd serdar e Şêx me‘ruf heta hezkey necîb
Bo cewanmerdî û şeca‘et beynî beynella neqîb

Ger reqîb nebiwaye mabeynî ême key têk deçû
Kêr be kuz dakî mufetîn gû be rîş babî reqîb.


Le fîraqî Qadirî Westa Xidir

Bo nesûtê ciger û bo çî nebê dill be kebab
Bo çî nerrwa le tenim rohî rewan mîslî şehab

Bo le serçaweyî çaw hellnequllê reşheyî xwên
Boç le fewarîyî mujgan netikê qetreyî ab

Bo le ber nalle nebê hellqeyî hellqim be sirûd
Bo le ber girye nebê çeşmeyî çeşmim be serab

Mu’nîsî roj û şewim ba‘îsî aramî dillim
Royî û min le xemî kewtime nêw behrî ‘ezab

Be wiqû‘î seferî Qadirî Westa Xidir
Xaney ‘eyşmî tall kird felekî xanexerab

Çeng û ney lê mede ey mutrîb ke le ber fîrqetî ew
Rinekî roh e le giwêm nexmeyî awazî rebab

Saxirî mey mede saqî ke le ber dûrîyî ew
Tall e wek jehrî helayîl le mezaqim meyî nab

Karî kirdin nebû em kare ke gerdûnî denî
Kirdî, rûy reş bê weku bextî min û perrî xurab

Ey Reza reng e le ber fîrqetî ew mu‘nîse to
Qet nebî xallî weku kûre le sozî tep û tab.


Destêkî heye

Destêkî heye Mestî Efendî le kerem da
Mîwanî ‘ezîzî heye dayim le herem da

Elheq jinekey muşfîq e derheq be xerîban
Sed ganî be rom dawe hezarî be ecem da

Hênd kêrî hetîwan be kuziya çûwe daykî
Destêkî şkabû be minallî le şekem da

Ber zerbeyî kam kêrî qewî kewtuwe axo
Bew derde çûwe sa‘îdî Reşîdî le rehim da

Hetta ke Mecîdî kurrî teb‘î cewad e
Sed ganî be yek lehze be bê pûl û direm da

Gewwad û teresî mulhîd û bêdîn û munafîq
Merdûd nîye mîslî le misqof û ‘ecem da

Bo seddî rehî qaflle wek tepllî Sikender
Awazî dehollî kuzî dayikî le herem da

Ew kêre ziley kê bû le kêlanî Fetah Beg
Miştêkî kutaye kuzî, miştêkî le dem da.


Bo mudîrî Qizillce

Le teref kêrewe berîdî seba
Bo mudîrî Qizillce name deba

Bo cenabî muqerrebîl xaqanî
Mîr ‘Elî Beg le encebî nuceba

Mîrim aya çi lon e ‘îlleteket
Baz be xarişt e bin gunit eceba

Îhtîyacit binûse eybî çî ye
Mehremî razî tom be ‘ehdî sîba

Sed tirrit da be kûdekî le gunim
Ey tirrit re‘d û wey tisit reşeba

Dûdemantan çirûk e bunyadî
Bo qebahet “benim dexîl, he beba!”

Ebdurehman Begî birat fermûy
Abrrûy xanedan ke ‘Elî eyba

Xalle kiwêreş seraheten eywit
Ke ‘Elî Beg bûwe be dêlle beba

Le aba‘it îba meke mîrim
Hazîhî îrsîkum exen we ‘eba

Ger be kêrî Qizillce têr naxoy
Were Şêx Reza be reşta ba.


Eşretî Caf

Xizmîne meden pence legell ‘eşretî Cafa
Mêrûle neçê çak e be gij qulleyî qafa

Kê bê le dilêranî ‘eşayir ke neçûbê
Wek tîrî qeza nûkerimî Cafî be nafa

Xwênrrêj û şerrengêz û ‘edubend û tenumend
Kamyan gene wek şêr e le meydanî mesafa

Çunke resen in wird û diriştîyan hemû cengî în
Mey sarî ye neş’ey çi le durr da çi le safa

Wa bê xem û perwa deçine erseyî heyca
To naçîye ser doşekî bûkî le zefafa

Yebxûne îlal emrî sîxaren we kîbaren
Yes‘ewne îlal herbî sîqalen we xîfafa

Wesman begyan amîr e wextî ke billê: Dey!
Dêne cewelan herweku hacî le gewafa

Xahem zi xuda ankê şeved duşmenê cahet
Kotî le desa, des le mila, mil le tenafa

Rehmê bike ba Şêx Reza bêtewe guftar
Heyf e birrzê tîxî micewher le xîlafa.


Dilberî bêwefa

Rojê nebû em dilbere bêrehme wefa ka
Carê nebû em kafire şermê le Xuda ka

Heyran in egîba le ‘îlacî merezî min
Luqmanî wîsallit meger em derde dewa ka

Karê ke xem û derdî fîraqit be minî kird
Serma be hetîw ba be dewarî şirrî naka

Dêwane ye şexsê ke be xeyrî lebî le‘lî
Wek şahî Sikender tellebî awî beqa ka

Tab û tebî ateşkedeyî hîcrî weku şêt
Nezdîk e minîş warîdî sehrayî fena ka

Lem rêgeye teqdîrî ezel wa bû ke ême
Pamallî cefa bîn û reqîb seyr û sefa ka

Roh û dill û dîn hersê ekem be zil û nîsarî
Kamî dillî min eger le lebî le‘lî rewa ka

Ser danê le rêy eşiq Reza lazim e aşiq
Bo yar ser û mallî superî tîrî qeza ka.

Jiyana Şêx Rizayê Talebanî