"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Amedê Xursî

Navê wî yê rastîn Ehmed Şêxmûs Seîd e , di salên 1950 de bavê wî di zaroktiya xwe de, ji bakurê kurdistanê ji gundê xursê koç dibe bin xetê, di sala 1970yan de li bajarê Qamişlo Ehmed ji dayik dibe li taxa Hilêlîkê.

Nifreta Şeva Çûyî

Çavên te veşara areziwa ne nifreta şeva çûyî
di hembêza kîjan zugurdî de guharên te weşiyane
Pêxêla tolaziyê ?
îdî deşta sînga xwe vegire keriyên pêçiyan tê de biçêrin
deşta sînga xwe vegire

tewla cehniyên nêr
di hîr-hîra mihînên te yên boz de sikehên sincirî di xwêdana mê de siqiyan.
Payizxêr gunehê min bû min nizanî fiqe-fiqa sinbilan buharê tîne gon.
Xwêdan di bin guliyan de meya,
qussiya,
bû firo
min nizanî wê heyvan ji ramîsanê bigire.
Tu nema ji newqa xwe dihenitî
dinihirî.

Destên te nema dibine rêsî li ber maçê
qereqûçka şermok pûç nabe
bo dîlanê
di destê min de dikele, dinermije, dihênije.

Payizxêr gunehê min bû min nizanî kerikên memikan nuxumandî
dighêjin,
dibhurin.
Sibatoka dînoke …
nema te ditirsîne
birûsk nema xirtîna gêzeran ji qolincên te tîne,
baran nema tolaz e,
kaxezên dorpêçî sêvên xelatî şil dike,
der dike,
hênik dike.
Pisîk nema tolaz e gwîzeka te difirkîne,
talêse.

Payîzxêr gunehê min bû min nizanî hechecîk
finasan dikin
di sikifên pencereyan de
Kulîlk di sêncên hewşan de avis dibin.


Devera Xewnê

Di xewlaneya evîna te de ayetên hezkirinê dahatine ser min
dîlberê
ew ê ji hişxweçûyî me ji bo te afirî me baştirîn evîndar
û şeydayê te ê dawî me
van helbestan jiber bike berî di sînga min de binivin û
bi min re herin mirinê

Şarê tu lê dijî dilê mine
devera xewnê ye
Şaristaniyê bo te pars dikim
seba çavên te sibehan qehwê vedixum
çendî tal be
jiyan
navê te dibin zimanê min de şekirekî kertleme ye

Box-boxa Qedîfe ye
di qehfikên sikifan de
û
perdeyên pencera te mexmel in sibeha ez têm tu ji ruhnikê ditirsî êvara ez têm tu ji tariyê ditirsî ku carek…
mîna reşkê şevê jî wer im tu ji xweda ditirsî

Zingilê deriyê te derewîn e
vê carê ne ez im çavikê deryê te derewîn e
ew tenê dilbijandina mine li paş derî

Kî ye ?
ê ku bin piyên qatan vexepêre…?
bera Beden li wan mukurê nalbendên navdar meşkdiriwên xwişewîst pûlikên heqdestê we nîgarê liser neqişkirî
ê bapîrê mine

Vê gavê
tîna evînê
tavêje dilê min dilê min çûçikekî serçe ye
li kavilên Amûdê dibane

Sar e…
nayê rayê
û gumlekê min
havînî ye..
Pûk ji tiffikên qatan der tê bi ser devê bajêr de
ji keldiçe
ez li rawestgehê
li hêviya te me

Xecokê… Devera xewnê
yara ji hezar salî û virde carek dema befrê şopa pêlava min
didizî
li derî Dêra Zehferanê micêwrê keçika fileh bûm di hemî xewnan de
Qeysê dînok e bûm
dîsa ji seqema sînga Kilûdya…

Devera xewnê
rehbika ji cam û qeşayê pêxwas û tazî
ji gerdûnê dihatim der ! ber bi te ve
ber bi ramûsana
ji pî ê sawîra te ve dibeziyam
û ne digiyam

Li berojkên serbênderên te dobelanên kabokên min zîl didan
û
te nalîna min ne dibhîst

Ji rehên xwe … dihatime der
hemî gava elesên hênik li ser laşê min şîndihatin
ta ku tevayî te bibim
Sibeha hemî cejnan
mewdanên xwe diyarî te bikim min nîne mewdan
Tenê kakêşek wê ez derand im û
deryayeke mezin
ez li seranserî nazdariya te… bela dikim

Mixabin îsandina salan
di çavên te de
derkîn dibe…
ku çend obalî
di mafê xortaniya xwe de kiribû!
lê kiye ê te dad bike? dax bide
ji te pirs bike gelo…
çend nalîn
ji kûrahiyên te
westiyan?

û tu ha jê nebû…
çend caran omîdan te ragirtin? û tu negiha bendîxana
dilê min…
ax dilê min

Ez bi tenê dizanim ku çend dildar
di sînorê evîna te de kelamper dibûn.
û di dojehên e’şqa te de disotiyan

Dîsa…
te digel xewna xwe de xwe vezeland
û melûliya temenê tazî
di bîra xwe de anî
dinase ku erê ê ê…
kilît li dergehên asîmanan têne vertepilandin
û naghêjne bendîxana dilê min. ax dilê min

Min heye siwarek siwarekî reş
li kolînka dilê min …
siwar e
sikakên rojên min li hev dide
kêlîk û hûrdemên xweşiya min
dihejmêre…
kontirol dike…
ta ku hemû se’tên êvarê wan bidize
û here
û here
û here.


Were tiliyên min diherifin

Li hêviya te me …
kengî tu tê ?
Berîkên min tijî gazin in û
wêneya te di xelîtka min de zerbûye
şev jî satanekî reş î şiyatok e hema hema bîna min diçe û tê de were
hemî xwezî ên min bi xwe re bine
Stêran bi xwe re bîne
ji xwe tu heyv î
di tariya rojên min de

çeleyekî buhirî
min qurmikên tiliyê wxe
bê deng avêtin agirdanka te
ta rehlandina te sekinî
min ma êdî bi dilê xwe helbest dinivisandin
Pîvazokên hêviyê
giyatakên ruhnikê
di dilê minî beyar de
avbidî
bişoyî
nemeşa li ser perên berbangê ji xwe
bera derwan li min neke sawîra xwe
di ser serê xwe re bîne
û pêxêla sibehekê
biqetîne

bera rengên keskesorê
bi koraniya min de bi pejiqin bihêle
destan li hingivê rûdêmê te bipelî nim
bera hingên pêçî ên min
bi berberojka rû ê te ve
ziwa bibin.

xweziya min xatir bixwesta
Kirt-kirta tîpa ne
di nav diranê ximavê de qitîtkên qeşayê ne gotin Xiştîna heftokên bîranîna ye di qutîka qafê min de
hevok nayên ber ritma xêzan pênûsa min nema halete berqef û qelacên wateyan cot nake
nema xilçekî tûj e
kerengên êşê

ji canê gelê min hilnake helbestevanekî sexte me mîna Şêrgo Bêkes mirim nema helbest hêwîye
li ser lêvên rûpelan nahil e hunavên pirtûkan hênik nake ev helbest nema berfa dimskirî ye
Nema pêrgî xwe têm nizanim li kîjan keserê ji hişxwe çûm
li kîjan kederê “keribîm Kê ez bergor kirim
û navê min
li ser kêla min
dananî
terqîna min dixwendin ne li wir bûm

ji ser min vegeriyan
ne di nav wan de bûm
Liber dergehê
kîjan sersariyê
Xwe ji bîrkir
destê min bernede
di mêrdewanê “banhofa de her xayiz dibûm
û ji destên xwe
dişemitîm
Li ber kîjan mekîneya pilêtan Kîjan ekrana pirojeyan
Xwe ji bîr kir
devera kîjan berbangê
di mijêde belabûm
tayekî xav
ji nigê hêviyê qetiya
pencerê li çivîkên demê dadin
mijankên bendewariya min Çirkên katjimêrê ne
li ku mam ?

ma nema têm ?
Tirên li yek hawî diçe
ez jê danayêm
rawestgeh vala dibe
kes lê namîne
Û
ez ne lême
xweziya min xatir bixwesta min kulemek girî
Li dû xwe birijanda
min nizanî bû
ezê dixirecirê de
winda bibim
Û
tenê bimînim.


Kobanê

kobanê niviya ba
û
agir
Keştiya lehengan
di pêlên xwînê de berpêl dibe
dim-dim ji bin piyên berxwedanê tê dijene
Ji lêva neştelê
Tûjtir
Ji awirê guran
dûrtir
Ji sîmiran girtir Leşgerên te ne niviya ba …
babilîzt di guliyên

Şervanên te de
Xar dibe
fiz-fiza marên kedîkirî di şûnikên berbejnan de bîna pûngê
Ji biskên te tê Dêrîn
Hêlîn
Arîn
Pakrewana min guleya te ya dawî Tola te
çavşînkeke di aniya adîloşan de
niviya agir…
pêt ji semêlên şervanên te dibarin
Sêlên sincirîn e
defa sînga wan
him-hima rojê ye
li ser alên wan
Stêrk li ser milên

Orhan
Gabar
Piling
Xabûr
şîndibin
Pakrewanên nim
Tola we
Kustilka destên zaveya ne Kenokirî me …
her dilopek xwîn
her hêsirek ji çavê daykekê nexşeya welatekî kenoke Sibehan zû…
zingilê dibistanan lê bide rewanên pakrewana
li dara fir-fira alê bicivin bi sirûda ey reqîb re

Rêka kadizan
Şeveke şayik…
Ku heyv di hembêzê de dilme
Derya di dawa zeminê de diçelqiya
berbangeke şilekî…
ku hîn aniya
caniyên baranê
talêse
pêsêra buharê
di devê kulîlkan de Simbilên zada
di sura bayê şîrgermî de ji xewa dixiliyan
min rêza cêlordekên xwe da dû xwe
û
xwe ji welatê xwe vedizî

Rojeke zerhimî…
di orta gastîna asîman de ingirî
ne roniyê dide ne jî diçe ava tixûbên ku dabûn bende me di bendewariyê de germixîn û xumiyan
laylanê da
bin baskên min
û min xwe ji çêlordekên xwe vedizî
Dilê min hayima
poşmaniyê ye
derdorî keysa min… daristanên kulibî ne
welatê min
û rêka kadizan
û refê çêlordekên min
di çavên min de
diîsin.


Tenê bo we dibêjim

Befr di dev û kepûyê min re fûriya..!
tiliyên min bûne şûşikên qirayê dilê min ma dîlimekî qeşa
çiku ez kurd bûm
ji min bawer nekirin ku li min sar e… tenê bo we dibêjim : di tayê de me.

Zarokeke Şingalé bum
Pêxwas birçî û tazî mam
çavên min girînekên hêsiran bûn li qelaç û berqefên Sincar
ji ber çavên xweda wında bûm çiku ez kurd bûm
ji min bawer nekirin
ku sêwî me.
tenê bo we dibêjim :
bê welat im
di çavê min de…
îsandina e’qîqeyan
di gerdena bajarê biyan de.
şarê min î jar
ji dervî nexşeyan
li paş sawîr û sînoran

 

 

di hestên min de dima çavşînkek bi aso ve daliqandî. ji min bawer nekirin.
tenê bo we dibêjim :
penaber im.
Xwîn …
di damarên min de
bû herî.
min xerdel
kêşand û berneda termê min neppixî
bû heban.
ji min bawer nekirin ku pakrewan im.
tenê bo we dibêjim : Helebça me.

Bo Ceza’ir…
min Mecîdî Çerxî
Û
Firing
dane hev
dawa min tijî
gurçikên biraştî bûn.
li amûdê di sînemê de
min zarok fêrî avjeniyê dikirin di agir de
ji min bawer nekirin
ku leheng im.
tenê bo we dibêjim :
Se’îd axayê Deqorî me.

Avdar …
di paxila min de mayîn bû li diwazdehan qormîşkirî bû dema min nexwest
ku dayika min bigrî
ji min bawer nekirin
ku raperîn im.
tenê bo we dibêjim : Qamişlo me.


Jina ji ximavê

Wê êvarê …
çendîn çoş bû evîn
bajar di bin xunavê de nermijî û tu nehatî.
Daw bi şevê pê de vegirtî ma. Kengî bi baranê re bibarî…
û tu nehatî…!
Piste-pista kêlan
goristan hoşyar kir.
ewr bi giyanê dildaran giran bû. gor mane landikên bendewariyê û tu nehatî.

 

Rojgar ey qidoş neyarê min ma. Tiq-tiqa kenê wî
aso qetandin
çawa şermezar mam
û ew rûşiştî ma û tu nehatî.
Wê êvarê …
çendîn çoş bû evîn
şima ji tilyan bêrî bû
tilî ji pênûsan bêrî bû
rûpelan nema xama bendewariyê vexwar
tenê pêçiyên min ew dipiçandin mohr didan
dirkîn dibûn

ku bê te nabe û tu nhatî.
Wê êvarê …
çendîn çoş bû evîn
dil degel bû
arezû cewrikên şîrkuştî bûn û girdikên çengê min nayêne mêtin
deverên qedexe di laşê bî de zingirî man
tenê hestên biyan
di livîna min de
dilehbitîn
şevan bê de qolincî mam
û tu nehatî.

Vê êvarê…
di xilmaşiyê de
dilê min dibije te
dilê min ê şûm
peyedar e di qelaçên singa te de hêlînên kewsûskan
vedixepêre.
gûmaneke bêhnperkî
xwe çeng dike sifirneyê. firtefirta dilxerabiyê ye

gelo dibe ku careke din baran sîwana xwe venegre?
û
rewanê me bi evînê şil neke.
Keskesor careke din
kevanê wxe di ser canê me re Venegre?
Avî di bin ramîsanê de
riwên me ranepêçe?
Xinizin ewr…
Ku bidne koçberiyê
û
buharê nîvkuştî bihêlin.
kî ye bersiva keskahiyê bide: bi çi riwî gurzeke nêrgiz

Ji paxila me pars bike? Ji min xeyidî ye
ewa hezkirî
Ji yaxa gumlekê xwe pişkok bi pişkofk
Ji serî heta binî xanima biyan… Ji zarê min
Ji warê min
di damarê min re
li talanê jinan da gencîneyên evîna min wergirtî ye
ê wê tenê ne
qunaxên dirêj

romanên bendewariyê navbera ebriwên wê… deşta Mêrdînê ye
li wê deverê
Eyşêşan sitranê dibêje:
“Ava golan dicemide giyayê çolan
û sinbilên temenê min hêdî
hêdî diseridin”

Periya min
Xweda …
Çongên min
di dawa te de
mendalekî sêwî me Çavên min dîndoqên sincirîne
û
bergeşên dilovaniya te vegirtîne
mîna çûçikekî
teşne me
kezeba min pîşo ye nikilekî tenha têde dadim çena dilê min
vêl nehêle
Xweda… congên min didawa te de

periya min biparêze
Kabên min
di bin piyên bendewariyê de movikên pişta min
kelpitîne
bi nimêjan
baskên periya min puşkivîne
gunehê setemkaran
nespêre înankaran
û
ristên daneyan …
di girnijîna şermok de
di bin lêvên ku bi navên te dilebitin
ritma ayetên pîroz
neşkîne
Bedewî destgeha te ye Ji xweşikan hezdikî tuxmê belqîsane periya min biparêze

Bêjeyên mijmijokî
Destên te çendî mestin… li ber maçê
tu ji hiş neçî heyran
eve şeydayetî
hestên te çima dudilî ne? gusteka sawê biqetîne ku çaw firîn xweşe bikene
bikulibe
wekî qerçiyeke serxweş li ser hovka sînga min bide SAMBAyê
li çepikan bide teprepa pehniyên te pepekên pembû ne

dê helbestan ji te re bixwînim yên bê micaliyê
rebeniyê
ku bibêjim ((ev dilê melûl
bo te bi êş û jar bû…. bilbil û şalûl
tev li min guhdar bûn)) ta tu bigrî
wê gavê
ristên hevokên tixobelekî bêjeyên mijmijokî
mîna heqîqeyan
ji gerden te re
ya azirî re
xişxişkên haşkirinê ne.


Evîn ew e

Evîn ew e
ku bi vedenga navê te re
velîzim
can pûç û xav bimîne
di derya evîna te de
ber pêl bibe
dema ku girav sawîr û xewn bin tenê girînekin çavên te
veşara mizgîniyê bin.
Evîn ew e …
ku bi pêjna te re
bibe qebqeba dilê min çirrrîna kewekî ribat dike ji rikeya sînga min bifire.

Evîn ew e …
ku hemberî pencereya te temen libên tizbiyê bibhûrin bi çira te re
dilê min vêkeve û vemire.


Dayê

dayê
kizkirina te….
tirêneke herî dirêj e
di koka çiyayê Cûdî de firyadek ber bi asîmanan ve teqand
di girîneka guhê Nûh de cendekê minhê jî ji temenê te dirêjtir e

Kizkirina te …
tirêneke herî dirêj e Odeyên wê
Ji nêv qolincên Toros
têne xwar
Zumîn dikeve Darê
EW ji mirinê veciniqî temenê min hê jî ji bejna te dirêjtir e

Kizkirina te…
tirêneke herî dirêj e
her odeyek
qaqilê pêxemberekî ye pêxemberan tîne
serdana Eyûb
bejna min hêjî ji arama te dirêjtir e.

Jiyana Amedê Xursî