"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Dilbirînê Deşta Mûşê

Ew di sala 1967’an de li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê û li Gundê girêdayî navenda Bajarê Mûş ê, li Sihag’ê ji dayîk bûye.

Dengbêj Ebdurehîmê Muşî bi mahlasa Dilbirînê Deşata Muşê helbestên xwe dinivîse.

JI AYETA YEZDAN IM EZ

Qesem bi „Elîf û Dal” kim
Bi „Bê û Tê” digel „Zal” kim
Wek „Ûsiv” serî di „Çal” kim
Ji Ayeta Yezdan im ez!

Ev „Nîjad û Zimanê” min
Wek „ê xelk û cîranê” min
Ji „Ayetên Xwedayê” min
Wek we tevan Însanim ez

Ez sondixum bi Qur’anê
Digel Încîl û Furqanê
Îns û Cinên li Cîhanê
Wekî we xwedî Heq im ez

Delîla dest min Qur’an e
Bêşik û hem bê guman e!
Kî Înkar ke „Bêîman” e.!.
Ji „Ayetên Ellah” im ez!

Kes ji kesî çêtir nîne!
Peyamber ,,Fermanê” tîne!
Lê „Mutteqî” çêtirîn e!
Çima hûn mîr, xulamim ez?

Heq û Mafê „We gişt” heye
Çima „Heqê Me” tine ye?
Qaşo „Kurd birayê” we ye?
Qê Hûn mîr, Kurd jî kole ye?

Heq û mafê Kurdan heye!
Kî „Înkar” ke, wek file ye
Wekhevî armanca me ye
Ne tu mîr, ne xulamim ez!

Wek „Tirk û ‘Ecem û ‘Ereb”
Ez mafê xwe dikim teleb!
Tînim Ziman celeb celeb!
Çima bê Heq û mafim ez?

…..Di seranserê Cîhanê
Rabûye xela wijdanê!
Nadin me mafê jiyanê!
Hezar sale bindestim ez

Dînê Xwedê Dadwerî ye!
Hem ,,Aştî û Wekhevî” ye!
Ne ku zilm û kedxwarî ye!
Di Dadgehê dozdarim ez!

Dadwerî „Mêzîn”a min e!
Lê ,,Aştî sertaca” min e!
Serxwebûn „Armanca” min e!
Çima hê ne azadim ez !

Qirna Bîst û Yekê dijîm!
Lê wek xelkê serbest najîm!
Di nava „Agir” da pijîm!
Gelo çima hê dîlim ez?

Kesên Heqê me „Înkar” kin
Mitleq wê rojek xisar kin!
Dema serî d’ qebra sar kin
Ew miflis, xwedî mafim ez.


ROJA AŞTIYA CÎHANÊ

Hiqûqê sotin
Bi viran gotin
Ji ‘EDALETÊ
Tiştek nehîştin

Kevokê kuştin
Bi xwînê şuştin
Ji Dad û Aştî
Eser nehîştin

Kevoka ‘EFRÎN im
Nifir û nefrînim
Ji bo Aştî yê
Herdem dixwînim

Li-Çyayê Cudî
Qasidê Nûh im (s.X.l)
Nûh mi şand, min dî
Çiqlê Zeytûn im

Ji wê rojê de
Ta niha-w pê de
Remza Aştî me
Dinya hûn têde.

YEKÊ ÊLÛNÊ
Sor e ji xûnê!
Zilma tê kirin
Ji arê hêtûnê

Ev roj derew e!
We dikin xew e!
Zordar dixwînin
Xapxapok Kew e!

Navekî heye
Aştî tine ye
Ma vir û derew
Qê bi Pere ye?

Nehîştin rastî!
Tim zilm û şaştî
Xwînmijên Dinya yê
Xirab kir AŞTÎ

Lê Aştî Ferman e…
Ya Rebbê Rehman e
Ji zilm û cengê ra
Her wextê derman e.


ŞÎNA ŞEHÎDÊN KERBELA

Şehîdê Kerbela me
Pêşengê mu’mîna me
Ez Îmam Huseyîn im
Kuştiyê Fîr’ewna me

Neviyê Peyamber im
Ji Dozê ra Rêberim
Lawê Fatma û ‘Elî
Herdem bi xwe werim

Ê çûn di rê ya Yezîd !
Tev şirîkê Îblîsin
Ew nabînin Cejn û ‘Îd
Agirê sor li serin

Meskenê wan Dojeh e
Bi roj û sal û meh e
Û ebeden, daîmen
Dozex bo wan jîngeh e

Ax Îmam Huseyîn (X.j.r)..
Wax Serwer Huseyîn
Sertaca li seranî
Ey Pêşeng Huseyîn

Nalet were li Yezîd
Li Kerbela kir Şehîd
Serbilindê Ummetê
Xelîfe yê nû cedîd

Asîmanê KERBELA
Hîna dike şîna we
Yezîd kafir e, fasiq
Bêşik di nêrîna me

Bêbext Îblîsê keftar
Bêwijdanê hov û har
Bibû leşkerê kufrê
Munafiqê koremar..

Tu Nemirî, Namirî
Wez dikim şîn û girî
Derdê Heftê-w du Şehîd
Hiş ji serê min birî

Çemê Ferat û Dîcle
Kir hewar ji tîna we
Dermanên vê Dinyayê
Kewnakin birîna me.


STÊRKA ŞEVÊ

Ew bêhna tê ji Yarê
Wek pîltana bûharê

Xweştir e ji rîhanê
Sîfet heyva nîsanê

Sîng wek deşt û zozan e
Marî ya min ciwan e

Enî ya wê gewer e
Diran ji xwe gewher e

Biskên sosinî Elîf
Bendeya Şahê Letîf

Ebrû şubhê hîlalê
Nazik e wê delalê

Kezî wekî reşmarin
Awir jehrî ya marin

Xatûn stêrka şevê
Memik dişibin sêvê

Sûret cotek hinarin
Ji lêvan gul dibarin

Ziman zêde şîrîn e
Cîgeram di helîn e

Çavên wê wekî avşîn
Bi şev û roj dikim şîn

Ji bo wê bejna zirav
Bêhna ‘enber û gulav

Ez ketim qeyrana dil
Dimrim ji bo çavên kil

Yarê min kir sikratê !
Min dît Melekê Mewtê

Lewma ku bê Yar nabim!
Ji jîn û jîyan dibim…

Vê evînê min kuştî!
Bîbik bi xwînê şuştî!

Sermest im sergêjim ez
Mecnûn im Dengbêjim ez

Mejûyê min bûye dew!
Li min herimî ye xew !

Canxelasa min ew e!
Zehf rind e, mîna Kew e

Ger Sorgula min neyê
Dimrim dikebim ta yê

Li serê min ferman e!
Ramûsanek derman e.


SÎYASETA BÊSERÛBER

Sîyaseta bêserûber!
Miletê me kir penaber
Kirin wekî sî ya darê!
Lewma ku em manin şevder!

Dijminên me kirin reîs
Lê ew bi xwe bûnin seyîs!
Ev çi ecêbek giran e!
Hemî rizyan mîna werîs!

Durûtiyê dikin wek Kew
Miletê me kirine xew!
Neyar dixun goştê berxan
Lê em têr naxun nan û dew!

“Rabin ji xewa xefletê”!
Em rast bikin sîyasetê!
Tev dest bidin destên hevdû
Bi îzna Şahê qudretê

Em rabikin qeyd û benda!
Wezîfa xwe bikin eda!
Heq û mafê xwe bistînin!
Digel bikin Cejn û ‘Îda.!.


GULISTANA MIN

Berê Gul bû, mixabin kirin strî
Ji derdan dilê min ra diçin dirî
Wê dilê min bê şûr û xencer birî!
Îro dîsa wê min kir mîna mirî!

Berê Gul bû, mixabin kirin strî
Wê dilê min bê şûr û xencer birî!
* * *
Dîlbera min rûgeş bû mîna Horî
Xulamê gerdena zer, çavên morî
Nizanim! Zîn bû, Xecê an jî Perî
Îro çendin wê min hiştî bêserî!

Nizanim! Zîn bû, Xecê an jî Perî!
Îro çendin wê min hiştî bêserî!
* * *
Li ser Gula min dikin zêde bazar /2
Gulistana min li hev kirin şeş par
Wez dikşînim zehf zêde êş û azar
Birîn yek bû, derdê te kir sedhezar
* * *
Sorgula min bi tenê ma histû xwar
Wez dixwînim mîna Bilbilê bûhar
Gula min maye di nav pencê neyar!
Werin ji binê destan bikin rizgar!

Êdî bes e! Gula min maye neçar!
Werin ji binê destan bikin rizgar.


NAVÊ ŞÎRÎN GULISTAN E

Min Xatûnek dît di qesrê
Wek Zelîxa bû li Misrê
Dema tûj awirek da min
Min kir Mecnûnê vê ‘esrê!

Bê şûr û şeşderb li min xist
Wê dil û cergê min derxist
Piştî dema ku min dît wê
Wek Memê min kirî sermest

Ev çi eşq û çi evîn e !
Mûşî hem gêj hem jî dîn e!
Vê sewdayê min kirî şêt!
Dilê min pêta hêtûn e !

Di narê eşqê şewitîm!
Wekî buryanê peritîm!
Dil û cergê min heliyan..
Wek perperokê perpitîm

Sî û sê kezî li ser mil
Pêta atomê berda dil !
Pêncî salê min qediyan
Yar Sorgul e, ez jî Bilbil

Keziyên Yarê reşmar e
Awir ji jehrî ya mar e!
Dema tîrekî li min xist
Wê min kuşt wekî tîrmar e

Rû mîna heyva bûharê!
Lêv wekî çîçeka darê !
Cot sûret şubhên hinarê
Wez mirim ji derdê Yarê

Sînga Yarê xweş zozan e
Zar hingivê Gulistan e !
Rind bizane Sorgula min
Te nadim bi sed Cîhan e !

Ebrû wek hîlala tav e
Bêhn wek pîltan û gulav e
Navê Gulistana şîrîn
Kurdistan e, çi xweş nav e.


SERBESTÎ

Bo azadî, serdestî!
Qebûl mekin bindestî!
Ferz e ku em hewl bidin!
Ji bo bigên serbestî!

Bişkînin qeyd û benda
Bilind kin dest û zenda
Em mafê xwe bistînin!
Şerm e ev qirna çenda!

Qê koletî ne şerm e!
Riya azadî germ e
Dest bidin destê hevdû!
Eva çi pest û zilm e?

Hemî werin xîretê!
Ji bo qedr û qîmetê!
Êdî bes e koletî !
Rakin zilm û zîletê!

Vî nîrê koletiyê!
Wekî mêran bişkînin
Wê Ala serxwebûnê
Divê em daçikînin.


XEZALA ÇIYAYÊ SÎPANÊ XELATÊ

Li Sîpanê Xelatê
Li Xeca xwe digerim
Wek Dicle û Feratê
Diherikim û terim..

Çilê germa havînê
Tî yê ramûsanê me
Sîyabend dike şînê
Birîndarê Xecê me

Germa temûz, tebaxê
Vê eşqê min da bayê
Dimrim ji ax û daxê
Sîyabend ketî tayê

Ketim tayê, ketim tayê
Xeca Sîhmed çima nayê!
Dilê min wek genim hêra
Wek bênderê min da bayê

Min di go tu xazelî
Ez jî sekvanê te me!
M’nizanî sekvan tuyî
Ez dibim nêçîra te!

Sorgul tuyî, ezim Bilbil
Tîra eşqê lêda li dil
Dil û cergê min disoje
Wek buryana ku biqijil1

Te min kirî ax û xwelî
Ey Horiya Derya Perî
Êdî îflehê xwe nabim
Te min hîştiye bêserî.


TEŞBÎHÊ GUL Û BILBIL IM

Teşbîhê Gul û Bilbil im
Wez evîndarê sorgul im
Wek Mecnûn agir di dil im
Derya natemrîn agirî

Dilê min sot vê evînê
Hinav şewitîn ji tînê
Ji Zeriyê nagrim bînê
Nizanim kê xezal birî!

Sûretên sor wekî lala
Dimrim ji bo bejn û bala
Direve wek karxezala
Bo wê dikim şîn û girî

Çavhişîn e wek Deryayê
Wek bahozê min da bayê
Ji derdê wê xewam nayê
Di navê da wê min birî

Ji devê wê gul dibarin
Sûretên sor wek hinarin
Kezî sê cotê reşmarin
Li dilê min da bi strî!

Mijang û ebrû hîlal e
Sîng û ber zehf xweş zozan e
Awir mîna tîrkevan e!
Li min da min kuşt wek mirî!


AX WELATO

Ên wek min ji evîna te vexun tasek avê
Êdî ew jî rizgar nabin ji vê xweş gulavê
Lewma ku ew jî tev her wekî min dibin Bilbil
Bi şev û roj vedixun ji wê şêrîn delavê 1

Ên ku wek min vexwarin ji vê hewza Kewserê
Ew her wek min dilalin ji ber evîna te Dîlberê
Şewat bi dilê wan dikebe wek pêta hêtûn
Wek Memê Alan dinalin ji dax û keserê…

Ji ber demek dirêj em ji hev nagirin bînê
Axîn û nalîna me naçe Dayîka Zînê!
Bilbilên evîndar dixwînin li ser Sorgulê
Lewma ku em her dibarînin hêsirên xwînê

Hêstirên me dibarin ji derdê Day’ka Zînê
Dilê me disoje vê êş û jana Gulçînê..
Em hemî Helbestvan bûn Mecnûn li dara Gerdûn
Lewma ku em her dinalin ji bo serxwebûnê.


MURŞÎDÊ KAMIL ŞÊXÊ NÛRANÎ

Murşîdê kamil Şêxê nûranî
Te dil û hinav ji me deranî

Zanyarê gernas xewzê Şêxanî
Mêrxasê mezin sertaca mêranî

Xewzê xwenas Rêberê Kurdanî
Şêxê min şêr e keleha merdanî

Sorgula Şêxan Mûhemmed Emîn
Wekî Derya bû seydayê mu’mîn

Şêxêm bû Şehîd bi destên sîtemkar
Her bijî Dojeh ji bona gunehkar…

Kuştin Şêxê min bi cewr û cefa
Ya Rebb! Nebînin ti wextê sefa

Çardeh roj lê kir tade û êşkence
Di pişt ra kuştin Zanyarê xunçe

Sal hezar nehsid nodûsisê bû
Şêxê Şehîdan l’ Mûşê Şehîd bû

Fîxan û nalîn kirin Serhedê…
Şêxê me Kurdan şandin merqedê

Rêberê me kuştin li şeş aliyan
Lew pest û sîtem li me bariyan

Rakirin fermana Şêxan û Mela
Welatê me kirin mîna Kerbela..

Fermana Şêxan li me rakirin..
Şêxê me girtin ji nav me birin

Li pey: Zanyarê ‘adil xewzê mêranî
Me sêwî hîştin li Dinya fanî.


BÊ QEYD Û BEND MIN GIRÊ DA

Te bi yek tûj awirek mêrkuj
Bê şûr û mertal, bê kêr û xençer
Bê tîr û kevan, min dîl girt!
Û bê qeyd û bend min girê da!

Min girê da min girê da!
Bê qeyd û bend min girê da!
Bi yek awirek wek şûr!
Te min dîl girt û berneda!

Min baxçeyê evîna te
Bi xwîna dilê xwe av da
Evîna te wek pêta hêtûn
Di dilê min da şaxveda

Lê te carek li rewşa min nepirsî
Û yek silavek li min neda!

Min serê xwe kir oxira te
Gulên evîna te bi hêstirên
Xwîna çavên xwe av da
Lê te jî ti wextê
Bersiva min evdalî neda!

Evîna te wek pêta atomê
Dilê min evdalî şewitand
Lê tu nebûyî canxelas, û te vî
pêta di dilê min da netemirand!

Bê wefayê!
Ez di orta çileyê germa havînê de
Wek parsekan
Tî û birçiyê yek ramûsanek rûyê te bûm
Ez li ber çavên te
Ji tîna eşqa te behecîm û mirim…

Lê dîsa te ji wan sûretên sorê sosinî
Ji dev û lêvên hingivî
Ji wan çavên Deryayî
Û ji xal û xetên gerdena zer
Yek ramûsanek neda min evdalî.!.


Şêx Evdilah Efendîyê Melekan

Serkanê şêx û mela
Sertaca şêx û mela
Welat kirin Kerbela!
Li pey xewzê Melekan
Li me rabûye xela !

Şêxê min ê nûranî
Xewzê min ê nûranî
Mufesîrê Qur’an î
Zanyarê ‘İlm û ‘Îrfan
Çibikim Dinya fanî!

Şêxê min bîrewer bû
Gernasekî serwer bû
Li Serhedê nasyar bû
Di pey Mûhemmed Mistefa (s.X.l)
Zatê mezin rêber bû

Taca serê welîyan
Dil ji boy te helîyan
Li pey bavê Fatma yê (s.X.l)
Nakim kêf û şahîyan!

Şêxê min tu zanyar bû
Mîna gulên bûhar bû
Bêhna wî xewzê mezin
Wek rîhanan dîyar bû

Şêxê min jîr û zana
Xewzê min jîr û zana
Vekir riya nezana
Li pey te man bêxwedî!
Stûxwar wek xizana

Pêşengê Kurdistanê
Ehlê Dîn û Îmanê
Xwedyê kefş û keramet!
Fêkîyê Daristanê
Xwedyê kefş û keramet!
Hingivê Gulistanê

Medresa şêxê Melekan
Mizgefta xewzê Melekan
Navnîşana gelekan!
Silav li xewzê mezin
Warisê Pêxemberan (s.X.l)


NIZANIM ÎNS E YAN PERÎ

Ez gerîyam di ‘amê da
Min Gul nedît di Şamê da
Dema ez çûm Gulistanê
Min dî wayê tê ji wêda!

Min silavek da Gulçînê
Silav vegirt xwînşêrînê
Wextê ramûsanek da min
Jê dihat bêhna nesrînê 1

Nesrîn rîhan û pîltan e
Hîv û stêrka Cîhan e
Xemilîye bi heft renga
Gula min wek Şahmaran e

Nizanim îns e yan perî !
Wê dilê min kir du kerî
Dema ku wê min hêla çû
Min hîşt wek marek bêserî

Lewma ne sax, ne mirî me
Wekî Memê nîvkuştî me
Lê digerim wê nabînim!
Çil rojin tî û birçî me

Sermest û sergêjê Yarim
Dilsoj wek Mecnûn bêwarim
Di Nexweşxana dînan de
Çav li rê wez birîndar im

Gulçîn Gul e, Mûşî Bilbil
Li min nehîşt hiş û aqil
Nalîn û hewara min e..
Pêta evînê berda dil !

Dişewitim bi roj û şev
Nagere zimanê di dev
Agirê bi dilêm ketî !
Natemirîne Dinya tev.


BINASIN EM KÎ NE

Gelî hirç û gura
Ji me-r nebên bira!
Weleh hûn bêbextin
Wekî mar û gura
Bîleh hûn bêbextin
Wekî hirç û gura

Gur û hirçên hovin
Qimilê nav tovin 1
Hemî marê korin
Tîlleh ne mirovin !

Biratî derew e.!!!.
Dixwînin wek Kew e
Şerm û fedî nakin!
Herimandin xew e

Ma biratî ev e…?
Roj li me kir şev e!
Heqê me tev xwarin
Agir b’ wan bikeve

Biratî, wekhevî!
Wek berfa yekşevî
Ê ku qebûl neke
Birûsk lê bi kevî

Gelî derewkeran
Bes e! we kir viran!
Ji we bawer nakin!
Çêjikên dêlguran

Binasin em kî ne:
Em Hewremanî ne
Kurmac, Dumilî ne
Kelhor û Lekî ne
Goran û Feylî ne
Loran, Soranî ne
Û Şêxbizinî ne

Ji Qewmê Arî ne
Gutî, Mîtanî ne
Hattî û Manî ne
Kasî û Partî ne
Medî, Kardukî ne
Hurî, Xalidî ne
Lûlo, Urarto ne
Sasanî, Subaro ne
Sumerî, Elamî ne
J’ Nesla Eyyubî ne
Bê guman em Kurdin
Em Kurdistanî ne.


Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî

NIVÎSÊN BALKÊŞ