"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo Hedilî; di Sibata 1955’an de li gundê Hedilê yê bi ser navçeya Hezexê ve hatiye dinyayê.

Vedin

vedin tênegihîştina
rêzên raperînên
di hesreta veşartî de
hatine veşartin
vedin
da çiya govendê bigirin
bîranîn di lerza dil de
hizir di nêrîna dûrmeyîz de
avjeniyê bikin
da stran têlên tembûra Cizîrî
mest bikin
keman giriyê şewata daristanan bilorîne
da guleyên sorxwînî
xeftanê şevê bidirînin
vedin
xencera ji kalan kişandî
evîna têkoşerê zîv hatî û zêr çûyî
vedin
qeşa girtina awiran
di esmeriya çavên sibehê de
û pêtên şewatên lêvên kulîlka kizirandî
hawarên di dilê çûkên westiyayî de
li dîwarên kevnekoşkan dikevin
vedin
zarokiya
di dergûşa mirovahiyê de digirî
ciwanên hildikişin asîmanan
vedin
strana evîna nîvmayî
ya di dengê demê de direve
ya di awirên Aska çavbikil de
di kefa mista min de diperpite
vedin
strana di tenahiyên min de
dike mizmiz.


Min Deng Kuştin

bêdengî xwestina dil
xanî kire derya
dil li bêdengiya binê deryayê
li masiyan siwar kir
ode kir siya daristanên aram
dil di pelên çilo de lerizand
zimanê derî jê kir
zengil fetisand
lingê raperiya ba birî
dilopên baranê sekinandin
dev bêdeng kirin
peyv ji destên kolanan girtin
bêdengî
di paşila xemgîniyan de razand
xew
li bin konê barane bêrawestan hişt
min hêstirên çavên xwe
kirin kanî
ji çavên bêhêstir re.


Evîna Tî

delalê
germiya maça pêşî
hê li ser lêvên min diherike
melûliya çavên te û coşa min
bi hev re nimêj dikin
ez lehengê beden zeftkirî
û te deriyê bedenê bi şadgirî
ji ciwaniya min re vekir
giyanê serhildêr
di sînga min de raperî
lerizandina guleya pêşî
ji lerizandina dilê min a îşev qeriz kir
kelecana evînê
ez hejandim
delala birîna kaniya xwînê
bi qasî tirî nêzikî goşî
tu nêzikî min î
yên li çavên min binêrin
dê te bibînin
henasa min
di henasa te de ma
heyva asîmanê te
rûkeniya evîndarên te li xwe kir
gula dayîka welatê
evîna spîberf
berî çê bibim
tu bi min re bûyî
li gel te
çavên min man
bi rik min gulxemgînî
bi hêstiran av dan
û serhildan di serhişkiya xwe de afirand
li kolanên tarî û şil
zelaliya hezkirinê da te
mirinên pêşwext
di hembêza te de kedî kirin
li çeperên lehengê tovê jînê
bi reqsa simbilê nefela
li nav diranên dasê
min tu maç kirî
maçkirin bû bêhna kulîlkên
di paşila te de hatine jibîrkirin.


Evîn

evînê kirime rêwî
berê min da
cîhana xeyalperestan
kirime mêvanê hizir
û pojinandinên bêpêjn
roja min agirê evînê hîskirî
giyanê min
di dilê başokekî mirî de girtî ma
û firîn ji bîr kir
di kenê cemidî de
awirên min her cemidîne
her kêliyê amade ne
devê kaniyan vekin
û daran, latan û zinaran şil bikin
evînê nava min kir
tenûra kelecan û bêaramiyê
tûrê min tijî keser û kul kir
janejiyan
xewnên êşbawî nîşanî min kir
ez kirim hevalê çûkên koçer
berxwedana qulingên westiyayî
ya li pêşberî giraniya ba û ewran
bi min da pîvan.


Bihara Beravêtî

di tariya xayîn de
roj xesandin
pelên azadiyê weşandin
li şazdehê adarê
goristanên Mediya giriyandin
ji kelha sitemê
mêlkemotên jehrê şiyandin
di tariya xayîn de
roj xesandin
min
jan û kovanên
kolanên bihara beravêtî kişandin
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên vereşandina jehrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebce kuştin
di tariya xayin de
roj xesandin
axînên Helebce
li çolbeyarên giyanan
herikîne bêdumahiya dilê min
min gazî kir
werin netirsin
sêwiyên paşmayên Medan
di cîhanê de
hûn bi cih nebûn
cîhan nikare we veşêre
werin
di mêjiyê min de xwe veşêrin
werin destên min bigirin
em cîhana xwe biafirînin
bi çavên êşê
bi axîn û girî
bi agir û hilma tirsê
li min nenêrin
hêstirên we
kaniyên çavên min ziwa dikin
binêrin ser xwe rakin
baskên xwe vekirine stêrên jînê
rabin
li dilê min siwar bin
binêrin bayê jînê hate Helebce
tirsa leşkerê Med.

kelha sitemê hejand
bircên Tikrîtî hilweşandin
bi hilma mizgîniyê werin
werin bikevin dilê min
pênc roj mane bibe cejn
li welatê me
em cilên xwe yên rengerengo
li xwe kin
li kuçe û kolanên leyîstik lê mirin
em agirê cejna Newrozê pêxin
kom bi kom govendê bigerînin
rabin werin
werin bikevin mêjiyê min
di mêjiyê min de bijîn
werin.


Ji Dawa Çiyan Çêbûm

dîsa xew çû
ji nav nivînên xewgehê revî
li nav mitaleyên xewrevîn
li nav rûpela dîroka sexte û rizî
li sûr û kelehên bajarên jibîrbûyî digerim
ne gotineke giran
ne qêrînên lal
ne bi şewata xwe
dikarim agirê nava xwe
hênik bikim
navê min çiyayî
ez û çiya hemnav in
li çiyan fêrî jiyanê bûm
li çiyan min evîn nas kir
bi çiya mezin bûm
bi çiya fêrî firînê bûm
çiyayên ku rê nedidan Skenderê Makedonî
bûne jîngehên jiyana min
ji bilî çiyan
girtîgeh bûn mala min
an jî jiyana
li bin simên hespên Cengizxanan
bû şûnwarê min
di nav qolincên zayîna çiyan de
hatime dinê
di bin siya şûran de çêbûm
bi kevirên çiyan
navika min birîn
çiya bi min bi nav bûn
ne navê min ji ser wan radibe
û ne ez bê çiyan dibim.


Em û Cangorî

li vir
em man heft dil
heft hogir
heft hêviyên xwedî sebira kevir
em şûrên xwe
bi vîna dilên xwe tûj dikin
û daristana gunehan derbas dikin
bi ser reşewran de diqîrin
bi xeyalên xeyalwindakira pêşengên xwe
em destên xwe
dirêjî çirûskên sibeha xwe dikin
em û cangorî ne
çar alîyên me
kemînên pûştên serserî ne
çavdêriya xayînên bêhngenî
dirije xirecira bêxewiya me
di berfa dilê me de
çûkên reşêl têne nêçîrkirin
baskên wan bêgunehan
li dilê me dikevin
melûlî reşkeziyên xwe dihûne
lê em ne
li zerpayîza mihrîcana mirinê ne
em
li şînbihara vejînê
serkêşên serkeftê
zarokên welatê çeman e
em lehengên xwe
bi rondikên veşartî
bi dûrişim û qêrînên dengketî
bi cih dikin
rihan û nêrgizên çiyan
bi ser bejna wan de dikin
em dizanin pêwîstiya wan
bi parastina ji neyaran heye
da wan
ji aramgehan dernexin û nebin
divê neyar nizanibin
me li ku veşartin
em nizanin neyar kî ne
û li ku ne
îro şîn û şadî
ne pêwîst in
avakirina aramgehên layîqên wan jî

li bin vî zinarî
li bin vî kevirê nîşankirî
em wan vedişêrin
kefenên bîrdozên olên bêjî
li wan nakin
em dizanin
cihê baweriyê ew e
ku em cangoriyên xwe
di nava xwe de hilgirin
û di dilê xwe de razênin.


Dilê Min Rêzan e

bi guhên xewn û xeyalan
min bihîst şer rawestiyaye
û şervan dê werin malê
bi rev çûm
ji pîrê miradan
min pirsa te kir
kurê min
got, min nedîtiye
birûskên xoşewîstiya te
dan dil
min dilê xwe
xiste destê xwe
û ji wir çûm
bi bez
min da pey
rêzaniya dilê xwe
di nav gundên wêran kirî re derbas bûm
çûme nav qaç û deviyên
Metîna û Garê
şikêrên Herekol û Çiravê
Zê û Ava Heyatê
min pirsa te
ji wan kir kurê min!
ji sîser qamber û mergelo pirsî
çûme Zîlan nav xirxilên Tendûrek
û Agirî geriyam
ji çemê Mûrad
û Mûnzir min pirsiya
li Amanos û Nûrhaq
ji xwedayê şer
ji Nemrûta Mezin min pirsiya
mîna MANÎ
bi lingekî
li çirûskê hêviyê geriyayî
min jî
dilê xwe kir çaroxa piyên xwe
li çol û beyaran
li pey şopa te geriyam
kurê min!
min
ji darên kizwanê pirsî
ji bayê çiyan pirsî
ji rondikên dayikan pirsî
ji çavên evîndara te pirsî

gotin, me nedîtiye
bi çavên şil
li riya te mam
û giriyam
giriyam
giriyam
min pirsa te
ji şer kir
ji xwînê kir
ji axê kir
ji gêrik û kûliyan kir
lorî û stranên ku te hez dikirin
min lorandin û strandin
wênê te
yê li malê mayî
min nîşanî wan da
min got
hê bîst salî nebû
nixuriyê min bû
ji bilî şer gotin me nedîtiye
min li şer mêze kir
û giriyam
giriyam
giriyam
di ber deriyê me re
leşkerên sol bi xwîn derbas bûn
min tifî erdê kir
dîl derbas bûn bi lehengî
xwefiroş derbas bûn bi tirsonekî
roj derbas bûn
heyv derbas bûn
sal derbas bûn
min hemû dîtin
min tu nedîtî dilê min
di avjeniya hêviya xeyalan de
guh li nûçeyên hatina te man
tu nehatî kurê min
di destê min de
wêneyê te ma
ketime nav refên malbatên windayiyan
bi wan re
li te geriyam
û giriyam
û giriyam û giriyam.


Gazîname Bêbersiv

zarezara bê û niyazên dayê
hêrsa heft çiyan dihejînin
ev kulbirîn
li sextesînoran dilerize
siya hawaran
ronahiya rojê dibire
kezîzerên Goyî
dîsa dimînin bî
zarok sêwî
bêhna axa şil
ji çavên şil dibare
bav di dûyên cixarên xwe de difetisin
û rondikan pêşkêşî xemê dikin
dayîk li şîn û reşgirêdanê
bi keserkêşiyê
dergûşa xweşmêran dihejînin
birîna dil ya kevnar
li bin bager û seqema sar
laş lorî ne
peyv lorî ne
sirûd lorî ne
helbest, xewn, Quran û meshef
di xwîna berendamzavan de digevizin
ji harmoniya jançiyayî
ji hêviya sêwî mayî
ji sirên dîroka serserî dipirsin
hesp û hêstirên westiyayî
laşên nûciwanan
li ser bedena xwe dihejmêrin
newal û gelî mişt in ji girî
welatek îro
li Roboska xemgiran
li ser sî û çar xeyalperestên nûjînê
li ser heval, pismam, xizm
û birayên yek birînê
li ser rênasê riya Heftanînê dilorînê
li jor balefirên dilhejîn
li jêr fuzeyên devagir
hezkirin û hêvî
kirine têkçûnên kirasxwînî
rêsefer e bêveger
kirine xelata
beravêtina sala çûyî
vê sersalê jî

birîn
di kendalê jîna dayîkan de
vekirin
li vir eniya çarenivîsê sor e
li vir malmezin û malbiçûk
welatfiroş û cahş û pîs
serserî û çavbirçî û pêxwas
bazirgan û kiryar û şivan
serok û welatperwer û pakrewan
yar û şoreşger û evîndar
bi ferhengê talana zimanê xwe
bi asoyê hatinê û reşgirêdanên xwe
bi şîn û bextewariyên xwe
bi ol û êlên xwe
li şûnwarê ji kefenê xwe zayî
li sînorê qêrînên mirinê dijîn.


Sî û Çar Hêstir

sî û çar ferişteyên girî
bi sî û çar hizirqencî
bi sî û çar peyvqencî
bi sî û çar karqencî
bi rondikên pîroz
meşîn qêrînên te
bombeyên
kolanên Helebçe ne
di devê te de diteqin
dilên şikeftên Dêrsimê ne
di dilê te de radiwestin
paqijiya
hezkirina bêtawan in
xewnên zarokên te
Roboska min.


Xweşik in

xweşikên asîmanê min
bi hêvîyên dûrmayî
bi xweşbêhnên nûzayî
li şûnwarê hezkirina pêşî
bi ala jînhezî meşîn
rêzanên dengbirî
wêrekên tovên xakê tî
li nav rûpelên xemgîn
evîndarên şoreşeke bêhnbiharî ne
henasa nûjînê ne
pisporên şadiyê
keştîvanên rizgariyê
çirûskên nêzîkî sibehê ne
li perestgehên bêstar
lalî anîn çoşa axaftinê
li gulistana dilê min
xweşnav in
gulreşîn in
parêzvanên dilmertal in
zane û nûdestan in
rêwiyî rojê
qasidên keskesorê ne
bi lêvên sorî mohrkirî
bi kenê dawî
şehkirin zerkeziyên heyvê
di kutekuta dilê şevê de
maçên stêra sibehê ne.


Ez û Ol

Aniha
vê kêliyê
li vê bagerê
li vê koçberî û revê
li Şengalê ez êzîdî me
ez kakayî û yarsanî me
ez mesîhî û şebekî me
ez cihû û elewî me
ez oldarê olên pirxwedayî me
ez oldarê olên semawî me
lê dîsa di vê kêliyê de
li vê revê
li ber piyên vê keçika bêpîlav û çav bitirs
ez olnenasekî serhişkî çiyayî
bawermendê
vê keçeka kurd a êzîdî me.


Evder Şengal e

Ev der
Şengal e Şengal
şûnwarê barhilgirên ola qedîm
pîrozgeha Yêzdan e
berî hezar û pêncsed salî
bi şûrê erebî
bi bîr û ola tarî
hatin û îman ji me dizîn
bi dilê xwe yî biyabanî
di hişê me yî çiyayî de
kovan çandin
bi reşkirina jînê
bi cezba xencera dînî
birîn di laşê me de kewandin
îro dîsa
ji reşkirasê reşcîhana alreşan
agir dibare
li vir
li vî xakî
govend û dîlan
evîn û şadî
di ayetên reş de difetisin
kujerên xwediyên kirinên reş
zilma xwe dikin ala serkeftina xwe
bindestiyê dikin navê dîrokî
tirs û jariyê
li dilan siwar dikin
li vir
li vî xakî
Xweda û ferişte
bi êş û hejarî
bi pîroziya çiyayên pîroz
li pîrozgehên Êzîdxanê giriyandin
ruhên pîroz
bi şadiya şewata zarokan şewitandin
pîxwesên
welatê şevşevokên xelîfeperest
birîna dilê dîrokê
careke din birîndar kirin
Pîr û Feqîr
qewl û stranên şikestî
li Laleş xemgîn in
hêlîna bilbilên zinarên tî
seyrangeha xweşikên zozanên dilwestiyayî

çavên di talanan de ziwa nebûyî
Tawusperestên dengferhengî
bêper û baskokirî
bi rev û berxwedan
bi xwedêparêzî
bi fermanên ji cihê xwe hilpekîn
ewr reş dibin
roj reş dibe
reng reş dibin
di xwîna xwe de digevizin stêrk
tasa
tijî kul û derd
pêşkêşî stargeha Tawusêmelek û Şerfedîn dikin
di tofana revok de hildiweşin mal û xanî
bi hebûna xwe tarîperest
li ronîperestan dikin tarî
zarokên bêguneh
pîrejinên serspî
kalemêrên mirîd
rêwiyên rêyên bêdawî ne
di gewriyan de
fetisîn qewl û niyaz
diqurmiçin daxwaz û miraz
tî û birçî
dest û rû û lêv terikî
di dilê xwe de diherifîn
firmêskên hejariyê
li kolanên bêxewiyê
gulistan di henasan de diçilmisin
birînên bêhngenî
di malzaroka keçên dîl de dipişkivîn
melûlî dihûne reşkeziyan
bîrdoza revê dîrokbêjê revokan e
kefenê mirinê didirûn
çirayên pêşerojê vedimirînin
çûkên li ser daran
teyrên deşt û çiyan
hechecikîn malan
masiyên gol û çeman digirîn
ba sorxemgîniya
Kurdistana birîndar dibêje
di dilan de serjê dibin kevok
melûlî û wêrekî
rengên xwe didin hemû rengan
li vir
li vê axê

çarê Tebaxê
destên hêvîkuj
jîngula hêviyê diçinin
bagera êşa linggirêdayî
bi diltengî
bi şevrengî
li çûkên baskşikestî dibare
guneh daristana gunehan derbas dike
her hezkirin
dibe windakirinek
dibe Enfalek
dibe wêrankirinek
dibe birîneke bêderman
dibe Ezîzekî bê av
û keçên Şengalî
bêdeng
bênav
bêstran û bêkes
li bin çarşefên reş
zincîrê
li stûyê mirovahiyê dipêçin
ev der.

Şengal e Şengal.


Aniha

aniha
di vê kêliyê de
di vê derengiya şevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî
giyan
di nava min de dicemide
bêtawan
di hişê min de digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguherim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê şevtariya şevê de
di vê şikefta bêdawî de
bi hişyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê agir
tava pîroz dikim
ber bi hevraz ve dişemitim
dibim dînê
tîbûna evîna xwe
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti helbestvanan naguherim
aniha
di vê quncikê de
di vê şîqeşîqa ewran de
di vê rengmirina rengan de
bi bêhna sêwiyên Şengalî
rengkorî
bêhnesoriyê
di pozê min de dikizirîne
lê ez axaftina bi xwe re
bi ya ti zanan naguherim
aniha
di vê kurtepista nependî de
di vê wêraniya wêneyan de
di vê tofana hiziran de
bi hêviyên melûl

lerza têlên dilê min
dibin giriyê serê xezala serjêkirî
ya ji laşê xwe re digirî
dûjehra spî
dibe mija ser şîniya bedena min
rojên hê nejiyayî
di nava min de dipeyîvin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti dilberan naguherim
aniha
di vê hejariya hestan de
di vê cihguhertina stêran de
di vê hatina sibehê de
bi awirên bazî
bi êşzayîna roja bêxewî
bi windakirina siya dawî
bi zertîrên di zikê asîman de çikiyayî
dikarim gelek tiştan bidim

axaftina bi xwe re
bi ya kesî nadim û naguherim.


Bêje…

dê bi ku ve here
guvaştina dil
ava di gewriyê de tirş
tûjiya dev
dê bi ku ve here
bêje…
neberdane bîranînên sar
bi ramanên mirî re jiyan
dê bi ku ve here
bêje…
destên hêviyên lewaz
di kolanên bêpêjin de
dê bi ku ve herin?
bêje…

Jiyana Kamran Simo Hedilî

NIVÎSÊN BALKÊŞ