"Enter"a basıp içeriğe geçin

Nirxandineke hêja ”GULDESTEYEK JI ROMANÊN KURDΔ – Lokman Polat

Di eniya edebiyata kurdî de ên ku danasîn, analîz, şîrove û nirxandina romanên kurdî dinivîsin hindik in. Herçiqas di van salên dawîn de hinek kesan dest avêtine vê kar û xebatê jî, têr nake.Dema pirtûkekê kurdî nû derdikeve, ya yek, du kurtenivîsên danasînê û nirxandinê derdikevin, yan jî qet di derbarê wê pirtûkê de tu nivîseke nirxandinê dernakeve. Li hemberê pirtûkên kurdî xemsariyek wisan heye ku, carinan hinek pirtûk derdikevin û bêyî ku kesekî behsa wan bike, li ser wan nivîsek nirxandinê binivîse, ew pirtûk di demeke kin de têne jibîr kirin.

Edebiyat/wêje bi nirxandinê, bi rexnegiriyê pêş dikeve. Analîz û nirxandinên analîzvanan ji bo pêşveçûna edebiyatê rê vedike. Ji bo dewlemendbûna edebiyatê roleke girîng dilîze. Nivîskarê berhemê, feydeya herî zêde ji nivîsên nirxandinê yên analîzvanan werdigire. Nivîskar/berhemdar, di nivîsên wan ên nirxandinê de, şaşî û rastiya xwe, qelsiya xwe û serketina xwe dibîne.

Dema min di malpera ”Diyarnameyê” de nivîsên birêz Mahmut Ozçelîk dît û xwend, min di dilê xwe de got, baş e va ye kesek li rexnegirên edebiyata/wêjeya kurdî zêde bû. Min tevahiya nivîsên M. Ozçelîk ên ku di malperê de derketibûn xwend û eciband, pesand. Nivîsên wî hêjayê xwendinê ne û ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî nirxandinên hêja ne.Heta niha bi qasî ku ez dizanim pirtûkên li ser nirxandina romanên kurdî pir hindik in. Yeka min ya bi navê ”Pêncî Romanên Kurdî” û yek jî a Remezan Alan a bi navê ”Tîr û Armanc” e.Pirtûka Medenî Ferho ya bi navê Rewşa Romana Kurdî jî hêjayî bibîrxistinê ye. Piştî van çend berheman, pirtûka MahmutOzçelîk jî yek ji wan pirtûkên herî pêşîn e ku derbarê romanên kurdî de tê weşandin.

Di pirtûka Mahmut Ozçelîk a bi navê ”Guldesteyek ji Romanên Kurdî” de 28 nivîsên analîz, nirxandin, nasînê; bi tevahî jî şîroveya 33 pirtûkên/romanên kurdî hene. Ev pirtûka hêja di encama xebata 3 salan de pêk hatiye û niha gihîştiye ber destê we xwendevanên ezîz. Ez hêvîdarim hûn ê wê bi dilxweşî bixwînin û binirxînin.Dema min nivîsa birêz Mahmut Ozçelîk a du beş ku li ser romana Mîr Qasimlo a 999 rûpelan nivîsîbû dît û xwend, min got M. Ozçelîk xwendevanekî û analîzvanekî jîr e. Xwendin û nirxandina romaneke 999 rûpelî hêsan nîn e, zor e, zahmet e. Birêz M. Ozçelîk ji bin vî karê zahmet derketiye û digel vê romanê, nirxandina 32 romanên din jî kiriye. Ev kar û xebateke hêjaye û ew bi serbilindî ji bin vî karê giran lêbelê hêja, derketiye.Rexnegir û xwendevan bi kîjan berçavikê li berhemê dinêrin? Heger ew bi çavên objektîv, bêalî û li gorî pîvanên wêjeyî/edebî li berhemê binêrin û şîrove bikin, dê nirxandina wan bi şêweyek be û heger ew bi çavên alîgir, subjektîv û meyildariya ramanî li berhemê binêrin û şîrove bikin dê nirxandina wan bi şêweyeke din be. Şîroveyên M. Ozçelîk ên derbarê romanên kurdî de şîroveyên objektîf in û li gor pîvanên edebî hatine rave kirin.

Di şîroveyên M. Ozçelîk de pesin jî û rexne jî hene. Pesin, ji bo ku berhemê pesnê heq kiriye, ji bo ku roman hêjayê pesnê ye loma jî wî pesnê wê daye. Rexne heye, lêbelê rexneyên wî weke rexneyên rexnekujan û herweha weke rexneyên rexnegirên nezan ku ji wêjeyê/edebiyatê fêm nakin, nîn e. Rexneyên M. Ozçelîk rexneyên zanistî ye, çêker e, rexneyên ku feydeyê dide nivîskar û nivîskar dikare jê sûdê wergire ye. Rexneyên çêker ji bo pêşveçûna edebiyata/wêjeya kurdî û ji bo zanyariya romannivîser roleke pozîtîf dilîze, baş e û feydeyê dide romannivîser.

Girîngiya şîrove û nirxandina rexnegiran û xwendevanan ev e ku; kî bi çi çavî li berhemê dinêre. Di berhema Nabokov ya bi navê ”Lolîta” de nivîskar têkiliya keçeka ciwan û mêrekî kal rave dike. Ev têkilî dikare ji bo xwendevanan û rexnegiran têkiliyeke normal a evînê be û dikare ji bo nasyonalîstekî amerîkî têkiliya Ewropaya kalepîr û Amerîkaya ciwan be. Kurdekî welatparêz jî dikare vê têkiliyê bişîbîne tecawiza dewleta dagirker ya li hemberê kurdan. Di berhemên alegorîk de nexşên weha û şibandinên weha dikarin bêne kirin.

Rexnegirî, ecibandin yan jî neecibandina şexsî -kesayetî-ye û ravekirina dîtin, fikir û ramanên şexsî -kesayetî-ye. Rexnegirek dikareberhemek biecibîne û yekê din dikare neecibîne. Ji lewre jî dibe ku hinek xwendevanên ku vê pirtûka birêz Mahmut Ozçelîk ”Guldesteyek ji Romanên Kurdî” ku di destê we de ye û hûn dixwînin, wek nivîskarê pirtûkê nefikirin. Romaneke ku nivîskar ecibandiye dibe ku hûn neecibînin, yan jî romaneke ku nivîskar lê rexne girtiye, dibe ku li gor we rexneyên ne di cî de bin.Helbet pîvanên hemû rexnegirên edebî wek hev nîn in. Herkê li gorîzanebûna xwe, li gor têgihîştina xwe berhemê dinirxîne.

Berhemeke edebî dema ji alî çend rexnegiran ve bi çend nivîsên cuda bê nirxandin, hîn baştir dibe. Yek dibe ku hinek aliyên wê berhemê nebîne, lê yê din bibîne. Yek dibe ku behsa mijareke neke, lê yêdin behs bike. Dema li ser berhemek çend nivîsên cuda bên weşandin, ew nivîsên curbecur hevûdu temam dikin. Xwezî çend kesên din jî wek birêz M. Ozçelîk derbarê van romanan de gotar binivîsa, şîrove bikira.

Ez birêz Mahmut Ozçelîk û wan kesên kuli ser nirxandina pirtûkan dinivîsin, pîroz bikim. Bila destê wan sax be.Bi hêviya ku hêj gelek pirtûkên derbarê romanên kurdî de werine weşandin. Ez hêvîdarim ku dê birêzM. Ozçelîk vêkar û xebata xwe ya hêja bidomîne û derbarê romanên kurdî de pirtûka xwe ya duyem jî amade bike û biweşîne, bigîhîne destê xwendevanên kurd.

Lokman Polat

Têbinî / Ev gotar pêşgotina pirtûka birêz Mahmut Ozçelîk e. Pirtûk di nav weşanên Çandname de wek e/pirtûk hatiye weşandin.

NIVÎSÊN BALKÊŞ