"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Baqî Şefî

Helbestvan Baqî Şefî di sala 1947an de li Paweyê li herêma Hewramanê ji dayik bûye. Ji ber nebûna derfetan nikarîbûye here dibistanê û bixwîne. Lê belê işqa xwendina helbestan û honandina helbestan pê re çêbûye û bi berdewamî li ser efsane û zargotina Hewramanê xebitiye.

Keça wî  di sala 2006an de helbestên bavê xwe berhev kiriye û çap kiriye. Her wiha Baqî Şefî çarînên Baba Tahirê Hemedanî jî wergerandiye zaravaya hewramî  û ew jî di heman salê de çap bûne. Her wiha 2 berhemên wî jî bo çapê amade ne.  Ligel helbestvaniyê Baqî Şefî, berhevkariya kelûpelên Hewramanê jî kiriye û derbarê kultura kevin a Hewramanê de muzaxaneyeke amûrên qedîm ê Hewramanê ava kiriye.

Di sala 04.04.2020an de  helbestvan û edîbê naskirî li Rojhilatê Kurdistanê Baqî Şefî, ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneya Paweyê ya ser bi parêzgaha Kirmaşanê koça dawî dike.

 

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ