"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Demhat Dêrikî

Demhat Dêrikî (Remezan Bedredîn Hisên) li roja 8ê heyva 2, li sala 1973yan li gundekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Girbalat ku girêdayî bajarokê Dêrika Hemko ye ji dayîk bûye.

BENDEWARÎ

Paytexta evîna min ya ku ji laşê xwe yê zozanî
Diyarî min kirî nasnameya hezkirinê
Hêj pencere kenê te vekiriye
Hêj deriyê rûdêmê te yê gulgeşi vekiriye
Û hêj dilê min ji ava lêvên te
Di nava vê zemîn vekirinê de serxweş dibe.
Ev ez im tebata min yê ku li ber neynika bejina te
Dibûm siwarên daxwaziyên te
Ev ez im yê ku xwe ji toza lingê te ava dikir
Ev ez im yê ku di zivistanên kembax de pêşkêşî te dikir stêrkên buharê
Erê ev ez im yê ku di dibistana dilê te de fêrî hezkirinê bûyî
Û ji awirên te nameyên evînê,nameyên ji esmerê re nivîsandî.
Lê çima tu bê dengî
Çima tu dûrîi cana min!
Ma ev bû çend sal
Xewnên xwe bi kenê te dixemilînim?
Ma ev bû çend sal
Di wê hatinê de dergûşa dil bi peyvên te dihejînim?
Nizanim…
Ma tu pêjna gera min nakê?
Li te digerim li vir û li wir
Li ser şopa te ya mayî dimeşim
Serpêhatiyên dengvedana te didim hev
Wan keziyên te yê memo vedijandin
Ji kanî û awaza çûkên welatê me hildigirim
Sebra hêviya xwe tînim.
Bawer bike
Guh nadim der û dor
Hemû çav xezalan
Di sozên te de hildiweşînim
Hezkirina te ji nû ve diafirînim canê!
Va dîsa bendewarê te me
Li hêviya wê mizgîniyê me…û
Bê bêhinvedan xwe bi ramûsanên te yê mayî
Dişom.
De veger canê
Xerîbiya te ez kirim genimê bê baran.
De veger,bendewariyê ez kuştim canê!


Koçera min

Koçera min
Bê te şev melûlin,stêr raketîne.
Bê te rok xemgîne,ax ji hesreta tîjkan dinale ,
Kirasê xwe diqetîne!
Bê te , ev çav nema bi hibra xwe evînê neqiş dikin .
Tu li kûyî
Li kû mayî hey destpêka navê min ?
Îske îska hestên min
Hawara xwe digihînin keziyên te yê mina her du çeman û tebata xwe, di sing û berên te yê berfînî de tînin.
Erê ,
Ev aşopên minin yê ku
Te di nava xwe de ava dikin
Û ber bi dilîstana dilê te ve dihrikin.
Koçerê!
Min bêriya te kiriye,
Bêriya bêhna te kiriye,
Bêriya nanê te yê tenûre kiriye,
Bêriya meşa te ya li zozanan kirye,
Ku çawa kulilîkên sorî li ber gavên te serxweş dibûn!
Û ez li ber caniya te dihatim nimêja eşqa te.
Ev ezim……
Ji evîna te bûme dînê zimanê xelkê.
Li te digerim
Li vî bajarî, li van kolanan
Bîrhatinên me yê li zozanan belav dikim.
Ezê her bibêjim koçera min , koçera min , koçera min!
Were .
Vegere,
Xwe bibîne,
Min bibîne.
Dergûşa xewnên me careke din bihjîne.
Careke din
Wê bejna levhatî
Bi kiras û xiftanê dayîka min bixemlîne
Û di tenûre dilê min de
Nanê buhara welatê min bipejîne .
Dem dice,
Jiyan teng dibe,
Êş paytextên xwe ava dikin.
Rondik pir dibin , artêşên xwe rêz dikin .
Awir û kenên ne wek me
Di giyanên me de alê xwe diçkînin
Û em xwe jibîr dikin , nema xwe nas dikin .
Were ,
Vegere ,
Xwe bibîne ,
Min bibîne ,
Koçera min.


VEGER

û careke din piştî wê dûriya bager zagrosî
Careke din piştî wê tofana pêpelûk pêpelûk
di nava me de bi jor diket
û têlên derehî tixûbên parçekirinê li ser erdnîgeriya dilê me
zêdebûyîn
û peyvên xelkê dibûn peyvê veqetînê ser dika mêjkê me
yê bûyî zimanê mijdûmana windakirinê
emê ji nûve
û ji despêka wan awirên min
û te yê ku di hemû şevan de hev jibîr nedikirin
û bi xewn û aşopên dîtinê nedîtin difetisandin
Bi xunava wê lêvgulsora ya bendewar careke din avbidin.
Careke din erê careke din li ber wê gulê
yê çav biaxifin yê tola wan demên ne wek me
ji wê dîtina mîna lehengekî birçî ji cengê re
di wan sing û beran de rakin.
Aha va tu hatî
Tu li virî li ber wê gulêyîyî…
û dest dirêjî wê dîtinê dibin
Can di nava deryaya bê binî diçin hey diçin…
Tofaneke nû despê dike
Lê ne ew tofana berê ye
Bagereke din serî hildidê
Lê ne ew bagera zagrosê ye.
Erê can!
Piştî wê derketinê dilopên neveqtînê stêrên şeva me re dibin yek
û li ser canê me wek elmasan diçirisin.
Li vir li ber gula min û te evîna mina bi navê evîn
Tixubê veqetînê
Tixubê dûrîkirinê bi wê şevê radibin.
û niha li ser erdnîgariya te ya bê sînor qehwa
Kensibehên ji destê te yê ku pêjna evîna min jê tê vedixwim.
êdî destên te peyva rojbaşa mine
Destên te kêlî û gav û bîra mine.
Tu dibînî evîn hezkirina me di çavê hezkirinê de
Hezkirinê ava dike.
Erê can! Simbilê genim pelgên payîzê
dilopên baranê gulên buharê
Hezkirina me dibêjin.
Her du çavê te jî wisa kûr wisa dûr wisa fireh wisa şîrîn
Di çavê min de nimêja vê hezkirinê dikin.

Erê tê bîra te dema ez bûyîm parçek
û tu bûyî parçek û rondikên me wek dîna bi çolan diketin
Wek sêwiyan li xwe dixistin û bi hesreta xewê bûn.
Tê bîra te dema em dibûn benîştê devê nifiran
û li kolanên wî bajarê tirsonek navê daleqandina me digerandin
û wêneyên ramûsanên me bi peyvê şermê bingor dikirin.
Lê….!
Duh di îro de li ser destê me evîndarin…
û windakirina evîna ji pîtên te di wê şevê de
Ez dîtim û rêzên peyvên me bûne xwelî
û xweliyê bi ser peyvên wan de dibarînin.
Ez û tu mirinê dikujin
û bûne vejîndarê kulilikên hezkirinê belav dikin
û nameyên veşartî li vir û li wir diyar dikin.
Lê ew di poşmaniya poşmaniyê de
Di parçebûna parçetiyê de
Di bê wêrekiya bê baweriyê de
Wek xwe qurmiçî
Wek xwe tazî
Wek xwe belengaz
Li xwe dixin
Jibîr dibin
Winda dibin
Diçin dûr diçin
Bê nav
Bê war diçin.


NAMEYÊN EVÎNÊ

1.Ji wê naskirinê re

Li wê şevê li wê şahiya dengvedana kenê te yê bêdengiya min ber bi dengvedanê ve birî û peyvên me dest bi jimartina stêran kirî û te digote min min jibîr neke.
Ma ezê çawa jibîrkim û her şev weke wê şeva dîtine caniya te li ser tabloya
Xewnan bi wê bişirina lêvxunavî nîgar dike.
Jibirkirin di wê naskirina ku çave te digot were ji min hez bike jibîr bû.
Erê can bi qasî ku tu kêlî kêlî dilê min direvîne di nava penûsa min de
Cihê xwe çidike ewqasî bêriya wê dîtinê dikim ku hemû naskirina hildwşîne.

îro jî ji xew şiyar bûm hêj bêhna gulên ji lêva te ku hatî xewnê li ser balgiyê min

Paldayîye û bêhna şevên wê xewnê hêj ji mezela min difûre.
Erê xanim ji wê naskirina bûyî rojçêbûna min êşa silaveke din ku bîna rihana jê tê
Dikşînim.
De ka careke din em wê naskirinê zindî bikin û careke din hevditina xwe li bin banê
Sterên wê şevê vêxin û bila ew agir paytexta naskirine me be xanim.

2.Ji wê re ya ku ez jibîrkirim

çi zû te dil kir çolbeyarek û serpêhatiyên çend deman di gorên wê de veşartin

û dilê bûyî gulistana kêliyên xwestekdîtinê jibîra te çû.
Te çi zû şopa ramûsanên şevê û geriyana wan tiliyên di nava pirçan de riyên
Evîna me vedkirin û heneseyên me hawara xwe kûr dikirin û wê kêliye de
destaneke din zêde dikirin jibîr kir.
Dizanim çave te nema li min digerin û hişikbûna mirinê dilê min dorpêç kiriye
û dengeê têlên wê mirinê bûye got gotên sêwî.û dîmeneke şevhez pêşkêşî te
Kirî.
Lê te xwe siparte werîsê sêdaraya jibîrkirinê.
Niha stûyê te di şeverşê de di bêdengiya ku êş û kovan û azar jê diherikin
diheje û gazî poşmaniyê dike.
Lê ez çîroka me ji hemû demsala re dibêjim û şîrove dikim.
Can ! hêj wêneya te di elbûma dilê min de hilgirtiye û li her şevê ûderketina
Rojê te radimûsim.

3.îşev jî were

îşev jî weke wan şevan dilê min di şeva xwe de bikelîne
û wê dûriyê nêzîk bike da ku em çîroka hezkirina xwe dirêj bikin.
Were ji pişt derî were der dergehê wê cîhana tarî bi kenê xwe bigire û
di şeva min de dînatiya xwe bi bîr bine û min ji xwe re bibe weke her şev
û bajarê hezkirina me bi bêhna xwe serxwes bike da ku
Nimêja dubrekirina hezkirinê bikim.
were û bi lez…hêj demê bêbextî nekirî can !
ezê peyvên ji giyanê girantir diyarî te bikim di nava dînatiya şevê de.
Were û xwe ji awirvedanên xelkê bide alî.
û bila şopa strana eşqa me li pey te bimîne
da ku matmaî matmayî çiroka me belav bikin

4.Ji wê re ya ku dilê min revandî

Ji wê dema ku awirên te li kolana wî bajarî ez kirîm davika tîrên xwe nema ev dil
Yê mine.Nema jibo min lêdixe.Ji min biyane êdî ev dil li warê evîna te
Nasname welatiya xwe wergirtye.
Hilgire dilber wî dilî
di hêlina çûkan de veşêre
û jêre bestirîne strana revandina vî dilê yê ku te revandî.
Li ser bereşîne gulên dildaran û li ber sing û berê xwe wek zarokek berşîr bihejîne Na na qet wî nexyidîne ji ber ku ew dil dilê mine.

5.Pêjna te:

Ji bilî te
ji derî
ji pencereyên dilê min ji şevên barîna dilopên baranê
ji gavên xwe yê ku nema riyên xwe nas dikin ji berbangan ta êvarên kirasê
befrê li xwe dikin tu pêjna nakim.
Her birinek
Her xeribiyek
Her awazeke derdkş û her keneke li ser destegulan
Tenê pêjna te jê tê.

6.Hezkirin:

Min dixwest navê te li ser bêdawiyê binvîsim da ku dawî navê xwe jibîr bike.
Min dixwest evîna me li ser zivîstanê binvîsim da ku buhar şîn bibe.
Min dixwest tu bibe ya min da ku zayîn çavê xwe veke.
Min dixwest hezkirinê bi hezkirinê binivîsim da ku em bibin hezkirin.


Nameyên xatirxwestinê

1-Ez Diçim:

Gulistana min!ez diçim wê dûriya ji me dûr,wê dûriya mirovan
Bi zindî dadiqurtîne!wê dûriya şevên wê ne wek şevê me,bêhna wê ne wek
Bêhna me,kulilikên wê ne wek yê me û evîna wê ne wek evîna me Gulistan.
Diçim wî welatê bê deng,wan bajarên ziwa,hişk,beyar ku ji hêviyan re dibin goristan!ne bi mine,ne bi destê mine diçim warê rondik û jana.Dixwazim hejartiyê di dojehê de bişkînim!erê gulê,baş dizanim ez ji wê malzarokê hatim,bi wî şîrê mîna berfa zagrosan sipî mezin bûm,di hembêza wê pîroziyê de hatim hejandin Gulistan.Lê çi bikim?Bila ez di nêrîn ferhenga biyaniyê de qereçî bim,lê ezê reng û kakilê te di tenûra dilê xwe de bibim Gulistan

2-Emanet gundê me

Emanet ew gundê me yê bi darên hinar,mişmiş,sêv,tû û gûzan hatî xemlandin.Bila dengê çivîk û bilbilan li gel awaza xuşîna pelan bilind bimînê.Bila ew cokên avê di navbera wan de biherikin û strana jiyanê ji daran re bistrînin.Lê,qet jibîr neke,her sipêdê biçe serê kaniyê û ji wê ava zimzim du kulm av bi navê min û xwe vexwe.Wê demê yê dengê bilûra şivanê dilkovan tevlî dengê axînên dilê te bibe.Lê,li wir nemîne rawestiyayî,rabe,biçe li nava gund bigere,ger tu geriyayî,bila çavên te li xaniya bin da kes wan nedizê û hemû zeriyên me di hembêza xwe de hilgire da kes wan nefroşê gulê.Lê,jibîr neke,bê rawestan çîroka evîna me ji axa gundê me re bibêje Gulistan.

3-Ji bîr neke

Gulistan,wan bîranînên li gel peyvên ji stêrkên şevên gundê me avis dibûn
û li ser zimanê me di dînatiya evîna me de,ji dayîk dibûn jibîr neke.Wan demên sînorên qedexekirî di nava lêvên me de parçe dibûn û em di nava jiyanê de diçûn hey diçûn jibîr neke.Jibîr neke dema ahînên me eniyên tirsan dişkandin û xweşawazên hezkirina me di çavên hingivîn û di çavên reng zerî de bilind dibû,tevlî xuşîna pelên dara gûzê dibû.wan şevên ku tu bi hemû ciwaniya xwe dihatî û tevlî ciwaniya min dibûyî,jibîr neke.na na jibîr neke can!Bila li bîra te be,çawa di wan şevan de,hemû peyvên Bekoyan di yekbûna me de difetisîn,dixeniqîn,dimirin!Van tevan di gelî û newalên dilê xwe de biçîne,bila tim şîn bin û bila ava dilê te bibe çem û rûbar û wan av bide gulê.

4-Negrî:

Dizanim,dema kevokên min di pencereya te ya vekirî re derbasî mezela te bûn û li ser destê te yê narîn danîn û hilma min pêşkêşî sipîcanê te kirin û te bi rûkê heyvgeşî û bi wan çavên stêrkî peyvên min xwendin,wê payîz zû werê,yê pelên daran biweşin û yê zivîstan konê xwe li ser rûkê te vedê.Wê demê stêrk yê ji çavê te barkin û yê baran ji wan ewrên reşgiran bibarin.ew baran yê firmêskên çavê te bin.Lê,hêvî dikim negrî,firmêsk li dêmên te nayên,piştxûzî li lêvên te nayên.negrî,birîna dilê min nekole, janên min pirtir neke.lewre ji girî hez nakim.ez diçim,bi xatrê te gulê.


Nameyên Xerîbiyê

1-Bêrîkirin

Xwezî min xatir ji te nexwestibane Gulê!Xwezî min negotibane va ez diçim
Wê dûriya dûr û berê min neketibane bajar û kolanên bê kesêtiyê û
Sêwîtiyê.Xwezî berî ew peyva bextreş ji zimanê min derketî û dilê te
Kirî parçe parçe,ez di hembêza te de miribane û te bi ava wê kaniyê serê
Min bişoştane.Gula min!Li vir,li vê xerîbiyê her kêlî ez miriyekî zindî me!Bawer bike,nizanim çend şev û dem çêbûn di bêrîkirina te de radikevim
Û bê tebatiya xwe bi bêrîkirina te dihejînim cana min!Hoy cana can,ez li vir
Navek winda me,ne min ax heye,ne min war heye.Digerim wek serxweşekî bê hiş
Tenê rondikên min zimanê derdê minin.Canê,bêrîkirina te her kêlî min
Diguvêşê,ziwa dikê.Nema zanim bê te stêrik û heyv çi ne,dilopên baranê
Û gulên buharê çi ne?Ez di nava bêrîkirina te de disojim gulê,xwezî ew rojên berê vegerin gulistana min.

2-Dengê te:

Tê bîra te gulê,min pir ji dengê çivîk,şelûl û bilbilan hez dikir?û dema em li ber kevîka çemê gundê me dirûniştin û serê te li ser milê min,dengê wê avê di guhê min de dibû strana Mihemed Şêxo û digot(ey lê gulê gula minê,şîrîna li ber dilê minê,gulê nadim malê dinê,ez li ser gulê têm kuştinê…)û stran dirêj dibû û ez û tu,av û ax dibûn yek.û dengê te di nava vê yekbûnê de di guhê min de olan dida û digot(ez gula te me,tenê li vî gundî şîn têm,geş dibim û te bi bêhna xwe serxweş dikim).Aaaaaaaaaaaaax bi wî dengî.bi wê bêhnê.Lê li vir hemû deng min di navbera didanê xwe de dihêrin.Tenê dixwazim dengê te bikim,lewre bi dengê te dinvim û bi dengê te çavê xwe vedikim gulê.

3-Zîndan:

Gulê ,li vir jiyan zîndane!Hestên min bi awirên hovî her kêlî tên qamçî kirin.
Ken û silava zeriyên van bajaran vekirina dergehê zîndanê ye.Erê gulê,ez bûme girtiyekî berdayî li ber dîwarên zîndana mezin û di aşopên azadiya gundê me de,dikevim xewa li ber siya dara gûzê!Here gulê,li ber wê darê çend demhijmêran palde û strana (ey lê gulê bistrîne).Lê gulê,hêvî dikim jibîr neke,ger rojekê li vê xerîbiyê ez mirim,bibêje û bi dengê bilind biqîre,ew ji derdê gulê mir..


Diyarî bo şehîdên 12ê Adarê

12’ê Adarê

Min tîpên navê te bi sirûdên stêrkên te û
bi awazên dozê li ser dilê xwe kola
û min hestên xwe bi şopa lingên zarokên kenbar, keçên evînxakê, xortên mafdozê û tilîliyên pîrên heftî salî pêça, adarê.
De ka were adarê dilê min veke,
li ser deşta dilê min bibe gerok, wê demê
tuyê bibînê darbestên te gazî te dikin,
şehîdên te xwe bi kirasê te xemilandine û
li kolanên Qamişlo, Dêrikê û Efrînê di sorxwînê de, di xweşikbûnê de,
di dengvedana biryarê de, dibêjin adarê.
De ka adarê, serpêhatiyên vê rojê,
dengê vê rojê,
rondikên ji jana birînê…
û şahiyên hestên wê demê
di gul û kulilkên welatê xwe de bipişkivîne û
pakrawanên 12ê adarê di dilê xwe de bi bîr bîne û diyarî wan bike al û ronahîstana azadiya li bendemanê!..
Erê adarê, va ew şehîdên te di dibistana evîna te de,
di reng û nasnemya bêhna xaka Qamişlokê de , perwerdeya bê dawiya evîna te dixwînin û li ser kêlên xwe
destana te dinvîsin, adarê!


8ê Adarê

Diyarî bo cejna jinê!

Li vê rojê, dema tu ji dayîk bûyî
û te zend û bend bi xakê re, bi kedê re,
bi nepoşmaniya biryarê re, bi ayatên serhildêr re badan û te ber bi bilind qatan ve meşrûgişîkir,
rok ji te hilat û ji dilê tijkên te, ez bûm ez!
Niha di xuhdana vejîna te de,
di pêlên dengvedana dengê te de,
di çira ronîkirina şevên te de,
di berhemdana buharistana kenê te de
pirtûka xwenaskirina xwe dixwînim
û li ber kevîka lingê te strana jînê dibêjim.
Di wê xwenaskirinê de berê xwe didim qublegeha te û tabûyên serdestiyê li binguhê leşkerên serdestiya di nava xwe de didim.
De ka min di nav dilovaniya xwe de
bibe despêka azadiya xwe,
min bibe…bibe û bila ez şagirtê roja te bim.
8ê Adarê lit e pîroz be!


BI NAVÊ TE EVÎNDAR IM

Berî navê te nas bikim û pîtên navê te bikim
Sirûda aramiya dilê xwe.
Berî ew çavên hingivîn payîza di nava min de bikuje!
Berî ew pora qehweyî li sre singa min bike dîlan
Û di nava tiliyên wê de bibim helbesteke şevê
Û berî ew canê sipî di şeva hevdîtinê de
Min di nava dilopên kirîstal de bibe buhuşta Hesen Sebah,
Ne min nasname bû,
Ne min war bû,
Ne jî navnîşan bû.
Temenê min di rûbarên firmêskan de her kêlî dixeniqî
Hestên min şivantiya keser û nalînan dikir
Û dilê min li çolbeyar,li nav ber û sitiriyan bûbû
Hebûneke ziwa.
Lê dema te dilê min di buhara xwe de vekir
Û qemûşkên lêvên min bi xunava lêvên te yê
Sorgulî hatin kewandin
Nema min jan naskirin
Nema min taya sar kişand
Nema min xewnên gor kolanê dîtin.
Lewre bi navê te bûm evîndar
Nisrînê gula evînê
Nisrînê navê jînê
Nisrînê hebûna vînê
Bi navê te evîndarim evîndar.


Min bibîne weku ez te dibînim

Xanim!
Bedew balkêşa hestên xelkê
Li wê qada pir dengiyê ku peyvan tu dixwarî
û aşopa li pey aşopa xaniyên xwe li ser bejna te ava dikirin
Min tu dîtî.
Aha li wê dîtinê ez
û dilê xwe bûne tenûr
û tu bûyî agirê wê
Hilbûyî
Giyanşewatbûyî xanim.
Hingê …û dema dil ji min koçkirî
Li bajarê te niştecih bûyî min dixwest bibim dem
û rawestim da ku tu li wir be
û wî dilî nasbike.
Min dixwest bibim dilopê baranê ku pirça te şildikir
û rûkê te di nava şilatiya xwe de narîn narîn dialîst.
Min dixwest ew kenê te yê ku tiştfiroş geşdikirin bizvîre..
Ez bidîtana
û ew çavên kevokî agirê xwe di nava min de bixwendane
û fêrî evîna xwe kiribane.
Mixabin dem bê bext bû
çavderdor xayîn bûn..
Pir dengî dadgeha wê dîtinê bû xanim.
Erê xanim ew despêk bû dawî di vê ferhengê de nebû.
Xewn li ser xewnê dibûn çiya
Kovan pir dibûn dirêj dibûn
Kul û keser dibûn ewir
û dibariyan
Ev hemû navê wê dîtinê bûn xanim.
Ma tu pê dizanê xanim êdî dîwarê hewşa me jî bûne wêneyên te.
şevên min jî bi bejna te tên girêdan
Hêviyên min jî xwe bi biskên te ve girêdane.
Ma çi biba weku ez te dibînim tu min bibînî
û li ser singa min bi wan tiliyên nazik navê xwe xêz bike xanim.
Were min jî bibîne weku ez te dibînim xanima min.


Ez û.. çar stêr

Ez
Li bajarê derdan
Li kolanên şevên xatirxwestinê jibîr dikin rêwîme.
çiyayên ji axînên dilê min ê ku bi çengelê şaşmayînê ve daleqayî
dilerizin
dişeqitin bi ser şevên min de diherifin.
Ji heriftina van çiyan
Reş dibim
Zer dibim
şîn dibim
û nema şevên xwe nas dikim.

Ev çi dîmene
Li bin banê xwe min dikuje
Min zindî dike
Min li ser derdan şîn dike.
Ne yek
Ne du
Ne sê
çar stêr li asîmanê min geşin
çar mirinan dikin gul diyarî kêlên gora min dikin.
çemek diçikiya û dimir
Darek hişik dibû û dimir
Hebûnek bê hêvî dibû û mirineke bê navnîşan
di nava min de şîn dibû.
Careke din çiya…diherifîn
Careke din gor…pir dibin
û dilê min hêj bi çengelê şaşmayînê ve diheje.

çi bikim.nizanim…
Biryar jî koçî welatê bê biriyarê kiriye…
Ewir asîman dagir dikin
Dil di dûmana şevê de rondikê axînan dibarîne
û ew çar..diyarin
Kenê xwe di şeva ewrî de vala dikin
Pala xwe didin maçên dilê min ê daleqandî.

Ewir hene çar stêr şiyarin
Dûman heye çar stêr diçirisin
Baran heye çar stêr dileyîzin
û ez
Li kolanên vî bajarî rêwîme
Dimeşim dengê telefonê jana dilê min dipîve.
Ez dimeşim û ew deng ayatên hezkirinê di guhê min de dixwînin.
Ez dimeşim
û li ser van riyan
Bîrhatinan di tûrikê şaşmayînê de didim hev.

Hoy…xweziyê xweziya dilê min
De ji wî çengelî dakeve û hêviyê di biryarê de geş bike
Da ku ew ji welatê bê biryarê bar bike.
Hoy…xweziyê êdî dîwarên mezela ku nema nas dikim navê wan dibêjin.
Nivîna min ya ku ez pêşwazî dikirim jî wan di nava xwe de hembêz dike.
Balgiyê min jî yê ku bi serê min sond dixwar xewnên wan dibêjin.
çi bikim.
Her yek bûye wêneyek girnijîn
Her yek bûye strana awaza vî dilî
Her yek bûye xewrevîn..
Her yek bûye kederek û ez geh dimrim
Geh zindî dibim
Lê nizanim çi bikim û vî dilî ji çengelê şaşmayînê azad bikim.

Jiyana Demhat Dêrikî

NIVÎSÊN BALKÊŞ