"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Şahîn Vûral

Di sala 1991’ê  de li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Dêrikê xwend.

ÇÛ

Ewil dengê te piştre tu çûyî
(Ma ji xwe dinya li ser çûyînan ava nebû bû)
Rondik di kortikên çavên min de genîbû bû berî tu biçî.
(Ma ji xwe dinya bi xwe ne genîbû)
Ji pirxwedêtiyê dûrketim
Ji yek xwedêyî(ji rûyê te) bawer dikim êdî
Êşan tu car dor nedida xweşiyê di termê mi
Li ser vê qebhetê dîsa jî
deriyê dilê xwe li ser piştê vekirî dihêlim
dibe ku tu rojekê naletê çavê êşê bîne
û
berî dengê xwe vegere.


ÇEL ROJ

Hindik ma hema ez dikarim bêjim çel roj man
tu ji bihuşta zikê diya xwere xatir bixwaze
Çel roj ma tu serê xwe rakî
ji ser balîfa bêhna mîsk û enber jê tê û tu dîne ser balîfa mara
Çil roj man tu gelek xwedeyan nasbikî
û
gelek pêxemberan kevn bikî
Çel roj man tu bibîne êşê ,
bibîne zilmê ,
bibîne çarperçeyê ne yek perçe…
Tu bi xêr hatî….


 

PAYÎZ

Payîz tê;
Dirêj dibe şev hêdî hêdi û tenêtî zû bi zû
Payîz tê ;
pirrçûyîn xwiya dibe di kenê te
Ne xem e
ji salên berê îsal
gelek tenêtî min kirîbû
ji şevan û ji goristanan.


Hinek êş ji evîna xwe xweşiktir e.
BENDEMAYÎN
Îro çend helbestên
Li ser mehsera evînê
ji bo te min nivîsandibû
ji hesreta te
bi rondikê êşên min
şil û pil bû
lê wê gavê
çûm ser xanî.
helbest û rondikên êşên xwe
bi têla bendemayînan ve min bi darvekir
belkî li ber bayê felekê kevin
û
li ser eniya te konên xwe vekin…


 

NİQiR(ÎSK)

Wexta ku te ji min re got na
û
te bi yekî din re…
Wey Gidî gidîîî
Dîsa
çavên min kete tora girî
çavê min pirr ji dil û bi dilsojî digirî,
Girî hew debirî
û
çavên min ji dergeha girî hate qewirî
Piştî ji qewirandina dergeha girî,
min bi dest niqirîska kirî…
Ji ber ku min pirr xweşik
Û
bi henûnî niqirîsk vedida!
Diya min hew debirî
û
ew jî ket’e dîlana niqirîsk û girî
Bi niqirîskê diya min,
malbata min jî bi niqrîska hêwirî
Û
Piştre hemû bajar bi pirêza niqirîska
şewi(tî)….


 

KOSTEK

Mirinê kosteka zarokên xwe
Li kuçe û kolanên bindestan diqetand
Û
şervanên azadiyê,bi Zarokên mirinê, re
Veşartokê dilîstin
Û
Hêviyên zarokan,
di nava devê
Gurên çavsor de,ji paşîva şevên bêwext re diman
Dayikên di dilê xwe de êş mezin dikir
Rûyên deyndarê ramûsanan,
li naperrûşkan,dibaniyan
Û
Rûyên wan dibûn mezrîba xwînê
Êşan, bi xwîna Rûyên dayikan
Dahnoka zarokên xwe dikelandin
Û
Diranên wan tûj dikir,
ji bo ……


 

DEST

Ji destê te min qet heznekir
Kefa destê te
şahidê pirr pevşabûnan bû(qet ne bi min)
û
destbirakê êşê bû
Ji ber vêya destên min tim şikefta tenêtiyê bû…


 

DARTOVÎK

Her sibeh berî ku
tîrêjên êşê li ser vî bajarî belav bibe
bi heys û beys
bêrîka xwe tije dartovîk dikim
û
berê xwe didim warê baçimêlkan….
bawerî bi îşê xwedê nayê
Dibe ku di rê de rastî du evîndaran bêm
û
bi wan vekim dartovîke kê

ji bo ku
evîna wan jî wek a min
emirqut nebe
ji bo ku
ew kesan jî wek min dîn nebe
û
bi xwe nekevin û nebin hevalên baçimêlkan…


 

Navê te

Ji doh êvarde qirpik ji devê min kêm nabe
Ji xeynî navê te
tu nav nema min negot
ji bo qirpikên min hilê
Ditirsim navê te bînim ser zimên
Ditirsim navê te bînim ser zimên
Ditirsim….
Gava ku navê te bînim ser zimên tirsim
Bê ziman û bê deng bimînim…..


 

TE(NÊ)TÎ

Li paytextê tenêtiyê
Tenêtiyek neh meh û deh rojên xwe
Dike temam bike
Û
Bizê ji bo tenêtiya
min û te
De ka bêje îcar em ê
çi xweliyê li ser ê xwe ke ha?
De ji xwe li me binêre?
A niha de bêhna tenêtiyê ji me tê
A niha de em bi hevdu re
Pev diçinin û em dikevin
Xewlexaneyên evîndaran
Û
dest bi xwendina ayetên pîroz
ên tenêtiyê dikin…
û
min di tenêtiya xwede tim navê te dianî ser zimên
ji ber kû min zanîbû navê te wê bibe eşheda evînê
ji ber ku min zanîbû ên navê te bîne ser ziman
ew ê illim rojekê rûyê bihuşta evînê bibîne…
û
hîn jî navê te tînim ser ziman…
êdî bê tirs û xof
dikarim tenê bimînim
dikarim tenê bijîm
dikarim tenê bimirim…


 

DİMEŞİM

Bi kêlîkên tenêtiyê re
Ber bi qesra dilê te ve dimeşim…
Di tûrikê min de
helbest,stran û hezkirinên minî mîhrîvanî hene…
Di serê rê de gotinên te yên xwînrêj rast têm
Û
gotinên te
Serê helbestên min bi kêrên devbirrek serjê dike…
û
bê helbest dimînim….
Lê dimeşim
Gav bi gav ber bi qesra dilê te ve dimeşim
Tî,birçî û bi êşim lê dimeşim…
Di nava rê de
Rastî hîqehîqên te yên netû têm
û
hîqehîqên te
stranên min dibe sê darê
û
bê stran dimînim…
Lê dimeşim
Hindik ma xwe bigîhînim qesra dilê te
Bi kul,keser û bê halim lê dimeşim…

Niha li qesra dilê te me…
Dibînim ku gelek kesên biyanî tê de dijî
û
Te bi wan kesan re
hezkirinên min dikuşt li ser çermê xwe…
Talîya dawî te ez bê hezkirin jî hiştim…
Niha ji qesra dilê te derdikevim
û
ber bi çola ve dimeşim.


QÎZA MİN

Erê qîza min tu hîn tunebû
Sal du hezar û çardeh bû
FERMAN li şengal û kobanê rabûbû
Dinya hîn wek berê diherikî û diçû
Te digot qey tiştek nebûbû
Hinek dizewicî û li dîlanê dixist
Hin kes jî li fîlmî temaşe dikir
Û
Bi kêf û eşq bû
Erê qîza min tu hîn tunebû
Dê,law,bav û qîz
Li aliyê me kêm bûbû
Roj ji qîzantî û êvar jî
Ji zilamtiyê ketibû
Êrê qîza min erê tu hîn nû çêbûbû
Tu dikeniya hay te ji tiştekî tunebû
Wexta ku me go bila navê te ARÎN be
Te dest bi girî kir…


 

HELBESTEK RİSTEYÊN WÊ Jİ BER ÇÛYÎ
……………………
……………..
…………
…….

û
Di dilêmin de fîşeka hezkirinê diteqîne her dîtinek te.


Tu bêyî şûnê bibe jîn
Tu neyê jînê bibe şûn

STEMYA

Di vê şeva gunehkar de
hêsrên ji agir
ên bê destnimêj dibare
li ser ramanên min
ên ji dola te bi halekî
û
ramanên min ên gunehkar
ji berê gûrtir dibe…
Stemya îşev ji xeynî ramanên ji dola te bi halekî
Hemû ramanên xwe
Li ser sergoyên mejiyê xwe
Bi sixêfan diricimînim
Û
Berateyên ramanên xwe
Diavêjim binê bîrên
Qêrîn lê dibirije
Ên mejiyên xwe
Û
Ez û xeyalên xweyî nîvco mayî
Xwe bera hembêza
Kolanên bajarê gunehkar
Ên Dilê xwe didim
Axxx stemya
Li kolanên vî bajarî de
Gav bi gav li bîranên te dicerixim
Û
dawiya her kuçe û kolanan
Li navê te yî
Êş jê dizê derdikeve
Stemya..
Dêya min,bavê min,dawût,mûsa
Îsa,mihemed û hetajî
Xwedê
Ji te dibehecin
Ji ber ku bi çûyîna te
Edî bi tu tiştî bawer nakim
Stemya
Dartowîka ku diya min
Ji bo min û te
Ji nezerê biparêze
Çekiribû
Bi teva bîranên xwe û te
Bi agirên helbestan
Dişewitînim
Stemya
Edî dayîkên vî bajarî
Şîr nade pitikên xwe,
Bilbilên vî bajarî
Hew dihere
Cem gula xwe
Û
Darên vî bajarî
Hew kulîlka vedike
Axxx stemya
Ne ez tenê
Hemû bajarê vî
Dil’êş
Heş wendakiriye
Bi çûyîna te
Stemya
Xwezî tu bihatî
Û
Te bidîta
Tunebûnate
çi tofan rakiriye
li vî bajarê
bikul

xwezî tu bihatî…


 

PEYV

Piştî peyvên te yî
bê mehr ji
Keçantî ket î
Wê nema bê dirûtin
Evîna me yî
bi meqesa derewan
çiriyayî…..


 

AX

Ez di malek (ax)înî de
hatim dinyê
û
di zaroktiya xwe de
min li nav axê û bi axê lîstok dilîst
û
bi dizî ax dixwar,
û
dibûm şirîkê mara.
Wexta ku ez dişelîqîm
diya min ez di nav axê de rûdiniştand
û
ax ji min re dibû derman
diya min tim di tenûrê de nan dipijand
û
firaxên xweyî gemarî
tim bi axê dişûşt û hel(al) dikir.
Karê bavê min jî tev(rik) bû
wî jî nanê xwe ji axê derdixist.
Her derê me, her tiştê me ,
jiyane me ax bû….
Ji ber wê dibêjim
Ax ax axxx…


KEZEB

Serê vê sibehê ,
Berî ku ez ji xewna gunehan rabim,
Berî ku ez dîsa, te bişibînim Xwedê
Berî ku ez berê şujdeya xwe bidim te,
Berî ku ez gotinên te ji wxe re bikim ayet,
Berî ku ez çavên te ji xwe re bikim bihuşt,
Û
Berî ku ez…..
Bi dengekî, ta yê êşê û derziya kul û kesera
Hatiyê pînekirin şiyar bûm (ew deng dengê ca min bû)
Û
Ca min got kurê min rabe here sûkê
Ji bo şîva êvarî kezebekê bikire…
Min cil û bergên xweyî bêhna mirinê jê dihat
Li xwe kir û çûm sûkê…
Di bêrîka min de hew xizanbûn hebû…
Lê bi hawakî min kezebek
da destê zarokekî ku
Lîstok û hêviyên wî
di dergûşa wî de jê hatibû dizîn
û
Min şand mala me…
Bû êvar çûm malê…
Kezeba ku min şandibû malê
Ca min di nav donê kezebê de qelandibû
Û
Bi genimê ku di nava rojê de
Bi sûîqastekê hatibû serjêkirin
Û
bûbû nanê tenûrî
û
bi mastê bizina me yî ketibû menepozê
kiribû dew û li ber xwe danîbû
û dixwar…
Gava ku ca min,li çav min ket û got;
Kurê min, ev kezeba ku te şandiye
Pirr fetisok û bêekil e…
Min deng nekir û min destê xwe da
Ser sînga xwe û çûm odeya din…
Erêêê pepûka ca min wê ji ku ve zanîba
Ew kezeb
kezaba min bû…..


 

NİFİROK

Wey gotinên te yî bêhna êş û mirinê jê tê
Di qirika te de bi qurmiçe
ji bo ku tu, tu dilî meke talan
Wey ramanên te yî ne bir xêr û ne bi ahla
bibe kurm û serê te bixwe
Ji bo ku tu, tu kesî bêraman nehêlî
Wey çavên te yî hîpnozî di ber tekela keve
ji bo ku tu, tu kesî ji rê dernexî
Wey bejn û bala te yî mirov ji xweda dûr dixî
emir qut bibe
ji bo ku tu, tu kesî meke tupe(rest)
. .
.
Wey tu bimrî, tu bimrî , tu bimrî hezar carî tu bimrî haa….


 

BÎRANÎN

Her ku berê min dikeve vî bajarî
bîranînê te radipelike ser çavên min
rûyên min dibe derya ya bîranîna
û
êşên qelîştekê çavên min zêdetir dibû
Bila derew tê de tune be
Piştî te min tu xêr nedît ji van donzdeh meha na
Weyy bavooo
Tew meha îlonê diazirand bîranînê te li min
Û
şevên vê mehê di nav van bîranîna de
şev lê digeriya û
rê li xwe şaş dikir
û
tu car li min nedibû sibeh…


 

ÊŞ û JİN

Pirr rastî êşan hatim ên kû tenê para wan jin …


 

XEMZE

Ca min tim digot ew xemzeyên we
Me hewante çênekir
bi van destên ji êşan kamilbûyî
Hûn jî dizanin tofan li vî welatî kêm nabe
û
wer ku em digrîn
hêsir wext tê ku di çavan de
dimiçiqe…
Her ku hûn giriyan
bila hêsrên we hewante neherike
Bila di wan xemzeyên we de
kom bibe û bibe okyanos
û
amade be ji tofanê vî welatî re …


 

DİPİRSİM

Te dipirsim
ji zarokê destê xwe vedike û
xêr û xêrat a digere mal bi mal
Te dipirsim
ji sofiyê ber mizgeftan
ên xwedê deyndarê wan
Te dipirsim
ji dayikê ku deqê wan
li ser rûyên wan
ji hesreta zarokên çiya
tar û mar bûyî
Te dipirsim
miriyên ji gorên xwe hatine qewirandin
Te dipirsim
Û
Ditirsim
De ka tu li ku yî…..


 

Ji bo cemîle çağirga…

CEMÎLA’M

Xwe bavêjim bextê kîjan dayîka ku mirina bi emrê xwedê li zarokên wan nebûye hesret?
Xwe bavêjim bextê kîjan dayîka ku hêsrên wê di çavan de êş nedikişand?
Xwe bavêjim bextê kîjan dayîka ku rûyê wê bi naperûşkan nebûye mezrîba xwînê?
Xwe bavêjim bextê kê cemîla min bextê kê….
Cemîla min ;ca min, xwa min…
wey ez bi hesreta gav û çava bimînim
ger min karîba minê nebî nuh ji tirbê rakira
û
ji bo te keştiyek pê çêkirin bida û tu xelas bikira ji vê tofanê…
Cemîla’m roniya herdû çavên min
Termê te ne di cemedanka û ne jî di botan hildihat
Ji xeynî hembêza dayîka te…..


 

SIH Û SÊ

Vê sibehê,
Min berê xwe da qîblegeha êşê
Û
Min bêdestnimêj du ruket nimêj kir
Ji xwedayê êşê
Û
Piştî nimêjê
Min tizbiyek kişand
Û
Min Sih û sê caran
Navê te dubare kir
Û
Min sih û sê caran
Ji te re nifir kir
Û
Min sih û sê caran
Ji êşên xwe re
Şikur kir…..


 

PARİYEK NANÊ HERAM Û TU

Ez zarok bûm
ca min ji bo ku ez bi derewan re hevaltiyê nekim
min tim bi pariyê nanê heram ditirsand.
û
Digot ez ê herim cem şêx pariyek nanê heram bînim
ger te derew kiribe
wê ew nan di qirika te de bimîne
û
tê bifetise …
min jî ji tirsa qet deriyê devê xwe
ji derewan re venedikir.
û
Niha ji bo hezkirina te jî
di qirika min de nemîne
û nefetisim
bêderew dibêjim
ji te hezdikim…


HEYYY

Dayîkek min hebû ji şêra wêdetir bû
Jin bû…
Dengê guleyan jê re senfoniya Ludwig van beethoven bû
Bi rojan, li nava kuçeyan, li ber dengê guleyan bû…
Heyyy ji wer dibêjim dayîkek min hebû….

Tew Birakî min hebû weyê bidîta
çi bejn li ser bû
wek hûta bû
mirin li ber wî kûçikê tûle bû
û
Kindira azadiyê tim gerdena wî de bû….
Heyyy ji wer dibêjim ma hûn kerrin birakî min hebû…

Xweşkek min jî hebû
ruhê wê di cemedê de bû ,
hîn zarok bû
Lê di çavên xwe de
bi lîstokên xwe welatekî qedexe ava kiribû
Heyyy ji wer dibêjim
bê deng bin û baş guhdar bikin
we tiştek ji bîr kiribû

Em pirrrrr xweşk û bira bûn…..


 

ÇAV

Ji dola te bi çend êşan avisî mam
û
çend êş ji ber min çû
êdî nizanim
ji xwe ne xem e.
Tênê vêya zanim
di navbera min û mirinê de
tenê çavên te hene
Ger tu çavên xwe ji min re bigre
wê gavê
wê bê girtin çavên min…


Jiyana Şahîn Vûral

NIVÎSÊN BALKÊŞ