"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Vejîna Kurd

Vejîna Kurd nivîskarek ji Herêma Efrînê ye. Di sala 1975an de ji dayik bûye.

BÛM ŞIVAN

Li ser…
danişteke westiyayî rûniştime
li şerê…
roj û şevên seqagirtî
temaşe dikim
û tayên
porê demê dijmêrim.

Bi tiliyên şevê
çavdêrên vî bajarî
dikim xewê
û bedena riya kadizê
li pêş xewnên buharî
dûz dikim..
Belê.. .
di vê kêlîkê de
ez bûm
şivana keriyê xewnan.


KURD IM

Kefecana şahiyê
Ji gewriya salan
Diherike ser zendên rojê
Di gemiya demê de
Rastî dibe leylan
Û kêlîk tîîîr.. tîr dibin.

Erêêê.. erê
Kurd im..
Govenda ah û azaran
Ji zû de digerînim
Hêviyên sêwî
Di nav lepên jiyanê de dilorînim
Milên xwe didim axînên welêt
Striyên êşan..
Giyanê mirovahiyê naxurînin
Lê..
Gupikên vînê
Di buxçika hestên min de dibişkuvînin.

Kurd im..
Bi zolikên coşê..
Zilfên meraqan..
Û pêlên lehengiyê..
Kefenê tariyê didrûm.

Zîpikên janan
Û hevcarê xeman
Bi taverojên hêviyan ko dikim.
Li şikefta tenahiyê
Xewê di rondikên qederê de difetisînim
Û hêlûna coşê
Li ser pişta xwe digerînim

Kurd im..
Bi malîkên hêsayî
Di helbestine şevînî de
Xewnên qaçax rewa dikim.
Ronahiyê..
Ji pêsîrên heyvê dinoşim
Û bi dengvedana xumxuma Ferêt
Awaza azadiyê
Li her çar demsalan dilîlînim.


Li Efrînê

Li welatê min
Li hêlûna eşq û evînê
Ronahî..
Ji riwê rojê
Û ji dêmên heyvê
Bi zikreşî tê şuştin
Kulîlkên sibehan
Û qurnefîlên êvaran
Di şevbuhêrkên şevê de tên serjêkirin
Lavayên deşt û newalan
Bi awazên leylanan re
Hûr û kûr tên herikandin.
Û tarîperst..
Ji mêtina xwîna me
Hîn têr nebûne.
Qermûçekên keseran
Di spehiya nexşeya welatê min de
Li hev siwar dibin
Tabloyên xwînî
Li pozê çiyan
Û li ser hîm û latên birîndar sor dinalin.
Keriyên çîrok û serpêhatiyan
Li mêrgê birînan
Pêrgî hev dibin
Herifandin..
Talankirin..
Û toza mirinê
Govdê xaka pîroz
Ji aramiyê digron
Û jînê..
Li ser agirê êşan dibrêjin.

Li welatê min..
Li Efrînê..
Kîndarên sedsalan
Xençerên jehirkirî
Di canê pîroz de çikandin
Bi tofana xwînî
Goristanên xewkirî vezelandin.
Û termên jin, mêr û zarokan
Bi hovîtî tê de rêz kirin.

Kelemêşên jînkujer
Kîna xwe
Dilreşiya xwe
Û hemû hovîtiya xwe
Di dawa welatê min de daraştin
Wêran kirin
Talan kirin
Dar û ber şewitandin
Û malbat..
Bi hemû deveran ve pijiqandin
Gurên çavsor
Buxçê hêviyan
Kirin beyabana xewnan
Dilopek ken û şahî tê de nehîştin
Birînên şil
Di nav tiliyên serdema bîst û yekê re şimitandin
Di bin navê Xwedayê gewre de
Bihuşta jiyanê herifandin.
Belêê..
Li Efrînê..
Karwanên koçberan
Tenê li asîmanekî sayî
Û taveke dilovan digerin
Li ber dîwarên mirinê
Çêniyên govdê şîrmijan
Ji ber pêsîrên dayikan dipekin
Di çavên kalemêran de
Ewrên şil dizên
Ji nalîna jinan
Hezar û yek sirûdên kovanan tên ristin
Û dayikên şehîdan
Xwîn vedireşin
Li ber kêlikên ker digrîn û digazin:
Şaristanî.. gumanî ye
Mirovahî.. xopandin û derew e
Mafê mirovan.. gotineke bêhal e
Dadmendî.. dengketin e
Bila cîhan tev bibihîse
Li Efrînê
Jana jînê
Û sexteya demê ye… mirovahî.

Belêê..
Li Efrîna min
Li bajarê kavilkirî
Zarok..
Bi girî û şîn
Hîn dipirsin
Kê ciwaniya hestan lewitand
Û em spartin hembêza sêwîbûnê?!
Kê li şopa kovanan
Û keservedana xewnan
Em bi hovîtî gerandin?!
Çima mûm
Li pêş çavên ferişteyî temirandin?!
Çima perî
Di deryaya xeman de noq kirin?!
Çima em bê war hîştin
Ji bo çi em kuştin?!
Kê em kuştin?!
Kêêêêê em kuştin?!


RÊWÊTÎ

Gurzek hesret..
Baxek hêviyên stewr..
Û rûpelên çîrokeke bêzar..
Destarê xeman
Li bêdera sîngê min digerînin
Kon û sîtava êşan
Bi ser dawa kêlîkan de berdidin.
Di dilê min de
Birîneke şeşsalî daxive
Pişta sibehên ku
Helbestên talankirinê dihûnin
Û hawaran
Li pişta kêlîkan sîwar dikin
Xûz dike.
Rêwî me….
Penaber im..
Gavek li pêş û yek li paş
Çentê min
Bi rondikên sînoran
Hawara çiya û newalan mişt e
Di destên min de…
Tenê nêrgizeke çelmisî..
Mistek ax..
Û hin hêsirên çemê Efrînê
Li pêlên jînê siwar im
Di deryaya penaberiyê de
Melevaneke dêmzer im
Û bi tîpên jibîrkirinê
Avdasa man û nemanê dikim
Belê penaber im!!
Di tenûra hestên min de
Pizotên bîrêkirinê
Û sewda xaka ku
Di xwînê de digevize
Pife terafa vînê dikin
Di xewnên min de
Zincîra bîranînine biskqusandî
Û giriyê dayika min
Dema xatirxwestinê giyanê min
Di xaliya jînê de noq dikin
Çi bêjim?!!
Ҫîrok dirêj e
Kolanên ku sirûdên bêdengiyê distirînin
Gund û bajarên ku
Li ber kîna bomban hildiweşin
Zarokên ku..
Li termên dê û bavê xwe dilikumin !!!?
Ҫîrok dirêj e.
Lê ne bê dawî ye.


 

Mepirsin

Ji Dîlana nêrgiz û yasemînan
Hilma beyabanan mepirsin
Ji kulîlkên ji qelşên zinaran derketine
Kenê buharê bipirsin.
Ji dara tiwê ya rût
Ramûsanên bayê zivistanê mepirsin
Ji bejna çiyan
Rengê lêvên ewran bipirsin
Ji şûşeyên meyê..
Rondikên goşiyên tirî
Û nalîna rezan mepirsin
Serxweşiya dilan
ji meynoşan bipirsin.
Tûjbûna kêrê
Ji tezebûna birînê mepirsin
Beravêtina xewnan
Ji bêdengiya şevê mepirsin
Zerbûna mirinê
Ji lalbûna goristanan mepirsin
Tîbûna havînê
Ji zeviyê kulîlkan mepirsin
Vedenga zengilê mirinê
Ji bajarên kavilkirî mepirsin
Û rengê kefenê zarokan
Ji lorandina dayikan mepirsin
Mepirsin…
Mepirsin..
Na.. na.. mepirsin


Ez û Te

Ez û te ne.. Efrîn!
Ne xewa min tê
Ne jî xumxuma ewran
Şevên te yên xulmaş
Radestî xewê dikin
Gelo!
Çi tê bîra wan ewran
Ku helbestên xwe
Di guhên êvarên te de dixwînin? !!
Kê hûnandine
Ji bo te
Ev şevên çavşil?!!
Ewr nameyên baranê diherikînin
Dem hêdî… hêdî
Kefenê zivistanê didrû
Bîranînên min
Bi biskên baranê re dibarin
Hestên dîn
Dikevin kolana xeyalên min.
Bihna te ji nêrgizên buharê ye
Girnijîna nêrgizan
Ji rengê kenê te ye.
Erêêê… erê bajarê hêviyan!
Ez û te..
Di pencereyê re
Li keferatên zivistana sar
Û jidayikbûna buhareke rengîn
Temaşe dikin.


Tiberka Evîna Te

Çendî ew bixwezibin..
Şûşeya hêminiya te bişkînin
Damarên te
Ji zeviyê jînê hilkin
Û di guhên goristanan de azan din
Çendî ew hewil bidin
Xwînê…
Bi ser dêmên sibehan de biherikînin
Rojê…
Ji bihna kuzûrê gêj bikin
Û heyva rûliken
Di bersîngê ewrên tarî de veşêrin
Lêvên pêdariya te
Ji girnijînê mest dibin
Û tiberka evîna te
Di xwîna min de
Her reng dide welato!
Her reng dide….


Qerez

Çendî min dixwest
Hevîrê demê
Ji arvanê şahiyê bistirêm
Û ji rengên bedewiya te
Keskesorekê…
Li ser sîngê asîmên raxînim.
Min dixwest zaroktiya sibehan
Bi tîpên nazdariya te bilîskînim
Û henaseyên buharê
Di xortaniya xewnên te berdim.
Min pir hewil da
Axîn û nalînan
Ji gewriyên birîndar derxînim
Û di bin latê jibîrkirinê de
Wan bihelînim.
Min xwest birînên bajaran
Bi deziyê mirovahiyê bidrûm
Rondikên dayikan
Di nav xêzên helbestê de
Zuha bikim
Zarokên ku
Li ber kêlikên dayikan rûniştine
Ji şîrê şahiyê venekim
Û şîna peyvê
Bi mizgîniya hêsayîbûnê rawestînim
Qederê..
Qerez bi min kir
Ne tenê xewn û hêvî
Ji tûrikê min daweşandin
Lê..
Sorbûna xwînê
Bi ser çîkdana hêviyan de darivand
Ez bûm hevala êşê
Û hestên min
Berve hawarên zeytûn
Û merxên te bazdan.


Dara Mirazan

Mûmên çavkujulî
Û çirûskên roniyeke pîr
Diyarî şevên min meke.
Govenda ax û ahînan
Û dîlana keseran
Li mezargeha dilê min megerîne
Tîrbûna mija salan
Bi ser bedena rojan de meniqutîne
Pûşê kul û xeman
Li aşê demên min mehêre
Hevîrê kêlîkan
Ji ardê tengijandinê mestirê
Û tu pencere û deriyên xeman
Li min zêde meke
Min dara mirazan
Bi bîst û yek benikên kesk xemilaniye.


Peleke Payîzê

Di navbera payîz û zivistanê de
Demsaleke girî..
Min radestî pêlên azariyê dike
Û bahozeke hovane
Min vedixwîne semaya mirinê
Belêêê…. Semaya mirinê
Ji ber ku
Ez peleke payîzî me
Êşa peyvê
Û tengijandina bêdengiyê me.. ez
Carina di bin çermê demsaline tî de
Siha kenekî revandî
Di bextê xwe de min dibişirîne
Lê pir caran…
Dem keskahiya hêviyên min
Û zelaliya hestên min dimije
Peleke nîvmirî me.. ez
Li her êvarekê
Bi destê melûliya xwe digrim
Û bi ser paytexta şînê de
Diweşim…. Û diweşim.


Tu Bû

Ramanên lihevbadayî
Di qelûna demê de dipirpitin
Kul û êşên tenîgirtî
Xelekên diwê keseran
Bi reng û deng dikin
Û çemê hêviyan
Berve dawiya xwe rêdikin
Ma ne tu bû..
Yê ku tiliyên rojê hene dikirin
Û tîpên hêsayîbûnê
Ji paşela şevên tarî diherikandin?!
Erêêê. .. erê..
Yê ku
Li keskesora jînê
Reng zêde dikirin.. tu bû
Û yê ku ax û ahîn
Ji hembêza sibehan koç dikir..
Dîsa tu bû.
Çima niha
Awazên keseran
Li bilûra demê tomar dikî
Û bi xaçkirina pepûkên hestan
Li ser sewkiya temenê min şa dibî?!!


Seyrangeha Nalenalan

Li ber ritma demên min
Seyrangeha nalenalan herdem şên e
Li ser çîmenên keseran
Û li ber tenûra bîranînan
Hertim paşîva hestan e
Pir ji zû ve
Hespê kêlîkan
Bi singê şevbuhêrkên pîr ve
Hatiye girêdan
Hêvî û meraqên zeftkirî
Û çêja ramûsanên li ser lêvan zîndankirî
Ji ewrên ramanan dibarin
Ez û xemê
Bûn heval û destbira
Û çavên min hîn li rê ne
Ji fîncana qehweya sibehê
Bîriyê vedixwim
Û ji hilma baranê
Bihna te dikim
Kenarên asoyê hevdîtinê
Û hin zolikên
Girnijîna dêmên te didim hev
Û li kûrahiya şevan
Buxçika bîranînan vedikim
Derd û kulên xwe
Bi guliyên daran
Û bilbilên koçber re parve dikim
Rengek ji awirên te
Di berîka demên min de veşartî ye
Tîna ramûsanên te
Hîn li ser lêvên min xeyidî ye
Û gazinên dûrbûnê
Ji dirêjahiya bedena riya hatinê re rê dike.
Berî ku rê vezelin
Min gul û kulîlkên evînê
Ji zeviyê dilê te çinîn
Û gurzek helbest jê rist.
Ji min dipirsin
Dînbûna te seba kê ye?
Dînbûna evîndaran
Di kişwera eşqê de rewa ye
Bi gunehê eşqê
Têm tewanbarkirin
Gelo eşq û evîn..
Maç û sekerat..
Lerzandin û dînbûn..
Di hembêza te de
Ne melevanî û oldarî ye?!
Ji min dipirsin
Helbestên te bo kê ne
Ew nizanin
Seyrana nalenalan
Tenê di hembêza te de dawî dibe
Ew nizanin
Jîn û jiyana min tu yî
Şîn û şahiya min tu yî
Belê nizanin
Ax û nalînên min
Rondik û dînbûna min
Û hemû movikên helbesta min
Seba çavên te ne
Seba çavên te ne.


 

VEMEKE WÎ DERÎ

Rêwiyo…!
Min ji te re
buhara temenê xwe anî
pê agirê evînê gur bike
jîna rûreş têxe xewê
û ji min re xewnan bişîne..
Lo delalo…!
Ji bo şopa te rast bikim
di zeviyên
kulîlkên dilê xwe de
perperîkên eşqa te biçêrînim
û li ber tava hêviyan
wan serxweş bikim
deriyê wê dûrbûnê vemeke….
Li paş wî derî
tenêbûn..
nêçîra xeyalên min dike
zarokên tavê
xemgîniyê dihûnin
û tenê hêviyên beravêtî
bermayiyên çîroka me ne..
Looo rêwiyo..!
Zivistan çelmisî
buharê gul dan
tu bi kû de diçî?!
Carekê vegere
bila..
nêrgizên xulmaş
berken bibin
û bi kenê wan re
dilê min germ bibe
Carekê were
nama li rûyê min bixwîne
bi awirên xwe
hevdîtinekê bi deng bike..

Rêwiyo… vegere..
dûrî te
dareke bê sî me
min bike stêrk
û bi xwe re bimeşîne
yan jî…
xwe ji min re bihêle.


JÎN

Rûyê xwe yê reş veşêre
eger
hin rûpelên te dixwînim..
çirûsk vedimrin
stêrk diçelmisin
û li ser xaka xemgîn
kevir û zinar jî
dinalin..
Jînê..!
Ji pêt û pêlên te
em pir derdan
û piyalên taliyê
dinoşin..
Çima
tu xemsar î
ker û lal î
bi tariyê re dost û yar î?!
Ҫima hêviyên me diҫelmisînî ?
Heyv û ronahiyê
di zîndanan de
girtî û dîl dikî
Çima
di siha mijangên xwe de
aştî û azadiyê
nacivînî
û buhara me
nêzîk nakî?!!
Çima
giyanê me
bi bêhna rizgariyê
av nadî
û nexşeya Kurdistanê nakenînî?!!


AWAZÊN PÊDARIYÊ

Hîn..
pelên darên zêtûnê
sirûda mayînê
di guhên vê xakê de dixwînin
û di bin
neynûkên jiyanê de
tava omîdan dirêsin
Hîn…
Kenê berbangê
û xunava sibehê
li ser tayên porê demê
kulavê eşqê radixînin
Hîn…
guvguva bê
awazên pêdariyê
li bilûra şivanan
tomar dike
û kirasê sêwîtiyê
li bedena kolanan diçirîne
Hîîîîn… û hîn..
xama pênûsê
hêviyên li ser pişta leylanê
di helbesteke hêsayî de noq dike
û qermûçekên roj û şevan
bi kenê xwe
dûûûûz… dûz dike.


KURDO

Kenê te..
baskên seqema
vî bajarî diperçiqîne..
û şîlavê
diyarî mêşên perîşan dike..
Peyvên te…
alafa agirê hêviyan
di tenûra dilan de
bilind dike
û awazine cuda
li bilûra çemê Efrînê
tomar dike
Loooo kurdo..
xunava kenê xwe
bi ser rûyê
Efrînê de birjîne
Bi tiliya peyvên xwe
giyanê wê bipelîne
bila
bihna vî bajarî
hertim ji te bê.


ZOR E

Pir zor e
ku kulîlkên meraqan
li çateyên aramiyê veşêrim
Pir giran e
ku keriyê gazinan
di gewriya bêdengiyê de
kedî bikim
û tereza dûrbûnê
ji ser delavên dilan
bi alî dim.
Dijwar e
ku kulîlkên mêst
rojiya eşqê bigrin
û pinpinîkên tî
ji hembêza nêrgizan bifirin
Belê…
Baran..
peyalên xwe
ji çavdêriya
hevdîtinekê dadigre

Zor dijwar e
ku çikçika diranên sibehê
di guhê Havînê re
derbas bibe
û tavên rojê
bê stran bimînin
Çênabe
ku pênûs
li helbestê bibane
û pêlên coşê
li ser awir….
û kenê berbangê nehûne.


ŞEHREYARO

Her rondikek
ji çavên zarokan..
her lorandinek
li ser zimanê dayikan…
her dîwarek
li vî welatî…
hezar çîrokên bêzar jiber kirine.
Na… na…
ne Şehrezad in…ew
ku çavên te
radestî xewê bikin…
xewê ji çavên mirovatiyê
difirînin… ew
Her bostek ji vê xakê
bi çîrokan avis e..
çîrokên bi terez in..
xwînzê ne…
li ser dilan
fîşek û tîr in..
çiyayê bejinbilind dilerizînin…
volkanên xewkirî
dîn û har dikin..
çavên zemînê qul dikin..

Şehreyaro..
pênc sal in
dar û kevir û zinar
çîrokbêj in
lê çi bikim
guh ker in
kes nabihîse…
tenê li çîrokên Şehrezadê
guhdar in… ew.


 

DILDAR IM

Bi xewnên kenok
Heyvê oxir dikim
Bi ramûsanên berbangê
Çavên sibehê kil didim
Ji keziyên tavê
Hêviyan dihûnim
Û bi wan
Porê şevê şeh dikim…
Belê… ez hêvîdar im.

Ji ewrên payîzê
Barana şahiyê didoşim
Bi coşa hestan
Beyabanên bêzar cot dikim
Û di bin neynokên xakê de
Tovên evînê diçînim…
Di perestgeha jînê de
Nimêjvana evîndariyê me
Û li dawiya helbestê
Tîpeke kenok im.
Ji ewrên sipî dadirivim
Bi awirên fedok
Lêvên asîmên dikenînim
Li ser pelên zêtûnê xunav im.
Bi ava çeman re diherikim
li pêlên deryayê sîwar dibim
Ji rûbarên hestan pêldidim
Bi nêrgizên tî re diçelmisim
Bi solînên Buharê re dibişkuvim.
Belê…
Vejîn im… ez


RÛPELEK JI LÊNÛSA JÎNÊ

– 1 –
Azarî mîna solînên berfê
Bi aramî
Bi ser govenda demê de dibare..
Sekeratên şahiyê
Yên ji gewriya welatekî birîndar
Diherikin ser dêmên rojê
Û sirûdên koçberiyê
Yên her kêlîkekê
Li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin
Giyanan
Berve beyabanên bêzariyê dibezînin
Û çavên şevê nîvgirtî dihêlin.

-2 –
Belê..
Li welatê min
Kolanan stranên bêdengiyê jiber kirine
Deşt, gund û bajarokên me
Bûne darebest û mirin
Aso..
Kirasekî reş bi ser bejna xwe de berdaye
Û goristan jî hîn birçî ne
Buharê..
Xwe ji çîvçîva tilûran
Û kenê nêrgizan şuştiye
Û bi xemgîniyê ducan bûye.

Kal û pîran..
Milên xwe dane axînên payîzê
Kevirên çîrokên kovanbar
Di mistên xwe de dişon
Ayet û sifre-tekwînên mayînê dixwînin
Û li mizgeftan
Nimêja xelasiyê dikin.

-3 –
Keç û xortên ku ji pelandina zaroktiyê têr nebûne
Ji welatê şîrîn re canfîda ne
Keziyên xakê bi xwîna xwe hene dikin
govenda azadiyê gumreh dikin

Dayikan..
Piştên xwe dane dîwarên nîvhilweşî
Hêviyên sêwî
Di nav lepên jînê de dilorînin
Nameyên zarên sînor sotandine
Û zemîn guwaştine dixwînin
Malên wêran bûne
Malbatên pijiqîne
Karwanê pakrewanan ku her sibehê oxir dibe
Lehiya rondikan diherikînin
Lê çavên pandiyan li aso ne.

-4 –
Xwedêyo…!
Gelê min
Xewn û hêviyan di nav êgir de dipêçe
Keziyên gund û bajarên min
Bi tîrêjên eşqê şeh dike
Û bi vîna mayînê dihûne..
Bi ser çiyayên dilsoz de pal dide
Û li ber awaza xumxuma Ferêt û Dîcleyê û Efrînê
Bê jimar
Dîlana kul û derdan digerîne
Û çav her tim ber bi aso ne
Her tim ber bi aso ne.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ