"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çirûsk û Çiprîskên Heqîqetê – Mervan Serhildan

Li cîhanê şer e, ji hîbehîbe ar û agirên heyamê bablîsokeke tije ‘çîk û bela’ radibe û li hawirdora war û wargehan li nav hev digere; deq û nîşanên nexêrê ji Sêyemîn Şerê Cîhanê dipekin û wekî bizotên êgir nirxên mirovahiyê dişewitînin, stûnên jiyana civakî rûdixînin. Ewila van bûyerên dijwar şerekî nerasterê dimeşiya lê di 2001ê de şer û pevçûn ji rist û teşeya nixumî qetiyan, bi awayekî eşkere meşiyan ku heta îro domiya, niha jî bi rêbazên biyo-fizîko kîmyayî yên wekî Covîd-19 didome. Her çiqasî piraniya kurdan ligel ewqas geşedanên hejanker jî li xwe hayê nebûne, yan jî fahm nekirine ku çi diqewime; lê bi rastî xeter giran e, heqîqet dijwar e, hewar di ser pişta hewaran re hildide; xîzexîza çerxên qirbûnê li ser stûyê gelê kurd, feryad û fîgan e!.. Dagirkerên Kurdistanê li dora Plana Mestir a qirkirina gelê kurd civiyane; li dijî muktesebata gelê kurd bi awayekî teqezkirî, xwînî û bi hovkarî êrîşên çaralî pêktînin, dêran e… Lê siyaseta sivîl, nivîskar, rewşenbîr, zanyar û hunermendên kurd ji dêlva ku cîhanê rakin ser nigan, beriya ku ruh ji kurd û Kurdistanê here reşê bigihînin heft parzemînan; bi nexweşiya ermenên 1915an ketine, li hemberî heqîqetê dilicimin, dişewişin; di nav keftolefta rojane de bêserî, bêxwedî û bêxwedan tevdigerin, wêran e li min wêran e!

Dinya disincire, welat disincire, beden disincire; hîs û hest dibirijin, dimixmixin, çirûsk û çiprîsk ji hinavê dil dipekin; siyasetmedarên kurd gelo çima pirsên bingehîn nabersivînin, lê dema keysê dibînin pirs û pirsgirêkan bi lez û bez dinixumînin, bincil dikin; ezbenî berê analîz û şîrove hebû, rexne û xwerexne hebû, îro çima em ji heqîqetê direvin? Hinek siyasetmedarên ku ji DEP û HEP’ê û heta bi HADEP û HDP’ê serdemekê di qada legal a siyaseta gelê kurd de cih girtine, şaşitiyên ku dem bi dem hatine kirin li gorî xwe tînin ziman û rexne dikin jî, rexnegir tên reşkirin û mijar tên nixumandin, çirûsk û çiprîskên ku ji hestan dawerivîne, tên vemirandin; de ka îcar hûn bibêjin, wê rasteqîniya hejariya me çawa bê fahmkirin?.. Siyaseta kurd a legal bi sosretên burjuvayên biçûk û bi pragmatîzmaya çîna navîn bimeşe, bi mejî û dêhnê taşeron û mutehîtên pergalê tevbigere, gelo wê bêkêriya xwe û qedera civaka belengaz çawa biguherîne; nirx, norm, rêbaz û rêgezên manîfestoya şoreşa Kurdistanê rojê çar dana li ber textê têkçûnê biedilîne, bi hişmendiyeke serdest agirê şoreşa gel bicemidîne û bi helwesteke bêvîzyon li dû dînamîkên dagirkeriyê bigindire; wê çi biguherîne, çi veguherîne û wê çi damezrîne; carinan çirûsk û çiprîsk ji finda mejiyê mirov dipekin. Hejarekî sêwî di nezar û newalên Çiyayê Mazî de û bi ber asîmanan ve zêmar bi zêmar diqîre, kes nabihîze; dêran e dayê, dêran e!…

Hinek sazî û dezgehên kurd di bin nîrê dagirkerên bêperwa de, li ser xet û cuhên ku divê nirx û normên qedîm biparêzin; paşpê qor û beştên zimanê xwe dirûxînin: Tiştê ku piştî azadî, wekhevî û serxwebûnê divê herî kêm bi 40-50 salî û bi destên qîz û xortên ku di dibistanên azad ên kurdî de perwerde bûne û ji 4-5 nifşan nisilîne û herwiha hatine asta zimanzaniyê dikaribin bikin, ev sazî û weqfên ku bi destûra dewleta dagirker vebûne û di bin venêrîna dagirkeriyê de ne, bi destên hinek karmend û xebatkarên dewletên Dagirkeriya Rojhilata Navîn qalib, rêziman û rastnivîsa kurdî ya sedsalî biguherînin; mejî û dêhnê mirov di bin agirbarîna çirûsk çiprîskan de dimîne. Hinek kes û kûs ji ciyê cindî radibin, bi hişmendî û piştgiriyeke serwer, ‘bê ser û ber’ bi teşe û diyalektîka zimanê kurdî dilîzin, qaliban diguherînin, peyvên ku di nava sedsalan û hezarsalan de kelijîne ji hev dixeyidînin, bi lez û bez ‘bihê’ li ‘bê’ û ‘dihê’ li ‘tê’ siwar dikin!..

Ezbenî çirûsk û çiprîsk ji finda mejî dipekin û li qota serê Plana Mestir a dagirkeriya Bakur datînin, hemî deq û derzên tarî ronî dikin, hiş û hedefên plangeran kifş dikin, konsepteke tije êş û elem ku karesatên xwînî vedixwîne raberî çavdêran dikin: Planger hewl didin ku li Bakur kurd û Kurdistanê di nav sînorên du bajarên Botan de biasirînin; armanc dikin ku Amed, Mêrdîn, Ruha û Rojava ji Kurdistanê veqetînin. Na na, çirûsk û çiprîskên ku li kolana heqîqetê dizîzikin, nîşan didin ku planger dixwazin Kurdistanê ji Amed, Mêrdîn, Ruha û Rojava biqetînin… Li ser serê kurdan tofanek ji tofanên çirûsk û çiprîskan rabûye, li min hejar û neçarî, nexweşiya qirbûnê bi me, bi we û bi heqîqetê ve zeliqiye. Gidiyano, ma rewşenbîrên neteweyekê çerxa qirbûnê ya li ser ziman, çand û hunera gelê xwe çawa û çima nabînin; ma bi kîjan hesabî wekî ku serdest bin, wekî ku destbikar bin, wekî ku serwer bin bêfikar tevdigerin?

Carinan çirûsk û çiprîskên hinek neqeban mirov di curmê pirsnîşanan de dibirijin û bi mîrkutê hizr û ramînê dikutin û di wê çirkê de pirsnîşanekê di mejiyê mirov de cit dikin: “Ey dilsoz û dilxwazên kurd, em li ser xeta cotê qirbûnê û di bin nîrê dagirkeran de ne! Ger em rewşa xwe, çawaniya xwe û heqîqeta xwe ji bîr bikin û hewl bidin ku bi rista Hespê Ereb bibezin; ma em ê xwe jî, zimanê gelê xwe jî û dahatûya welatê xwe jî nelewitînin?

Carinan çirûsk û çiprîsk ji hestên sincirî, birijî û tije pirsnîşan dipekin û ji nişka ve finda mejî vêdixin; carinan lêgerîn û lêkolînên jiyanî, mirov bi çirûsk û çiprîskên çarenûsî re didin nasîn; bext roniya çirûsk û çiprîskan, çirûsk û çiprîsk jî remza bext dipêçin û kesayetên dilsoz li xwe hayê dibin, tarîtiya xwe ya hundirîn derbas dikin. Carinan hest vediguherin hesteyên êgir û roniyeke bêserî û bêdawî vedijin; carinan findên mejî ji devika serî derbas dibin û hawirekê, herêmekê ronî dikin, neteweyekê hişyar dikin, herwiha gilokên girêkûtkên welatekî vedirişin û rû û rasteqîniya reşkesên xapîner kifş dikin. Hercar çirûsk û çiprîsk venaguherin, carcaran jî mirov vediguherin çirûsk û çiprîskan, kom û civakên xwe wek meşaleya rûmetê hildigirin; bext, dilsozî û hestên hogirgerînê dibiriqînin. Carcaran mirovên findgerîn wekî lodên êgir bi pekan û vedana çirûsk û çiprîskan pêdikevin, dibirijin, diqelin; lê bi agirê hestên xwe tarîtiya ku kujer û înfazkerên rêgezan lê digerin, li roniyê vedigerînin û tevahiya sir û razên heyameke tije mij û moran guşî ber çavan dikin. Lê çi heyf e gelî hogiran, çi heyf; kifşbûna heqîqetê tu feydeyê nade kes û komên ku ji ilomatan waneyekê, îbretekê û şîretekê wernagirin. Çirûsk û çiprîskên heqîqetê jî bêkeys û devjihev dimînin!..

27.10.2020

Mervan Serhildan

NIVÎSÊN BALKÊŞ