"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Ehmedê Goyî

Ehmedê Goyî (nasname ahmet avcı) di sala 1970ê de  li navçeya  Qilabana Şirnexê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê heletê dixwîne dibistana navîn li Qilabanê dest pê dike piştî du salan, di sala 1981ê de bi malbatî  koçî mersinê  dikin.

MEDIM EZ

Bidengim pir bi aheng
Ne wendame ne bê deng
Xwedî dîrok û rûmet
Bi Al’a gewr bi sê reng

Medim ez hêz û quwet
Xwedanê dad û mûrwet
Di neqşînim newayan
Bi şox û şeng û dawet

Binêrin tev Cihanê
Bi şehrê Nuh û wanê
Bi şûnwarên Med’anin
Ci yê jîn û jiyanê


NAR’IM

Ev çend sale bê yar’im
Ji bo xwejî neyar’im
Bê cêj wek avek sar’im
Bê hêlîn û bê sitar

Nahêlin ji xwe hizkim
Helbestan rêz bi rêzkim
Gul û sorgul himbezkim
Sohtin deşta dil bû ar

Îro ji te pir dûrim
Dilopek l binê bîr’im
Kûrim bê ar difûrim
Neşê’m arê te b”kim sar

Arê vînê dikele
Can ji eşqê di hele
Sohtin dilê bilbile
Ar bı te ket ez bûm har

Tev rawestin l ber neyar
Bi helwest û bi biryar
Dest bidin hev tev herçar
Sarbikin agir ji yar


RO TARÎYE

Tarîye ro
Îro ro xeyrîye li ser welat
Roj û şevên meha reşemî reş û zilmat
Peya’yek Derwêşim diajom her bi kêferat
Rêka min dûr û tevde kemîn
Ditirsin ji fikr û ramanên wekî derya”yek şîn
Xeyalên min difetisînin, ji tirsa ronahîya çavên Zeredeştî.
Naxwazin gerdûn bibe şaneşîn
Li paş min xwe weşartîne, Brûtûs’ên dest li ser xencera jehrîn.

Ji çar hêlan dim dima dengê dahol’a Ehrîman.
Dengê kêftar û dehfeyan têtin tev ê ruvî.
Diranên xwe li min diqirçînin mêGur”kên birçî.

Qayros û xwedawendên tirsonek bûne kom
Xezeba nemesîs”ên Tirk û Ereb’ên pêxas
Kemînên wan gav bi gav, dişopînin li pey Derwêşê evîn.
Tevnên bêbextîyê ristîne ewên derewîn.
Dorpêçkirîne gerdûn, û tovê xirabîyê çandine li ser zemîn.

Erebos’ên dir, ser me bûne bazirgan.
Diforişin çekên xwe didin Hades’ên ji mar’an jehrîtir
Hiybrîs’ên Tirk û Ecem mil dane milê hev
Celadên çav ji pelên dojehê sortir.
Şûr li destan li hîviya destura Putên xwe sekinî.
Vampîrên ji xwîna min têrnebuyîn bi tarîtîyê keyfxweş.
Keminê’de sekinîne Hermes’ên Moğol,
da bi dizin dewlemendîya welatê zêrîn.

Ey prometheus,,, ka agirê serhildan
Ma tu kerr,,,,û korbûyî Themîs.
Ezim ez birayê we Helîos.
Min nehêlin li destê Furîna’yên diz û hîz.


STÊR

Awir dil kir birîn, çiye dermanê evînê
Rijiya ceger xwîn, xwê bike devê birînê

Dengê cengê têtin, were em tevde biçînê
Aşiq ar û pêtin, na tirsin qet ji mirinê

Pişt bide pişta min, biparêze bi Jinxasî
Sîngê min ji bo te, kelha dimdim ji risasî

Hîv derket j pişt ewran, min go qey tuyî l asîman
Stêr li çîyan kombûn, l’ber şewqa te girtin dîlan

Bejin wek sîpanî, ketîme tor û bextê te
Li çiyan şervanî, ez bibim çek û rextê te

Sing û ber bilindî, aşiqê kelh û birc”anim
Reş tarîde findî, lewma j bo te dilovan”im

Heger em azadbûn, li bejnê’ke çemçemê sor
Tev biçîn Newrozê, çav li beko’yan bikîn kor


RASTÎ BÊJIN

Gelo bes ferzên misilmana rojî û nimêjin
An Ereb û tirk û ecem nanê xwe pê dipêjin
Ey gellê kurdê misilman ka hûn ya rastî bêjin
Ma ne ecêbe bi navê xwedê xwîna me drêjin

Tev bibextîyê dikin li xwedê û pêxemberan
Berû vajî nîşanê me didin ayat û Qur`an
Hinek kurdjî tev pey wan diçin eynî wekê keran
Na fikirîn na hizirin ne wêrin rastîyê bêjin


ŞEŞ PERRÊN MIN

Bircên kelha min şeş in
Wek Berîtan keleş in
Ser rêya Leyla d”meş in
Şeş perîyên gulgulî

Pêşeroja welat e
Xîret û kêferat e
Wekî roja hilat e
Gula min ya ewilî( BERÎTAN)

Rinda min mîna hêt e
Hindur de ar û pêt e
Xumxum ji hêrsa wê tê
RONAHÎ ya vî dil î

QISMET jîr û zana ye
Bejin bilind yek ta ye
Rûgeş j”nûra Xweda ye
Gula baxêm hilhilî

ŞUKRAN enoşa min e
Ne bilind e ne kin e
Wek behrekê bêbin e
J”wê nîn gazind û gilî

EYŞAN gelek bi zehr e
Ji her tiştî bi behre
Gelek car zû diqehr e
Dijwar mîna filfil e

RÛKEN hêja mindal e
Porxelek dêm hîlal e
Ji bo min xweşheval e
Huba wê j”dil nizilî


TE ŞIKAND

Te kelha wan Hilweşand
Li himberê Rum û Rûs
Al meydanê daçikand
Eynî wek spartakûs

Me tu dîtî li qadan
Bi helwest û mêranî
Te berxweda li zindan
Tu xuherzê şêranî

Yek gotina te şikand
Çerxa diz û derewan
Te çok li wan lerizand
Li paytext û şehrê wan


ÇAR BÛN YEK.

Gelo kî dikare rojî bigire bê bawerî.
Kî dikare goştê laşê xwe bi helîne,
û rûhê xwe bide yekê mirî.
Kî dikare, agir sar bike bi bedena xwe.
Û li nav pêtên har dilanê bigire.
Kî dikare agir bitirsîne bi kenê xwe
Agir bi germahiya dilê wan cemidî!!!
Lê ferhat ji ar xeyîdî
Govend girtin tev herçar.
Agir ji xwe şerm kir nevemirî.
Beden bûn tov ketin axê, zîldan li deşt û beyar.
Li himber dijmin bûne zirî.
Dirandin herçar sînor.
Çarbûn yek.
Yek bû hezar.
Bilavbûn li çiya û bajar.
Temen biçûk gurçik wekî zinar.
Wek bazihan bûn çiyager
Tirs xistin dilê gemar.
Jiyan dan rûhên mirî.
Bûne çira û îda ne vemirîn.
Ronî dike, meşaleya ji rûne gulberojên zer.
Germ dike dilê zeriyên rû esmer.
Dest û dest gerandin ji bo kurdan kirin hewar.
Hewar hewar kurdno bibin yek nebin çar.


TU

Nizanim tu Arî-î, an ji Agirî
Te ar bi çiyê xistye, deşt jî dagir î
Pêt berdaye dilêmin, jê venamirî
Te xwest ez bi şewitim, lê nebim xwelî

Ro çavên kesk bibîne, da renk bigire
Heyva çardeh dernayê, yê bi xeyire
Goyî j eşqê bu bilbil, deng na şemire
Her j’bo te sûcde bikim, de bibim Welî.

Derya tev bifûrin, sar bikin Gerdûnê
Sar nabe arê min, nebîne çav şînê
Şîn nabe deşta dil, j kanî ne mijînê
Ma sohtin ne bese, wayê cerg jî kelî


QEY NABÎNÎ

Tîna pêsîra te dîlber, berf heland berfîn jêda der
L’himber cîhanê dikim şer, ji bo eşqa te didim Ser,

Derbên pêsîra min ketî, axînê nakêşim ji ber.
Nadim kes wilo rehetî, çavên dijmin jê tênim der

Qey nabînî l Heftenînê, ew evîndarên berxwedêr
Natirsin j ceng û kemînê, sîng kirin mertal li himber


KANÊ LALEŞ MELEKÊ TAWIS

Meha Tebaxê pir germ e
Kesê ne got eyb û şerm e
Kuştin pîr û zarok û Jin
Melek Tawis nehat serme.

Ji ber hovan em koçberbûn
Ketîn çiyan penaberbûn
Tev Jin û kal û mindalan
Ji tî û birçan bêzarbûn

Hingî em çûn çol û kevir
Taqet nema bikîn sebir
Man bê hewar û bê gazî
Bawerya min bi rêde mir

Şevên tarî man li çola
Tev têt dengê Hirç û Gura
Li dor me dikin zûrzûra
Hiş û sewda li me nema

Hingî em çûn qet deng nayê
L’ber ba ketîn wekî ka’yê
Keçan kezî tev qusandin
Ji derdê wan ketim ta’yê

Min hewarkir Êzîdxanê
Ne Şêx hatin ne jî Tawis
Min go kanê Rab û Xweda
Seba Ol’ê j’hev bûn cûda

Min got babo çî dewrane
Me ne zanî l me fermane
Tevde kuştin lawên laleş
Hirç û hovên Ereba’ne

Ne Mizgeft û ne jî Dêr’an
tiştek nekir ji bo Kurd’an
Bi nasihat û duayan
kes ne gihiştye miradan


Min sar e,
li ber agirê te yê har.
Destê xwe li avê dialînim,
Cemidîme ji ber awirên te ên sar.
Ji bê rehm’iya ewrên dilê te,
Wekî, kevirê li bin sîpêlê.
Li ber dilopên te her dinalînim.
ka çavên aso,
qey me nabîne.
Ji xwe, êdî ez bê hêlînim
Min tu dî’tî,
Ma ezê hêj çi bibînim.


BÛME ÇIRA

Ji bo eşqê perwaneme, pêt û şemalê digerim
Wa helîya hingivê min, j’bo sohtinê bûme şima
Were j’bo min bibe bihar, li ser pelên te biçêrim
Danişim ser kulîlkên sor, hingî bixwim nebê çima

Kanê perperîkên rengîn, va ji bo wan bûmê çira
L’dor min bigrin reqs û sema, de geş bibim ne temirim
Wer bibîn heval û bengîn, li hev nekin pend û vira
Ma nabînî ronî nema, ger j bo eşqê ez bimirim


HÎVÎ

Min digo qey tu derya”yî, noq bibim kûrahî”yê de
Avekê pak û meyayî, bibim masî di binîde

Hîvîme gulî l’daristan, hêlîn çêkim l ser çiqlê te
Dest û sîng l bilbil dirihan, hêj gul nedî li baxê te

Şems li xerbê dakete jêr, min go tê ronî dî şevê
De j’dîdara te bibim têr, agir bedenê nekevê


DENG

Dengê xwe xweşbike wekî ney û bilûrê
Mirî’yan tu rake ji xew eyn şibhê sûrê
Xwe berde jêr wekî avê j’sîpêlên bilind
Bighe erdê hişk û zuha hêj rê pir dûre

Arê xwe geş bike her wext de xweş bi kellî
Tama devê min bizane nemêne ke’lî
Xwe berde l ber bayê here tev bibe xwelî
Lê tu car’a ne vemire herdem bi fûre

Ma na bînî geya kerbeş d’bê ezim simbil
Tu deng nekî qir dibêje j xwe êzim bilbil
Şewqê bide bi vîna xwe ronî bike dil
Bibe zivlê l’nav zevya min de bibim tûre


MAR Ê TE

yarê mar ê xwe bê jehr’ke, de ne ş ki belûla l sînê
lêvan bi lêvên xwe muhr’ke, de tîn nebim ji evînê

rû yê gul her bi girnijin, tu hingê bilbil bibîne
ceger yê l ‘ber te pirijin, yê te ji dil bi hebîne

herdu şahînên min reşbin, çeşmên eşqê qet nebîne
kêrûşkên min ba”yê bigrin, li pey kewê nebezîne

goyî lal bi ji sewt û deng, j’ber gulên dî ne lîlîne
bazihên min bişkin ji çeng, l’kevokên gewr nealîne

ker ê min ê biesk û şir, barê te ser pişt ne dîne
herdem j bo te bike şikir, xwe li berte melisîne

şêr ê xwe j bo te kedî d’kim, da li ser te negirjîne
li ber te xwe nimiz bikim, xwe li sermin nehejîne.


Çavên nîgar nehêla hiş, hejand im wek çîq a qamiş
Bayê wê l ber xwe bir wek qirş, bi min leyzî wekî gogan

Tenê wê ten li min kir gij, hêlma arê wê kirim mij
Veçirandim wekî korij, kirim taq ê li ber lingan

Bejn û bala wekî pênûs, gerdena kêl sîs wek ûris
Li ser deşta wê sîngê lûs, nû bişkivîne herducan

Noqzirav e memik gurc e, dev û lêv wek gulan xunce
Şên û şeng e rû narinc e, kuşt im bi derbên mijangan

Şibhê Zîn a keça Mîre, birih kevan mijang tîr e
Dil da ber xencer û şûr e, lewma Goyî dike fîgan


 

Ji bir nekin…….

We Dest welatê xwe berda dil şikestî.
Lê ji bîr nekin ew şêren li hember neyar rawestî.
Zarokên şehîdan nehêlin mil şikestî.
Ew Keçên Ciwan nehêlin bê dergistî.
bila dayik û bav nemênin bê çar ber derê xelqê çaw şikestî.
ji bîr nekin koban maya bê av û nan.
Tev xirav buye zevî û xan
Lê drazin merxas ü aqidên Kurdan
Qîrîna Efrîne ji ber topên tirkan.
herin ser tirba arin mirxan
Fatihayekênbixwînin bi ser şehîdan.


MIRIYÊ WÊ ME

Ey jiyan dest jimin berde, êdî miriyê wê me
Pê here wê j min re bigre, an ezê mênim kêm e

Ger ew ne bi ezê hişkbim, wek darekê bêwî me
Ew nar nebe ezê sarbim, ji xwe perçeyek jê me

Jîna bê eşq erdê bejî, bê mirin ezê bê me
Ji narê te bibim rejî, dûrî lê ez ser rê me.

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ