"Enter"a basıp içeriğe geçin

Afirandin û Pêşketina Alfabeya Kurdî Kurmancî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) – Têngiz Siyabendî

Pêşgotin

Berî ku em li ser mijara lêkolîna xwe rawestin divê em berê xwe bidin û bi kurtahî binihêrin ku ka Kurd kî ne. Kurd yek ji kevintirîn gelên dinyayê ne ku li rojhilata kevnar de li ser axa jiyane. Li vir lazim e ku bala xwe bidin ser wê yekê wekî gelek neteweyên din ku di gel kurdan jiyan dikirin ji dîrokê wenda bûne an bi gelên din re asîmîle bûne. Di heman demê de kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî ne tenê ji hebûna xwe, lê belê ji zimanê xwe jî xwedî derketine û xelas bûne.

Li gorî dîrokzanan, bav û kalên kurdan yên neîranî eşîrên Gutiyan in, ku B.Z di sedsala 1-an de di nav eşîrên Mediyan de hêdî-hêdî heliyane bûne bav û kalên kurdên nûjen a bi navê Med,lê herwiha navên xwe yên etnîkî jî parastine:

K(g)utî,Kurtî, Karda, Kordûx, Gurdiyanî, Guranî, Gurtî. Ev navên ku li jorê hatin rêzkirin di berhemên dîrokzanên kevnar ên Ksenofon, Strabon, Ptolemeus û yên din, û her wiha di berhemên dîroknûs û erdnasên ermeniyan de jî derbas dibin. Navê welatê kal û bavên kurdan di nav xebatên dîroknasên Roman û Yewnaniyan de "Kordûyena", "Gordî", di nav dîrokzanên ermeniyan de "Warê Kordûxan","Kordêk",''Welatê Medan'' û hwd. Di dîroknasî û kronolojiya ermeniyan de Kurd wekî Med têne bîranîn. Çavkaniyên Asûriyan jî Medan wekî K(g)utî dihesibînin. Di derbarê cîhê rûniştina wan eşîrên Kardû de jî agahî heye, ku di sala 841-an de di navbera wan û leşkerên Farisan de şerekî dijwar çêbûye.

M. Çamçyan û X. Înçîçyan dinivîsin ku Kurd ji Medan pêşde hatine, ku ewana (kurd) bi navê Med hatine naskirin û wan re dibêjin Kurd û ew devera ku ew lê dijiyan jê re Kordux dihat gotin. Li gorî gelek zanyaran Mediya (678 B.Z - 550 B.Z.) dewletek Kurd bûye. M. Xorênatsî bi gelemperî behs dike ku Mediya li ser sînorê rojhilata Ermenistanê bûye.

Piştî ku Koroşê Faris padîşahiya Medan hilweşand û serdestiya Mediyan bidawî kir, gelek eşîrên Medan hêdî-hêdî ji çiyayê Zagrosê derketin û li çiyayên Ermenistanê bicîh bûn.

Hebûna Kurdan li Qefqasê 

Kurd her tim li Qafkasyayê hebûne bi taybetî li ser wê axê ku niha Azerbaycan tê binavkirin. Med bapîrên kurdan xwedî dewlet bûne li wir jiyana xwe derbas kirine û rola xwe jî lîstine. Bê guman hewcedarî bi lêkolîneke zanistî û kûr heye da ku hebûna Kurdan li Qafkasyayê bi zelalî şirove bike. Li gorî dîtineke gelêrî hebûna Kurdan li Qafqasê ji van sê hêmanên jêrîn ve girêdayî ye,lê divê em destnîşan bikin ku dîroka kurdên Qafqasyayê diha kevin e:

1. Kurd yekemcar li Qefqasê di sedsalên X-XI de di dema Mîrîtiya Kurd a Şedadîyan (951-1199)
de hatine bicihkirin.

2. Di serdema Şah Abbas de 24 eşîrên kurdên kurmancîaxêv ên Îranê ber bi Qefqasê hatin
dûrxistin. Bi vê yekê nifûsa kurdan a li Qefqasê zêdetir bû.

Bi taybetî di sala 1587 de nifûsa kurdên derdora Laçîn û Qerebaxê bi hatina van eşîran re zêdetir bûne.

3. Tête pejirandin ku vê carê ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê
Osmanî-Rûsan (1877-1878) û Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) tevgera hejmareke mezin a Êzidiyan berbi devera Qefqasê, nemaze Gurcistan û piştre Ermenistanê koçber bûne.

Zimanê Kurdan 

Pêwendiyên dîrokî yên ermeniyan û kurdan gelekî kevin in. Ev herdu miletên kevin ji mêj ve cînarên hevûdu bûne. Piştî gelek karesatên sedsalan jî dîsa dostaniya wan berdewam bûye û şahidiya vê yekê zargotina wan a zengîn e. Gelek serhildêrên Rojhilat û Rojavayî wek mîna Yewnan, Rom, Ereb, Tirkên Selcûq, Mongol û hwd di dîrokê de her tim hewl dane wekî zimanê Kurdan tune bikin,lê ser neketine.
Zimanê kurdî, zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye.
Hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine.Çawa ku bandora zimanê Ermen, Faris, Tirk û Ereban li ser zimanê kurdî hebûye wisa jî bandora zimanê kurdî li ser wan hebûye. Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Lê sedema herî mezin bêdewletbûn e, ku hîn jî bandoreke neyînî li ser pêşketina kurdî ya wêjeyî dike, lê divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20-an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû digel xwe anî. Beşek ji Kurdan ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok, çîrok, zargotin, stiran,destan,wêje û hwd. Piştî afirandina tîpên Kurdî gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin.

Kurdiya Bi Tîpên Ermenî

Ji bo wan kesan ku dixwazin derbarê dîrok,çand, zargotin û hwd a Kurdan lêkolîn bikin dikarin berhemên nivîskarên ermenî wek çavkaniyek pêbawer bikar bînin,nemaze xebatên dîroknasên ermenî yên sedsala navîn. Yên ku di berhemên xwe de nimûneyên zimanê gelê kurd, zargotin û wêjeyê jî bi transkrîba alfabeya ermenî parastine. Yek ji wan nimûneyên kevnar em di destnivîsa № 7117 ya Matênadaranê de dibînin. Dostê gelê Kurd, zimanzan H. Açaryan destnîşan dike ku ew di sedsalên X-XI de hatine nivîsandin.

Divê bê zanîn ku hejmarek ji mînakên kevn û dewlemend yên zargotinên gelê Kurd bi tîpên Ermenî
hatine nivîsîn. Berhemên navdar ên jêrîn jî bi Kurdiya tîpên Ermenî hatine nivîsandin: «Hemê Mûsê», «Leyl û Mecrûm» û strana «Mele Mûsî Seyran».

Di nav wan de balkêş in «Qandîlî Siyapûş û Heozbek», «Canbalî», «Hazim Axa», «Mîrza Axa,Telî Eyşa», «Siyabend û Xecêzerê», «Memê û Zînê», «Devrêşê Evdiyê Êzidî», «Hemûdê Şankê».

Hêjaye ku em xebata Komîtasê jî bibîr bînin ku ji bo tomarkirina stranên folklorî yên kurdî kiriye. Di
hejmara pêncemîn a «Berhevoka Etnografîk a Emînyan» de xebatên Komîtas ku ji 13 zargotinên Kurdî pêk tên wek mînak «Kuluk û Garo», «Mez û Zîn», «Sêvhacî», «Hemê Mûsî" û yên din hatine cîwar kirin.

Balkêş e orîjînalên wan bi tîpên ermenî hatine nivîsîn. Bitaybetî wergera Mizgîniya Metta,Lûqa,Marqos û Yûhenna pir balkêş e yên ku bi tîpên Ermenî û bi Kurdî di sala 1872-an de hatine nivîsîn. Divê bê zanîn ku ev yekemîn wergera berfireh e di dîroka wêjeya kurdî de. Bê guman ger serpêhatiya Kurdiya bi tîpên Ermenî di dîroka wêjeya kurdî de xwedan cihekî girîng be.

Afirandin û pêşketina alfabeya kurdî li Sovyeta Ermenistanê de dikare li ser sê qonaxan de dabeş bibe:
1. Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) - 1921
2. Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov - 1929
Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944

Alfabeya «Şems» ya Lazo (1921)

Piştî hilweşandina Împratoriya Rûsyayê û bi Şoreşa Cotmehê li seranserê Qafqasyayê bo gelên
kêmjimar gellek derfetên xwebûnê, nexasim jî di warê çand û hunerî de, xwe didin der. Di navbera salên 1920-37’an de bi taybetî li Ermenîstanê ji hêla hikûmeta Bolşevîkan û alîkariya hin zanayên ermen ên ku bi kurdî zanibûn, di warê xwendin û nivîsandinê de li dibistanên kurda tevdigerin. Di vê heyamê de yekem car di sala 1921’ê de ji hêla hikûmetê ve dibistanên seretayî û gellek navendên xwendin-nivîsandinê tên vekirin. Ji hêla Hakob Xazaryan (Lazo) ê ermen ve bi navê ‘Şems’ pirtûka dersê ya bi alfabeya ermenî, lê bi kurdî tê amadekirin. Lazo di pêşgotina pirtûka «Şems» de dibêje dike ku rastî gelek tengasiyan hatiye. Berî amadekirin û çapkirina vê pirtûkê demekî dirêj fikirîye ka li ser kîjan bingeha zaravayên kurdî alfabeya xwe amade bike. Di pêşgotina xwe de berdewam dike û dibêje ku li me xweş hat ku em zaravayê Kurmancî hilbijêrin. Pişt re xwestiye li ser bingeha tîpên latînî,erebî û fînîqî alfabeya kurdî çê bike,lê dibîne ku ew yek dikare bibe sedema hin tengasiyan û tîpên ermenî bikêr û baş dibîne. Bi vî awayî alfabeya kurdî ya yekemîn li ser bingeha tîpên ermenî amade dike.

Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov (1929)

Di sala 1925-an li Lenînakana Ermenistanê de ji bo kurdên ji welatên wek Azerbaycanê, Gurcistanê,
Turkmenistanê we derbareyê jiyîna civakê û her wekî din konferans tên lidarxistin û tê de li ser çend mijaran gotûbêj tê kirin. Di biryarnameyên kongreyê de her wiha pêwîstiya rakirina nexwendewariyê ûşandina keçan bo dibistanê jî hatiye destnîşankirin.

Kongreya jorîn biryar dide ku ji hukumeta Ermenîstanê daxwaz bike ku alfabeya kurdî ya li ser bingeha tîpên ermenî were rakirin û alfabeyeke din li ser bingeha tîpên latînî were çêkirin. Alfabeya Lazo ya bi navê Şems ku li ser bingeha tîpên Ermenî di sala 1921 an de hatibû amadekirin heta sala 1928 an di dibistanan de dihate bikaranîn.

Lê belê divê em destnîşan bikin ku hin kêmasî û şaşiyên wê pirtûkê hebûne. Ji ber wê yekê jî daxwaza alfabeyeke nû tê kirin. Hikûmeta Ermenistanê ew pêşniyar red nekir û ferman da ku alfabeya nû were amadekirin.

Di sala 1926 an de Erebê Şemo û Îshaq Morogûlov projeyek nû ya alfabeya latînî ava dikin. Ev jî di sala 1929 an de li Bakûyê tê pejirandin.

Di heman salê de, pirtûka “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi”(Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî) tê çapkirin û weşandin. Êdî ji sala 1930-an û vir de gelek pirtûkên wêjeyî,perwerdeyî, zanistî,felsefî û hwd têne çapkirin.

Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî (1944)

Piştî demekê ji hêla Stalîn ve alfabeya latînî ya kurdî tê qedexekirin û li şûna wê alfabeya kirîlî cih digire. Di sala 1941’ê de hikûmeta Ermenîstanê biryar dide ku alfabeya kurdî bi kirîlî bê amadekirin û bo vî karî jî Heciyê Cindî tê peywirdakirin û di sala 1944’an de alfabe tê amadekirin, ku bi dehan sal xwendekarên kurdî bi vê alfabeyê hatin perwerdekirin.

Di vî karî de nivîskarên ermenî G.Xapantsyan, H. Açaryan û hinek ên din û herwiha nivîskarên kurd wek mîna W. Nadirî,E. Evdal û N. Maxmûdov jî bûn alîkar. Heyanî di van salên dawîn de jî pirtûk bi tîpên kîrîlî dihatin çapkirin.

Çavkanî:

1. X. Abovyan, "Kurd, Êzidî" (bi ermenî), 1986, Yêrêvan.
2. A.Û. Derboyan, Çêkirin û Pêşketina Kurdiya Wêjeya Li Ermenistana Sovyetê de (bi ermenî)
3. Hecîyê Cindî, Akademiya Zanistî ya Ermenistanê, Zanistên Civakî (bi ermenî) № 5, 1962
4. V.A. Baybûrdyan, Peywendiyên Ermenî û Kurdan di Împaratoriya Osmanî de (bi ermenî), Yêrêvan-1989
5. X.M. Çatoyêv, Kurdên Ermenistana Sovyetê (bi Rusî), Yêrêvan, 1965
6. N.X. Maxmûdov,Gelê Kurd (bi ermenî), Weşana Dewleta Ermenistanê, Yêrêvan, 1959
7. K. Çaçanî, Dîroka Çapemeniya Kurdî "Rya Teze" 1930-1955 (bi kurdî), Yêrêvan, 2008
8. Pirtûka «Şems» (bi ermenî), Êcmiyasîn,1922
9. “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi” (bi ermenî) ,Î. Marogûlov û E. Şemo, Weşanxaneya
Dûgelî, Yêrêvan, 1929
10. L.G. Xaçêryan, «Teoriya Pêjdahatin û Pêşketina Ziman li gorî Vardan Arêvelsî»

NIVÎSÊN BALKÊŞ