"Enter"a basıp içeriğe geçin

THALES, ANAXIMANDROS Û ANAXIMENES – Çorê ARDA

Thales niştecihê Miletos’ê ye, (B.Z 624- 546) de jiya ye. Thales berî her kesî ‘’Pêgirtina Rojê welew Rojgirtinê’’ dihese û radigihîne. Yanê berî her kesî vê bûyerê hîs dike. Ev pêşdîtinek zanyariyê ye. Feqet, ev ji bo wî ne nişîdê dehabûnê bû, ji ber ku Lydîa-Mîletos bûbûn yek û ji hêlkê ve jî ji hêla çandê Lydîa-Babîliyan têkiliyan wan bi hevdu ra hebûn. Stêrknasên Babiliyan “Pêgirtina Rojê welew Rojgirtin” li gor serdemên esasên 19 salan jixwe dîtibûn.”Pêgirtina Hêvê an jî Hêvgirtin” jixwe tam pê dizanîbûn û dîtibûn. Yanê Babiliyan gelekî ji stêrnasiyê fêm dikirin. Lê ji ber ku “Pêgirtina Hêvê an jî Hêvgirtin” hêlek wê xuya dibû û hêlek wê nedixuya loma ji ber vê sedemê pirsgirêk derdiketin holê.

Feqet, ne Thalesî, ne Babiliyan nizanîbûn ji bo çi “Pêgirtina Tavê an jî Hêvgirtin” gergerok e, an jî dizîvire. Li gorî gotina, Thales li Misirê geriyaye û disîplîna Geometriyê ji wir haniye Grekê. Thales, li Yewnanê ji nav heyşt zanyariyan jê yek ew bû. Peyva Thalesî dike zana an jî wî pêş ve derdixîne ev e: “Tişta en baş Av e.” Li gorî Thalesî erd li ser avê ye, hemû bireser ji avê za(welidî ye) ne.(1) Li gorî Thalesî, hilma avê a weke gazê û cismên hişk(yanê yê ku neheliyayî) ên weke cemedanan de ava rohnbûyî-tîrbûyî heye. Ji ber vê yekê ev tişt dibe sedema du cûreyên hebûnê. Wê çaxê hebûna hertiştî “av” bixwe ye.

Thales, livê, guherînê û bûyînê, ji bo hebûnê weke taybetiyek hewcedarî dipejirîne. Lê ji hêlkê ve di binê guherînê, livê û bûyînê de li tiştekî “nayê guherandin” heye an na li wê digere. Yanê li cewherekî timî wek xwe dimîne digeriya, li ser vî esasê dirawestiya û ev pirs ji xwe’r sewal dikir. Talî Thales him ji guhertinê bawer dikir-dipejirand, him jî ji tiştekî ku tim weke xwe diminî bawer dikir.(2) Bikurtasî di esasê perspektîfa Thalesî de, her çiqas tişt biguhere, veguhere û dagere jî talî di hemû guhertinan de cewherek heye, ew kakil jî av e.

Thales feylesofekî Dibistana Mîletosê ye, heta feylesof û zanyarê ewilî tê pênasekirin. Li gorî feraseta Thales Arkeya hemû tiştî ji “Av”ê dizên, cewherê hertiştî “Av” e. Yanê her tişt diguhere-vediguhere, lê talî di hemû guhertinan de, binyada wan celebên “av”ê ne, ango ji avê dizên. Thales, hemû guhertinan li ser esasê elemanta avê radiwestîne. Hebûn û xwezayê li ser vî esasê avê radiwestîne, ango hemû tiştên li ser dinyê ên heyî gişan dixe hundirê perspektîfa xwe’y “Av”ê . Hebûn ji avê tê, ger av tune be, wê çaxê heyîn jî dê tune be. Thales avê ewilî weke vejîna dinyê-xwezayê û paşê weke bingeha vejîna mirovan dibîne. Ji ber ku av tune be, ne Zoolojî, ne Antropolojî û ne Botanîk diwelidin welew dijîn. Av, him xeterebûnê, him jî hewcedarbûnê di dawa xwe de kedî dike.

Ji bo jiyandina kirde-bireseran û hemû zindîyan elementeke krîtîk e. Mînak, av dikare hemû tiştan bide berxwe, her tiştî li bin guhê hevdu bixîne, baran ji avê dizê ger bahozek xurt çêbibe an jî şekeliyek çêbibe dikare gelek tofana bi xwe ra bizeyîne. Hewcedariya wê, ji xwe diyar e, ger av tune be, ne însan, ne teba, ne şênayî diminin. Gişên ew ê hişk bibin. Cihê ku ji avê dizên an jî cihê ku şil in: Behr, gol, robar, cihê nermijokî, cihê kevzokî, cihê kufikî …hwd van têgihan hinek nexweşiyê bi xwe ra diafirîne, hinek jî ji bo ekolojiyê gelekî pêwist e. Heta ji bo jiyanê di dikeke herî bilinde ye.

Av hilberîne, ger hilberîn tune be wê çaxê zûwabûnê pêk bê, her der zûwa û hişk bibe, wê çaxê hilberînê jî têk biçe, ev jî tê wateya dawiya dinyê. Talî Thales bi perspektîfek xwezayî li avê dinêrî. Mînak: Heger peykerek li holê be, divê ev peyker ji hin tiştan hatibe afirandin, loma Thales divê ruhê vî peykerî av e, yanê anatomî û cevherê peyker ji avê dizê. Xweşikbûna bedena peyker, şiklê wî, hemû alavên ku tê de hatiye şixulandin giş ji avê dizên. Esil di Talesî de “Av” xweza ye û xweza jî Xweda bi xwe ye.

Anaximandros:
Anaximandros feylesofê mîletosê yê duyemîn e. Di der heqê zayina wî de tiştekî diyar tune ye. Anaximandros, wek Thalesî nafikire ew li gorî bêjinha hişê xwe nêrîneke din derdixe pêş û dibêje cewhera heriştî “Bêpêşî-Bêdawî” ye.
Li gorî Anaximandros pîvana “Hewa’yê, Av’ê, ya Êgir” diyarde ye. Her element bo Împaratoriya xwe berfireh bike her daîm dişixulin. Lê tim di navbera wan de pîvaneke bêgavî heye, an jî zagonek xwezayî di têkiliya wan de hene. Yanê Anaximandros dibêje ger av tenê cewher be, wê çaxê divê av di her tiştî de gerek deshilatdarbûya, gerek elementên din têketina bin hikumdariya elementên din. Feqet, element berevajî hevin, agir dikare avê bitefîne, ji ber vê yekê jî tenê elementek nikare bibe deshilatdar an jî bibe abadîn.(3)
Li gorî Anaximandros, divê tiştên li dorhêla xwe em dibînin cûda û cûrbecûr in. Tiştekî weke avê bi sînor û taybetiyên bisînor di xwe de bihewîne, îcar çawa dikare tiştên cûda û cûrbicûr di dawa xwe de xwedî bike, heta beravajî hev in. Mînak; êzing dişewite, lê li gorî feraseta Thalesî ev tişt (yanê şewitandin) jî, teşeyeke ava tîrbûyî ye. Feqet, av naşewite, berevajî tiştekî vedimirîne. Wê çaxê tiştekî weke agir dişewitîne ew ê çawa ji avê çêbûbe, an jî ew ê çêbibe. Agir, ew ê çawa bibe çeşnekî avê. Anaximandros vî tiştî weke notr dibîne û dibêje; ya/ê ku hebûyî divê hîna ji hev veneqetiyayî û ji hev necûdayî ne weke “Abadîn, bêsînor û nediyarbûyî ye” ji vî tiştî ra jî dibêje Apeiron.(4) Di vir de diyalektîk derdikeve ber sifra çavên me yanê guhertin, vajîbûn, dagerîn ango li gorî Hegelî her tişt ji tez-sentez-dijtezê pêk tê…hwd. Yanê ger yek tenê deshilatdar be, divê ên din gerek ji holê rabin, hemû element bi hevre bi awayekî dîyalektîk pevre girêdayîne, têkiliyên wan bi hevdu ra hene. Li gor nêrîna Anaximandros, esasê afirandina xwezayê an jî a dinyê ji bêpêşî(îlksîz) û ji abadînê(sonsuz) dizên.

Anaximenes:
Ev feylesofê dawiyê ye, ew jî feylesofê dibistana Mîletosê ye. Jidayîkbûna dîroka wî baş ne diyar e. Li gorî feraseta Anaximenes kakilê her tiştî “Hewa”ye. Feqet, li gorî Anaxismenes, Hewa” di hundirê êgir de diparzûne(süzülmek) û dûre tîr(yoğunlaşma) dibe vediguhere avê, her ku tîr dibe vediguhere axê-keviran, li gorî feylesofê me dinya weke maseyek girovere û hewa her tiştî dipêçe an jî hawîrdor kiriye. Yanê di nerîna Anaximenes de jî bingeha hertiştî ji “Hewa”yê hatiye(5)
Talî her sê feylesofên “Dibistana Mîletosê” li ser têgihên xwezayê ramiyane, loma bi xwezayê dest pêkirine û ketine rê û di vê rêwitiyê de her sêyan ji xwe ra lêkolîn, pirs û ramînên xwe afirandine, ji bo ku xwe bigihêjîne heqîqeta hebûnê.

Thalesî, “Hebûn û Vejîna” her tiştî di “Av” ê de dî ye.
Anaximandrosî, “Hebûn û Vejîna” her tiştî di ( pîvana hersê elementan û bêpêşî-abadînê de dî ye.
Anaximenesî, “Hebûn û Vejîna” her tiştî di “Hewa”yê de dî ye.
Heraklitosî, “Hebûn û Vejîna” her tiştî di “Agir” de dî ye.
Empedoklesî jî “Hebûn û Vejîna” her tiştî di “Ax”ê de dî ye.
AV: tiştekî şil e, nedawî û nermayî ye loma dibe sedemên gelek talokeyan. Xetereyên ji avê diafirin: Kûfik, bahoz, lehî û şekelî… hwd. Wê çaxê li gorî van têgihan “av” heman demê de deshilatdariyê di xwe de vedihewîne, gava şekeliyak an jî bahozek rabe ew ê gelek tiştan bide berxwe û biherimîne.Deshilatdariya avê tenê ji van tiştan nayê gava av tune be, wê çaxê hemû zindî ew ê hişk bibin û bimirin. Dêmeg av him deshilatdariyê , him jî hewcedariyê di xwe de vedihebîne. Av, deshilatdarê xwezayê ye û perçeyekî xwezayê bi xwe ye. Av, deshilatdarê mirov, ajalan û şênayê ye. Vana giş koleyên avê ne. Wê çaxê av tune be, hilberîn jî dê ji holê rabe, a ku hilberînê dizeyîne dîsa av bixwe ye. Welew mirov dikare wiha bêje pêdiviya hilberînê ji avê heye. Av, çiqasî xwedî hilberîn be, ewqas jî talokeyên wê henin. Av, bi serê xwe elementeke dîyalektîkê ye. Bi kurtasî “av” ji bo hemû jiyanê hewcedariyeke herî giring e. Ango Av=Jiyan e.

AGIR: Ev têgih ji bo jiyanê him xetereyan, him hewcedariyan di kozika xwe de xwedî dike. Agir tiştan zûwa dike, yanê tiştekî zûwabûnê di xwe de dihundirîne, lê av beravajî êgir e. Agir têgiheke ronahiyê-germbûnê û zûwabûnê ye, agir jî têgiheke deshilatdar e welew xurtbûnekê di dawa xwe de xwedî dike. Esil her sê element jî him deshilatdar in û him jî ji bo heyatê hewcedar in . Ger agir bi ku cihî keve, ew cih dibe pîşot û talan, yanê zûwa dike tiştekî li pê xwe nahêle, lê biqasî avê pêwistiya êgir ji bo heyatê hewcedar e. Ji ber ku bo xwarinekê, bo ewlehiyê, bo germbûnê, ji bo ronahiyê… hwd pêwistêyên êgir pirr in. Ango Agir=Jiyan e.

HEWA: Çawa Agir û Av him xetereyên wê û him jî hewcedariyê wê hebûn bo Hewa’yê jî heman tiş derbasdar e. Ger mirovek an jî zindîyek di atmosfereke bêhewayî de bimîne teqez ew ê bimirin û şîn nebin. Lê hewa li gorî herdu elementên din hîna hewcedariya wê heye, ji ber ku mirov an jî heywan dikarin heta demekê bê av û agir bisekinin, feqet hewa ewqasî derfetê nade mirovî û hemû zindiyan bêgav dihêle. Talî hewa jî di jiyanê de deshilatdar e. Lê bê hewa nabe. Ango Hewa=Jiyan e.
Welhasil her sê element ji bo jiyanê di roleke krîtîk de ne. Nefesa jiyanê her sê element in û hemû zindî koleyên van her sê elementa ne. Loma ji hêla hewcedariyê û xeteriyê deshilatdar in.

Ji ber vê yekê her sê feylesof ji ber hewcedarî-talokeyên wan elementan dibe ku her sê elementên heyatê deshilatdar dîbin. Talî her sê feylesofên dibistana mîletosê li gor xwe li ser ramiyane, tez-sentez û dijsenteziyên xwe berbiçav kirine. Ev tê vê wateyê ku di lêkolînên xwe de feylesofên xwezayê an jî feylesofên xwezaperest çav deshilatdariya xwezayê ketine û hêdî hêdî pirs, meraq û hwd bi wan ra afiriye. Têgihiştine ku Xweda element in. Xweda di her sê elemantan de ne. Wê çaxê ên ewilî xweza afirandiye dibe ku hikumdarê xwezayê be? Jixwe xweza bixwe Xweda ye . Talî her sê feylesofên me ji bo wan Xweda elemantê wan in. Pirraniya wan li ser hêmayên weke stêrk, stêrknasî, hîv, roj, av, hewa, agir, ax û hwd rawestiyane…

Çavkanî:
1)Bertrand Russell, Dîroka felsefeya Rojava, Cîlda yekemîn,Werg,Muammer Sencer,Weşan,Say r,127-128
2) Prof.Dr.Ahmet Arslan ,Destpêka(Têketina) Felsefê,Weşan ,Vadî, r,63-64
3) Bertrand Russell,Dîroka Felsefeya Rojava, Cîlda Duyemîn,Werg, Muammer Sencer,Weşan,Say, r,129-130

4) Prof.Dr.Ahmet Arslan ,Destpêka(Têketina) Felsefê,Weşan ,Vadî, r,63-64
5)Bertrand Russell,Dîroka Felsefeya Rojava,Cîlda Yekemîn,Werg,Muamer Sencer,Weşan,Say,r,130-131

 

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ