"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Fethî

Fethî helbestvaneke kurd e. Navê wî yê rastî Ebdulfettah û paşnavê wî jî Yazici ye.Li derdora xwe û li herema ku lê dijiya bi navên Mela Ebdulfettahê Hazroyî û Hecî Seyda dihat naskirin. Seyda Yazici di h. 1310/ m. 1892an de li Taxa Camiya Hazroya ku di wextê xwe de girêdayê Farqînê bû hat dinyayê.  Sibata sala m.1975an de li Hazroyê wefat dike.

Ey sa‘iyê rahê namê name
Me’murê bi emrê mîrê xame

Kana guheranê raz û esrar
Ceyba dil û ‘eqlê pir ji exbar

Wuslet dihê razê her feqîran
Yek yek bi huzûrê şah û mîran

Hifza te Xwedê bike di her gah
Bilxase ji te‘b û afeta rah

Rabe tu ji xakê pakê Hezro
Purs ke reh baregahê Xusro

Qesda der cilwegahê şeh ke
Rewşen xwe bi tel‘eta çu meh ke

Deyne tu dusedhezar merqî
Perwaz ke aşiyanê ‘enqa

Paşê tu kerem ke hezreta mîr
Şayesteyê text û tac û teqdîr

Zîbende bibe bi hezre pak
Ferxende bi tel‘eta şerefnak

Şayeste bike tu ihtiramê
Destbeste bike tu hem selamê

Tûtî sifetan şeker şeken be
Bulbul sifetan xeber hesen be

Bêje ku cemî‘ê ehl û cîran
Têkda rehetin bi heqqê Quran

Bil-cumle divêtin selameta te
Daxwazî dikin se‘adeta te

Paşî bi du‘ayê lebkuşa be
Leb pur ji medîhe û sena be

Bêje tu mudam kamiran bî
Bedxahê te jar û natuwan bî

Şaxa fereha te serwê azad
Esbê emelê muti‘ û munqad

Der baxê mehafilan tu gul bî
Nik ehlê dilan tu ehlê dil bî

Dînê te durist û mulkê abad
Cismê te sehîh û sax û dilşad

Sergerm bibe bi van meqalan
Serbest bibe di nav hevalan

Lakin mede teb‘ê pake imlal
Imlal nehin muwafiqê hal

Dîsa bike ‘erzê ‘izz û hurmet
Teqbîl bike zemînê xidmet.


Bi can û dil dema min te hebandî
Ji xwe came wekî gul min qetandî

Di baxî da gula rûyê te dîtî
Dibêm ez xunçe lew came dirandî

Kesî dî qameta re‘na û nazik
Yeqîn selwa ciwan ya rûh û can dî

Ji destê wê nikarim can xelas kim
Ji destê min te çawan dil revandî

Bi qewlê van bedendîş û neyaran
Dilê yaranê safî dil şikandî

Bi remz û awirê çavan dilê min
Hezar şîşê di sor têda tewandî

Bi pêta agirê hicranê cansûz
Hinav û cerg û dil têkda kewandî

Te carek guh nekir yek nalê min
Eger çi ser bi keywanê gihandî

Gelek caran di rê da Fethî bû xak
Çi fayde ku te damen jê kişandî!


Dinalim bi sewtek hezîn û bi zarî
Bi feryad û efxan û pir bê qerarî

Bi roj û şevan û sehergah û salan
Dikêşim hezar hesret û ustuxwarî

Nehin ku kes halêm bibêje hebîbî
Leqed za‘e ‘umrî we zaqe istibarî

Ferifqen bisebbi helî fil-xeramî
Be‘îdun ‘enil-xillî zîl-inkîsarî

Xeda mustehamel-fuadî ze’îfen
Enil’eqlî wel-fehmî wel-derkî ‘arî

Erûmu qudûmel-hebîbê fe ezha
‘Ukufet terîqî me‘el-iftîqari

Feyaleytenî zerretun iz tecellet
Bimeşriqi weslin biza el-ihtîqarî

Fee‘lu iza ma eraha te‘alet
We illa esir ma’il elinxidarî

Le‘ellî efuzu bima qed erumo
We men rame faze bihî bîntîzarî

Bi zare binale tu Fethî ji derdan
Xweşe ji derdemendan nalîn û zarî.


Gelek îro birîndar im ji hicra Hezretî Sanî
Gelek mecrûh û bîmar im gelo kan Hezretî Sanî

Feqîr hal im xerab mal im esemm û ebkem û lal im
Ji hicra yarê bê hal im gelo kan Hezretî Sanî

Dilêm sohtî ji hicranê ji hicra şêxê dîwanê
Esîr im ez di zindanê gelo kan Hezretî Sanî

Gelo kan rehnumaya min delîl û pêşewaya min
Tebîb û muqtedaya min gelo kan Hezretî Sanî

Xwuya nabit şepala min hebîb û hem delala min
Ziyabexş û şemala min gelo kan Hezretî Sanî

E nabînim cemala wî feqîr mame ji wisala wî
Dikim her dem xiyala wî gelo kan Hezretî Sanî

Rewaca mulk û millet bû ziyaya dîn û dewlet bû
Belê şêxê şerî‘et bû gelo kan Hezretî Sanî

Ji bo qelbê murîdan e nehin wek wî tu Loqman e
Di mulkê dil de sultan e gelo kan Hezretî Sanî

Di babê lutf û rehmê da di halê ‘ilmê qelbî da
Nebû wek wî di dewrê da gelo kan Hezretî Sanî

Di babê fezl û ‘irfanê nedî min wek te xaqanî
Te‘alellah ji ihsanê gelo kan Hezretî Sanî

Heyat û raheta dil bû di nav sahib dilan gul bû
Di zikrê heq de bulbul bû gelo kan Hezretî Sanî

Bi dil behra me‘anî bû bi husnê mahê Sanî bû
Ji mewla ermexanî bû gelo kan Hezretî Sanî

‘Eceb zîba û re‘na bû ‘eceb şox û dilara bû
‘Eceb mehbûbê mewla bû gelo kan Hezretî Sanî

Bi xemze afetê can bû bi qamet serwê bostan bû
Bi xedd û rû gulistan bû gelo kan Hezretî Sanî

Hebîbê rûh û hem can bû tebîbê dax û derdan bû
Binefşa baxê werdan bû gelo kan Hezretî Sanî

Bi ismê xwe Ziyadîn bû bi cismê xwe Ziyadîn bû
Ziya û rewneqa dîn bû gelo kan Hezretî Sanî

Çi xweş heblul-metîn bû ew çi xweş misbahê dîn bû ew
Çi xweş i‘zazê dîn bû ew gelo kan Hezretî Sanî

Mehellê sohbeta dilber ji baxê cennetê xweşter
Weqara wî ji wî geştir gelo kan Hezretî Sanî

Şev û roj û sehergahan dikêşim hesret û ahan
Ji feqda mîr û hem şahan gelo kan Hezretî Sanî

Di mulkê xem şehinşah im ji kerban Yusûfê çah im
Şeva tariyy û hem mah im gelo kan Hezretî Sanî

Ketim vê zulmeta hicran wekî Bîjen di nêv zindan
Kuda çû Ristemê Kurdan gelo kan Hezretî Sanî

Kuda çû nazenîna min enîs û xemrevîna min
Nehin kes dilhebîna min gelo kan Hezretî Sanî

Feqîr û jar û ‘uryan im di nava pêt û nîran im
Herîqê narê hicran im gelo kan Hezretî Sanî

Gelo kan Hezretî nûrîn celîsê mesneda Nûrşîn
Xwedanê ‘izz û hem temkîn gelo kan Hezretî Sanî

Celîsê mesneda dil bû di baxê dil de ew gul bû
Ji ber feqda wî dil kul bû gelo kan Hezretî Sanî

Ne tenha dil ji ber bû kul kete deşt û çiya xulxul
Dibêjin tev wekî bulbul gelo kan Hezretî Sanî

Hinek bûn xa’if û ha’il hinek bûn ‘aşiq û ma’il
Ji kar û kesbê bûn ‘atil gelo kan Hezretî Sanî

Hinek bûn mest û hem sekran hinek bê xwab û bê xew man
Hinan soht agirê hicran gelo kan Hezretî Sanî

Ji bayê hicrê rûzer bûn ji dil ah û enîn der bûn
Çiku bê yar û dilber bûn gelo kan Hezretî Sanî

Nebû qet kes tesellî ke ku qelbê wan teherrî ke
Ji daxan wan teberrî ke gelo kan Hezretî Sanî

Çiku sebra dilan sed ah gula gulzara fethullah
Ji pêşve ‘ezm kir ev rah gelo kan Hezretî Sanî

Di şehraha liqayê da bi bal şehra beqayê da
Sulûk kir wî firaqê da gelo kan Hezretî Sanî

Firaq da yar û eshaban esef da dost û ehbaban
Meşî çû kûhê mehtaban gelo kan Hezretî Sanî

Gihan nik merqeda ‘alî der û dîwan kirin xalî
Ji derdan dar û ber nalî gelo kan Hezretî Sanî

Mela û şêx ‘Elaeddîn Selîmullahê şemsa dîn
Çewan dê ew bikin teskin gelo kan Hezretî Sanî

Çewan dê ew tehemmul kin çi reng dê ew texaful kin
Heqe da’im texelxul kin gelo kan Hezretî Sanî

Xwedawenda tu sebrê de tu ihsan û tu lutfê de
Demadem feyz û rehmê de gelo kan Hezretî Sanî

Derê şahan mehêl vala ji qutb û xews û ebdala
Ji nalîna xwedan hala gelo kan Hezretî Sanî

Cemaluddîn û hem Baqî di gel tanê leb saqî
Bide wan tu meya baqî gelo kan Hezretî Sanî

Di ‘ilmê batin û zahir bigîn wan rutbeya axir
Di dehrê wan bike nadir gelo kan Hezretî Sanî

Di xeyn û şîn û mîm û ba li Fethî huzn û şîn serda
Reha ke wî ji van derda bi heqqê Hezretî Sanî.


Hewar e hey hewar e min ji vê qêrîn û xewxayê
Nema min quwwet û taqat ji hicra wê dilarayê

Ji ‘işqa wê şekerxayê nikarim ez tehemmul kim
Kû da çû ye xuya nabe delal û xûb û zîbayê

Ji hicra nazenînan min dil û can û ciger kûl bû
Di dil hil bû qewî narek ji şewqa bejn û balayê

Dema wecha munewwer tête fikra min dibim serxweş
Dibim medhûş û bêhiş ez ji fikra çeşma şehlayê

Kete ‘alem enîn û nale û feryad û hem efxanem
Seraser bêheş û mestin ji wan keyfek qewî nayê

Ji qelban derketî keyf û fereh dil ma dinalînî
Nema qet lezzet û ‘uşret di piştî rûyê seydayê

Çi san dî dil museffa bit çi san dî dil muferreh bit
Di piştî rûyê seydayî nemînim ez li dunyayê

Fixan û hesret û feryad û ahîn û hezar nal
Dikin cumle xela’ik ji hicra mahê sîmayê

Ji vê dewra ku dewwarê ne ev ma’mûl bû îro
Ji nageh ateşê hicrê hebîban girt serapayê

Der û dîwan û eywan cumle bûn mey’ûs û hem mehzûn
Melûl û ustûxwarin tev ji hicra wê semînsayê

Qed û bala û ruxsar û xet û xal û leb û qamet
Niqab û perde û pêçe biser hatin ji xebrayê

Qe mumkun nîne êdî cilwedarî ez xet û xalan
Xwedavenda muyesser ke ji bona me di ‘uqbayê

Nehin kes bêkes û bêçare û bêdil wekî Fethî
Meke ya Rebb ewî mehrûm ji lutfa şêx û seydayê


Gul xweş in sosin xweş in sunbul xweş in
Ew zî çû ew zî çû ew zî çû
‘Endelîb û kumrî û bulbul xweş in
Ew zî çû ew zî çû ew zî çû

Tel‘eta xûban û mehparan xweş e
Muhbeta rindan û dildaran xweş e
Lutf û goftara şekerbaran xweş e
Ew zî çû ew zî çû ew zî çû

Heyf û hesret min li ew dewr û zeman
Dewr û ewqatê wisala dilberan
Pur xweş e adar û nîsan û gulan
Ew zî çû ew zî çû ew zî çû


Çi şahek min hebû şêrîn û şehbaz
Bi qurban im bi qurban im bi qurban
Hebîb û dilruba û rah û rimbaz
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Nedî min wek wî yar û dilrubayek
Tebîb û dilnewaz û dil kuşayek
Nebû wek wî ji derdan ra dewayek
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Qesembîllah di dewrana dinê da
Nebû wek wî di qaf û qulzemê da
Dibêjim lew di her hîn û demê da
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Bi qurban bim ji bona bejn û bala
Bi heyran bim ji bona çeşmê şehla
Bi qelb û rûh û can û mulk û mala
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Çira dar û beran pijmurde bûne
Çira her kes di dil da murde bûne
Ji hicra dilberan efsurde bûne
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Ji hicrana hebîba nazidarem
Kete ‘alem hewar û zarezarem
Dibêjim ka şirîn û şehsuwarem
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Li ‘alem da sedaya sohbeta wî
Dilan hey kir cemala tel‘eta wî
Hebû ma hezretek wek hezreta wî
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Xeyala wî demadem her Xweda bû
Murada wî ji dil raha hûda bû
Bi qelbê û dost û yaran aşina bû
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Ziya bû ew ji bona dîn û dewlet
Çira bû ew ji bona mulk û millet
Şifa bû ew ji bona dax û hesret
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Nebû meyla dilê wî qet bi ‘alem
Gulek bû ew di nêv gulzarê adem
Bi wî xweş bû dil û qelbê me her dem
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Bi wî geş bû dil û qelbê murîdan
Di nav şêx û mêla û muste‘îdan
Çi xweş gul bû melaza bê omîdan
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Mucedded kir gelek ehwal û etwar
Gerand carî ‘ûyûnê ‘ilm û enhar
Rîyazê ‘ilmê da ezhar û esmar
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Terîqa neqşebendî kir mucedded
Binaya ‘ilm û hikmet kir muşeyyed
Gelek rewneq wî da dînê Muhemmed
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Çi xweş xeyrul-xelefekî neqşiyan bû
Melaz û melce’a me ‘asiyan bû
Umîd û hîviya bêhîviyan bû
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Di remzan hikmetul-‘ayn û işaret
Di lefzan sed şifa û sed bişaret
Işarat û şifa kir wî ‘ibaret
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Eger çi meşriq û mexrib bû Nûrşîn
Ji bo vê afitaba dewlet û dîn
Ji meşriq ta bi mexrib kir wî nûrîn
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Ji vê şemsê belê bê par bû xuffaş
Nedî Sanî ji bo wî xeyrê çav şaş
Te‘alellah çi xweş zatek bû şabaş
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Çiqas Nûrşîn bû xweş erwahzarek
Çemengah û riyaz û murxizarek
Diçû ‘erşî ji wî xweş zarezarek
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Gelek wek qutbê Bestamî û Mensûr
Gelek wek xwaceyê ehrarê meşhûr
Dihatin ew dibûn yek mecme‘ek nûr
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Fixan û hesret û sed ah û feryad
Çewan rabûn ji nav me şah û şehzad
‘Imaret xaneya dil kirine berbad
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Bi der hatin ji nava mulk û mala
Kirin wan ‘ezmê nezhetgah û pala
Der û dîwan kirin xalî û vala
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Bihêle nasir û me‘sûm û lawa
Teqiyyî û baqî û sultan û taha
Veke ya Reb bi wan dergahê şaha
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Edim fîhim zemanen xeyrê mehdûd
Bihim yehya rusûm el-fezli wel-cûd
Miqamul-ceddi ‘enhum xeyru mecdûd
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban

Mueyyed ke tu eshabê wî xanî
Xusûsa neclê şehbazê Hezanî
Berê lutfa wî de Fethiyê canî
Bi qurban bim bi qurban bim bi qurban.


Ji cefaya te gelek sîne û dil tev herişîn
Ji kevanê xezeba te di hezar keşmekeşîn
Her li dûv hev qedeha derd û xema te diçeşîn
Dem bi dem nale û feryad û fixanan dikeşîn
Ey felek qet me nedî kes ku bi hukmê te xweşîn

Te bi xwûnxwarî girêdayiye nava xwe gelek
Dev û lêvê te ji zehrê tije wek marê belek
Te gelek kuştine çehvê belek û zulfê xelek
Ne tenê em ku hemî name çi cinn û çi melek
Ji lebê badeyê zulma te ‘eceb cur‘ekeşîn

Dikî pujmurde û bê berkî tu serwa çemenan
Sorgula nazik û newreste dikî camediran
Ruwê dildar û hebîban xef û mestûr û nihan
Qumrî û bulbul û ‘uşşaqê qewî ne‘re zenan
Her ji ber cewr û cefaya te hemî laşe weşîn

Bi kû da çûne şehinşahê xwedanê ceyş û ‘ebîd
Ji me wunda ne yekayek çi qerîb û çi ‘ebîd
‘Elemê rahê hûda şeyx û melayê di ferîd
Her wekî şaxê gulistana wefa xwace Se‘îd
Ji firaqa wî dil aşufte û bê ‘eql û heşîn

Ji firaqa te dikêşin gelekî êş û elem
Ji xiyala te ne mecrûh ji ser ta bi qedem
Her wekî bulbulê şeyda ne di xemxaneyê xem
Tu gulek nazik î ey xwace di gulzarê irem
Ya tu rûh î û mucerred qefesa şubhê leşîn

Te çira ateşê cansûzê cihan danî di dil
Sîne kir çak û ciger pare û dil nale û kul
Cameyê pakê heyata xwe te wek xunçeyê gul
Sedhezar pare kir û girt li me rah û subul
Qet nema carekê êdî ku bi bal te bimeşîn

Me ne rahet ji cigersûzê firaqa te heye
Dil demadem ji xema rûyê te hesretzede ye
Çeşmê ehbabê te wek çeşmeyê pir nabi‘eye
Ne tenê nale û efxan û enîn karê me ye
Ma çira berg û perê dar û beran tev diweşîn

Hin ji hicra tenê heyretzede wek kûh û cibal
Hin cigerxwûn û birîn in ji te wek xunçeyê al
Hin dilê aşufteyê wesla te ne wek şem‘ û şemal
Hin dirêjin ji du çehvê xwe gelek dem‘ê lu’al
Tev hewaxwahê qeda nazik û çavê di reşîn

Bi te bû rewneqî bax û çimenê şer‘ê Resûl
Bi te hey bû demekî ey gulê gulzarê qebûl
Sosin û sunbul û nesrînê didan lafê fuzûl
Tu dema bûyî nihan bûn hemî ew jar û melûl
Man di leb teşnekî û her we di teyhê ‘ateşîn

Ez nizanim te çira terk kir ehbabê qedîm
Bi xwe ra bir kemera me‘rifet û feyzê ‘emîm
Te me hişt bêfereh û bêkes û bêzar û nedîm
Man di çengala firaqa te feqîrhal û yetîm
Bîjenê çahê xem û girtiyê cenga Hebeşîn

Te dema bedrê kemalatê nihan kir bi niqab
Gencê fezla xwe te xef kir bi tilsimatê turab
Şem‘ê kafûrê ‘ilmê xwe gerand bê teb û tab
Şubhî perwane veman em ciger û sînekebab
Ger çi perwane hewadarê şemalê dikeşîn

Ah ji serpence û destê feres û espê memat
Wê çewan bir ji te ferzîn û rux û fîlê heyat
Hem di vê ‘erseyê pir neqşe du qanadê luhat
Da şehê sebr û qerar û fereha me kiş û mat
Çi suwar û çi peya walihê ev mat û keşîn

Sed şukir Rebbî ji ew baxê sefa ‘alî cenab
Nûriyê nûrifeşan şaxê gulistanê şebab
Xweş ferehbexş û sefabexş e ji bo yar û sehab
Lê birêj Rebbî fuyûzatê te rêhtî bo lubab
Da gelek reşhe ji feyza te ji wî jî bireşîn

Bike bes Fethiyê bulbulsifetê dil bi şewat
Te bi nezma xwe helandin qelb û dil û canê civat
Di meh û roj û sena dahiyeya fewt û memat
Tu bibêj bistê rebî‘ulewwelê çûye wefat
Ku hezar sal û di gel sêsed û sî sal û şeş in


Dil yek e dilber dê yek bit dilrûbayê her zeman
Dilnewazî gah gahe cewr û mihnet her zeman

Furseta keyf û surûr û naziya şekerleban
Hemçû ‘enqaye welê hicran û firqet her zeman

Kîmyaye ji surşirînan surşirînî nazikî ji
Nazenînan lê cefa û sedd û nexwet her zeman

Ê ji bo te qenc e tetyîba qulûbê pare par
Wer ne teştîta qulûban bê meziyet her zeman

Bulbulê xweşnexme ew sewt û sedayê sînesûz
Bo weye wer ne ber gulzîb û zînet her zeman

Quweta te nîne hemlê nazişahan wer ne her
Ez cenabê padişahan naz û ni‘met her zeman

Fethiya ger talibê feyzî ji yara namidar
Wê li te letfe teleb ke lutf û himmet her zeman


Her kesê carek diye ev qedd û ra‘naya Selîm
Ma muheyyer ew di fikra bejn û balayê Selîm

Sohte wî can û ciger sebr û sebata wî nema
Ê ku yek carek nezer da şekl û sîmayê Selîm

Zinde ma heta ebed xweşhal û farix balê bû
Ê vexwar yek cur‘ekî ez camê sehbayê Selîm

Hate reqsê qelb û dil can û ciger wî bû kebab
Şubhî serwê ê ku dî ev serwê balaye Selîm

Ger çi bê hed mubtela mane li rûyê dilberan
Sed hezar dilber xulama rûyê zîbayê Selîm

Arizûyê cennetul-me’wê ji dil avête der
Ê bi ser da yek nesîmek hat ji me’wayê Selîm

Mulke ‘alem ser bi ser nahêjitin yek nezrekî
Ez kenarê goşeyê van çeşmê şehlayê Selîm

Nîne der eknafê ‘alem ser bi ser yek ferdekî
Dilnewaz û dilkuşa emsal û hemtayê Selîm

Lafê hemtayê ne meqbûl e ji şimşada çemen
Ya ji serwa musteqîm ya qeddê re‘nayê Selîm

Sed qesem îro di mulkê me‘rifet de bê xilaf
Fîl-heqîqet asifê dewran e Seydayê Selîm

Ser bi ser afaq û eqtaran munewwer kir hemî
Afitaba tel‘et û şemsa muheyyayê Selîm

Şubhî zêrê zer li pey hev besteyin yek silsile
Tev kerîm ibnul-kerîm ecdad û abayê Selîm

Muzmehil kir resm û asarê nevîn û munkiran
Şubhî sihrê Samirî ev destê beyzayê Selîm

Erdeşêrê mulkê dilhayê perîşan e yeqîn
Werne bin vê rayeta cem‘iyet efzayê Selîm

Ey sifet Bîjin ji dest Efrasyabê abûgil
Xweş kurê Zalê zerê dewran e mewlayê Selîm

‘Eskerê darayê nefsê xweş perîşan e li pêş
Cebheta ayîneya Iskender asayê Selîm

Xemzeyê wî ger çi teşbihê Hilag û xan dikin
Lêykê xazanê xan in enfasê mesîhayê Selîm

Sunbul û nesrîn û sosin çîçek û gul tên zuhûr
Dest bidit ger dewleta coş û tecellayê Selîm

Yek bi yek fezl û kemalatê wî qet nayêne ‘ed
Têk û têk fezl û kemalat in serapayê Selîm

Hezretî Sanî dizanî qedrê vê durra yetîm
Şahidê qewl û meqalê min musellayê Selîm

Ger dixwazin hûn museffa bin ji emrazê nihan
Werne pêş ayîneya qelbê musefayê Selîm

Lehzeyek rûnin di sohbet da bi ‘unwana edeb
Dê li ber we keşfe bin esrarê walayê Selîm

Şehd û qend û nuql û şekker ger bibarîne ji leb
Xwûb û mehbûb û perîrû tên temaşayê Selîm

Dewleta Cawîd û Baqî kê divêtin ger nevê
Talibê cama mey û kasa humeyyayê Selîm

Dê çi bit ya reb eger carek ji bo me dest bidit
Dewleta pabûseya payê semen sayê Selîm

Derdê min ya reb hezar in çare lê qet nabitin
Ger nebit bo min tebîb Loqman û ‘Îsayê Selîm

Nefsê de‘wayê ulûhiyet dikit fir‘ewn sifet
Elmeded ya himmeta Harûn û Mûsayê Selîm

Fethiyê bêçare maye pir zelîl û ustuxwar
Walih û sergeşteyê hicran û sewdayê Selîm


Neşterê pûlan e ya mujganê xûnxwarane ev
Neş’eya mey ya nikahê çehvê meyxwarane ev

Qûtê canê ‘aşiqê miskîn e ya yaqûtê le‘l
Ya şeker barê du lêvê van şekerbarane ev

Erqemin helqe girêdane li dor bedra felek
Ya siyehmarê du zulf û cebheyê yaran e ev

Nefheya miska xeten ya ‘enberê amîzê seba
Ya demê ‘Îsa ye ya bihna ‘etirdaran e ev

Qetreya ava beqa ya reşheya ‘eynel-heyat
Ya ‘ereq ber cebheyê mehbûb û serdaran e ev

Keyber in xweş têne dil ya tîr û ya rim ya sînan
Xemze in ya awirê çehvê sihirdaran e ev

Rustem û Esfendyar in ya du rimbazê Hebeş
Ya du fetanê xet û xalê sitemkaran e ev

Dasê zer‘ê cane ya mihrab e ya qews û qezeh
Ya hilalel-‘îde ya ebruwê dildaran e ev

Serweya şimşad e ya herfa elîf ya neyşeker
Ya qed û balayê xweş reftar û ‘eyyaran e ev

Sorgul in ya badeyê hemran e ya sêv û hinar
Ya du xeddeynê siyehçehvan û mehparan e ev

Şemsê xawer ya mehê enwer li ser serwa sihê
Bûye sakin ya qed û ruxsarê xemxwaran e ev

Miskê ezfer ya şebê deycûre ya marê di reş
Ya kemendê turreyê şebrengê terraran e ev

Caduwê sehhar in ev ya nêrgizê re‘na û mest
Ya du şûrê engîzê çehvê fitne berdaran e ev

Çahe Bîjen ya mehê Ken‘an e ya nexşeb di nav
Ya zinexcayê dil û canê elemdaran e ev

Ke‘be ya butxane ya ew mecmera Zerduşt e ya
Sîneyê bê kîneyê mecrûh û bîmaran e ev

Nîl e ya Ceyhûn e yaxûd Qulzema zexar e ya
Dîdeyê xemdîdeyê pir eşkê xwûnbaran e ev

Dasitana wesl e ev ya qisseya hicran e ya
Nameya cewr û cefaya dilbirîndaran e ev

Tûtiyê xweş teb‘et e ya ‘endelîbê bênewa
Ya dil û can besteyê fitrakê nûbaran e ev

Quqnusê pur zar e ev ya bulbulê şeyda ye ya
Fethiyê dil pare parê destê xeddaran e ev


Dil ji bil qametê yarê çi xerez
Me ji ezharê buharê çi xerez

Me ji destê te ye nalîn û hewar
Werne me ji ah û hewarê çi xerez

‘Eddê eyyamê firaqa te dikin
Werne me ji ‘edd û jimarê çi xerez

Ger wisala te muyesser nebitin
Me ji eyyamê buharê çi xerez

Ji heraret herişî sîne û dil
Werne me ji sêv û hinarê çi xerez

Zulfê şehmarê çu ‘eqreb ku li dil da
Werne me ji ‘eqreb û marê çi xerez

Ger ne xaka derê dildarê bûwa
Me ji vê toz û xubarê çi xerez

Ne wekî zulf û ruxê yarê bitin
Me ji vê leyl û neharê çi xerez

Ger ne wek qametê şimşadê bitin
Me ji şimşad û çinarê çi xerez

Dilkuşa ger nebe nûra li cebîn
Me ji nûra ruxê yarê çi xerez

Dilê mecrûr cesed pêve muqeyyed
Werne me ji cerrê ciwarê çi xerez

Bah û zaran dilê yaran dibe nerm
Werne Fethî ji ah û zarê çi xerez


Werne vê şîn û girînê hey hewar
Huzn û şîna nazenînê hey hewar

Tev bi hev ra hûn bikin ah û fixan
Ah û efxan û enînê hey hewar

Şemsê xawer mahê enwer bûne xef
Ew di nêv burca zemînê hey hewar

Ye‘nî şahê kişwerê qelb û dilan
Rû misala neqşê çînê hey hewar

Hezretî Sanî di gel neclê delal
Çûne nêv darul-yeqînê hey hewar

Bûne mêvanê Şehê Taxî ‘elem
Çûn ji mal û şanişînê hey hewar

Dil birin sêsed hezar neqs û xelel
Dan binaya ‘eql û dînê hey hewar

Hiştine eshab û yaran ustuxwar
Wan di kerb û huzn û şînê hey hewar

Da sehaba zulfê Leylayê li Qeys
Lami‘a berqa cunûnê hey hewar

Şubhetî Mem ma di zindana firaq
Dil ji hicra rûyê Zînê hey hewar

Kûhê xem danî li Ferhadê feqîr
Wê kubara surşirînê hey hewar

Yusûfê Ken‘an ji ser textê xwe çû
Da Zuleyxayê girînê hey hewar

Wamiq û Xusrew çewan dê sebrê kin
Ew ji ‘ezra û şirînê hey hewar

Vaye weyla bulbulê dil parepar
Gulperest û gulhebînê hey hewar

Sedhezar mecmer di nêv perwane da
Wî ji misbaha evînê hey hewar

Tev ji hecra Hezretî Nûrşîn meqam
Her dirêjin eşkê xwînê hey hewar

Rihleta wî pir di qelban kir eser
Şubhetî neqşê nigînê hey hewar

Belkî kûh û deşt û sehra dar û ber
Hatine lerz û hejînê hey hewar

Lew dibînim sorgul û sunbul tevav
Ser didin ser nesterînê hey hewar

Rengê me‘şûqan û rengê ‘aşiqan
Bûne rengê yasemînê hey hewar

Ah û sed hesret heta sax im li min
Ta herim zîrê zemînê hey hewar

Dê çi kim ya Reb di vê kaxa dinê
Bê wisala hûri ‘eynê hey hewar

Bê wisala wî qe xweş nîne heyat
Nîne nef‘a min di jînê hey hewar

Bê cemala nazidara meh liqa
Qabile çara sukûnê hey hewar

Rihleta wî da me tarîxa wefat
Xeyn û mîm û bê û şînê hey hewar

Fethiyê bê dil heta saxî bibêj
Her zeman û an û hînê hey hewar


Te cerg û dil li min kir xwûn û berbad
Ji destê te hezar efxan û feryad

Xem û şadî eger çi tew ‛eman in
Gelek xem dî dil û carek nebû şad

Şehinşah î li textê nazidar î
Welê bê ‘ehd û pir bê ‘edl û bêdad

Şemîma zulfê şebrengê te ‘alem
Tijî kir sed hezaran mehfel û nad

Te‘ealellah çi istixna dikî tu
Li şaxê baxê husna zînet abad

Gelek ‘ezra gelek Leyla û Şêrîn
Te kir wek Wamiq û Mecnûn û Ferhad

Bi qesda te zemanek bûn serefraz
Nedîn axir ruxê te serwê şimşad

Tû yî hazir di nav xatir de her dem
Bi te her dem mu‘etter xatir û yad

Te dil mecmû‘ kir yek behrekî xwûn
Meqamê xwe te kir texrîb û berbad

Demadem intizara te dikêşim
Şev û ro çav li rê meftûh wek sad

Bi menzilgahê çehvê bêkesê xwe
Çira carek kerem nakî perîzad

Bi pêta agirê hicranê cansûz
Te kir hicranê erwahan ji ecsad

Tu natirsî ji ahê derdemendan
Bi vî rengî tu lew mewsûf û mu‘tad

Dikarim ez ji dil ahek bikêşim
Helênim heft eflakan ji bunyad

Li min carek çira nakî terehhum
Terehhum pir xweş e ey serwê azad

Hezîn û sîneçak û dilfikar im
Feqîr û bêkes û bêzar û bêzad

‘Elîl û ustuxwar û bê newa me
Nehin bo min penah û ‘ewn û imdad

Ji ber şewqa derûn û sûzê sîne
Demadem karê min inşa û inşad

Şev û roj û sehergah û meh û sal
Ez û kelbê derê te tev bi hev şad

Mebêj Fethî kuleybê dergehê nîne
Ji der barî neke wî dûr û ib‘ad


Ah ji dest wê mahrûya mahitab
Dil ji ber ah û fixanan bû kebab

Dem bi dem mecrûhê çehvê nergisîn
Têne dil jê tîr û cewşen bê hisab

Zulfê şehmar û qedê şimşadiweş
Esl û binyadê me îro we kir xerab

Daxhayê sîne û dil munkeşif
Naketin sed defter û sêsed kitab

Şerbeta lêvan dixwazim ez ji dil
Xeyr ji wê îro serab in her şerab

Dilnewaz û pêkve naz û qendileb
Kî şirîntir dî ji ev ‘alî cenab

Şehd û şeker xweş dibarîne ji leb
Her dema bê lefz û guftar û xitab

Çeşmeya xeddê te çûn pir nûrî bû
Zulfê şeb rengê te xweş lê bû niqab

Afitab û meh li ber mahê cebîn
Wek çirax û meh li pêşber afitab

Qedrê xakê kû ye tu nadêrtin
Sed hezaran eswed û mîzan û bab

Kî bi derdê te bibîtin mubtelâ
Faze wellahî binessin fîlkitab

Min ji dareynan xema dilber divê
Rahetî fîl-xemmî min xeyr irtiyab

Fethiya her dem bi ahan ra bibêj
Ah ji dest wê mahirûya mahitab


Îd e û pir bê umîd im ez ji dîdara hebîb
Karê ‘alem ‘iyş û ‘işret karê min huzn û nehîb

Fîlheqîqet ayeta ‘îdê yek e qewsa hilal
Ya mehê nû ya hilala ebrûwanê dilferîb

Ayeta ‘îda xwe girtin ehlê şer‘ê mahê nû
Ehlê ‘işqê jî hilala ebrûwê purzeyn û zîb

Tev bi der hatin telebkarê nîşan û ayetan
Xizrî dî ava heyatê wê ma Sikender bê nesîb

Ez esîrê qeyd û benda firqet û hicranê yar
Yek bi yek efradê ‘alem mehremê wesla hebîb

Cumle mesrûr û ferehbexş û qerîrul ‘eynin ew
Xwûnfeşan û eşkibar im ez ji hicran ey lebîb

Hin di gel yaran di geşt û hin di nêv baxê wisal
Ney ji wan im ney ji wan im ez feqîr hal û xerîb

Mubtela û dilfekar û derdinak û sîneçak
Çav li rê û guh li dergeh zar û giryan û keîb

Sînesûz û dilefrûz û derdemend û der bi der
Kes nehin wek min hezîn û bê newa û bê şekîb

Ez di mihnetxaneya êş û xeman efxanê kunan
Gah û bêgah weqt û bêweqt wek hezar û ‘endelîb

Heyf û sed heyf û tehessur Fethîyê bulbul sifet
Dûr ji gulzarê wisal û hemnişîn zaxê reqîb


Ji derd û mihneta dewran dibêjim ez meded Seyda
Ji daxa firqet û hicran meded Seyda meded Seyda

Firaqê xem li min rakir di dil da agirek hil kir
Bi wî can û ciger kul kir meded Seyda meded Seyda

Feqîr û jar û mehcûr im ‘elîl û zar û rencûr im
Ji te îro qewî dûr im meded Seyda meded Seyda

Meded Seyda te nabînim birîndarek bi nalînim
Gelek bê ‘eql û pir dîn im meded Seyda meded Seyda

Ji bo yek dane murxê dûn di qeyd û bendê bû mehzûn
Sifet adem gelek mexbûn meded Seyda meded Seyda

Ji destê nefs û şeytanî esîr im ez di zindanî
Kurê Zalî gelo kanî meded Seyda meded Seyda

Buhara weslê wunda ye zivistanê li min daye
‘Eca’ib sar û sermaye meded Seyda meded Seyda

Xes û xarê xeyalatan kirin dil dûr ji miratan
Ji misbaha kemalatan meded Seyda meded Seyda

Ji misbaha kemala xwe ji fanûsa cemala xwe
Di dil deyne xeyala xwe meded Seyda meded Seyda

Xeyala xwe di dil hil ke bi wê can û ciger kul ke
Bi derdan şubhî bulbul ke meded Seyda meded Seyda

Heta kengî wiha bim ez bi her bakî li babim ez
Kerenga nêv hewa bim ez meded Seyda meded Seyda

Rehînê în û an başem zebûnêf her bedan başem
Bigirdabê xeman başem meded Seyda meded Seyda

Ji xeyrî te mi navê kes ne mulk û zêr û zîv û mes
Ji mehbûban divêm te bes meded Seyda meded Seyda

Tu xweş zîba û re‘na yî tu xweş bedrek mucella yî
Tu xweş nûrek Xwedê da yî meded Seyda meded Seyda

Bi qamet serwê bala yî bi le‘l û leb şekerxa yî
Çi şox û şeng û zîba yî meded Seyda meded Seyda

Hebîbê rûh û hem can î ji derdan ra tu Loqman î
Heqîqet mahê taban î meded Seyda meded Seyda

Çi xweş şah î çi xweş mah î terîqet ra tu şehrah î
Bi te çêbûne gumrah î meded Seyda meded Seyda

Tu xweş kehfa xerîban î melaza her feqîran î
Tu xemxwarê hezînan î meded Seyda meded Seyda

Tu sahib rehm û ihsan î penaha dîn û îman î
Tu dermanê birînan î meded Seyda meded Seyda

Gelek metbû‘ û şêrîn î rewaca dewlet û dîn î
Wezîrê şahê Nûrşîn î meded Seyda meded Seyda

Bi himmet Xewsê Geylan î bi hikmet behrê ‘umman î
Bi husnê Yusûfê Sanî yî meded Seyda meded Seyda

Hezan îro te kir Hîzan ji beĥsa şekkeramîzan
Ji zêran ra bûyî mîzan meded Seyda meded Seyda

Ricakar im ji îhsanê ku dîsa bême dîwanê
Bibînim te li eywanê meded Seyda meded Seyda

Birêjî tu bi erzanî ewê feyza wekî kanî
Li qelbê Fethiyê canî meded Seyda meded Seyda


Divêtin ger bi qencî bî muwessef
Tu qenc tehsîlekî ke ey mukellef

Di zanîna furûzat û lewazim
Bi roj û şev bi can û dil be cazim

Heçî mayî’ resûl pê bûye mursel
Bigir nehya xwe ke ji menhiyê muhmel

Bizane wacib û hem mustehîlan
Di gel ca’iz wiha rengê delîlan

Di heqqê Rebbê ‘alem zul-celalî
Wiha reng e resûlêd xwey kemalî

Temam pênc e ‘eqîde ey birader
Tu guhdêre bi qelb û dil ke bawer

Du qism in ê Xweda û ê resûlan
Welê her qismekî sê new‘in ey can

Yekî sê new‘ê ewwel wacibat in
Ji wan ra jî bizan çar sinfihat in

Ji mislê sinfê ewwel ra birader
Sifatê nefsiye dibêjin seraser

Ji vî sinfî wucûda zul-celal e
Xweda mewcûd e ba ‘izz û kemal e

Di xaric da subûte wehm teheqquq
Ji bo zatê Wî ev hucb û te‘elluq

Bibûya ger ji me merfû‘ û mekşûf
Bidîta dê me wî bê keyf û hemkûf

Di gel zatê yek in ya xeyr in eslem
Divê imsake iz la nehnu ne‘lem

Li mewcûdiyeta Rebbê celîl e
Wucûda cumle mewcûdan delîl e

Ji bona sinfê Sanî ra sifat in
Di selbiye dibên ev pênc sifat in

Çiku me‘nayê van tev nefî û selb in
Ji bo mayê’ ku neqs û hem xelel bin

Qidem ye‘nî nehîna ewweliyet
Beqaya’ Wî nehîna axiriyyet

Xilafa hadisan ye‘nî ne mislî
Ne hemtayî ji bo mewlayê ‘alî

Tu nînin dest û çav û pa û qamet
Ne ‘erz û tûl û kurtî û zexamet

Qiyama Wî bi nefs me‘na wî ey tac
Bi bal zat û muxessis ve ne muhtac

Xenîyye ji zatekî ku pê be qa’îm
Wiha reng e ji mûcid ey mula’îm

Delîla van hudûs û batiliyyet
Teselsul gerdiş û hem da’iriyyet

Li wehdaniyyeta zat û sifatan
Di gel ef‘alê bûna ka’inatan

Ji ecza û ji cuz’iyyan murekkeb
Nehin zat û ne curmê la yurekkeb

Te‘eddud misliyet der wesf û şirket
Ji bo xeyran di fi‘lan nînin elbet

Nehin tefrîq û tehrîq ji av û agir
Kesê bawer ke vê zindîqe kafir

Dibit fasiq bi bal quwwetke nisbet
Ku tê danî Xweda ew bê muruwwet

Dibit cahil ku bawer ke telazum
Texelluf nîne mumkin merdê cazim

Dibit mu’min kesê bawer ke te’sîr
Ji xeyrî zatê mewla nîne teqdîr

Texelluf mumkin e xaric dibit ev
Ji girdaba hilaka sabiqan tev

Ji bona sinfê salis ra sifat in
Me‘anî ew dibên ev heft sifat in

Wucûdî ne ne ‘eynê zatê pak in
Ne xeyrê zunfisal we zunfikak in

Qedîm û qa’imê bi zatî ne qudret
Dikit îcad û i‘dam û iradet

Dikit texsîsê halê mumkinatan
Ji ewsaf û ji ezman û cihatan

Bi xeyrê mumkinat nakin te‘elluq
Nekin da qelb û tehsîlan teheqquq

Şeş in mumkin meqadîr û cihat in
Wucûd û emkine weqt û sifat in

Heye li exza furû‘an qudreta reb
We gerne ‘aciz ev cehla murekkeb

Çiku exza furû‘an nîne mumkin
Te‘elluq girtina pê nîne mumkin

Bi ‘ilmî keşfê me‘lûman dibit tev
Xefa sebqa xefa jê tê nehin tev

Te‘elluq girtina ‘ilmî bi wacib
Bi ca’iz mustehîlan bûye wacib

Dizanit cumle mewcûdat û me‘dûm
Bi tefsîlatê wan mewlayê qeyyûm

Ne kespî ne bedîhî bê bidayet
Ji me‘lûmatê ra nînin nihayet

Heyate ittisafa wî bi wesfan
Dikit teshîhê ya zel fezl û ‘irfan

Te‘elluq girtina wî nîne mewcûd
Delîla van wucûda cumle mewcûd

Bi sem‘ û hem beser ey merdê me‘rûf
Dibîtin cumle mewcûdatê mekşûf

Welê her yek ji ya dî tir muxayir
Wekî ‘ilmî bizan lê ‘eqle qasir

Bi çav û guh nehin nakin te‘elluq
Ji bil sahib wucûd û zî teheqquq

Dibîne cumle mesmû‘at û mubser
Diket seh herduwan jî ew di her der

Kelamê wî ji herf û sewt û terkîb
Munezzeh tê nehin texyîr û tertîb

Bina û sûre û i‘rab û muhmel
Nehin ayat û ev elfazê munezzel

Ne medlûlatê van elfazê hawî
Welê medlûl û medlûl in musawî

Kelamullah û Quran navê wan in
Welê elfazê mexlûqê Xwedan in

Mebêj bo herduwan mexlûq û hadis
Ji bo wehma hudûsa xeyrê hadis

Mu‘elleq cumle hin ey ehlê sunnet
Delîla hersiyan Qur΄an û sunnet

Sifat mewqûfê fi‘l in yane ey can
Dela’il ‘eqlî û neqlî ne zî şan

Ji ewwel ra bi Sanî dew re mani‘
Ji Sanî ra bi ewwel zu‘f e mani‘

Sifatê me‘newî ne sinfê rabi‘
Ji ewsafê me‘anî ra tewabi‘

Ne mewcûd û ne me‘dûm in mulazim
Ji wan ra qa’imê bi zatî ne da’im

Ev in kewna wî sahib şîn û hem vîn
Xweda zanîn û saxî ew hunerbîn

Bihîstin dîtin û sahib xeberdan
Bigir van wacibê mewla çu merdan

Jiyana Fethî

NIVÎSÊN BALKÊŞ