"Enter"a basıp içeriğe geçin

Ez Mecbûrê Te Me – Sedat Yurtdaş

Ez, pişt nîvro û bi hemû dirêjahiya şev a reş li benda xeberek jinikê sekinîbûm. Tû xeberek jê derneketibû. Pêsanîya di nava serê min de derneketibû. Heçkû di danê sibehê de, jê re, her çiqas saet ne belî buya jî, min çûyîna xwe ya bajarê wê qutebir gotibû. Ger nehatinek min biqewûmîya jî, dê miheqeq min xeberek bidaya wê. Lê him neçûm û him jî min tu xeberek nedabû wê. Min bi vî awayî, li gorî xwe haleke nediyar ava kiribû û hêvî kiribû ku dê jinik neçar bimaya û li min bigerîya. Sekna min, hêvîya xeberekê mizgînîya evîn ê bû. Lê sekna min bê bergîdan mabû.

Hinek qûrnaziya şerqî û hinek jî di esasê xwe de, bi bêhna helwesta vê bêrêtiyê, min hêvî kiribû ku careke din ez û jinikê bikaribin bi hevre têkiliyên xwe raxin ber çavan û bi vê rê ya xapînok bikaribin bi dor firehî, her tiştî dubare, sêbare bi hevre biaxivin. Hevî tezekirina axaftinê û hêza a hezkirin ê evîn bû.

Nebû. Hewla min vala derketibû. Serobinî bûbûm. Wisa têkçûbûm ku ji jinikê xeberek ji rêzê jî, dê ji bo min di qîmeta ava jiyanê de bû. Lê li min negeriyabû û jî, ji min re peyamek jî neşîyandibû. Wisa xûyabû ku hest û helwesta min, bi qasî mîsqalekê jî, jê re ne xem, ne derd û ne jî bar bû. Bêxemî belkî hinek hezkirin lê ev tu ne evîn bû.

Jinikê bi helwesta xwe, têkiliyên me ên ku pir li cihekê jî rûneniştî, dikaribû biqedanda û bi biryardariyeke mezin î bêqisûr nîşan bida ku hemû têkiliyên xwe ji min û ji bin ve bibirîya.

Ev hal ji bo min bi mane ya xwe ya gotinê, kerasatek rasteqîn bû. Bi bêhntengî û bi kabûsan ve tijî pişt nîvroyek, êvarek dilzîz û şevekê dirêj î bi nalîn şûnda, hal û hewala min ber bi ya herî xerab, bi nediyariyek bê hezkirî û bê evîndarîyê ve diçû.

Di tevahiya wê waxtê de, min qîma xwe pirî caran bi kontrola telefona xwe ya peyaman neanîbû û ji bo tedbîr facebooka xwe jî, ne ji peyik, ji ser browserê kontrol kiribû û sekinibû. Car caran jî bi hêviya rakirina wî ya astengkirina facebookê li qutîka lêgerînê nav û paşnavê wê bi lezgînî û bi elimandinî zûtirkê nivisandibû û di hê cihê vala da lêgeriya bûm. Dihate fahmkirin ku cihê min ê di lîste ya redkirinê de, nehatibû guhertin.

Mîna ronkahiya rojê li rastê bû ku, jinikê têkiliyên xwe û di nava min de, heye ku tu çênebûbû, qedandibû. Bêtêkilî bêhezkirin û bêevînî. Jinik bi biryardarî ji min dûr disekinî. Ji ber vê yekê min, serê sibehê heya ku dest dida zû, berovajiya her rojê, ji xwe re neskafeyek bi şîr çênekiribû û venexwaribû. Bi bayê bezê, xwe ji mal avêtibû der. Heye ku, ji fetisandinê filitibûm.

Ez serî di berde, li erebeya xwe siwar bûbûm. Berîya ku kontaxa erbeyê biçerixînim, careke din min li “whatsapp” ê mêze kiribû. Gelo, jinikê mîna ku demek dirêj bû, her sibeh ji min re “Rojbaş” dinivisand, heye ku careke din nivîsandibûya. Nivîsandin hezkirin, nivîsandin evîn bû. Lê an. Whatsappê jî serê xwe kribû ber xwe. Lê min, dîsa jî mîna ku j imin re peyamek ahtibe jê re mesajek, bersîvek nivîsand.

“Rojbaş xweşikbûn!”

Mesaj, di tewrê têkiliyê me de, ber bi nezanînê ve şîyand. Bi bayê sibehê re birê kir.

Di pêy mesajê re erebe şixûland. Giran giran bi rê ketim. Ji aliyekê de guhên min, bi hatinek mesajekê re xwe bel kiribûn û li aliyekê jî bêdengiya dirêj î kûr û tarî guhdarî dikirin. Hedûrî nediketê min. Bi navberên pir kin, li ekrana peyaman, di cihê vikîvala da dinihêrîm.

Sekin jî, nerîn jî û hêvî jî bê encam bû. Rewş yekser li ser neyînî yê bû. Mîna ku jinikê çend roj berê ji min re nivîsandibû “Bi xatirê te!” û deriyê ku her dem jê min re li ser pişte vekirî, yê whatsappê xirp û hatibû girtin. Min dengê çerixîna kilîtê bi guhên xwe bihîstibû. Lê dîsa jî min bi xwe nikarî bû. Bi sekna xwe, bi gurpîna dilê xwe, bi hêviya xwe nikarî bû. Lê demjimêr, her dibihûrî.

Ji bo min, dinya bi carekê de bêmane bûbû. Ku bi piranî min erebeya xwe bi kêf diajot, ajovaniya xwe mîna cûreyek azadîyê, mîna xweserîyek cihêreng hîsdikir, wê sibehê ji bo min berovajî bûbû.

Rê yên ku jê derbas dibûm, derdor, dar û ber, avahî û pir, ezman û ewir û hemû tiştên ku li ber çavên min diketin ji naveroka xwe vala bûbûn. Her tiştên dorê dagerîbûn heyokên maneyên xwe wenda kiribûn. Bi tenê bi elimandinekê, erebeya xwe di nava bêdengiyek mezin, kûr û dip î dirêj de ber bi cihê xwe yê kar ve diajot. Lê mîna ku ber bi nezanînekê ve biçim. Min nedizanibû ku ve diherim û dê li wêrê çi bikim. Gelo min ê destê xwe li ser badokê bihişta an danîya ser vites ê. Porê xwe tevda, an rihê xwe bixûranda. Xweziya tekira xwar, an cam vekira û sînga xwe bida ber bayê sar. Di wê kêliyê de, destê min, bêyî iradeye min dirêjî bişkoka radyoyê bû. Mîna ku hinek ji min re bibêjin:

“Tu çi sekiniyî. De veke wê quzilqurta radyoyê!..”

Min, bi tevgerek heytehol radyo vekir û bi heman biryardariyê dengê wê bilind kir. Ji hoperloran dengê Samîme Sanay’a ku di rengê sûlavkê de gûr û zîz bilind dibû û bi heman xweşikahî û hestiyarîya xwe ve hundirê erebeyê tijî kir. Camên erebê û canê min bi hevre lerizî. Kelecan û coş û girûzî li laşê min belav bû. Helbest a navdar, ya Atilla İlhan “Ez mecbûrê te me, nikarî bizanîbî” bi meqamê “Nîhawend” de li ser derd û kulen min bi nalînan venişt.

Şaşî û dilxweşî di nava hev de bû. Kilamekê, şiîrekê, dengekê, awazekê ew û ruhê wî min ê şikestî, encax ewqas dikaribû fahm bike. Vebêje û ewqas pê re hevbeş be. Fahm kirin hezkirin, fahm kirin evîn bû.

Ji aliyekê de, gotinen helbestê hûzna, valahî û bîrkirina hundirê min yekser mezin, ji aliyekê de jî watedar dikir. Gotinên helbestê çend caran li pêy hev bi dengê bilind dubare kir şûnde bi lezgînî ji telefona erebeyê pê li bişkokên nimreyên telefona jinik a dilreq, xweşik, delal, xapînokû û xeyîdok kir.

Ax ger jinikê bersiva telefona min bidaya, telefona xwe vekiraya (!) dê bêsekin bi qasî ku helbest di bîra min de bû, dê jê re bi dengê xwe yê herî bikeser, şikestî û hewcedar bixwenda. Ji dûr ve bûya jî, dê min jê re mîna ku li ber wê cûnnî şikandibe, çok dabe, bê şik bi çavên xûmam, bi dilê xwe yê birîndar jê re serenat bikira.

Ez mecbûrê te me, nikarî bizanibî

Navê te mîna mixekê di aqlê xwe de digrim

Çavên te mezin mezinî dibin.

Ez mecbûrê te me nikarî bizanibî

Hundirê xwe bi te germ dikim …”

Encax di telefonê de sosretiyek hebû. Mîna ku telefon qet li alîye hember negere, bêhemdê xwe, bê îşaretek ji xwe bere bi dawî dibû. Tu dengek tunebû. Çend caran ceriband şûnda, bi bêhêvitî dev ji gerê berda.

Dihate fahm kirin ku di axaftina me ya herî dawî de, jinikê çawa ku ji min re gotibû “Ger tu careke din ji min re peyamekê biavêjî ez dê nimreya telefona xwe jî biguherim!” û wisa xûya dikir ku, gef û gura xwe xwe bi cih anîbû.

Jinikê, tişta ku herî bêîmkan dihate xûya kirin, di sînorên herî tûj de helwest nişan dabû.

Li ser vê îhtîmalê min bixwe bixwe re; “Baş e, lê min hîç jê re peyamek neavêt ku!” bi dengeke nizm î bêçare gote.

Di pêy qedandina kilamê re, di destê min de bi tenê girtina radyoyê mabû. Bi dilgiranî bişkoka radyo yê girt.

Rê ya kin a ku diçû cihê min ê kar, wê rojê mîna ku wê qet neqede wisa dirêj dihat. Ne ji biharê, ne jî ji rohnkayiya sibeha xweşik a wê sibehê hayedar bûbûm.

Dema derbasî ofîsa xwe bûm, min nedizanî bû e-mailên xwe jî li min asteng kirîye an na. Ger binivîsim, dê bigihîje ber destê wê an na. Lewra li cihê mijara maîlê: “Bi rastî ez nizanim ev maîl dihê bigihîje te an na!” nivîsand û tiştên ku wê sibehê min jiyabûn bi dor firehî, lê bêyî ku nivîsê rast bikim jê re şîyand.

Heman maîl şiyand û hem jî heman peyam şîyand whatsapp’a û sms’a wê. Bêyî ku li hişyarîya sînorên peyvan mêze bikim, hemû tikand in.

Di pêy mail, wathsapp û mesaja sms’ê, bi hestên kûr ên bi xwe heyf anînê hêdî hêdî pê li bişkokên nimreyên telefona wê kir. Du carên ewilî mîna dengê ku di erebeyê de bihîstibû, bêbersîv, valahîyek û tarîyek bihîst. Di ya sêyemîn de qêriyam “Xwedayo!” bi şaşwazî û şahî min fahm dikir ku telefona wê lê dide. Min nefesa xwe kûr kûr girt û da. Çend caran li ser hev min bi zimanê xwe lêvên xwe şil kirin. Hîn şaşiya min a bi şahî derbas nebûbû ku jinik, bi hemû zindîtiya xwe û bi awayekî ji xwe bi bawer û bê paxaf;

“Fermo!” got û telefon bersivand.

Min çavên xwe girtin. Nefesek kûr î din girt û da der. Bêyî ku bizanibim peyamên min xwendîye an na, zêdetir ji aliyekê dirêjî kompîtura xwe ya ku jê dengê kilama wê sibehê hîn bilind dibû, gotinên wê mêze kir. Bêyî biaxifim, bêyî ku bifikirim, bêyî ku sînorekê têxim navbera xwe û wê, bi hemû coş û dilzîziya xwe min dest bi xwendinâ helbestê kir.

Risteyên çarîna pêşin li pêy hev xwend. “Fermo” ya jinikê bi îhtîmalek mezin ji derveyî sekna wê, heya dikare ji adetan der dihate bersivîn.

Lê jinik, tiştên ku dijîyam, ji hiznê ta bihecînê, ji kelecanê ta coşê, ji şaiyê ta fahm kirine, di dawiya dawiyê de heye ku aşîtîya navbera me de xelisandina têkiliyê bi dilreqî tahn da alîyekê, bêyî ku qiymetekê bide hewl û hêvîya min bi dengeke tije gef û gur:

“Li min siyê neke bes e! Ji te dûr bi têra xwe aramim.” got û hevpeyvîn qedand. Telefon li ser rûyê min girt. Xalek tund danî ser dawiya têkiliya min û xwe. Xalek tunda danî ser hêvîya min a hezkirin û evîn ê.

Ax, ew rê ya ku bi berjêr û berjor, ji keserê ber bi bihecînê dere!

Ax, ew şiverê ya şemitok a ku ji kelecanê ber bi coşê hildikişê!

Ax, ew baxê peywên belawela ku ji şaşiyê dirêjî pê fahm kirine dibe!

Ax, ew arezûya ku ji şer daxwaza aşitiya çîqila ziravok a zeytûn ê dike!

Ax, ew bi destê xwe yên berepaş wêda kirin a ku mîna kevir li ser dil rûdine!

Ax, ew li ser eynî xwe negirtina ku di nava kelîyan de li atoman belav dibe!

Ax, ew sekna nafîle ku di qirikê de tahlek jahrîn dihêle!

Di destê min de telefona ku ji alîye hember, ji alîyê jinikê ve xirp û hate girtin:

“Gelo mirov dikare çend caran hilweşe?”

Bixwe bixwe bi dengeke nizim pirsî. Tiştê qutebir, ez careke din bi tevahî hilşîyayî, rûxîyayî bûm.

Jiyana Sedat Yurtdaş

NIVÎSÊN BALKÊŞ