"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Merwan Berekat

Merwan Berekat di mijdara 1964’ê de li gundê Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrawa (Çiyayê Lêlûn) ji dayîk bûye.

KEYANDINA KÊFERATÊ

Kevirên kulan kember in
Kavilê kuxikê keser in
Kenarên kenekî ker im
Konê koçberiya kîndar
Karwanekî kabşikestî ye
Kovanên kal keyandim
Kanîn kelayên kovîbext
Keybana kelhorên kevnar?
Kaşên kuştinê kişwer in
Kayîka kezebsotan kew e
Kenarşikestina kildankan
Kefkopika keştiyên kor e
Kevanê kêşeyên kêmgirtî
Kulmandina kizotên kedê
Kirim kilkila kefecanê
Kendalên kur û kurisandî
Kûrahiya kêlekbendên kêl
Kelandin kewşîn û kenar
Kêndira kemenên kabkinan
Keysebaziya kumreşên kel
Kişandin kan û kefa kunan


DIRÊLŞA DERDAN

Dem dinale
Dîrok dîdevan e
Dengvedana daholeke dirî
Dibêje dunya destan e!
Dilopên dûrbûnê
Dadirivine dîwarên duriwî
Dûûûr û dûr dibînim
Dunya delxeke dorpêçkirî ye
Digerin diransêrek û devqîç
Dilivinin dobelan û dirîreşkan
Dûmaneke dawşewitî
Dixetimîne deşt û daristanan
Dibêjin doz dengê dadê!
Di dilan de dadikin dilkîniyê
Difirikin dêmên dayîkan
Derya dibin daqurtandin
Dagirtî dipeyive dabûrîn
darêjkirî ye dadwerî
Dawerîn dawî û dax e
Dîsa derew e dîmoqrasî
Devbixîn in dagîrker
Dirinde û destqirêj in
Dem di dînê de digevize
Digerin destarên dojehê
Dihêrin darbestên dewranê
Darvekirin û dabeşkirin
Dijmin û devlixap
Dijûn û dilbikîn in
Dawpîs û dijmirov
Dilreşiya dûvpikên dajehr in
Derdiçe dêmtirşiya derûnkulan
Diherikin delavên dilêşiyê
Dibihîsim dengên dahurînê
Dirêşa derdan diguvêşe dil


 

BAYÊ BERFENBARÊ

Bêlên bêbav û berazan
Berber û bermayên Bîberos
Belqanên bereder û bedbîn
Berguman in bêguman
Bihnqalingiya bedniyazan
Berovajiya bazarên bagirtî
Bizdonek bûn bejinbostik
Berbeqên bihnpîs in bavcîngiz
Bihna bayê Berfenbarê
Bihnvedana bajarên berkesk
Banokiya belengazên bargiran
Bûbûn bîrveçûnine bihnkizrî
Bergeyên bej û baniyan
Bêfilên bajarokên berbext
Bersivên bihntirş û beravêtî
Bûbûn balkêşiya berbangê
Bûka berxemil û berkenî
Banga birînên bêreng bû
Berzî û bahoza berxwedanê
Berevanî bost bi bost bû
Bira û berketiyên bapîran
Berxwedêrî berdêla berbangê
Bazingagrî bûn Bilbil û Berkaş
Bûn bangvedana Barîn û baranê


RUSTEMO RABE

Rengxwîniya rê û rebezan
Rêdûriya ragerandî
Rêrastî û rondik in
Revîna rojnedîtan rêbend in
Rustemê raperînê rabe!
Rewrewkên rêxwer
Rengên rûreş û raketî
Rêketineke rûzingarî ye
Rîşagirî ratewitiye rewş
Rustemê roperesto rabe!
Rengzerî radiweşwişin
Raman û resenî rojkulek in
Rîfên raserkirî rûgirî ne
Rêçik rext û rêgor in
Rustemê ronahîdost rabe!
Reperepa rûviyên rûgurî
Rûterep, reşbînên û rêbir in
Ramankor û retel in
Romiyan rûmet rêtin
Rustemê rimçengelî rabe!


 

ZEYTÛNISTAN

Hemêza jiyanê çiyayê Kurmênc im
Bihuşta xwezayê çîgera Kurdistan im
Îro bûme dîla tariyê birîndar im
Çiyayê Gir, Lêlûnê sert û Hawar im
Berî dîrokê bo mirovan hêlûn im
Navdar Duderiya Niyandirtal im
Pêlvedan û çîkdaneke ji Zagros im
Pir nav li min kirin lê tenê Kurmanc im
Ji rastiya xwe binavkirî Avrîn im
Alalax û kela Horî ne Sîros im
Ne xewna tarîperestan rojistan im
Îro bi şîn û girî bi dûrsiwar im
Perestgeha Tîşopxorê roperest im
Pîrozgeha Neboyê xwedêwend im
Îro diqîrim û pir bi hawaer im
Skender hat erê bersiva min ez Kurd im
Vedeng giha Magdoniya xoristan im
Çerxa felekê xinz e îro stûxar im
Hatin pir qeyser wey lo bi bav û kal im
Kişwera taczêrînê zendzer Şoştar im
Çi bêjim îro di ser kulan de xar im!
Dîdevana serdeman berê de Kurd im
Bo neviyên Kaşî û Lolo paytext im
Çima îro dojeh û bi pirdarbest im?
Ertixrilên duh û pêr jê re ne fêz im
Landika Xoriyan pir û pir ji mêj im
Bangîn dikim îro çima ne azad im?
Çêlxana memikkevirî avzelal im
Ez im bûka serdeman Parsexatûn im
Îro mame sêwî û kûr kûr dinalim
Felsefeya dêrîn çiyayê Berkêt im
Kela berxwedêr a Belalê Betêl im
Bangşikestî îro jê êşan bi zar im
Ne Tîtos, Colyanos ne Erebistan im
Dildara Mîtaniyan kurmancistan im
Îro dikalim dayîka we bindest im
Ne beyabana ziwa û reperût im
Bejinkeska Kurdistan zeytûnistan im
Di nav agirê kînê de îro jar im
Bi deştên dawkes, gelî û pirnewal im
Kanî ji lêvên zinaran çemzelal im
Mirûztirş im îro çima bê jiyan im?
Bi solavên pesarî û xweşdaristan im
Li ser navika zemînê rastdestan im
Ji nalînên tîr îro bargiran im
Ne çolistan ji deryaya Spî nêzîk im
Qermiliq im sî û heyşt gavan jê dûr im
Di xwe de dikizkizim îro hejar im
Sêsed û şêst û şeş zarok û ez mak im
Ji nexşeya pîroz bi heft bajarok im
Di xwe de dikelim îro pir bêzar im
Vejîna berxwedanê bi kezîzer im
Sîngmêjandina simêlsoran Efrîn im
Nîzîke berbang û soz didim destan im


 

HESTNAME

Got:
Ji min bû tu helbestvan î
Lê…
Kirasekî xapînok bû
Ji min bû tu dildar î
Ya rast
Xewneke derewîn bû
Tu kevirê aşekî sert î
Tenê…
Hestên min dihêrî
Çemekî avşor î
Xwezî…
Di buhara min de neherikî
Bayekî tûj û têrseqa yî
Xwezî…
Ji gulistana min dûr bî
Min dixwest her serxweş bim
Min nizanî
Lêvên te
Miçiqî û bê mey in
De here looo!
Windabûnê têr cûtim
Dixwezim xwe bibînim
Bêdengî…
Kenekî mest…
Awireke nîvçelmisî…
Kesereke tengijî…
Xwetirxwestineke dudilî…
Nîvtajanek…
Bûne bersiv û xeyalê ez revandim
Jiyan dîlan e
Lê…
Carina saz çepî ye
Ma qey…
Hemû rist bi pêlewaz in?!
Deryaya evînê jî heye
Ne bê pêl e
Lê…
Ne her kes melevan e
Belê…
Noqbûyî, ne gunehkar in
Lêvgezkirina li peravan
Tenê sergêjî ye
Şemaqên demê pir in
Hem jî xwer in
Gelo…
Hing û kulîlk
Gul û bêhna wê
Nêrgiz û lêvên zinaran
Pinpinîk û qurnefîl
Ba û semaya daran
Xunav û beybûn
Awazên çem û kaniyan
Giyanê dildaran
Bi şîrqîniya wan hîs dibin?
Eger ji êşên lomeyan biqîrim
Li ser têlên dengê min
Birîn ê bibin herikandina xemgîniyê
Belkî…
Bi xwe bibim vedenga nalînan
Lê “belik“ ne yek e
Tê gotin…
Dil têne revandin
Hest di meşka COŞÊ de dikeyin
Lêbaniyê hemêzên keseran im
Xwezî…
Mîna semaya sosinan
Mîna ciwaniya sibehan
Mîna awirên keçikên Koçeran
Mîna peyvên zarokan
Mîna xewnên jinebiyan
Mîna silava dilmestan
Name nazik bin…
Ji meraqên xewnekirî
Ji hêviyên di xwe de velîstî
Ji bangên eşqê
Ji nihrînên banok
Ji xewnên tiliyan
Ji gupgupa dilê bi hawar
Ji vebrûsandina piyalên meyê
Ji afirandina awazên kelecanê
Şev jî dîn, dîn û dîn dibe


TEW Û TAW!

Tarî…
Terafeke tevlehev e
Talan, tîne talanê
Tirs e…
Tîrkevan tîk in
Tîbûna tembûrê
Têleke tek e
Tevrê terbirînê
Tevdana tinazê ye
Temen têr tenêbûn e
Tew, tew û taw
Tîn tê tavilê
Textên termhilgir
Têne teqlekirin
Tîşên telaşbendan
Têne telbzkirin
Têkbirina terorê
Taverpka têrjiyan e
Tajanên têkoşînê
Tîrêjên tînvedanê ne
Tolêstîn û tolêstîn e


SÎNGBIXALÊ

Ji te bû ku ez digriyam!
Hîngê…
Siha te berve min dihate rêxistin
Rondik jî ên dilşadiyê bûn.
Ji te bû ku ez dêşîm!
Hîngê…
Dilê min di şoreşa dildariyê de bû
Wê ûştê rasteçep vediweşwişîm.
Ji te bû ku ez westiya bûm!
Hîngê…
Min kenê çar buharan
Ji te re berhev dikir.
Ji te bû ku min rê şaş kiribû!
Hîngê…
Bedewiya te çavên min mişt kiribûn
Lewra ez û rê mest bûbûn.
J te bû ku ez li xwe digerîm
Hîngê…
Awirên çavên te
Ez direvandim.
Ji te bû ku ez serxweş bûbûm
Hîngê…
Min navê te bilêv dikir.


BEDEW Î

Biskên badayî
Bi bihna beybûnan
Bîrvebirin î… tu
Biriwên berkevanî
Bilbila beyaran
Barînaz î… tu
Bangîneke berdayî
Bagera birînan
Balkêşiya bê yî… tu
Bi bejina bûkanî
Bawişka buharan
Berbangnew î… tu
Binefşa li benan
Baweşîna bextan
Bejinbedew î… tu
Bextxweş û bexş î
Banoka birînan
Bibêje beya kê yî… tu?
Baraaan û barîn î
Bedewiya Berbangê
Bihna beyaniyê yî… tu


ŞÊRÎNISTAN Û ŞENG Î

Şaha Şemî û şevên şên
Şahiya şevbuhêrkan..
Şepal û Şehrezad î
Şalûla şa û şeşreng
Şox, şehnaz û şahîzê
Şêrîn û şekirqend î
Şevsaz û şewqdana şem
Şevşikîna şekokan
Şevdera şayesend î
Şêrîn, şeng û şahing
Şadiyana şahgulan
Şîlana şîlavqend î
Şivanmijûlka şînê
Şekiristana Şehreyar
Şaha şadîpesend î
Şeş şev û Şemî şan e
Şageşa te şanî ye
Şayest, şermok û şeyd î
Şiqşiqa şivîlokan
Şîrava şilêra şewşen
Şêlazeya şimşad î.


SÊWÎ NE SAL

Silavsar î sêvîdêmê
Sar in sîng û sersal
Sermest û sergêj im
Sînema serbidûman î
Sê salên sar
Sêwiyê serdanan
Srtên bi sosin semaya siwaran
Sembol û strana min î
Sîngbixalê…!
Sih jî seridîn
Sawîrnoşê seyrê
Serxweşê sermemikên selt im


 

NEZWEŞÊ

Nêrgizên nûbişkuvî
Nameyên nîvrût in
Nihrînên nazdar naşînî ne
Newaya navê te
Naz e Narînê!
Nezweş î…
Nermba yî…
Neyloferî û nisrînî ne
Netirkên li newq û nava te
Neyşekir e navmemikên te
Nîgaşrevîn î…
Niqîndîn î…
Niyazdar û nimêjvanê
Nîsanokên nîvşevên te me
Nebêje na…
Nîvdemkî me? Na
Nêçîrvan in nihrînên te
Na na; nebêje na
Nakim nalenal
Nîvxewn im….?
Na Narînê ne neşor û neşîn im
Newnewa nesaxiyê
Nediyarbûna te ye Narînê!


 

DAXWEZ

Çendî dixwezim
Bibim şeveke hêmin
Da ku carekê zarokên welatê min
Bi aramî û bê tirs
Di hemêza min de razin
Çendî dixwezim
Bibim ewrekî ji baranê avis
Di ser bajarên tî de
Têr û têr bibarim
Çendî dixwezim
Dergûşan bikenînim
Ji giriyê şîrmijên sêwî re
Çavên xwe bikim diyarî
Çendî dixwezim
Bibim gulistaneke xemilandî
Perperîkên ku ji agirê cengan revîne
Di nav gulên xwe biparêzim
Da ku…
Semaya xwe ji bîr nekin
Çendî dixwezim
Bibim welatekî azad û bê sînor
Pir fireh û bê yasa
Da ku…
Nav li mirovan nekim
Koçberên ne rewa û penaber
Çendî dixwezim
Bibim kenekî têrevîn
Da ku…
Di dêmên keç û xortan de
Bibim pêlvedana dilşadiyê
Çendî dixwezim
Bibim lehiyeke pir bi hêz
Bidim ber xwe kelayên zordariyê
Bila carekê
Qad bibin govendên şahiyê
Çend dixwezim
Bibim bayekî hênik
Da ku…
Agir û şewta salan
Di sîngê dayîkên de
Vemirînim û sar bikim
Çendî dixwezim
Bibim bahozeke li gor xwe
Bigerim bajar bi bajar
Da ku hilweşînim
Girtîgeh û zînadan
Çendî dixwezim
Bibim kevirê aşekî gerok
Da ku…
Keser, êş û kovanên perîşanan
Bê rawestandin bihêrim
Çendî dixwezim
Bibim zinarekî sert û sert
Da ku…
Biparêzim pişta azadixwezan
Ji qurşînên çavsor û kujeran
Çendî dixwezim
Bibim balindeyekî nexuyayî
Kin bikim bergeyên dûrbûnê
Bigihînim dildaran
Nameyên rêdûriyê
Çendî dixwezim
Bibim giyanê pakrewanan
Vegerim jiyanê çend kêlîkan
Seza û riswa bikim
Keysebazên li pişt mayeyan
Çendî dixwezim
Bibim agirekî terafbilind
Da ku…
Dîrok û pirtûkên tarîperestiyê
Pir bi hêrs bişewitînim
Çendî dixwezim
Bibim gemiyeke mezin
Bi qaserî nîvê welatê min
Ji hev biqetînim pêlên deryayan
Koçber û penaberan
Vegerînim bihuşta wan
Çendî dixwezim
Li ser sivreya birçiyên welatê xwe
Bibim pariyek nan û piyalek dew
Da ku…
Li şeveke zivistanê
Xewneke nivtêrî bibînin
Çendî dixwezim
Bibim pêlava zarokeke windayî
Da ku…
Dirî û striyên di rêyên revê de
Lingan birîn nekin
Xwezî çend rojan bibama dem
Min ê vekirana girêkên çerx û felekê
Bi paş de bizêvirandina
Serdem li pey serdeman
Payî bikirina xwedêwendên rastiyê
Belkî…
Mirov vegerîna mirov
Jiyan, jiyan û jiyan
Veterisiya ji ji ceng şeran.


Jiyana Merwan Berekat

NIVÎSÊN BALKÊŞ