"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Sebrî Vûral

Sebrî Vûral di sala 1968’an de li Dêrika Çîyayê Maziyê ji dayik dibe.

MIN SARE

Di kesayetîya Cemîle Çağirga de
Ji bo hemû zarokên cîhanê yê ku
Ji mafên jîyanê bêpar hatine hiştin

Dem û sal dîsa sincirîn li Cizîrê
Dayê min sare termê min veneşêre di sarîncan de
Min azad berde li kolanên Cizîrê
Weke kevoşînkê aştîyê
Ka ez şûnde vegerim
Cem holîkên deyndarê kenê min
Hemû tax xemgînin diponijin li ser xwîna min
Keştîya Nuh qeremokî û dikule
Hewar baskşikeştî xwe nagihînin Cûdî
Min wesîyêtên xwe li pêşîya xwe şandine
Ji Mem û Zînê re
Dayê min sare
Qefilîme
Ji dilê sotî bi lorîkên baskşewitî birînên min bikewîne binixumîne
Dayê êdî tu razê ez rêwîme rêwî
Bila Cizîrî herin kolanên bi xwîn hinda mêlavên bê xwedî
Ez li benda karwanên rêheval û azadîyê me
Li Cizîrê di xilmaşîya sibehekê de
Keldûxana devê mirinê bê pêjin digerîya li dû zarokên Cizîrê
Li sebra cîranê Eyyûbê kurma xwarî
Û
Li serê Cûdî berfa tenêhiştinê dibarîya
Min neh rojan serê xwe dabû qiblenameya evînê
Dûrneketim ji ax û xwînê
Di ristina tevna lorîkan de dayika min bilbilên bêwelat betilandin
Li dû xwe
Li kolanên sîngbirîndar zarokên berpêxîl
Tuf dikir rûyên fîşekên li dû qedera wan digerîyan
Sibeheke talankirî diperpitî li hinda xwîna min
Şûrê gemarî yê zilmê li ser termê min ên qerisî xwêdan dida
Dayê min sare
Ez diricifim di nava germahîya Cizîrê de
Dayê min sar e min veneşêre di sarincan de
Helbestekê bi xwîna min binivîsîne bila navê wê sar û Cizîr be


 

TENÊTÎ

Di qerepereya jîyaneke ne diyar de
Li ber pêlên nermebayekî xerbî
Bi rêzikên helbesteke westîyayî
Dilorînim êşên xwe
Di kerlalîya şevê de
Di derya evînê de
Parsekekî destvala
Û
Bêgeşt vedigerim
Garana xeyalên xilmaş
Mîna masîyekî sewsî û birçî
Di nava okyanûsan de
Basikê xwe dixwim
Di bin sîya tenêbûnê de
Hêvîyên çilmisî avreşandî dikim
Bi xwêdana enîya çiyayên polayî
Û
Kulmek hêsirên min deyn kiribûn ji çavên zarokatîya te
Ji tirsê re ayetên azadîyê dixwînim li ber newaya girîyê tenêtiyê


TAYBET IM TAYBET IM

“Baskê bazekî şikandin
Asîman firînek wenda kir
Çavê xezalekê kor kirin
Awirek ji kîsê deştê çû
Gulleyek ket qirika kewekê
Çiya stranek wenda kir
Kulîlkek binpê kirin
Bilbil bêhnek wenda kir
Lê dema jinek kuştin
Evînek ji kîsê hemû dinyayê çû’’

Şêrko Bêkes

Êdî nizanim
Ez ê xwe di kîjan kêlîkê de veşêrim
Dergevane mirin
Li devê kuçe û kolanên sîng bixwîn
Vehewandine qijîkên bêjî li ser termê xêlî spî
Û
Dixwin goştê pîroz bi diranên kotî
Weke îskaneke ji xem û birînan tije
Li devê kuçeyên bi bêdengîyê asêkirî diketim
Lê herkes ji dûrî ve bê birîna min li ku ye lêdigere
Ka bêjim, çarçavî ye birîna min ku hîç namiçiqe
Ma me çi kiriye
Hespê mirinê kedî bûye li welatê min
Bi nêrînên helbesteke çavkesk
Li deşteke ber bi korbûnê ve dihere dinêherim
Teyrokeke netebitî li ser dilê axeke pîr
Û
Termekî li ser berfê vezelîyayî digere
Ez Taybet im Taybet
Xayîn û neyar bi pêjna baraneke beravêtî
Li tengala holîkên zarokatîya min diger e
Newêrekî bi xwînê şil dike kolanên dagirkirî
Ez bawerim êdî
Dagirker in demsalên sofî li navê min
Yeko yeko vedimirin findê hêvîyan
Di çavên kolanên lerzok û laşê tevizî de
Cellad destên êşên cemidî
Germ dike bi xwîna sincirî
Ji hewarên westîyayî
Xetimîne mezrîb
Li hinda nebî nûhê di xewa bêdengîyê de
Termê min ê qefilî ranekin ji kolanên bê xwedî
Bila teyrikên azadîyê
Bi xwîna min ya meyayî
Biseyînin asîmanên sînorên wan hatine dizîn
Ez Taybet im Taybet
Hinek derbên din jî berdin laşê min
Ji bo ku ez hilgirim birînên bajarên din jî
Ez Taybet im Taybet
Bi qasî cemeda di dilê zivistanê de bihelînim
Xwedî axeke pîroz û dilgerm im


TU WERÎ

“Agir û çirayê min
Li Cem te nebûn
Wê yekê bizanibe
Êdî helbest çûye ava
Û
Ez jî mirîme”

Şêrko Bêkes

 

De ka
êdî tu berbi min ve werî
Bi kulmek hêsirên ji çavên bêxew
Di poşmanîya sibeheke te êş kiribû
Piştîyên dilê xwe
De ka
Devê birînên azirî
Raserî pêsîra dilên birçîyên azadîyê bike
De ka
Tu li tu êvaran varneqile
Li şîpa ewrekî şipîşîn
Tu li sibehên stêrk dibin sertaca wan bigere
De ka
Tu bibe mijhezek teva ewrên bi keder
Û
Bibe baranek tî li ser xewn û xeyalên bajarên şewitî
De ka
Tu destvala bi rê keve ji kolanên zarokatîya min
Ez kenê xwe di derhûdîya dergûşa vala de dihêlim ji te re
De ka
Tu werî
Ji berîya Mêrdînê weke masîgirekî
şewk û derzîyên xwe bavêje Gola Wanê
Tuyê min bigire ji xwe re
De ka
Perdeya xeman bi alîde ji ser rûyên xwe
Bi nêrîneke şêrîn û bêveger
Ez li birînên te yên şoptahl vegerim
Min sond xwariye qesem bi navê xwedê
Û
Bi dilsozîya stêrkên çiyê
Ne ez te ji bîr dikim
Û
Ne dihêlim dem û çarçove sûretê min spîçolkî bikin
Diyarîyekê didim te di govenda bûk û zavatîyê de
Li tilîkên wan ên gustîlkê binihêre
Bajarê Wanê cemidîye rê û dirb girtiye li min
Êdî tu were dayê
Êdî tu were
Ez
“Canfedayekî ” bêvegerim
Êdî tu werî
Tiştekî min tune
Ez kulîlkeke bêwelat
Û
Bihareke xizan li ser rêyeke bêvegerim
Felek rojên temenê min
Û
Perperokan bihev re dijmêre
Êdî tiştekî ku bidim te nîne dayê
Destmaleke spî dilopeke xwîn
Kozikeke sar û vitîvala
Û
Bila misteke ken û hezkirina min
Mîrate bimîne ji we re…


 

EFRÎN

” Ey evîndarên eware
Temașe bikin
Baldar bin
Biriqandina çavên
Kîjan kulîlk digihêje
Biriqandina çavên
Kulîlkên xwînê”

Șêrko Bêkes

Ji nava toza kevnesalên neyar tên
Ev serdema hêç û çavbirçî
Amade be
Ey bajarê hineya zavatîyê hê li desta
Bila devvekirî be sindoqên dilê te yên bûkanîyê
Ji bo nameyên bêrîkirinê yê Bavê Leyla
Bișkokên sînga xwe veke
Ey axa rû esmer
Ez dizanim wê bilûsin li sînga te
Sewta zarokên bindest
Ji Çiyayê Kurmênc teva dilê Avesta
Tu li ber çavên cîhaneke kor
Birîneke bêxwedî ye ji șûrên birçî re
Ji ber wêye ez îro dihûnim ristên helbestan
Bi navê êș û birînan
Bișikine biskên hêvîyan li bin darzeytûnan
Ev bajar hêlîna baz û kevokan e
Îro jîyan û azadî bi mirinê re pevdiçine Xwenga mezin bakur bûye ewrekî bêdeng, rûnerm Û Bêbiryare li qêrîna lehengan
Ev qad enîgewr û rûspîne
Weke gelek caran wê helbestên felatê
Ji dîroka rûreș re bixwîne
Bi nêrînên êvareke çavmest
Li kemernava te ya zêrîn dinihêrim
Dixwazim çîrokekê binivîsînim ji helwesta te yan ji pola
Ez dizanim șervanino hûn roj bi roj Hê xweșiktir dihûnin gulîyên çiya û bestan
Keserkêș û birînkûrim bi qasî herikîna Dîjle
Diqirqilim biqasî nalîna Ferat û bêxewim îșev
Serkeftin ne xewn û ne xeyal e
Keda palevanên berîya Efrînê
Û Stêrkên basik mertalin
Li hinda Edûlêyên biskên wan bêhine
Kilameke Dewrêșî û xwêdandayî wê bimîne ji te re
Qelenê te mirin be jî
Navê te dilbijoke
EFRÎNA min


 

BEYABAN

Çiradanka xewneke bêxêr e ev neynika derizî Ji bo çavên hinguvîn
Li benda para mirîyan dimam
Heta êvara înê
Min digot
Ji çavekî têrkesk wê nêrînek para min bikeve
Netirse netirse derîyê çavên xwe li min veke Wê keskek kêm nebe ji biharê Wê ji rengê çavên te û du dilop hêsirên min Gulek bibișire li vê beyabanê
Li heremeke wêran
Li beyabaneke ziwa û bêdeng
Çavên te
Deryayeke xeyalan bû ji min re.
Ne awirên te li min disekinîn
Û
Ne dilê min yê bawî
Bi awirên te re dibûn rêwî
Di vegerêde lașekî hezar kurmikî xwedî dike tu yê bibînî
An jî derdekî bûye așiqên çavên te Hezkirina tu ji ber direvîya wê di çavên te de basko bibe Xwezîya bibûma baba dewrêşek Û Ji çavên te nêrîneke dûr û kûr min bidizîya. Ji bo nezera çavan Ji ayetê evînê minê qesîdeyek û berbejnek ji te re çêkira, Ji bo min ruhistînê reng guhêz çavên te bi xwe ye. Tu bi keștîyeke vala diçî Û Bi yeka xemtijî li min vedigerî bila tu baș bizanibe ne ji çavên te be ne Mirineke min ya bi deyn heye û ne li ber kesî digerim. Rojê pênç caran weke ferzên nimêjê bi nêrînên trajedîk Û Enfalî li çavên te dinihêrim. Heke tu bixwazî dixwaz im Bi hesreteke birçî di çavên te de bimrim


PORSORA MIN

Li dilê kîjan sibehê
Bineqişînim navê serpêhatîyên te porsora min
Hêsirên kîjan helbestê
Bi ser lêvên te yên zuha de biguvêşim
Bi kulîlkên kîjan çiyayî
Bixemilînim keleşgewrîya te
Di kîjan demsal û kêlîkê de
Eşêfa êşan bikim ji nava jîyana te
Û
Kenê te efareya têlên kîjan tixûbî ye
Porsora min


ALAN KURDÎ

Gurêx bûye şev li hêvîyên min
Zîval zîvalî ye bîranîn
Li ber devê derîyê xwedîyê wî
penaber
De bijmêre navê mirinan
Ey dîrok
Weke Alan Kurdî yê
Masîyan rojî digirt li ser termê wî
Îro
Bêhneke ji newala waweylê me
Derya û mirovahî poz û bêvilên xwe hildikin ji min
Ma min çi kiribû?
Ey Xweda………?


 

NALÎNÊN DESTVALA

Dest hêvîyên min nede
Dêlegur û wawîkên birçî
Ji dil û hinavê min têr bikin
Bila helbestvanek
Ji axîn û nalînên destvala
Dîwarê dîrokê rêz bike
Di sala du hezar û şanzdehan de
Pêçekên zarokên dilargûn
Felek li ser çemê berfê vedike
Serê we ne qafikê kaba ye
Ji sêdarên birçî re
Gogê zêrîn e MÎR’ê min


 

ARÎ

Ji nav awirên bajarekî şewitî
Rondikê helbesteke “şêrgele” didim hev
Bi awaza pênûsa Arî
Li hemêza çiyayekî enîgewr dikim
Gotinên straneke derblêketî
Kurtepistê çeperên tenêhiştî
Û
Niqirîskên xezalên hêvîşikestî
Dikim nivişt li stuyê dîroka bêxem
Ji berdêla çavên dayikeke kurmanc
Du dilop hêsir bi qirdê hesen deyn dikim
Ji çavê ewrekî çikûs
Venamire
Agirê hestîyên ji navê xwe vêketî
Baweşîn dike Cûdî
Tirba Nebî Nûhê mahra wî li agirê bêdengîyê hatiye birîn
Dinihurîne kolanên tevizî
Li dergûşên bê Cembelî


Eniya Şevê

Di alinca nêrînan de,
Li kolanên keçikaniyê dibihurî,
Çotek çavên hêvîbar,
Dibetilîn li ser şopa berfê.
Sûretên windayiya tûrê şermê,
Di stûyê şevê de daliqandî dihişt.
Bi gurmînan di qolincên demên bêdem de
Zûrrîna baye(kî) serhişk
Dilewitand xewên stêrkan
Û
Xewnên nîvcomayî, tifî rûyên bêrûyan dikir.
Ji qehran hêviyên xwe diçinim, di rengê biharî de,
Berî qalûçka havînê
Boxçika rondikan li pişta min.
Dilop,dilop dikolin rêya xerîbiyê.
Sîsalkên gurrî lêvên hêviyên min dikoje.
Bi nûzenûza bîranînên birîndar,
Eniya şevê nîşan dikim, bi tenniya Sînema Amûdê
Kenên zaroktiyê di derhûdiya vegerê de dihêlim,
Li şûna bênderan û holikên ku serê xwediyên xwe dixwin
Stêrk birînên gewî bi xwê têr dikin, li kolanên fetisî.
Dilê min di nava destarên şevê de dihêrin.
Birîn, êdî bi laş(ê ) min ên westiyayî dikenin.
Kevokan reş girêdaye, stranên şewi(tî) li ser baskên şikestî,
Dikin xew, cih nemaye li gewriya dengbêjan
Gulberfînek bi şûrên helbestan diçirrîne zikên berfên
Qerrisî.
Tomar dikim, çermê kolanên mirî,
Ji ber qiloçên gakoviyan.
Bi perrikên kevokan rojnûska dîrokê dinivîsim.


 

Keskesor

Erêêêê,
Erêêê!
Evîna min a biharî
Di zivistana çavên te de,
Tê kuştin bi şembelîlkên berfê
Gemarî dikin bajarên dilê min
Û
ên te.
Kermêşên bi xwînê sermest
qijîkên biçarşef kufur dibe,
bi klamên hesret(ên) nesrînan re
Rojek diwelide ji raman(ên) te(mirî)
Rahiştiye derzî û carûdeke jixwînê
Dikole kevirên mermer ên ber serê tirba dîrokê.
Wa ye rojek hiltê û paqij dike,
Bi keskesora baranê dişo serê çiyê.
Ji aveke gurrî û keçelî re,
Gulîkan dihûnin ji kevzê.
Dipekiyan ji çavên rojê,
Qîrrîn xwe digirin li ronahiya mirinê
Tilîliyeke bejn-zirav û porrxelek bilind dibe.
Ji hênikayiya çiyê, ew jî diyariya dê û bavê
Kûsiyek rabûye ser piyan dikole tirbê,
Ji hêvî û xeyalên bi rondikan dişikandin,
tîna êvarên li benda azadiyê
Wê demê gumgumokan,
daw û delingên xwe hildikirin ji nav xwînê
Digurand çermê welatekî gewrîboz bi meqesa şevê
Û wan ji xwe re dikir îhramên heccê
Li rûyê te xuya nabe şopa gul, nêrgizê
Û xezalên mêvanên çiyê

Nêrînên bihesret dinikisîn li qelîştokên gîsinê zilmê
Êşên no roj bi roj dikoje çavên demsaleke westiyayî.
Bi çavên werimî, bi nêrînên sewsî ez dimam li benda
Hatina te.
Bi sedan caran wek qereçiyeke bêgeşt vala
vedigeriyam,
Ji ber deriyên çavên te
ên bi têlên niçik sînorkirî.
Ji ber nehatina te gula ku min
Ji baxçê dilê xwe ji te re jê kirîbû
min teva bêhna te
Di bêrîka dilê xwe de çandiye.
Ez bi pêjna simê reşebaye(kî),
Şiyar dibûm li navê te.
Gava her ku qala navê te dibû,
Min xwe vedişart bi çermê jiyaneke mirî
Tirs bi çirrvîtkan radibû dîlanê
Heta kovîtiya xwe kinas dikir,
Li ser laşê helbesteke di xwînê de vedigevizî
Zimanê min, destmaleke ji pelên zeytûnê
Paqij dikim xwîna zimanêkî di nav destê
Giyotîna şevê de diperpite… diperpite… diperpite…


Ez ê…

Ez ê veçirrînim keziyên mirina zûhatî
Ez ê bi şahiya dilan kûlîna xwe binijînim
Û nehêlim
Tu dilê hîn bi hev şanebûyî
Nahêlim
Li bin konê xeman pal bide
Ez ê hespê jiyanê li qeraçê mirinê
Bibezînim
Bê hefsar
Dilê birçî wê nema rûne
Li ser sifreya xeman
Mirin wê bi xwe bê gav bimîne
Li hemberî jiyana jîndar
Û
Ez ê mirinê bikim
Qeşmerê jiyana keç û xortên çiyayî
Û
Eyyarşîrê nav milê bêrîvanan
Û
Temeziya ser bilindayî dida
Biskê reşkotî
Û bêrîvanê nuh bûkî
Bila bêrîvan bibêje
Hey şivano
Keriyê derdan li vî çiyayî azad berde
Li ber çavê keç û xortên pêşe(roj)ê….


 

Bê Te Nabe

Ez navekî
Ji pirtûkên dîrokê hatime qewirandin!
Ji nexşeyan xêzikên evîna min
hate jê birin!
Evîn yek, du, sê, çar
wek qurbanên salê,
Ax û kaniyên te
Bedewiyê didin saqoyên hevrîşimê
Yên meletosên evîna min.
Cîhanek ji tunekirina evîna min re,
Kor û bê xem
Êş û xem kirin wargeh,
axa ku pişk û para min ne tê de
Evîna min
birîna dilan, (dilên keç û xortan)
Ne min tu dîtiye
û
yên berî min tu nivîsandî
Pênûs kêfxweş in
bi nivîsandina têkçûnên evîna min
Cîhderka ramanên min
Mêvanên giraveke bêdeng
Peyamên evîn û dilsoziyê
Li ser ewrekî baskşikestî
Bayê zilmê digobilîne
Kêrên ko disûn li evînê
û
Li ser bejneke hêvî-westiyayî
Ez dimeşiyam ji bo TE
Li kolanên mêvanên wê tirs
Qîrrîn ji hevdu direviyan
Li qadên evînkuj
Di demên bêdeng de
Mirinê kiras diguherand,
Bi zimanê duneçel agir dirijand
Bi ser jiyanên neseridî de


 

Aşût

Di çavên sibeheke bêwext û beravêtî de
Hêvî û hezkirinên temen-pîvok
Bûne xwirîniya gurî,
Gornepaş û wawîkên birçî,
Xewên nîvxewî dihejmêrin gez û qertên kovî,
Li ser bedenên naşî.

Şev di binê siya tirsê de,
Dikewînin birînên riziyayî
Tiştên ku ji zaroktiya min tên bîra min;
Li kêleka bircê, li paş malan
Dema ku me bi veşartokê dilîst,
Çavên girtî, zimanên serîpekandî
Destên li ser serî bilindkirî,
Di reştariyên çêkirî de! Min kes nedidît
Ez bi tenê çavgirtî dimam
Di xêzikên fillehan ên risasî de.
Îro jî bextewariyên pêşerojê
Di serê şewkekê de wek xapandina êmekî
Di nava devê segmasiyakî de me.
Ne xwarina masî, me dixwe tê dîtin
Û ne jî qîrrînên ferihî tên bihîstin.
Çavên bêronî! Guh xetimîne
Ev çi bobelat e ku tê serê me
Hêviyên bêşivan, tozgirtî û bawî
Hêdî hêdî tên kurrisandin, ji hêla
Dehbe-lokên diran-bevş de
Me hêviyên virnî di dilên mirarokî de
Hilî kirin
Bêyombûn bûye mîna aşûtekê
Û xwe pêçaye li navê me
Li her deverê.


Qewlê Vegerê

Qîrrînên wêjeyeke ku
Di sêdarê de daliqandî me
Hawîrdora min ax…
Û
Çolistanên aneforî
Kirine kunyaya wan.
Di nava dûxana
Devên dîroka kovî de,
Peyamên jehrî ewr jê çêdibe.
Mij jê çêdibe, tîr dibe mi(jan)k!
Ji bo jiyanên heval-ba!
Mirin kemînan radixe li ber lingan
Dûvpişkên heft movik
Diçêrin li ser zimanan
Û
Wan xwe di nava xweliya
Wêjeya şewitî de vedişart
Vî şapatî kujer bêkar, betal in
Vartan vartan digerin.
Li qadên pêşbaziyan
Qîrrîn dihatin pîvan
Şerabên xwîn dibûn firşikên wan
Bi vekirina devên dennan,
Bêhn difûriya wek çehteriyê
Li ser rûyên keçikên ku
Xizêm û gulbasên xwe qewl dikirin,
Di rêya Xwedê de.
Tenniya sêlan ramûsan dimiçiqand
Li ser rûyên dirandî û
Hinne deyndarê kefa destan
Rijikên berarkan çavên bûkên mirî
Û
Azadiyê, qelenê wan dixemiland
Zarokên ku xişxişkên
Wan hatine dizîn
Bi dergûşên xwe re pevdiçinin
Û fikrên wan
Di qumatkên wan de hilnayên
Xuroneke lal û diteyisin
Zengelork û zingilan
Zimanokên xwe jê kirin,
Ji bo vegera te.
De vegere, de vegere delalo/ê!
Em hemû li benda te ne.


 

Tunebûna Te Tenê Hiştina Min

Te ez tenê hiştim
Roj li min dibe şevên bêdeng
Li hatinan
Çavên xwe negire,
Û
Rûyên xwe neguhere ji min
Tunebûna te tenê hiştina min.

Gellek dil perpitîn ji bo evîna te
Bi awirên nîvçe aş nabe dilên bişeple.
Bêdengbûna te êşên kal ji dilên kavil hişyar dike.
Tunebûna te tenê hiştina min.

Te wek dê(mar)i(y)ekê
Te ji pêsîra seqet şîr dida min
Min tu bi hezkirinên vedizî,
Mezin kir di şikeftên dilê xwe de
Tunebûna te tenê hiştina min

Min ji bo evîna te
Di şevtariyan de
Ji mirinê re çira vêdixist
Tunebûna te tenê hiştina min.


Kulmek Şînbirk

“Ji helbestvan Ehmed Huseynî re, tu werêva xwîna dilê danisilî hevokên di xewnan de vediciniqe, xwêdanên bîşeple û biwêjên terqilî li ser kaxizan dibanîne, heke hindik be jî , ez dixwazim ji bo te goşiyên keseran û tenniya Sînema Amûdê ji bo ku xwe ji straxê dilê kekê Ehmed Huseynî xwe berra ser birk û hewdikên mehserên azadiyê bide ev helbest ji bo wî û ên wek wî porrên êşê di dilê xwe de spî kirine û ji hezkirina Qamişlokê dûr ketine û bi arê evîna welêt tên şewitandin re diyarî ye.”

Kulmek şînbirik weşiyan,
Ji nava diranên gumgumokan,
Bin siya şevê,
Navên wan biqasî bejna Mezopotamyayê
Dûr û dirêj dide şewqê
Biqasî ferat û dîjleyê xew lê herrimî
Û
Bi kefteleft xwe hildavêt
Ji nalînên deq li eniyê, xwîn dişewişî xwe berra dida newqê
Naqarat dîsa dengê axînên dayikeke kurmanc
Gazinên bêkesiyê dikir bi Xwedê
Temenên bi tifalî di şîpa diranê felekê de
“Kilama hey lê dayê, tu menalîne, xort şehîd in, tu xem nîn e!” digot
Dîrok, de îro li çîpên xwe bixe
Bila hilweşe hêtên zilmê ji kederên bêdengiyê
Nalînek rû-gevez û birîndar şiyar dibe ji hênikayiya çiyê
Xortaniyeke ku bi heft qelaç û kelefan dûr im ji sînorê yextiyariyê
Xwedaneke ku di havînê de qefilî xwe ji temberîkê berdide
Zîpik zîpik difitirîne kuriyê simbêlan
Ji bo te Welatoooo!….


 

Roboskî

Di cildanka dîrokê de man,
Cilên zarokan tev li xwînê
Çav qerrimîne, werimîne ji nêrînê
Jiyanên temen birçî, xeniqîn.
Çiya kirin gola xwînê.
Li kêleka çiyayekî hêvîşikes(tî),
Helbestên kel(o)girî tomar dikim,
Ji sî û çar stêrkên birînên wan nekewkirî re
Ev çi berfeke bedew e li kendalên dilê te ROBOSKÎ
Hevokên helbestan xwe dişewitînin ji kerban!
Hûn jî rêwiyên rêya
Dîroka bixwîn a bav û kalan û ciwanmerdan
Di reşika çavên xumamî de,
Şopa şopên sor, ên neşûştî heye.
Çavên hêvîbar!
Di kemînên tarîgewrika êvarî de,
Ketin feqa dêleguran.
Îşev dîsa birînên min gazinan dikin,
Bi nalînan.
Hêviyên bikeser
Di xewnên tisî û bê xeyal de difetisîn.
Delingê axeke kezebşewitî şil dibe.
Bi rondikên helbesteke li ser pişta hêstiran.
Sî û çar qîrrînan sor kil dida
Çavên berfeke fedîkar.

Rûreş e şev,
Hemû çiya, dar û zinar.
Semah girtiye
Sî û çar stêrkan li asîmanan


 

Bilûra Kerr

Li rûbarekî çavşîn
Li ser delavên bîranînan
Birînan av didim
Bi rondikên helbesteke çavkul
Li geliyekî hênik
Difirkînim pişta dilên xûz
Demeke devgirrêz,
Dixerritîne devê birînên sindoqên bûkan.
Qîrrînên hawarê bi kûzekûz
Û
Li gewriya bilûran diengirî
Reqsokbûn, kenê bûkanî
Hinne li kefa destan çavvekirî diçûn.
Kilê sibhanî di kildankan de,
Dest bi xwarina mi(jan)kê xwe dikir.
Bi gavên çogerî pêrgî te dihatim.
Lê dîsa min tu nedîtî
Hillî ye şopa bayê bêjî
Bi zimanên xerdelî yên du neçel
Dialêse rûyên stêrkên sêwî
Di wê kêlîkê de, kenên termekî ciwan
Vediçîrrikî li ser dawa şevê, a bi xwîn û gemarî
Berbû sînorên xemgîn
Qîrrîn di gewriya bilûra kerr de
Hefskirî…………… dima.

Jiyana Sebrî Vûral

NIVÎSÊN BALKÊŞ