"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Sultan Yaray

Sultan Yaray di sala 1971ê de li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyê. Piştî dibistana seretayî û navîn lîse ji derve de qedandiye. Zewicî ye, 4 zarokên wê hene.

Bêyî Te

xeyalên min koçber
hêviyên min baskşikestî
birînên min jandar in îşev
bêyî te
nalînên min kûr
nêrînên min dûr
êşên min sêwî ne îşev


Cano

Ku ez mirim
hez neke ji kesekî dinê
bila evîna tu kesî şîn nebe
di kavilên dilê te de
bila di neqebên şevên bêhêvî de
tu kes nebe şeraba serxweşiya te
û nebe eşqedil û rûbihuşta jiyana te
ku ez mirim
bila evîna payîzokî
aş neke hesretên dilê te
bila dil nexape bi gulên payîzî
û bi awirên şewibî
birîna te
bila bi destên tu xwedawendî neyê dermankirin
di sehera sibê de
bila tu karxezal ji te re nebin stêrka berbangê
û bila ramûsanên tu periyan
te nexapînin di neqeba şêvên bêhêvî de
ku ez mirim
helbestên xwe
diyariyî tu mazîçinan neke
bila hubra pênûsa te
ji bo tu rûbihuştan neherike
bila bişêrînên tu kesî
bi ber asoyên dilê te de nefûre
û bila tu kes nebe sebra dilê te yî bêmecal


Serhatê min

biçûk û delaliyê ber dilê min
gelo ez ê bi kîjan hevokan çîroka te vebêjim
tu reng û rewşa mala min î
carna êşa dil
lê bêtir wateya evîna min î
bi hatina te jiyana min guherî
bi saya te ji qoncikek taybet dinêrim li cîhanê
ger zimanê te bigeriya
dizanim te yê bigota ev çi dunyaya bê edalet e,
çima ez kêmpar im ji jiyanê?
biçûkê min
êş û şahiya dilê min
zanibe ku ji bo te aliyekî dilê min her zivistan e
qir û qeşa lê dibare
ji awirên te yên bêdeng û bê taqet
tîrêşên xedar li dilê min dixe
qêrîn û hewar bi min dikeve
heta çirka ku ken û coşên te dibînim
bi hew bişirînek
hew peyveke te re
dibim bextewara jiyanê
berxê min
biçûk û delalê dilê min
birînên min pir in
lê tim di qiriqa min de dimînin…
xwezî te jî zanîbûya
bê çiqasî xayîn e
çiqasî bêwijdan e ev dunya


Kolanên Dil

Bes e
di kolanên dilê min de negere
ne dil ew dil e
ne jî kolan ew kolan e
êdî tu ji bo vî dilî
kesekî biyanî yî
dilê min
ji te fahm nake
ev awirên xerîb nasnake
bes e xerîbo
bes e
li kolanên dilê min negere
ne dil ew dil e
ne jî kolan ew kolan e


Çirûskek

Îşev
bila hemû stêrk
li ber bedewiya te bixuricin
ji bo şeva min ronî bibe
tenê çirûskek te bes e


Bayê Payîzê

Îşev
dixwazim di binê bijankên te de
xwe veşêrim
da ku bayê payîzê
min ji guliyên evîna te neqetîne


Bişirînên Te

Were
demsal çi dibe
bila bibe
bes ku careke din
bişêrînên te bibînim
bişêrînên te
di dil de şoreş e
bişêrînên te
şeraba şerxweşiyê ye
bişêrînên te
dermanê dil e


Geşt

Îşev
li ber deriyê eşqa te
parsek im
naçim ji ber deriyê dilê te
mîna qereçiyeke bê rû me
geşta dilê xwe dixwazim


Dengbêj

Were
tu bibe Evdalê Zeynikê
ez jî bibim Gula dengbêj
em ê
sê roj û sê şevan
biavêjin ber hev
bila dengê min têk biçe
li himberî dengê te


Xwezî

Xwezî dîsa zarok bûma
di hembêza diya xwe de
bê derd û bê kul bûma


Ne Xewn Bû

Min xewnek dît
xewneke efsûnî
xewneke kûr û dirêj
bi navê te şiyar bûm
ji ew xewna nihênî
xewna kûr û dirêj
min dît ez û tu dimeşiyan
bi lingên xwas
û pêxwas
destên min di destên te de
bêhna min di bêhna te de
me nav li rêya xwe danîbû
evîn…
barê me azadî bû
me bêhna xwe li ser kaniyekê veda
navê kaniyê jî evîn bû
li ser kaniyê şitlek hebû
ew şitla azadiyê bû
bi xwînê dihat avdan
lehengek li ber wê bû
navê wê jî evîn bû
rûyê wê bi ken
mizginiya azadiyê bû
ew rêhevala rojê
stêrka li ber hêvê bû
min dît suwarek
ji wê de hat
bi coş û bi heybet
navê wî jî Egit bû
mîna piling zîrek bû
pir bi coş û bi heybet
got mizginiyê bidin dayikan
em her hene elbet
me bangî dayikan kir
bi hev re kir şahî
û kir govend
dema min çavên xwe vekir
bêhna azadiyê difûriya
ji ew xewna efsûnî
xewna kûr û dirêj…
ew ne xwen bû
ne xeyal
azadî li dil bibû eyan


Perava Evînê

Min evîna te kir kil
û di çavên xwe da
min evîna te kir av
bi ser lêvên xwe yên
terikî dakir
min evîna te kir
ronahi ji bilî ew ronahiyê
li pey tu ronahiyê neçûm
min evîna te kir êş û
li bedena xwe pêça
min evîna te kir bahlîf
her şev serê xwe li ser danî
min geştiya evîna xwe
ji perava evîna te pê ve
li tu peravî nesekinand


Dil Veke

Ku bû êvar
biçe li serê çiyayê zagrosê rûne
û li stêrkan temaşe bike
dema te dît
stêrkek ber bi te ve xuricî
dilê xwe veke
û zanibe
ku ew stêrk dilê min e
û ber bi te ve diherike


Bêhna Te

Piştî te
ez nema ji bêhna gulan hez dikim
ez ê hemû bexçeyên gulan bişewitînim
da ku jibir bikim bêhna te


Îşev

Bila bêdengî bimre îşev
bila mirin jî bimre îşev
biçilmisin gul û beybûn
sêwî bimîne eşq û evîn
bila bisekine dem û dewran
neherike dîcle û ferat
her zivistan be, nebe bihar
bila bisekine aqil û dil
delalê min xeyîdiye
bila ken jî bimre îşev
mirin jî bimre
bila birjên stêrk ji ezmanan
bixeyidin ji târiyâ şevan
bila tarî bibin hêv û gerdûn
wêran bibin bajar û gund
kavil bibin kolan û tax
bila bê bask bimînin teyr û quling
ter nebin dar û zevî
bila rehet nebin êşên jandar
bihêrikin hêstir ji çavan
tarî bibe çavên li rêyan
kûr bibe birînên xedar
delalê min xeyîdiye îşev
bila mirin jî bimre
bila ken jî bimre îşev
bila gîha şîn bibe li ser goran
ruh biçe ji bedenan
bila ne nan be ne jî av be
bê delal jiyan jahr be
ger îşev venegere delal
bila bisekine dilê bêhal
bila mirin jî bimre îşev


Were

Were
Li kêleka Çemê Dîcleyê
ji min re stranên
Mehmed Şêxo bibêje
ez ê jî ji te re helbestên
Melayê Cizîrî bixwînim


Evîna Azadiyê

Tu efsûn
wek behna azadiyê
ne xweş e
tu bêrîkirin
wek bêrîkirina azadiyê
ne bi êş û jan e
tu kelecan
weke kelecana azadiyê
ne bi coş e
tu hêvî
wek hêviya azadiyê
ne bilind e
tu berxwedan
wek berxwedana ji bo
azadiyê ne bi heybet e
tu evîn
wek evîna azadiyê
ne ji dil û can e
tu agir
wek agirê
azadiyê ne gûr e
û tu rê wek riya azadiyê
ne birûmet e


Lal Bûn

Kenên me di êşên me de wenda bûn
hêstirên me di bijankên me de girtî man
gotinên me di bêdengiya me de lal bûn


Dilê Serhişk

Dil, carna dibe mîna zarokeke serhişk
û li meriv guhdarî nake…


Xwekuj
Min xwe di dilê te de xeniqand û kuşt…


Porê Te

Dema bayekî hênik li porê te xist
bizanibe ku ew ba ez im
û ta bi ta ji porê te hez dikim


Ez ê Biqefilim

Ji dilê te pê ve
di tu dilî de germ nabim
min ji hêlîna dilê xwe navêje
ez ê biqefilim


Bê Hincet Were

Were bê hayjêçêkirin
bê hincet
bê gul û bê sosin
dil û hêviyên xwe
bi xwe re bîne
û ji nişka ve
were!


Tîrojên Bêrîkirinê

Carinan tîrojên bêrîkirinê
dilê min wêran dikin
wê demê fêhm dikim
ku bi qasî zarokiya xwe
bêriya te dikim…


Wêran im

Li rewşa min pirsî
min got ez baş im…
devê min negeriya
ku ez bibêjim
mîna kolanên Sûrê wêran im


Ez Helbestvan Bûma

Ku ez helbestvan bûma
min ê ji hesretên dilê te re
helbesteke bêrîkirinê binivîsanda
ku ez helbestvan bûma
min ê bi hêstrên çavên xwe
Ji te re helbestên tije hesret
û
êşên ku bi salan e sewî mane
binivîsanda
ku ez helbestvan bûma
ez ê biçama li kêleka Çemê Dîcleyê rûniştama
û
min ê ji Çemê Dîcleyê re
hemû helbestên ku min
bi dilê bêhal
ji evîna nîvcomayî re nivîsandine bixwenda
ku ez helbestvan bûma
min ê hemû helbestên xwe
bi navê te binivîsanda
da ku
hemû evîndaran bi navê te
bang li evîndarên xwe bikrana
ku ez helbestvan bûma
min ê hêstirên çavên te
ji pênûsa xwe re bikra hubir
û
li ser sînga xwe bi ew hubra efsûnî
navê te binivîsanda


Ne xem e

Êdî
ne di tahtêla te de me
ew gula ku te dabû destê min
li ber deriyê darhişka miradan ma
di dafika eşqa te ya xapînok de
riziyan hemû hestên min
ez nema avê vexim
ji kaniya dilê te
ji nebûna maçên te
bila lêvên min biterikin
ne xem e
ez bibîr naynim
ramûsanên şevên
ku me ji hiş û aqil dikir
nema bibîr tinim
ne xem e ji min re…
hêva ku paceya dilê min ronî dike
ne te, ne jî pêjna te nîşan dide


Êşa Şengalê

gelo kes heye ku êşa Şengalê binivîsîne,
biqîre û bilorîne
kes heye bersîva pirsa ”tiştek bi Şengalê hatiye”? bide
ew ê di kîjan pirtûka pîroz de
bê qedexekirin fermanên
li ser êzdiyan
bahr bibin hubir, dar bibin pênûs û erdê Kurdistanê bibe lênûsk
ew ê têra nivîsandina êşên heftê û heft fermanan bike gelo,
ew ê devê zarokên ku li ser axa xwe bûn penaber şil bike gelo?
baranên ku bi xwînê re bi ser laşên mirî de diherikîn
hêviyên ku noqî deryaya kulan dibûn û dixeniqîn
ew ê di kîjan demsalî de zindî bibin
ew ê kî bibihîze qêrîna dayika êzdî
”hewar hewar, hewara me kurdan e” digot
û hêstir mîna barana ku ewra diqelişîne
bi ser terkên ruyê wê de dibariyan
û xwîna li ser rûyê wê dihat şuştin
bi hêstirên ku di her dilopeke wê de êş hebûn
bêyî ku paqij bike hêstirên xwe
di tûrê vala de li pariyek nan digeriya
ji bo zaroka hembêza xwe
mîna ku li hêviyên xwe bigere
bi dehan caran
di tûrikê vala de li nan digeriya û diqîriya
ax Şengala birîndar ax
gotin têra êşa te nake
ax zarokên xwediyê pirsên bê bersîv ax!..

Jiyana Sultan Yaray

NIVÎSÊN BALKÊŞ