"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên Mehmet Oncu

Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye.

JI KANIYA DIL ÇARÎNE

1.
Ji Êzdan e ‘Ezîza min navê te
gerdûna min ronî dibe b’ nûra te,
çem û kanî dikin der bi besta te,
çarînên xwe dirêsim bi hesta te…

2.
Ew çarînên ku min ristî b’ evînê,
hilhatî ji kanya dilêm birînê,
bila felek pergala min hilweşîn,
ger neherik negên destê şîrînê…

3.
Dema ristêm gîhan destê şîrînê,
lavakar im dilê xwe de hilînê,
bila bigir dîwana min biçirîn,
ger nerevîn xema l’ dilê yarînê…

4.
Tennêrgiza’m da te dilê xwe’y zîze,
bi giryan im dengê min kes nabîze,
bi peymana tava rojê ‘Ezîze,
min gul navê, dilê’m dibê nêrgize…

5.
Dora dilê min re kirî çixîze,
li min sotî cerg û b’ hestêm dilîze,
dîl girtime nala min kes nabîze,
bes neke renc te ez kuştim ‘Ezîze…

6.
Çûna te re teyr û tilûr ket rêze,
gul xemgîn e dengê bilbil bi lerz e,
dar pelweşîn êdî bihar ne b’ feyz e,
hemû stran nehawendin ‘Ezîze…

7.
Çavreşî tu tenê’t bêhna nêrgiz e,
wek ahûya l’ Çemê Kawa dilîze,
sond dixwim ez bi tirba Ap ‘Ezîze, 1
sûretê heq, tu melek î ‘Ezîze..!

8.
Min xewnê de dît dîsa ew dildize,
nazenînbû weke tayê nêrgize,
dilê’m kef da weke pêlên dêngize,
hişyar bûm min nav hilda got; ‘Ezîze…’

9.
Şêrîn î tu wek hirmiya bêlûze,2
dipeyvî wek tiriyê da’y şîraze,
bi wan lêvên belalûg û gilyaze,
awirbaz î şox û şeng î ‘Ezîze…
10.
‘Ezîze tu dilê min re nîreng î,
li asmanê cîhana min heftreng î,
bi dostanya Memê Alan û Bengî,
di helbesta min de sirûş û deng î. ..

11.
Berî avê rewan berbî dêngize,
zindî nîne ku nemire hêrgize,3
ma her giya l’ ser repnê4 xwe ne burze,5
bizan repnê min jî tûyî ‘Ezîze…

12.
Bûm şeydayê cemalê te ‘Ezîze,
qam de ketim mam bê pertaf û hêze,
sond dixwim bi bereketa dargûze,
miraz dikim ji wan lêvên gilyaze…

13.
Ger tu ji min biçî dûr û dûristan,
bi cotsolên hesin, gopal li destan,
li pêyî te çi havîn çi zivistan
bigerim tev bajar û gund, şaristan…

14.
Dema b’ min ve xuya dibe ‘Ezîze,
çavê min kor, guhêm kerr e, nabîze,
zanim şoxa min bêqirar û soz e,
dîsa dilêm dikut, dibêj; ‘Ezîze…’

15.
Ku dikeve bîram melek ‘Ezîze,
xûn dijene pî û baskê’m ditevze,
bi dil û can carek lêvêm ramûse,
dilêm dibê; bide lotan bilîze…’

16.
Deryê baxê min re ketê ‘Ezîze,
rabûn reqsê b’ sedan gul û nêrgize,
stûyê xwe l’ ber tewandin birêzê,
gotin; gelo ew Şîrîn ne Hurmiz e…

17.
Ger bimirim bê miraz û bê soze,
serma eşqa ‘Ezîze l’ ber bahoz e,
dayê kom ke bo min tîrêja roje,
bireşîn ser tirba min bi lawije…

18.
Gazî dikim reşreyhanam nabîze,
bi axîna dilê’m keser dilîze,
wek kevokek serjêkirî dilê min,
diperpite sîngê min de bêhêz e…

 

19.
Çavê’k carek wê xweşbalê bibîne,
dike giryan agah ji xwe namîne,
ger hezar sal kevn be, nade şerabek,
serxweşiya eşqa yara dilîne…

20.
Mabûda min, bawerî “hezkirin” e,
bê hezkirin, jiyan dibe gorîne,
bi xwedanê rojê be, gor tarî ne,
finda eşqê tariyê diçirîne…

21.
Ey gultena gerdenzîv û xweşhalê,
bejnzirava evînxweza delalê,
diburise rewnaqa l’ cemala te,
şewq vedide şeva tarî, şemalê…

22.
Kenê j’ lêva te ji min re jiyane,
tu nekenî jîn ji min re biyane,
daxwaza min jixwe bi te eyane,
maçek j’ kevya lêvên gilyaz beyane…

23.
Jan bide jî dilê’m j’ êşa evînê,
vejene wek birûska li asmînê,
xem dimire ‘Ezîze li vê jînê,
bes ramûsim carek j’ lêva te jinê…

24.
Birh û bijang tîr û kevang çekên te,
kes nikar xwe bigre l’ ber awirê te,
ger karibim xwe bigînim warê te,
ezê bibim perwane li dora te…

25.
Tu hêjayî milkê E’reb û Ecem,
bila bimrim li riya te bê sedem,
bi te j’ dilê’m diçe êş namîn elem,
têra delalya te nakin tu qelem…

26.
Zorbedewî bêhna gulê ji te tê
bêkes û jar bêhna sotyê ji min tê
ne bêhna gul û sosinan ku ba tê,
balê didêm, bêhna yara binaz tê…

27.
Can û canan tevlîhev bû xizan im,
em kî can in kî canan in nizanim,
vexwarina şerabê ez xweşhal im,
ji wê ye ku li hişyarî bêzar im…

 

28.
Dibên Hemo gelek şerabvexware,
serxoşekî kincqetî l’ ber dîware,
geh ser dem û ser waran re dibore,
bi Yêzdan kes nizan kî çi vexware…

29.
Bi eşqa te herdem dîn û xemgîn im,
bêtebat im, ne l’ erd e, ne l’ esman im,
wek Tahir im, Keremim ez, Mecnûnim,
lew rûsar û bikeser û dilxûn im…

30.
Delalê bê ku em biçin gulînan
warê eşqê golên kûr û geliyan,
dibên li wir azaye dil ji êşan,
li gulşenê nav sosin û binefşan…

31.
Saqî dagre xemra eşq a ji tirî,
dilo şadbe ‘Ezîze hat negirî,
bi çingîna qedehan noş be êdî,
rabe reqsê hîn şeva te neborî…

32.
Ger ‘Ezîze bixeyde li min xem e,
dibe dojeh, dilebit li min dem e,
bi Hurmizan dişkê j’ destêm qelem e,
şevam tarî, şerab li min heram e…

33.
‘Ezîze li vê deştê ew gula sor,
gûn girtiye ji xûna mîrekî zor,
ew binefşên nazenîn û kulilk mor,
xal bûn lamên ew bedewên gulî sor…

34.
‘Ezîze newroz bihara dila ye,
cejna şadî ya gelê me Kurda ye,
werza eşqê ew vejîna jînê ye,
pîrozbe her pîrozbe li rindaye…

35.
Lê ‘Ezîze peyîz remza kalan e,
werza koçê ya li dawî salan e,
ne bi tenê hezna dar û beran e,
pelga weşî ji temenê mêran e…

36.
Êşek zirav xwe berdaye devê min,
kerr û lalim, hinda bûye dengê min,
gazî dikim kes nabîze nala min,
devê min de her xûn dibe zarê min…

 

37.
‘Ezîze şev çû, bû reş û tariye,
find vemirîn, dem li min naborî ye,
bi ehreman jûram weke gorê ye,
gulê bê bêhn, jîn tamsar û kelî ye…

38.
Li meyxana dilan çengî û rebab,
bîne l’ rêz xe saqî qedeh û şerab,
bi çingîn û bi noşîn, bi dilê şad,
karwan borî lew ku dem bûye xirab…

39.
Penaber im îşev ez li warê te,
hişwenda li rê şêwî, ber şewqa te,
wek têysokê bûm perwane l’ dora te,
ger tu cîm bî ez xal im li zikê te…

40.
Dibên eger bilbil bibîn gula xwe,
dil bi coş e, gulê geş e b’ zarê xwe,
bi pîrê av û êgir be l’ baxê wan,
dem diherik wek ava li şîpa xwe…

41.
Dibêjin ger dil bibîne dildarê,
her şad û mest çi roj e çi êvar e,
ew dilê ku li dojehê diware,6
jîngeh pê xweş e jîna wî dibor e…

42.
Dîdara wê dinya li min xweşdem e,
êşa dilê’m diçe dimîn bê xem e,
gora Şêxadî be jîna’m kelem e.
bixeyde j’ min werza’m pêk ve elem e…

43.
Kurd dibêjin bila dilî li dil be,
‘Ezîza min tûrê parsê li mil be,
lew ku şad e can û canan xem nake,
ji me re erd doşek, balîv kevir be…

44.
Dara bi ber li bejna wê xuya ye,
mêrê gernas xwedî sozên biha ye,
“du kesek li serê kevrek bela ye,”
‘Ezîza min bê em biçin wara ye…

45.
Pekî û hat wek çêlekewa bi coş,
min got navê te wê got min gulfiroş,
tîrek lê da dilêm hejar kire toş,
raborî çû çav li pê mam mendexoş…

 

Jiyana Mehmet Oncu

NIVÎSÊN BALKÊŞ