"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Seîd Veroj

Ew di sala 1966an de li gundê Hopeka bi girêdayî qeza Pîrana li ser Diyarbekirê ji dayik bûye. Wî dibistana seretayî li gund, dibistana navendî û lîseyê jî li Dîyarbekirê xwend û sala 1986ê di Unîversîteya Dîcleyê de dest bi xwendina mamosteyiya kîmyayê kir. Sala 1991ê xwendina unîversîteyê xelas dike û sala 1992yê dest bi karê mamosteyî dike.

Xebata wî ya der barê kurdan de, di salên xwendina unîversiteyê de bi berhevkirina materyalên foklora kurdî dest pê kiribû. Di sala 1997ê de bi tevî hinek hevalên din, wî dest bi weşandina kovara Warê kir, hetanî sala 2004ê li ser hev 16 hejmar hatin belavkirin û paşê weşandina Warê hate rawestandin. Xebat û materyalên ku wî berê dabûn hev, gelek ji wan di nav rûpelên Warê de hatin belavkirin. Di
Newroza sala 2005ê de wî dest bi weşandina kovara Bîrê kir û hetanî sala 2011ê li ser hev 12 hejmar hatin çapkirin. Ji meha Mijdara sala 2011 vir de, kovara Bîr bi awayek dijîtal li ser navnîşana www.kovarabir.com weşana xwe berdewam dike.

Wî dawiya sala 2011ê di Unîversîteya Artuklu ya Mêdînê de dest bi xwendina masterê kir û di detpêka sala 2014yê de bi pêşkêşkirina têza bi navê “Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî/ Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî” xwendina masterê xelas kir. Heta îro di kovar, rojname û malperên cûr bi cûr (War, Bîr, Vate, Gulan, Kürt Tarihi, Basnews, Nûbihar, Nûbihar Akademî, Rojnameya Agirî û malpera www.kovarabir.com, https://www.kurdistan24.net/tr/, http://www.rupelanu.org/yazarlar.htm) de meqele û lêkolînên wî hatine çapkirin.

BERHEM:

– Rêzepirtûkên Zarokan (li ser hev 6 pirtûk, Weşanên War, Stenbol, 2001)
– Ferheng-Vajname: Kurmancî – Hewremanî – Dimilî – Senendajî (Seîd Veroj- Abdurehman Uçaman, Weşanên War, Stenbol, 2002)
– Ferhengê: Kurmancî – Dimilî – Tirkî & Tirkî- Dimilî Kurmancî (Çapa didoyan: Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2018,)
– Di Dîroka Me ya Nêzîk de Bûyereke Girîng: Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan (Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2005)
– Geşepêdanên Rojhelatanavîn, Sûriye û Kurdistana Rojava (Weşanên Doz, Tîrmeha 2012, Stenbol)
– Veracêkerdena Gramerê Zazakî û Kurmancî/ Hevberkirina Gramera Zazakî û Kurmancî: Dîyalekt, Alfabe û Fonetîk, Morfolojî (Weşanên
Ava, Dîyarbekir, Gulana 2014)
– Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan (Weşanên Weqfa İsmail Beşikci, Stenbol, Tebaxa 2015)
– Abdurehman Nacîm: Edîb, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas (Weşanên Weqfa İsmail Beşikci, Stenbol, Hezîrana 2017)
– Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî (Weşanên Weqfa İsmail Beşikci, Stenbol, Hezîrana 2017)
– Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923) (Weşanên Dara, Dîyarbekir, Sibata 2018)
– Weşangerekê Xwebexş û Aşiqê Lefzê Kurdmancî: Kurdîzade Ahmed Ramiz (1878-1940) (Weşanên Sîtav, Wan, 2019)
– Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed. (Weşanên Sîtav, Wan, 2019)
– Vîr û Warê Ma (Ma Mirdasî yî), (Weşanên Dara, Dîyarbekir, Sibata 2019)
– Portreyên Şophiştî-I, (Weşanên Dara, Dîyarbekir, Sibata 2019)
– Cemîyeta Hêvî ya Telabeyên Kurd û Rojî Kurd-1913, (Weşanên Dara, Dîyarbekir, Îlona 2020)

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ