"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbestên M. Zahir Kayan

Di sala 1964’an de li Gundê Agirî, “Xano” hate dinyayê, dibistana yekemin, navîn û lîsê (Ağrı Naci Gökçe) li Agiriyê qedand, dû re li Erzurumê Fakulteya Fen-Edebiyatê û beşa Turkolojiyê xwend.

las

“… ji zewqê na, ji meşkê na, ji elqê bêpar im, ezî aşiq im, lê ji maşûq bêpar im…”
“…mehdiya sebra min î tu ey şewqa eşqê, di heft tebeq awirên te de qeydankirî me…”
“… gidî Deccalê Axirzemîn nîn im ku li ser te hukman bişopînim, di deftera eşqê de lotîyekî gunekar im…”
“… zebaniyan ez di çemên şerabê de vaftîz kirime, bi çilperexwîn li ber dergehê te murîdekî şêmikperest im…”
“…yan ruhê min bi bask bike, yan jî li ser zimanê min bibe kilameke ku xapya be bi şerabê. ..”


 

bend

[…çend bendikên nûpijyayî,
yên di şohla xwilqê yarê de bi ezamet kewyane..]

“…wek ku li hêviya hukmê niviştê bimîne, wisa jî li benda hukmê “hêmayê” dimîne ew bengî, ew mecnûn, ew pûte[Nûn]…”
“…hêvîdar e wek remildarekî, wek xeybzanekî, bawer dike gava ku yar wê şiîrê bixwîne, wê “hêma” hukmê xwe yê sêhrebazî bihukmîne,
biqewimîne/ wê di dilî wê bedewê de qesreke hevirmûşî ava bike ji bo ‘Xwe’…”
“…nafikire, qet di tatêla wî delodîn î, sewdaser î bengî de nîn e, gelo yar jî ji zimanê “hêmayê” fêm dike an na, rewş zelal nîn e…”
“…sewteke Îlahî tune ye ku di guhê wî de bifisfisîne, bibije jixwe hemû mesele ev e, şi’ra te wê çawa li “Serheda” dilê yarê bireşe/ şi’ra te
wê bi jentirejena kîjan rêzikên eresatî veke dergehên dilûderûniya yarê…”
“…esman bi çi şeklî ewran vediqulpîne baranê, bagerê, birûskê; divê şairî jî vequlpîne şiîrê, hestê, mocûbestê di esmanê dilê xwe de vê
eşqê, vê êşê, lew vê xemlûelemê…”
“… ew aşiq, ew mecnûn, ew meczûp, ew bengî, ew evdal ji şi’rê bi hezaran hêvî dipê, lê wisa bi hêsa silûhasil nabe hevîrê şi’rê, kes jî ji
wan re nabêje, nabilîne heqîqeta vê yekê…”


 

na…

tu na, ez li te digerim
tu na, ez bûme perwane li dû îşqa te
tu na, yarê tu na, ez bûme hemal ji eşqê re
tu na, yarê tu na, ez bûme çira, germ dikim ‘Ro’ ya dil
“…disekinim bê dem, bê gem, bêzemzem, bê ferr î bê cem di bin siya dara berzûbala ya erşê ala de/ digevizim di nav xeyala te ya leylanî
de bi ruhekî bê kefen/ tariya mitleq dorpêç dike bedena min a derewînî/ du lokizên birqonekî sedef î, qerqaş î satenî ne memikên te, riya
cehnemeya mirazê xwe yî Siyabendî sererast dikim pê….”


rêzikên bestiyane

-şûşa şerabê xeyîdî ye, engiriye
-qedeha ewrên qerqaş î pembûyî, dibêje ezê bişkêm
-guhar a almastî ya ku bi biskên heyvê ve daliqandiye, digazine, dibê ez di ciyê xwe de needilî me
-tembûra ku ji findê çêbûye, bi her sitranê re dihele, ew jî digazine, dibê gelo kakilê tembûrê çima ji dar a hewranê(sipindar) nîn e.


 

çend alegoriyên ji hev cuda

a-

“…şivanekî xweperest î, di kevn û keloşkên sînga wê yarê de awirên xwe diçêrînî tu/ ne evîndar î tu, nêçîrvan î tu/ ew di bajarekî bê bav de
pîvokeke binberf e, li ser gewdeya wê gilêza namerdan diherike/ li defa hewarê didî tu, hemû kesûk û bêsûkan ji dil ve dizarînî tu/ tu, tu
kurmê darê yî tu, teşqeleya biharê yî tu…”

b-

“… di nav dev û lêvên te de pesnekî tewanbar, di çavên te de hêrseke gunekar heye/ gidî dijmin ez darda kirime, lê te ez di qesra dostaniyê
de tune kirime/ min çi dizanibû “delaliya” te deryayeke bêbiniye, hewesa min li ser keştiyeke delodîn e…”

c-

“…di bin nikulê xençera “nezaniyê” de hevdû hembêz kirin, dest û lepên “kevneşopê” zêde qirêj bû/ ew roj ji du laşan xwîn çû, ew roj mala
evînê dehibî û roda çû… ”


 

gazineke çiyahej

“…min di awirên te biskbiagirê de azadiya gelê Kurd dît/ siya te ket ser dilê çiyan, gewdeya te erdê dax kirî hejand, lerizand/ di her peyvên
xweşik de min dît ku tu pûtekî xemlaneyî di Ke’beya tîpan de/ hêsrên eşa’arên kevnare dibin hubreke reşeqetran, leylan/leylan dihencirînin
erdê kaxeza peritî ya ku li ber derba pênûsê zare zare/ gidî xwe nexapînin ey ew kesên xûsar û çavnebar û ji lewendiyê bêpar/ ha ji we re
ev pirtûka ku hê çîroka wê neqediyaye/ we hê destana teyrên agirperest nexwandiye/ lê hûn bi gazinên xwe yên qaqereş û malikwêran
çiraya dilê ciwanên fironek diazirînin bi êgir, ji we re hezar caran heyf…”


 

êvar te….

 

êvar tê,
vedibin lêvên mohr û dax kirî
êvar tê,
xem û kovan pê re tê
êvar tê,
wek hecheckeke xeydok rih ji qalibê min dertê
êvar tê,
zirze li derê dil dikeve, qeşayî li hêratiya çavan dikeve
êvar tê,
birîn li ser sewtê, hewar li ser şextê, qijik li ser mewtê
Waxxx waye êvar tê,
yarê qesra xwe ruxandiye, ji bo kuştina min tê…


şi’r ji bo yarê….

 

mebest….
“… derê dil, ji hundur ve zirze kiriye, sirf awaza eşqê dikare veke, lê yê ku lîsanê dil hîn nebû ye, weyl li halê wî, ciyê wî tune ye ne li
hundur derî, ne jî li pêş derî… ”
“… ezê xeyalên xwe rokim kefa destê te, destê te bidim ser “dilê” xwe, dilê xwe bikim perwane, bila bifire xwe bighîne perestgeha xwe ya
pîroz û xemlane…”
“…ezê çavên te vexwendî holmaşka xwe ya bi pesnane bikim, ew çavên te yên ku birînên min ên sedsaleyî pak dikin, bila ji min re bibin
neynikeke Xwedawendî, da ku ez tê de li rûpelên emrê xwe yê ku bê te derbasbûye temaşe bikim… ”
“… ezê xwe bikim tûmek tîrêja heyvê, ya şevederî, li xeyala te ya windabûyî bigerim, ezê ji zûrîniya guran, ji wîşîniya maran, ji xişîniya
pelên daran, ji bezîna bayê reşe-ewran agahî hilînim…”
“…min dilqê xwe ji sêrbazên kevnebajarên welatê Kurdan diziye, hukmê min li ser kozîkên veşargehên evîndarên dilpolayî heye, ezê te di
heft tebeq binê erdê de derînim, ezê laşê te yê ziwa bûyî bi efsûna beyta hozanên dilevdalî, bi xwîn û bi av ji nû ve bijenînim û biçinînim…”
“… ezê ji te re bibim Xweda, te di gulîstana dilê xwe de ji nû ve biafirînim, bixuluqînim…”


 

çav, dil

hin kes bi “çav”
hin kes bi “dil” temaşe dikin
“çav” neynik e;
“dil” çavê neynikê ye;
“dil”, kakilê çavê neynikê ye,
“dil”, çira kakilê çavê neynikê ye
“dil”, agirê çira kakilê neynikê(çav) ye
“dil”, tenûra agirê kakilê neynikê ye
“dil”, darçira tenûra kakilê neynikê ye
“dil”, alava, darçiraya, tenûra kakilê neynikê ye
“dil”, volqana, alava, darçiraya, tenûra kakilê neynikê ye
“dil”, nûra volqana, alava, darçiraya, tenûra kakilê neynikê ye/ “dil”, ‘Ro’ ya nûra, volqana, alava, darçiraya, tenûra kakilê neynikê ye/ “dil”,
şewqa ‘Ro’ ya, nûra, volqana, alava, darçiraya, tenûra kakilê neynikê ye…”


 

bê nav in hin şiîr

“…hun nikarin nav li hin şiîran bikin, hin şiîr bênav in/ navlêkirin kuştina şiîrê ye carinan, tengkirina, zevtkirina, kurtkirina, dorpêçkirina,
bisînorkirina şiîrê ye navlêkirin carinan…”
“…we nav li Xwedê kiriye, lê ev nav nikare têgiha Xwedayetiyê binimîne…”
“…we nav li “fezayê” kiriye, ev têgih sirf zereyek fezayê dinimîne, ne heqîqeta fezayê û ne jî rasteqîniya pirfezayiyan, yên bê dawî,
bêserberate dinimîne…”
“…we nav li “hestan” kiriye, lê her hest ûmmaneke û ew nav wê hestê dikuje, teng dike…”
“…we nav li “eşqê” kiriye, hestên eşqaneyî bi têgihekê xwe nadine der, têgiha peyva eşqê têra heqîqeta alema dilaneyî ya bê binî, ya
bêhedbêhesab nake…”
“…hin jinên bedew, qeşeng, xweşik, yekta, muhteşem, perrî hen e, hûn tu car nikarin navekî bi dorpêçî li wan bikin, hûn çi navî li wan bikin
têrê nake, tu têgih nikare wê xweşikiya wan ya cîhanşimûlî biteyîsîne…”.
“…hûn nikarin navekî bi tesîr li Kulîlka Sebrê bikin, li hember muhteşemiya vê kulîlkê tu nav nikare di bin siya, giraniya xweşikiya vê kulîlkê de bimîne…”
“…hûn nikarin nav li hevşabûnê bikin, qet mimkun nîn e, ew tigihên ku hûn dibînin û heqîqeta hevşabûnê pê dinirxînin, ew têgih di nav ûmmaneke bêserberate û bê binî de nirixandinên çend dilopên hevşabûnê ne ewqas…”
“…hûn dikarin nav li azadiyê bikin, na, na, ne mimkun e, hûn çi navî li azadiyê bikin, hûnê ewqas ji têgiha azadiyê dûr bikevin….”
“…hûn dikarin nav li “mirinê” bikin, qet zen nakim, heqîqeta mirinê tiştekî ne eyan, ne beyan e, di nav heqîqeteke xumamî de ye, derûdorên heqîqeta mirinê şolî ye, hûn çi navî li mirinê dikin bikin, tu nav, tu têgih nikare mirinê seranser bisêwirîne…”
“…hûn nikarin nav li “serxweşbûnê”, “zewqê”, “şehwetê”, “coşê”, “bestê”, “hêmayê” jî bikin, ev tigihên han her yek bi serê xwe pirralemek e, ûmmanên bêbinî ne, ew navên ku em li van heqîqeta dikin, sirf temsîlî ne, mecazî ne, navên bi kilûkêmasî ne… ”
“…hûn nikarin nav li “bûnê”(hebûn, çêbûn, heyat, jiyan) bikin, nav tu car têra nirixandina vê heqîqeta muemayî nake…


 

hestên mulhîdî

“….di kefa destê min de, ji zanebûn û mehlûmatên hestaneyî, yên ku daxilî Kûla şi’rê dibin….” ,
“hezên ne îcadkirî”
“hewesên berdûşî”
“gazinên Sadeyî”
“bestûperoşên çilqijî”
“numayîşên hestî, hêmayî” ;
“xuşûşiyên şewqî, hewesî”
“kêfûkafiriyên nefsperestî”
“kelecaniyên bê heya, bê edeb”
“…sewtên veşar î, xeydokî, yên ku nişkav de bi agirekî awazjen ên hevşabûnên kamasûtrayî vêdikevin, bi alav dineqişin…”
“bengiyatiya ku exlaqê qewimînên Neşîdeya Neşîdeyî diteyîsîne, ya ku beyt bi beyt, lod bi lod dibengîne medhan, pesnan, lavakariyan/
dixwîne bi zarê hudhudê ji bedewên sîngsedef re felsefeya eşqa batiniyên ku di ezel de çermên wan hatine gurandin zindî/zindî li Kerbelaya
dilê min, mêlûmêldariyên eresatî yên bê qeyd î bê dizgîn î bê lelekî…”
“…hewar û azariyên derûniya min, ya ku bi raya fîqa dil dibengîne, bi sewteke le’netî mehşera “tenêtiyê”, “jihevqetînê”, “ji dil derb xwarinê,
veşarîne, qeydkirîne, mohrkirîne…”


 

tu çû yî

tu çûyî,
ma li dewsa te
cî û warekî kavil î wêran
tu çûyî,
raza di xewa mirinê de,
çend şiîrên minên ku xweşikiya şewqa te,
tesbîh dikirin bi zatekî Ellahî…
tu çûyî,
bûme dêm,
vala bûm kêm/kêm; ezî derya bûm
te ez hildam avêtime eresateke Eyûbî
hebûna min bû cehnemeya min, sirf
Sisîfosê badilhewa yî kedbersîsî tê ziyareta min…


 

beytên semazenekî dînik

di “serkîsofê” de xapiya ye “dem”
naçe, naherike “dem”
di esmanê arîkan de mektûbek veşarî ye,
qerisî ne şopa çavên te yê reşezeytûnî tê de
sêwî manê “peyvên” bê mey
“hestên” bê mezat kûvî mane
neçar mane “pêçiyên” bê qudûm
“êş” diniqute birînê
Loqman, hekîmê ehmeqan e
bi şewq didomînim şagirtiya feraseta jinê, da ku “pîrên eşqê” zimanê min bike mifteya pêsîrên wê.


 

rubaiyeke bêneynik

ku “cewher” tune be xweşikiya bedenê kêrî çi tê
ku zewq ji feraset nebare, vexwarina şehwetê kêrî çi tê
Kurdbûn ni’metek Xwediyî ye, tam nekî sefîl î/nezan î
bi têla dil geş nekî vî lîsanî, bibî pîrê ziman kêrî çi tê
meclisa “vexwarinê” geş nebe, keşfa şiîrê kêrî çi tê
perwane li dor çirayê neçerixe, keşfa hîçbûnê kêrî çi tê
“…bi dîdaran re sohbet esas e, bêkelecan eşq kêrî çi tê/ ziman ne bi Kurdî be, dilûruh ne Kurd be meyxane kêrî çi tê/ wa ezî serxweş im, lê
beşerxweş im, mêhvan can in, canan in, lew Heyyamdil im ku necoşim, serxweşbûn kêrî çi tê…”


 

çîroka emrê min di merzelê minminîkê de diwelide

li nik dergehê “teyrê fironek”,
dîlekî wistubend im
agir berdan baskê min,
ezî bê ewr mam…
di lewheya xeyalên te de min bi aramî
asîman ji xwe re dizîn,
hêvêyên bêkesa pîvoka binberf e,
gidî ez di nav bêhna barûdê de
sitraneke bi janê kelandî me…
qijikên bêyom
bêhna goştê min hildane,
qeşa mirinê xwe berdaye
qeraxên lêvê min,
ez di hembêza kulîlkekê de
Loqmanê birînên xwe me…
wa dirikên hesinî
di çîpên min de gul veda ne,
di paşika axê de
kilameke bê berate me,
we ez mirî dizanibûm,
lê yara(welat) min ez di huba xwe de veşartime, bi hezar hestên bestî, mengî ez neqişandime, ji nû ve firîk/firîk, tovetov jîndar kirime…


 

lod

“…ruhê min ji Mishefa Reş ayeteke qaşxûn e îşev, te hê neceribandiye delala min a Felekkuj a mirin(kul)kuj, gava ku bixwînim qewlên
dilajenîn yên eşqê, wê erdûesman biheje, tu jî dizanî ku Benî Ademî pexîl e mikana min/ gava werime tewafa sîngûberên te yên saten û
sedefî, hedê kî ketiye huba min a çiyahejîn bitirsî ne bi gefên kujînî, rikîfên qetilxwînî/ ezî di ezel de le’netî me, kafirî, mulhîdî, zendeqî berê
ber de sen’etê min e/ min di holmaşka Şeytanî[Kul] de hezaran sal ilmê hestûhewesê ristiye bi şeyê zanînê, bi dûzana xweşikiyê/ min
ûmmanên zewqê di dilopek hubra qelemê de veşartiye bi arifiyeke Eflatûnî…”

Jiyana M. Zahir Kayan

NIVÎSÊN BALKÊŞ