"Enter"a basıp içeriğe geçin

Dêrika Çiyayê Mazî – Eyyup Gûven

Dêrika Çîyayê Mazî di Kurdîstana Bakur de li herema başûrê rojhilat de ye. Dema mirov bixwaze dîroka navçê fam bike pewîst e bi du alîyan lê binere. Lênerîna yekemîn avakirina navende navçêye, a dûyemin avakirina şaristanê li der dora navçê ye. Ber vê yekê em dixwazin bahsa avakirina navênda navçê bikin.

Avakirina navenda navçê nezî 450 sal berê ji alî qebîla mala Davidê Kalo hatiye avakirin.Mala davidê kalo bi eslê xwe de Kurd e u Ji eşîra Rutan e. Eşira rutan di navenda Erzurum Hozat û Pulumur eşîrek pir mezin e.

Ev qebîla ji herêma dersîmê ber mêrkujiyê koçber dibe û tê sînorê Amedê yê herêma têrkan. Li vê derê gundekî bi navê rutan ava dike. Li herÊma Têrkan mîrekî pir zilimkar he bû gundê derdora wan giş bi vî mîrî girêdaye. Demek derbas dibe li hev nake mîr û zilamê xwe digre ser qebîla mala dawidê kalo u vê qebîlê talan dike. Şerekî pir mezin derdikeve di vî şerî de xwe digîne mîr , mîr dikuje û ji gundê rutan bar dike dema bar dike bi mala Dawidê kalo re û mala Qeya jî bi wan re bar dike û tê heya sinorê Dêrikê.

Dema ev her du qebîlena tê sinorê dêrikê mala davidê kalo li ser zinarê navçê bi cih dibe navê wê herêmê dibe “Gare Rezê Devid” û mala Qeya li berîyê bi cih dibe navê wê herêmê dibe” Xirbê Qeya” an “Mêrga Qeya”. Di vê demê de navenda navça Dêrikê hîn nehatîye avakirin. Dawidê kalo li kanîya guzê qesrekê çêdike û ji wê demê şûn de navenda Dêrikê tê avakirin. Erdnîgara dêrikê sê aliyê we zinar e û aliyê dinê kasi çav çava dibîne berîye û di ro ava ye navçê de deşta Qerejdaxê, Koçer û pir eşîrên mezin li vê derê jiyana xwe berdewam dikin.
Di navça Dêrikê û li gundê Derikê pir eşîr hene. Li navçê Rutî, Abasi, Mahmudî, Salkî, Xidri, Deliki, û Çayî, li gunda bi navê, Sefî, Sorikî, Sarxwanî, Bêreşî, Hamî, Porî, Menda, Metînî, İzolî, Şeyxî,Terkî,û Dewreşekî, heye û giş Kurd in.

Em li avakirina duyemîn binêrin li derdorê çîya û berîya Derikê şaristanek pir kevnare heye, ev şaristaniya di dema şikefta dest pê dike û berdevam dike û digêhêje mîtannî Akad,Sumer,Pers,Bizans,Roma,Sasanî, Artuk, Med û heya dema 1923yan.
Heyşt taxên navçê hene. Taxa kelê (Taxa rutan),taxa kanîya guzê(Taxa ebassîyan),taxa çîya,(Taxa Fîllehan ,cuhu û salkîyan) taxa kanîka biçûk,(Taxa mahmudîya) taxa reza,(Taxa eso emikê), taxa heramiya taxa tilbisim û taxa qetaro. Navça Dêrikê di destpêkê de heya 1923yan de bi Amedê re giredayî bû ji sala 1923 şûn de bûye navça Mêrdîn.

Dêrik sê alîyê wê zinar e pişta xwe daye çiyayê mazî, berê we li wêrenşarê û qoserê ye. Berrîya Dêrike ji quntarê çîyayê mazî dest pê dike û her gi bi deştê dadikeve bilindiya xwe wenda dike.

Derik sê alîyê wê zinar e pişta xwe daye çiyayê mazî , berê wê li wêrenşarê û qoserê ye. Berrîya Dêrikê ji quntara çîyayê mazî dest pê dike û her gi bi deştê dadikeve bilindiya xwe wenda dike. Li ser milê çepê sînor û erdê wê digêheje deşta qoserê û îklîma wê zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibe. Palê bervaren çîyayê mazî bi piranî dar-û-deviyê berî û mazîn e . Di van salên dawî her gi diçe dar û devîye wê zêdetir dibe. Li berîya Dêrikê her çiqas cihê keraç hebî erdê bereket pirtir e.

Li va erd na wek genim, ceh,nisk û nok tê çandin lê belê li Dêrikê ê pir bi nav û deng zeytûn e. Li navçe nêzî mîlyon darê zeytûna dide heye. Zeytunê herî baş cinsê bi navê ”Xilxalî”ye. Piştî van saliye dawiyê hin bin gav û pêngavên li mintiqayê çêbûn û gelek bir hatin kolan çandina weke pembo,garis,kuncî û bîstanê avî zêdetir bû. Li erdê şehar û heta palên qerejdaxê ji çiltuka birincê tê çandin. Ji xendÎ wan tiştna şûn de rêzên tirî, bahçeyen hijîra, darê hinara, mişmiş û gûz û ji her cureyê fêkî pêk tên.

Debara kesên li nava bajêr rûdinî li ser deman û cenaniya rêz zeytûn û beşekî biçûk dikandarî û bazirganiyê mijûl dibe. Debara gundiyê li hêla çiya rûdinî li ser xwedîkirina pez hejik û ezingan e, ê li berîye ji li ser çandinî û zireetê ye. Ji xendî zireete tişteki bê kirin tuneye.

Di dîroka mêrdin de kîjan devleta û kîjan şaristaniya li ser mêrdîn hukum kiribe Derik jî jixwe ketiye bin hukumdariya wan. Haya demek nêzîk ji qismek mezin ji rûniştvanên Dêrikê Ermenî bûn. Di van salen davî de ji ber sedemên aborî civakî û siyasî Ermeniyên Dêrike ber bi Stenbolê,Sûrî Ewrûpa û Emerîka koç kirin. Ve gavê yek malbatê wan li dêrîkê maye.

Di dema xwe de sennetkarî di destê ermeniyan de bû, di dêrikê bahsa 5 dêran dike yek ji van dêran yên dîrokî “Dêra Sor”e (Surp Kevork) ku li ser navê ermeniyan maye. Dêrîk ji hêla av û çem û kaniyan dewlemendê heremê ye. Piraniyan çema zivistanan der dibe û havînan dimiçike, çemê xabê, çemê şêbê,çemê zorava, û çemê circibê û kidaba kulêbe hin ji wan çeman e. Ji xêndî wan çeman jî hin gol û barajên ji bona avdanê bi navê Kunreş, Subetan,Qurixî û sepnat ê, ku ji terefê dewletê hatinen çekirin. Kaniyê di navçê de kaniya kulêbe, kaniya guze kaniya buçûk û kaniya misrikê, kanîya paan e, Dêrîk bi ser sînorê Şemrex, Qoser, Sere Kaniyê û Wêranşarê ye. Rû pîvana Dêrîkê 1397 km kare ye 71 gund û 91 mezra heye. Lê berk û statuya gunda hat guherandin bûne tax, bî gîştî hejmara navçê 61.200 e.

Raqima dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çîyayên wê 1500 metreyî derbas nake. Çiyayê wê bi navê çiyayê mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi beriya xwe li ser sînorên deşta heranê ku heta dighe erdên Nisêbînê ye. Berîya Dêrike bi kevirê şehar in. Girqijotên ji berî dirokê de teqiyane û wan derdora belav bûne. Vê gavê ji wan qirqijotan maddeya ku bi navê “klinker” e û di çêkirina çimento de wek haven tê bikaranin û derdikeve.

Navça Dêrikê di warê siyasî û edebî pir niviskar û rewşenbîr lê mezin bûye. Wek mele Hesenê Tawikî, Melle Eskender kazîm, Seydayê Cigerxwîn, (seydayê cigerxwîn li dêrîkê li cem seydayê mele eskender şagirtî kiriye.) û wek bûka derikya Eyşe Şan. Lê belê ên li Dêrikê xwedê daye wek Reşîdê kurdî,Qedrîcan, Edîp Qarahan û wek rewşenbirê ne navdar Ezîzê Biro, Mecîto, Ahmedê Cimaa, Eliyê Sitika. Ên mîn navê wan nenîvîsandiye nêzî pêncî nîvîskar û hunermendê xwedî behrem û xelatgîrtî ye heye.

Di warê siyasî de gava herî mezin ku li Dêrikê mezirandina “Kurt Kulubi”ye. Lê belê mirovê “Kurt Qulubi” damezirand giş hat girtin an dadgeha mezin daliqandin ji mirovê qulebe xwest. Wek bi navê Heci Seydî û di dema şerê şêx seîd de wek bi navê Mecîto.
Li navçe dîroka şaredariyê di sala 1874an de dest pê dike. Berê navê wê mahfel û paşî bi navê “Xelqebî “berdewam dike. Di sala 1926an de bû “Şaredarî.”

Eyyup Gûven

 

NIVÎSÊN BALKÊŞ